12 oktober 2024

Gazinek ji parlamenteka kurd a Swêd

Min ev nivîsa di 8´ê vê mehê da(2024-10-08)bi Messengerê ji Evîn Încîr xanimê ra şand. Evîn Încîr kurd e, abûqat e, ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêd ji sala 2019'a û vir ve endama Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ye.

Evîn xanim, di kilîpa rojnameya Expressendê da min li minaqaşa te û Alice Teodorescu-Måwe temaşe kir. Li hemberî Îsraîl min retorîkek wiha ji te nedipa, ez xeyalşikestî bûm.

Te bi hêrsek mezin Alice rexne dikir. Te digot çima tu kuştina 40 hezar filistînî mahkûm nakî ?
Di minaqaşê da tu ne sakîn bû, te bi hêrseke mezin Alîce rexne dikir.

Bi baweriya min dibê em kurd wek filistîniyan, wek ereban, wek îslamîstan û antî-semîtan êrîşî Îsraîl û dostên Îsraîl nekin.

Rewşa me ji ya filistîniyan pir xerabtir e. Dost û hevalên filitîniyan pir in, yê me kes tune ye.
Helbet em bi kuştina filistîniyan kêfxweş nabin û ji şer û kuştinê ra jî wek ereban, wek filistîniyan li çepikan naxînin, nalîrînin.

Filistîniyan, kal û pîran, jinan, zarokan qetlîma 7´ê cotmehê li seranserê Xezayê bi şahî û lîrandinê pîroz kirin.

Ereban, misilmanan hema hema li her bajarê Ewrûpayê Qetlîama 7´ê cotmehê pîroz kirin. Tu vana gişan zanî.

Terorîstên Hamasê 1200 însan bi wahşeteke mezin kuştin û dûra ketin nav milet, di malan da, di nexweşxaneyan da, di dibistanan da xwe û sîlehln xwe veşartin.
Baş e bira Îsraîl çi bikira?
Bira Îsraîl qetlîam bêbersîv bihîşta?
Îsraîl bi qestî swîl nekuştin, sûc yê Hamasê ye, ew siwîlan ji xwe ra dikin mertal.
Îsraîl ewê çawa wan û sivîlan ji hev biqetîne?

Dibê tu ji Îsraîl bêtir Hamasê rexne bikî, çimkî ew dibin sebebê sivîl werin kuştin. Wan her tiştên xwe, tunelên xwe di nava bajaran da, di binê malan da çêkirine. Tu viya baş zanî.

Bêguman dibê em bi kuştina kesî kêfxweş nebin. Bi trajediya hatiye serê filistîniyan û yahûdiyan em xemgîn in. Dibê em viya bibêjin.

Lê dibê em bi çavê filistîniyan, îslamîstan, antî-semîtan jî li meselê, li şerê Îsraîl û filistîniyan nenêrin û wek filistîniyan, îslamîyan êrîşî Îsraîl û dostên Îsraîl nekin.

Em miletekî bindest in, motajî dostan û alîkariyê ne.

Lema jî dibê em wek ereban, wek tirkan, wek swêdiyên çep û antî-semît şûrê filistîniyan nekşînin û êrîşî Îsraîl û Amarîkayê nekin. Kî bike jî dibê em kurd nekin.

Tu wek jineka kurd ya jîr û zana, hatiye meqam û platformeka pir muhîm, li wir dibê tu ne wek berdevaka filistîniyan êrîşî Îsraîl bikî. Ev bi te neketiye. Dibê tu bi axaftinên xwe dijminan ji gelê xwe ra çênekî.
Kurdan ray dan te ne ji bo ku tu herî wir, wek berdevka filistîniyan bipeyive.

Dibê tu li wir ne mesela filistîn, rewşa gelê xwe raxînî ber çavê dinyayê û dost û sempatiyê ji gelê xwe ra peyda bikî.

Ne ku li wir wek mîlîtaneka filistînî êrîşî Îsraîl û Alîceyê bikî.
Ma filistînî ji bona me Tirkiyê, Îranê rexne dikin?

Ma di nav filistîniyan da, heta di nav 450 milyon ereb da yeka wek te bi ruh û can kurdan diparêze û Tirkiyê rexne dike heye?

Tirkiyê Efrîn, Serê Kaniyê dagir kir, bi hezaran kurd bi çolan xistin, Hamasê, serokekî filistînî rojekê wek te kurd parastin?

Di şerê Xendekan da Tirkiyê 10 bajarên Kurdistanê kirin wek Xezayê. Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr bûn wek Xezayê.

Herî kêm hezar keç û lawên kurd di zêrzemîyan da sax sax kuştin.
Filistînîyekî jî wek te ji bo kurdan neşewitî, wek te Tirkiye rexne nekir.
Çima tu vê tarîxa xwe ji bîr dikî û wek mîlataneka filstînî êrîşî Îsraîl û xelkê dikî?

Ez nabêjin tiştê Îsraîl dike biparêze, jê ra bilîrîne, lê wek filistîniyekê li meselê nenêre, wek yeka îslamî êrîşî Îsraîl û dostên Îsraîl meke.

Dibê em jî wek filistîniyan ji xwe ra bin, li berjewendiyên xwe bifikirin, tiştê li zirara miletê xwe nekin.

Gelek silavên dostaniyê û di kar û barê te da ji te ra serketinê dixwazim.
Zinarê Xamo
2024-10-08
Stockholm

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE