12 oktober 2024

Jineka nasyonalîsta ereb gerek nebe berdevka kurdan

Tulay Hatimogullari parlamentera partiya DEM´ê ye, lê jinik nasyonalîsteke ereb e û bi demagojiya antî emperyalîstiyê heta hûn bixwazin li dijî azadiya kurda ye. Dijminatiya wê bi Amerîkayê ra ji bo kurda ye, piştgiriya Amerîka bi kurdan ra wê pir aciz dike.

Xerîbên bûne parlamenterên DEM´ê dibê dost û dilxwazên kurdan bin, azadîya kurdan bixwazin, ne ku dijminatiya kurdan bikin.

Di axaftineke xwe da wiha dibêje:

”Amerîkayê Îraq îşxal kir, xwedêgiravî ewê demokrasî bianiya, lê hûn dibînin çi derket hemberî me. Li Îraqê însan li Seddam digerin.
Xwedêgiravî ji bo demokrasiyê mudaxeleya Sûriyê jî kirin, li wir jî hûn dibînin çi derket ortê….”

Wek tê dîtin jinik bi xelasbûna kurdan nerehet bûye, vê netîceyê baş nabîne. Ji midaxela Sûriyê û serketina kurdan jî aciz e. Ne piştgiriya Amerîkayê be Tirkiyê kurdan, PYDê bixwe.

Kî li dijminên me, li dagirkerên welatê me xîne em ne li dij in, ji me ra baş e. Lê Tulay Hatimogullari li dij e, çim kî fêda Amerîkayê digihîje kurdan.

Şermeke mezin e ev ereba nasyonalîst di nav DEM´ê da be. Yeka xwediyê van fikran dibê nebe parlamentera DEM´ê. 

Kesên ray dane DEM´ê dibê bêdeng nemînin, vê jinikê rexne bikin.

XXX

Şeva çûnî dema min ev vîdeoya Îbrahîm Halîl Baran bi îngilîzî di platforma X´ê da dît, lê temaşe kir, kêfa min pir jê ra hat.

Min li tirkiya wê temaşe kiribû. Îngilîziya wê min nuh didît.

Min vîdeo tavilê parve kir. Min dilê xwe da got, min nizanîbû Îbrahîm hewqasî bi îngilîzî zane. Kêfa min jê ra hat.

Tu nabêjî yê dipeyive ne ew e, robotek e, aqilê çêkirî(AI)ji dêl wî va îngilîzî dipeyive.

Camêrekî gotiye ”axaftina wî esasen tirkî ye, bi rêya "hişê çêkirî" (AI) veguherandine îngilîzî."

Min nizanîbû.

Ez matmayî mam. Meriv dibêje, ya sitar, ma tiştê wiha jî dibe?

Bala xwe bidinê, xelkê çi îcadên, çi tiştên aqilê meriv nagire, devê meriv ji hev dibe çêkirine, alimên misilmanan jî di tahretgirtinê da av here qûna meriv, gelo rociya meriv dişkê ya naşikê minaqaşe dikin.

Ji bo nexweş baş bibin dua difroşin.

Mijara wan, minaqaşeyên wan li ser tiştên wiha ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE