31 oktober 2024

Xwezî min bikanîbûya podcasta bloga xwe çêkira


Ferman Salihê hêja di Rûdawê da li ser podcastan nivîseke înformatîf a pir girîng nivîsîye.

Li dinyayê ji jimara podcastan bigire, hetanî bi jimara guhdarên wan agahî daye.
Nuha  li dinyayê zêdetitî 414 milyon podcastan hene û 504 milyon însan jî her roj li podcastan guhdarî dikin. 

Nivîseke pir xweş e. Xwezî min jî bikanîbûya bloga xwe bikira podcast.

Bi xêra podcastê meriv kane her tim, li her derê, di otobozê da, di metroyê da, dema erebê dajo, dema dixebite, dema bi karekî mijûle li muzîkê, li sohbetan guhdarî bike. 

Yanî tiştekî wek bloga bi deng e, meriv lê guhdarî dike. Meriv kane pê ra nivîsê jî belav bike.

Heger ji min bihata minê podcasta bloga xwe çêkira. Lê ji min nayê, di warê teknîkê da ez hewqasî ne jêhatî me.
Çêkirina podcastê ne li gorî yekî 74 salî ye. Piştî du mehê din dibim 75 salî.

Piraniya hevalên min înterneta wan tune ye. Ez dîsa îdare dikim.

17 sal e bloga min heye, berî wê jî min înternet bi kar dianî.
Li Swêd ji sisiya yekê jinên 75 salî û jê pîrtir înternetê tu carî bi kar naynin.
Ji nîvê jinên 75 salî zêdetir tu carî înternet bi kar neanîne.

Yê peya(mêran)ji çara yek e. Yanî ji çara yekê peya înternetê bi kar naynin, ji pênca yekê wan jî carnan bi kar tînin.

Lema jî rewşa min dîsa ne xerab e. Erê ez nizanim podcastê çêkim, lê bloga min heye, Faceboock û Twîttera min heye.

Ez carnan di înstegramê da jî fotografan belav dikim.
Di Spotifyê da li  muzîkê guhdarî dikim.

Ma ji kalên kurd ji sedî çendê wan kanin van tiştan bikin?

Lema jî dibê ez gazanin zêde ji halê xwe nekim, podcasta min tune ye bira tunebe. Ji kalekî du mehê din dibe 75 salî ra kêmasiyeke wiha normal e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE