03 oktober 2024

Nehîştin Abdulkadir Kuda li mala xwe wefat bike

Rejîma Tirkiyê hewqasî xedar bûye, girtiyên li ber mirinê jî ji zîndanê bernade, piştî girtî di zindanê da dimrin, cenazeyên wan teslîmî malbatên wan dikin.

Abdulkadir Kuda li ber mirinê bû, devê wî nedigeriya, lê nehîştin here li mala xwe, di nav malbata xwe da wefat bike; guh nedan bi dehan raporên tuxtoran, di hundur da hîştin heta bimre.
Yanî hewqas zalimî û xedarî kirin.

Abdulkadir Kuda îro wefat kir. Malbata wî cenaze bir Qoserê, li wir, bi merasimeke layiqî Abdulkadir Kuda ew gorkirin.

Di hundur da bi hezaran girtiyên nexweş hene. Gelekên wan nexweşên pir giran in, li ber mirinê ne, dibê tedawî bibin. Lê bernadin. Diyar e ji êşa dilê kurdan kêf û zewqê digrin.

XXX

Leşkerên Îsraîl jineka êzdî ya 21 salî li Xezayê rizgar kirin.

Fewziya Emîn Seydo, 10 sal berê zarokeka 11 salî bû li Şigalê ji alî terorîstên Daîşê va hatibû revandin.

Ev 10 sal e di destê terorîstên Daîşê da êsîr bû.

Leşkerên Îsraîl li Xezayê ew ji destê terorîstê Hamasê yê filistînî rizgar kirine û teslîmî malbata wê kirine.

Ev bûyer jî nîşan dide Daîş û Hamas wek du ruyên perakî ne û bi hev ra sûcên li dijî mirovahiyê kirine.

Revandina zarokan, tecawizkirina wan sûcekî pir giran e, Hamasê jî bi Daîşê ra ev sûc kiriye.

Hin kurdên me jî piştgiriya van çete û terorîstên zalim, bêmerhemt dikin, ji bo wan hêsiran dibarînin. Ew jî keçên me direvînin, tecawizî wan dikin û ji xwe ra dikin koe û êsîr.

XXX

Bizin gava têr dixwe quloçê xwe di dar û beran dide, nanê şivên dixwe.

Serokên Hamasê û Hizbullahê bûn bizana gewî, bela xwe di Îsraîl dan. Lê li zirarê derketin, bûn sebebê şerekî mezin, qet texmîn nedikirin.

Hêvî dikim ev şer wan û Îranê biqedîne, dinyayê ji wan xelas bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE