Meymûn û ker bûbûn desbirakê hev. Ker li bin darê diçêriya, meymûnê jî li ser darê mûz dixwar û di ber ra jî ji kerê ra davêt jêr.
Kerê têr xwariye, ji meymûnê ra gotiye:
-Bes e, min têr xwar. Zêde navêje, îsrafa zêde guneh e, Xwedê ewê me ceza bike.
Meymûn keniyaye, gotiye:
XXX
Rojên mehan
Mamoste ji xwendekarê xwe pirsîye:
-Di kîja mehê da 28 roj heye?
Xwendekar gotiye:
-Di her mehê da 28 roj heye.
XXX
Çûna wê dinê
Mistoyê dînik çû mizgeftê, xwe di tabûtê da dirêj kir.
Yên ew dîtin jê pirsîn:
-Kuro tu çi dikî?
-Ez dixwazim ciyê ezê herimê bibînim.
Gotin:
-Ê te çi dît?
-Min dît hûn merivên çiqasî xerab in.
XXX
Ez mala wî dipirsim
Neyzen Tewfîkê şair rojekê dîsa pir vexwaribû, serxweş bû,
riya mala xwe dernedixit. Ji yekî ji wê taxê mala xwe pirsî, got:
-Ma mala Neyzen Tewfîk li ku ye?
Mêrik got:
-Begê min, ma tu ne Neyzen Tewfîk î?
Neyzen Tewfîk gotiye:
-Ez wî ji te napirsim, ez mala wî ji te dipirsim…
Dixwaze here cinetê
Jinik çû ba mele, jê ra got:
-Mele heger ez bi mihendizekî ra razêm ezê çend salan di cehnimê da bimînim?
Mele got:
-Cezayê viya 5 sal in, tu yê 5 salan di cehnimê da bimînî.
Jinikê got:
-Ya dema ez bi tixtorekî ra razêm gelo ewê çend sal bin?
Mele hinekî serê xwe xurand û got:
- Çar(4) salan.
-Ya dema ez bi abûqatekî ra razêm, ewê çend sal bin?
Mele got:
-Cezayê abûqat hinekî zêde ye, tu yê 7 salan di cehnimê da bimînî.
Li ser vê jinikê got:
-Ê baş e, lê dema ez bi meleyekî ra razêm gelo ewê çend sal bin?
Mele keniya û got:
-Haaa, nuha min fêm kir, tu dixwazî raste rast herî cinnetê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar