04 oktober 2024

Me derziya bapêşê red kir

Ji bo ku em herin derziya bapêşê li xwe xin, Merkeza Tenduristiyê wext ji min û xanimê ra veqetandibû. Du car e dîjîtal me agahdar dikin, bi bîra me dixin, em naçin. Îro name şandine, gotine werin emê derziya bapêşê li we xin.

Em rabûn çûn Merkeza Tendurustiyê, me got heyra em tu derzî merziyan êdî li xwe naxînin, wexta me betal bikin.

Ji dema nexweşiya Kronayê(Covîd-19)da ye min û xanimê her derzî li xwe xistiye, yanî em hemû aşiyan(vaksînan) bûn. Tuxtoran got çi, me tim wek wan kir.

Lê me biryar da em êdî aşî-maşî nabin, hema çi dibe bila bibe. 

Cara dawî sê(3)derzî li ser hev li me xistin. Xanimê dibêje derziyan roniya çavê min kêm kiriye û porê min diweşîne. Ew zêra jî bidin min êdî ez tu derzî-merziyên wan li xwe naxînim.

Lê nahêle ez jî aşî bibim. Lema me îro bi hev ra aşiya(vaksîna) bapêşê red kir.
Em û şansê xwe. Hêvî dikim îsal em bi bapêşê nekevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE