05 oktober 2024

Perxudres Podcastê bişopînin !

Îro şemî ye, tahtîl e, piraniya însanan li malikên xwe ne, ewê du rojan westa xwe bigirin, îsterehet bikin. Ji bo kal û pîrên wek min jî jixwe her roj tahtîl e, ew her roj li mal in.
Di vê roja we ya îsterehetê da ez dixwazim guhdarîkirina li podcastekê pêşniyarî we bikim. Miheqeq haya gelekan ji hebûna Perxudres Podcasta Omer Faruk Baran heye. Lê dibe ku haya hinekan jê tunebe.
Heger hûn dixwazin li tiştekî pir xweş, li tiştekî kêfa we jê ra were guhdarî bikin, di vê tahtîla xwe da li Perxudres Podcastê guhdarî bikin.

Perxudres Podcast ji sala 2022´a da ye her hefte roja pêncşemiyê saet 5:50, di pm da bi programeke notên heyatê li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran e. Her programeka wî ji ya berê xweştir e.

Di cîhana dijîtal da, di medyaya sosyal da ez bawer nakim tu podcasteke ji ya Omer Faruk Baran xweştir hebe.

Camêr hoste û erbabê karê xwe ye, mijarên pir balkêş dibîne û pir xweş li hev tîne, bi hostayîyeke meriv dibe heyran bûyeran taswîr dike.

Podcasta Perxudresê hêjayî taqîbkirinê ye, bibin abone, alîkariyê pê ra bikin, bira ev podcast dom bike, bijî. 

Bira podcasteke hewqasî xweş neyê girtin. Ciwanên me, keç û xortên me dibê vê podcastê nas bikin û lê gudarî bikin.


Perxudres podcast Poddtoppen

You Tube Perxudres

Perxudres Spotify

Perxudres Botan Times

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE