16 oktober 2024

Bihayê her tiştî ne li gorî zemên e


Pîcasso rojekê çûye aşxaneyekê. Garsonekî aşxanê ew nas kiriye, kaxetek dirêjî wî kiriye, jê ra gotiye:

-Ezbenî, tu kanî ji min wek xatire tiştekî li ser vê kaxetê xêz bikî ? Ezê bibim nîşanî zarokên xwe, neviyên xwe bidim.
Pîcasso li ser kaxetê jê ra tiştekî xêz kiriye, îmze îmze kiriye û dayê.
Garson gotiye:

-Ev ji bo min diyarîyeke pir bi qîmet e…
Pîcasso gotina wî birriye, gotiye:

-Erê, bi rastî jî wisa ye. Ew xêz tam 100 hezar dolar e.
Garson şok bûye, gotiye:
-Ezbenî, xêzkirina te du deqîqe jî neajot. Çawa kane hewqas pere bike?

Pîcasso ev bersîva xwe ya tu carî nayê jibîrkirin daye:

-Ne 2 deqîqe, 50 sal û 2 deqîqe…

XXX

Di Facebookê da nuha rastî vî fotografê muhteşem hatim. Fotografekî ecêb xweşik e. Cî miheqeq Qerejdax e. Çimkî ev girêdan ya herêma me ye.

Dayika xurc(tûr) li piştê şermok e, mahsûm e, li kamerayê nanêre. Lê herdu zarokên di xurc da bi meraq li kamerayê dinêrin.

Di xurc da du zarok in, cara pêşî ye du zarokên bi hev ra li piştê dibînim. Di normalê da zarokekî li pişta xwe dikin, vê dayika cefakar du gedeyên xwe xistine xurc(tûr) û avêtine ji pişta xwe da. Diyar zarok cêwî ne, mecbûr herdu li pişta xwe kirine.

Girêdana serê wê hirbiya sor û axbaniya zer e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE