16 oktober 2024

Dîsa li ser peyvên bi erebî

Çend roj berê di platforma X´ê da min ev gotina jêr parve kir:

-Bi bûçûkan ra biçûk, bi mezinan ra mezin be; lê belê tu carî danekeve mistewa kesê nehêja, xwe biçûk nexîne.

Camêrekî bi navê Mem Siyabend ji peyva ”mistewa” aciz bû, ji bo ku min ev peyva erebî bi kar anîbû ez rexne kirim, got:

”Kekê hêja bêjeyên wek "ast", "pile" hene di kurmancî de we çima bêjeya "mistewa" ku ji erebî tê û nayê zanîn jî, bikar anîye. Em hemî kurd hewceye dev ji vê kurmê xwe berdin.”

Ev ne cara pêşî ye di medyaya sosyal da hin kes tiştên wiha dibêjin.
Ji pûlisê tirafîkê jî xerabtir in, gava di nivîsekê da peyveke erebî dibînin, fena ku meriv sûcekî mezin kiribe, dibêjin ”hop hop” !, ev gotine erebî ye, dibê tu rakî û vê gotina kurdî bi kar bînî !

Li ser vê mijarê min çend caran nivîsî, min bersîva van kesên pir heyranê kurmancîya naylon in û zêde neyarên gotinên erebî ne da, lê pere nake, hin kes dev ji vî pêşikê xwe yê xerab, ne rast bernadin.
Li dinyayê tu zimanekî xurrî, ji gotinên biyanî azade be tune ye.

Belkî ji nîvê farisî bêtir erebî ye, tirkî hewetinê, tije gotinên erebî, farisî, kurmancî û yên zimanên din e. Ev tiştekî normal e, eksê wê ne mimkûn e. Lê hin ji me hin kes viya qebûl nakin. 

Di medyaya sosyal da yên wek Mem Siyabend pir in, eynî wek pûlisê tirafîkê ne, di nivîsa kê da gotineke erebî dibînin, di cî da dibêjin ”stop, stop” !, ev gotin erebî ye, te çima bi kar naîye?

Dibê tu wê bi kar neynî, filan, filan gotinên kurdî hene, wan bi kar bînî.

Min tu carî nedîtiye tirkek ji tirkekî ra, swêdiyek ji swêdîyekî ra bibêje "çima tu vê gotinê bi kar tînî? Dibê tu ne wiha,lê wiha binivîsîne!"
Lê kurd ji hev ra dibêjin.


Ez matmayî dimînim, însan bi çi heqî, bi çi aqilî kane ji xelkê ra bibêje vê peyvê bi kar neyne, viya bi kar bîne?

Her nivîskarek li gorî xwe vokabulereke xwe, ferhengeke xwe heye. Xezîneya gotinan a her kesî ne wek hev e. 

Ev yek girêdayî umir û perwerdeya meriv a kulturî, edebî û siyasî ye. Girêdayî devokê ye. Tesîra malbatê, herêmê, derûdorê jî pir e.

Yanî ez nikanim wek xortekî 20-30 salî, wek yekî culemêrgî, wek yekî cizîrî û behdînî binivîsînim.

Ya din ez wek hinekan him ji gotinên erebî ne aciz im, çimkî ew êdî malê ferheng û edebîyata me ne; him jî ji gotinên naylon, çêkirî hez nakim.

Ji bo min tiştê herî muhîm sentaksa min tekûz be, a kurmancî be û xelk, xwendevan ji zimanê min fêm bike. Ji bo ku xwendevan nivîsa min fêm bike dibê neçe li ferhenga nenêre.

Dijminatiya gotinên erebî li ba hin kesan bûye wek nexweşieye bêderman. 

Hin kes wî heqî li ba xwe dibînin midaxeleyî zimanê xelkê bikin. Aqil bidin rîsipîyekî 74 salî, nivîskarekî 44 sal e kurmancî dinivîsîne, jê ra bibêjin,dibê tu ne vê peyvê,lê vê peyvê bi kar bîne !

Kesên zêde heyranê gotinên naylon in, ji gotinên çêkirî, gotinên jê nayê fêmkirin di medyaya kurmancî da pir in. Nûçeyên dinivîsin gelekê caran nayên fêmkirin.

Ez bi xwe ji medya Kurdistana Başûr, ji zimanê hin nivîskarên behdînî û ji yên Kurdistana Rojava zor fêm dikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE