15 oktober 2024

Wesîyeta bavê û lawê siyasetmedar

Sê lawên bavekî hebûne. Hersê lawên xwe jî dane xwendin, hersiyan jî zanîngeh qedandine. Ji wan ra gotiye:

-Ez dixwazim hûn tahsîleke baş bigrin, bibin xwedî sinet û karên baş. Ji bo vê yekê ez ji we tiştekî naxwazim. Lê wek sipasdarî, dema ez mirim, her yek ji we hezar dolarî têxin tabûta min.

Hersê lawên wî jî zanîngeh qedandine, yek bûye tuxtor, yek bûye ekonomîst, yek jî bûye siyasetmedar.

Dema bavê wan dimre ev wesîyeta wî tê bîra wan. Lawikê tuxtor 20 x 50 dolarî dixe tabûtê. Lawikê ekonomîst 10 x 100 dolarî dixe tabûtê, bi vî hawî herdu jî wesîyeta bavê xwe bi cî tînin.

Dema dor hatiye ser lawikê siyasetmedar, keserek kûr kişandiye, kelogirî bûye. Dûra defterek ji bêrîka xwe derxistiye, rahîştiye qelema xwe çekeke(belgeya ji dêlî pera li banqê tê bikaranîn) 3000 dolarî nivîsîye. Rahîştiye du hezar (2000)dolarê di tabûtê da kiriye bêrîka xwe û çeka nivîsîye xwe xistiye tabûtê.

XXX

Qijikê dixwest meşa werdekê hîn bibe, meşa werdekê hîn nebû, cotkên xwe jî ji bîr kir. Lema feqîr nikane bimeşe, tim xwe hol dike.

Meriv dixwaze wek çûkan bifire, fir e xweş e, lê meriv ne çûk e ji bo ku bikanibe bifire.

Her kes nikane siyasetê bike, ji wê ra jî erbabî lazim e.

XXX

Mêrxasî deh e, yek zor e, neh jî fen e.

Kurdan siyaset hinekî şaş fêm kirine. Kurd siyasetê wek mêrxasiyê fêm dikin, lema fen û hîleyên siyasetê baş nizanin. Ji bo wê jî gelek caran tên xapandin.

Siyaset ji rastgoyiyê, ji diristiyê bêtir fen e, dibê meriv bi fenên dijmin nexape.

Tirkan bi fenên xwe tim pêşiyên me xapandin. Mêrikan hîn jî ji me fenektir in. dibê meriv ji tarîxa xwe ders û ibretê bigire.

XXX

Mirîşkê çav li hêka qazê ket dilê wê bijiya mezinahiya hêkê, got ezê jî hêkeke mezin wek a qazê bikim. Lê feqîrê pind lê çiriya.

Dibê meriv realîst be, xwe li tiştê derî qeweta xwe ranekişîne. Têkeve bin barê li gorî hêza xwe; barê kane ji bin rabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE