27 oktober 2024

Em wek mozên azirî ne

Gava zulmeke mezin li ser meriv hebe, meriv ne azad be, newêribe ya dilê xwe bibêje, rewşa meriv aborî, siyasî xerab be, meriv ji talîya xwe bi tirs û bêhêvî be meriv bêhuzûr e, bînteng û xulqteng e. Wek bombeyeke li ber teqînê ye. Wek mozeke azirî ye.

Zû hêrs dibe, zû dikeve şer û teşxelê.

Em kurd, zengîn, feqîr, siyasetmedar, edîb, însanên normal, welhasilî kelam her kes ji ber halê me yê mewcûd pir bînteng in, psîkolojiya me bêîstîkrar e.

Psîkolojiya her kesî ne saxlem e di nav van şertên pir zor û xerab da xera nebe, ji kurdayetiyê îstîfa neke ya jî nexeyide. Wek civat em şertên pir xerab da ne, hin kes hîn baş debax nebûne. Lema zû ji vîtêzê davêjin.

Lema em zû dikevin gewrîya hev. Her kes li peleke nexwendî, li maneyekê digere...

Em pir rehet nav û nîçokan, hin sifetên ne xweş li yê hemberî xwe dikin.

Di nav civata me da huzûr, aramî tune ye, li tiştekî herî biçûk em gotina dawî ji hev ra dibêjin, dilê hev dihîlin.

Di nava tu dezgeheke me da, tu partiyekê da huzûr, îstîkrar tune ye. Kes ji kesî, ji keraê kesî ne razî ye.
Xelk partiyan bi ne demokratbûnê îtham dike. Lê gelo ji me kî bi rastî demokrat e?

Gava yek tehamulî fikrê me, rexneya me nake, em rexne dikin, dibêjin tu ne demokrat î.

Heger em li ser hukim bin, gelo emê tehamulî wan û fikrê wan bikin?

Li Kurdistana Başûr hilbijartin çêbû, hin hêz dibêjin sextekarî çêbûye, em netîceyê qebûl nakin, em naçin meclîsê.

Hinek dixeyidin, ji siyasetê îstîfa dikin, dibêjin ez êdî dev ji siyasetê berdidim.

Hinek ji kurdan dixeyidin, dev ji muzîka kurdî berdidin.

Hinek ji kurdayetiyê derdikevin, dibêjin ez êdî ne kurd im.

Platforma Ciwanên Serbixwe çêbû. Gelkî kêfa min ji wan ra hat.

Min hêvî kir ew new ek yên din bin, bi hev nekevin, mezin bibin.
Do nivîsek bi ber çavê min ket, ew jî bi hev ketine. 

Yekî nivîsek belav kiribû, digot dixwazin min malê derxin, min gotiye ez dernakevim.

Yanî wek partiyên din ew jî bi hev ketine. Xemgîn bûm.

Gava dolaba meriv baş negere meriv bînteng e, zû hêrs dibe, kêçê dikeve deve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE