02 oktober 2024

Îran vê carê di devê topê da ye

Îranê do êvarî çend fuze avêt ji Îsraîl da. Berî Îran fuzeyan bavêje bi saetekê Amerîkayê xeber dabû Îsraîl. Yanî îsraîl tedbîra xwe girtibû.

Fuze giş ji alî Îsraîl û hêzên emerîkî va hatin xistin.

Îsraîl di heqê zirar û ziyanên madî û canî da hîn tiştek negotiye. Wer xuya dike zirareke mezin tune ye. Heger hebûya ewê bigotana.

Serokê artêşa Îsraîl got ewê bersîvê bidin Îranê. Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyayu jî got emê viya ji Îranê ra nehêlin.

Bi texmîna min jî ewê lêxin. Û dibê baş lêxin. Ya na Îranê aşûnî bibe, êrîşên wiha dubare bike.

Gelo şer kane mezin bibe?

Ew îhtîmal heye. Heger Îran rehet nesekine, vê carê ewê dawiyê li rejîma meleyên faşîst bînin. 

Îran û Tirkiye herdu jî çavkaniya tevlihevî, şer û teşxeleyên herêmê û fînansorê hêzên îslamî ne. Heta ev rejîm hebin li herêmê aramî zor e.

XXX

Civatên paşadamayî serokên nezan, paşdamayî dixuliqînin, dikin serok û rêberên xwe. Ev serok jî ji merivên cahil qewetê digrin û tu carî bi rehetî dev ji kursiya xwe bernadin.Civatê bêtir bi paşda dibin. Çimkî îdarekirina civateka paşdamayî, cahil rehet e.

XXX

Gelşa dinyayê ya herî mezin pirbûna merivên totikvla û fanatîk in.

Ji ber ku totikvala ne, cahil in, ji xwe pir bawer in, nayên guhertin.

Ya xerab û talûke ji ber ku pir in li gelek welatan hukum di destê wan da ye. Bi demê ra, bi darê zorê civatê jî dikin weka xwe, însan jîr, zana bi çolan dixînin. Welêt dikin civata însanên bêhiş, dogmatîk û fanatîk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE