Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan demagojiya Devlet Bahçelî careke din dubare kiriye, gotiye:
“Birayê min ê kurd, em ji te hêvî dikin tu yê vî destê ji
dil û can dirêjî te bûye bigirî.”
Ez fêm nakim bêyî banaga teslîmbûnê û qebûlirina tirkbûnê çi pêşnîyarî kurdan
kirine?
Ji bo çi emê bi wî destî bigirin?
Li meydanê leqleqek vala heye, mafekî netewî yê herî biçûk nadin kurdan, hebûna kurdan wek limetekî cihê, perwerdeya zimanê kurdî qebûl nakin û dibêjin destê dirêjî we bûye maç bikin û bidin ser serê xwe.
Ji bo ku kurd bi ”destê we bigire” dibê li meydanê pêşniyareke konkret hebe.
Hûn kîjan mafî didin kurdan, wiya bibêjin.
Mêrik di eynî axaftina xwe da gotiye:
”Emê li nava Tirkiyê, li Îraqê û li Sûriyeyê têkoşîna xwe ya
bi terorê ra bi awayekî bibiryar bidomînin û tehdîd ji ku derê were emê ji holê
rakin.”
Ev gotinên Erdogan tê maneya, ne li Tikriyê tenê, li Îraqê û li Sûriyê jî emê şerê kurdan bikin,
emê nehêlin kurd azad bibin, bibin xwedî dewlet.
Yê viya bibêje tu dest mestê aştiyê dirêjî kurdan nake, derew e, demagojî ye.
XXX
Pûlisan li Stenbolê vêsê girtine ser mala serokê beledîya
Esenyurtê Ahmet Ozer. Li mala wî û li oda wî ya belediyê lêgerîne kirine.
Tê gotin Ahmet Ozer bi îthama ”endametiya rêxistina terorê
PKK´ê, KCK´ê" hatiye girtin.
Ahmet Ozer kurd e, lê endamê CHP´ê ye.
Heta kurd azad nebin, Kurdistan çênebe li Tirkiyê ji tu kesî
ra rehetî tune ye.
Dixwaze bira kurd be, dixwaze bira ne kurd be, ji kîjan
partiyê dibe ferq nake, li Tirkiyê her kes di bin gefa mohra terorê da ye.
Ji bo ku ev mohr ji ortê rabe dibê mesela kurd çareser bibe,
miletê kurd bigihîje mafên xwe yê netewî, kurd xwe îdare bikin.
XXX
Ji şansê me yê xerab ra dagirkerên welatê me ne yek e, çar
in, her çar jî pir zalim û xedar in. Ji wan jî yên tirk pir har in, rojekê rehetiyê
nadin me, wek pey me ne. Bûne ardê cehîn ketine ruyê me, bûne qîr û di
merîyane.
Lê hindik maye, ewê bi ser bela xwe ve bibin.
XXX
Omer Faruk Baran li ser şairê dilzîz, şairê dildaran Arjen
Arî nivîsîye û çend şiîrên wî xwendiye. Ji dengê Omer Faruk Baran guh bidin şiîrên
Arjen Arî. Nivîs jî heye.
Her cara ez şiîreke Arjen Arî dixwînim, lê guhdarî dikim ji
xwe ra dibêjim, çima tu hewqasî zû mir?
Xwezî tu ji gorrê raba!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar