23 oktober 2024

Berdana Ocalan çîrokek bêbingeh e

Gotinek bêhemdî ji devê serokê MHP´ê Devlet Bahçelîyê demagog, teqlebaz fistiqî, got bira Evdila Ocalan PKK´ê fesh bike, dev ji terorê berde, ala teslîmîyetê hilde, wê demê bira were li meclîsê, di civîna DEM´ê da bipeyive.

Mêrik qala dayina tu mafî nekiriye, gotiye li Tirkiyê mesleyek kurdî tune ye, mesela terorê heye. Mêrik gotiye bira PKK dev ji terorê berde, teslîm bibe.

Gelek kes maneyên bêbingeh ji vê gotina Bahçelî derdixin, gelek teoriyên komployê li hev radigirin.

Berdana Evdila Ocalan a nuha xeyaleke vala ye, Erdogan, Bahçelî tiştekî wiha nakin û tu mafên netewî nadin kurdan.

Tirk hîn nehatine wê nuxtê. Lê helbet dixwazin bi destê Evdila Oclan ji PKK´ê, ji DEM´ê û ji hêza wan a legal xelas bibin.

Kurdên tirkiya wan baş e qiyamet rakirine, di medyaya sosyal da bi mîtroyan dirêj dirêj, bi xwendinê naqedin dinivîsin.

Mimkûn bûya minê tirkî li wan qedexe bikira, ji bo ku hewqasî dirêj nekin. Bi kurdî nikanin hewqasî dirêj bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE