17 oktober 2024

Zîya Avcî dîsa wergereke pir hêja kiriye


Weşanxaneya Nûbiharê berhema Marûf Xeznedar a bi nav û deng Dîroka Edebiyata Kurdî çap kiriye. Kitêb wek ansîlopedîyeke edebîyata kurdî ye, 7 cild in, 3000 hezar rûpel e.

Eser bi rengekî pir bi qelîte, tam li gorî hêjayîya wê hatiye çapkirin. Ev esera hiranbiha dibê di mal û kitêbxaneya her kurdî da hebe. Li ser edebîyat û tarîxa edebîyata kurdî bi tevayî xebata herî mezin û berfireh e.

Kekê hêja Zîya Avcî piştî xebateke bi salan ev berhema giranbiha ji soranî kiriye kurmancî û diyarî miletê xwe û edebîyathezên kurd kiriye.
Zîya Avcî camêrekî pir berhemdar e, li gel ku siheta wî baş ne li cîye jî tim wek mûriyan dixebite. 

Di van 20-30 salên dawî da gelek kitêbên hêja ji soranî wergerand kurmancî. 


Zîya Avcî

Kekê Zîya Avcî hêjayî xelatkirinê ye. Tu kesî bi qasî wî ji soranî werger nekiriye.
Ji bo wergera vê esera hêja ez bi dil û can sipasî hevalê xwe yê ezîz Zîya Avcî dikim, jê ra sihetê û temenekî dirêj dixwazim.
Her wisa mala weşanxana Nûbiharê û her kesê di vê xebatê da ked û emega wan heye ava be.

XXX

Di xebat û propagendeya hilbijartinan da terefdarên PDK´ê û YNKê li dijî hev tiştên pir bêmistewa dikin, gotinên pir ne xweş ji hev ra dibêje. Tiştê dikin ne progandeyeke siyasî ye, êrîş û heqaretên meriv ji ber şerm dike.

Herdu partiyan dibê rê nedana li ser navê wan tiştên wiha werin kirin.

Însanên medenî, bi kultur tu carî tiştên wiha bi navê siyasetê ji mixalifên xwe ra nabêjin.

Sibe, piştî hilbijartinan ewê çawa li ruyê hev binêrin?

Hêvî dikim hilbijartin bi şiklekî demokratîk, şefaf bibe û bi silametî derbas be.

XXX

Li gorî rapora Saziya Mafên Mirov a Navdewletî Freedom Houseyê, li Tirkiyê azadiya înternetê tune ye.

Li Tirkiyê azadiya tu kesî, tu tiştî tune ye, Tirkiye jî welatekî wek Îranê ye. Li Îranê azadiya însanan çiqasî hebe li Tirkiyê jî hewqasî heye.

XXX

Mewlana gotiye:

”Her tişt li bende wexta xwe ye, wexta xwe dipê. Ne gul berî wexta xwe vedike, ner oj berî wexta xwe hiltê. Bipê, tiştê yê te ye ewê were ji te ra.”

Welatê me ji bi darê zorê ji me sitendine, ev neheqî ye. Dibê li me vegerînin.

Belkî îro ew roj hîn nehehatiye, lê sibe ew roj ewê miheqwq were.

Her tişt wexta xwe heye, gava ew wext tê gul vedike, roj hiltê. Zû ya jî dereng, ewê roja azadiya me jî bê...

XXX

Li Meletyê erdhejeke bi hêza 5,9 pileyî çêbûye. Tesîra wê heta bi Wêranşarê jî xwe nîşan daye.

Di medyayê da qala zirarên canî nehatiye kirin. Hêvî dikim li her derê bi silametî derbas bûbe û dubare nebe.
2024-10-16

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE