Tirsê serokên Îranê û Tirkiyê bizandiye. Herdu welat jî ditirsin agirê Xezayê û Libnanê bigihîje wan jî, wan jî bişewitîne. Lema fortên vala didin xwe.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û wezîrê karên derve yê Îranê Ebas
Eraqçî li Stenbolê civiyane. Mijara wan şerê Îsraîl, Hamasê û Hizbullahê bûye.
Hakan Fîdan gotiye, "Divê neyê jibîrkirin metirsî
heye şer li hemû herêmê belav bibe."
Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî gotiye:
”Em dixwazin li Xezayê û Libnanê demildest agirbesteke
mayînde çêbe. Li herêmê belavbûna şer gefeke mezin e. Em aştiyê dixwazin, lê ji
bo her senaryoyê jî amade ne."
Ji axaftinên wan diyar e herdu jî pir distirsin agirê Xezayê
û Libnanê bigihîje wan jî. Çimkî organîzatorê qetlîama 7´ê cotmehê ew bi xwe
ne. Lema êdî ji ruhê xwe ditirsin.
Tirs kûçik ji tajî bezatir dike. Însan dema bivikê dibînin hinekî
baqil hereket dikin. Lema dibêjin tirs newala êqil e.
Tiştê hat serê Hamasê û Hizbullahê belkî serokên Tirkiyê û Îranê jî baqil bike.
Lê ez bawer nakim baqil bibin, ditirsin lê baqil nabin.
Kî zane, belkî jî agirê ji Xezayê dest pê kir, piştî Libnanê wan jî bişewitîne. Xwezî wer biba. Bi qasî Hamasê û Hizbullahê sûcê wan jî di vê trajediyê da heye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar