30 september 2022

Çima kes êrîş û qetlîamên Tirkiyê rexne nake?

Ji Amerîkayê, Îngilîstanê, Fransayê, Urdinê, Siûdî û Misrê bigire, hetanî bi Neteweyên Yekbûyî gelek welatan êrîşa Îranê ser başûrê Kurdistanê rexne û şermezar kirin.

Îran guh nade protestoyên wiha lê dîsa jî pir baş e, dunyayê ev êrîşa terorîstî ya Îranê bi zimanekî pir sert mahkûm kir.


Tirkiye jî êrîşên herr oj wiha dibe ser rojavayê Kurdistê û çend kurdan dikuje.

Lê kes Tirkiyê wek Îranê rexne nake, kes qetlîamên Tirkiye li rojavayê Kurdistanê dike bi vî rengî mahkûm nake. Tirkiyê kuştina kurdan ji xwe ra kiriye karekî rojene.

29 september 2022

Îran û Tirkiye bi şermezarkirinê dev ji kuştina kurdan bernadin

Piştî Amerîkayê, Misrê û Urdinê, Brîtanyayê, Almanyayê, Neteweyên Yekbûyî, Fransayê û Holandayê û Erebistana Siûdîyê jî êrîşa Îranê ya ser başûrê Kurdistanê û partiyên Kurdistana Rojhilat şermezar kirine.
Mala wan ava be, şermezarkirin baş e. 
Lê em zanin Îran û Tirkiye bi şermezarkirinê dev ji êrîşên xwe yên ser kurdan bernadin.
Ev 40 sal in ev herdu dewlet tên şermezarkirin. Lê bira rawestandina êrîşan û kuştinan li wir bimîne, êrîşên xwe, teror û qetlîamên xwe sed qatî zêde kirine.

Ne Tirkiye, ne jî Îran bi şermezarkirinê dev ji êrîşên xwe û kuştina kurdan bernadin, her kes viya baş zane.

28 september 2022

Gazinek mezin ji zanayên kurd

Ez ji hin kesan pir bi gazin im. Di nava wan da kesên dîndar jî hene, yên ne dîndar jî, adaîst, alim, fîlozof jî hene. Siyasetmedar, nivîskar jî hene.

Yanî gazina min ne ji grûbekê tenê ye, ji şexsên ji her fikrê, ji her îdeolojiyê, ji her katagoriyê ne.

Di medyaya sosyal da li ser dîn, ilim û felsefê tiştên pir bi mistewa, pir hêja dinivîsin, minaqaşe dikin.

Lê giş jî bi tirkî dinivîsin.
Ji ber ku nivîs bi tirkî ne, yên tevî minaqaşeyan dibin, fikrên xwe dibêjin, rexne dikin jî ji mecbûrî ew jî bi tirkî dinivîsin.

Ev kesên ez qal dikim hemûyên wan jî kanin van tiştan bi kurmancî jî binivîsin û minaqaşe bikin.

Posta Ewrûpayê jî êdî ne saxlem e

Di 26ê tebaxê(26/8)da min sê kitêbên xwe îmze kirin, ji şandin Almanya ji hevalê xwe Şefîk ra.

Îro 28ê îlonê ye, mehek du roj di ser ra derbas bûne kitêb hîn jî neketine destê Şefîq, ne jî bi paş da hatine.

Yanî kitêb çûn. Yekî dijminê kurdan, Şefîq nas dikir pakêt avêt, nedayê. Ez dibêjim ya tirk e, ereb e.

Min digot belkî posta Tirkiyê tenê ne saxlem e. Lê wa ye xerîbên sûtal, pêxwas, çete Ewrûpa jî kirine Tirkiye. Êdî posta Ewrûpayê jî ne saxlem e.

27 september 2022

Hetanî em ev meriv bin tirk dev ji çavsoriya xwe bernadin

Mem Ararat ewê îro li Mêrsînê konserek bida. Lê pûlisên tirk îro ji organîzatorên konserê ra gotine walî konsera we qedexe kiriye.
Neyartiya ziman û muzîka kurdî ye, neyartiya miletê kurd e.

Tirk nahêlin sitranbêjekî kurd konserekê bide. Lê bi hezaran kurdên me yên bêhiş, bêxîret li Diyarbekrê diherin konsera tirkekî neyarê kurdan.

Dewlet, tirk çi bînin serê kurdan jî qet ne xema kurdên bêxîret e, tu carî dev ji tirkan, ji muzîka wan, ji zimanê wan bernadin. Gava totik vala be meriv dibe heyranê celadê xwe.

Yaho yek tiştekî bi golika meriv bike, meriv jî dihere eynî tiştî bi manga wî dike.

26 september 2022

Min derziya Corona a 5a jî îro li xwe xist !

Ez nizanim min baş kir ya min xerab kir, bîstek berê ez çûm aşiya Corona ya 5a jî bûm, yanî min derziya Corona ya 5a jî li xwe xist.

Xanima derzî li min xist hemşîreyeka swêdî navsale bû, pir hêdî û bi hosteyî lêxist, tew ez pê nehesiyam. 
Xanimê di vê nabênê da wek agahî got, ev omikronvaccin e, Moderna herî dawî ye, nuhkirî ye.
Yanî li gorî yên berî wê baştir e.

Sê(3) saet di ser ra derbas bûye, lê hîn jî tu êş, mêş tune ye. Xwedê bike dûra çê nebe.

Kes nikana ala Kurdistanê li me qedexe bike

Hin ciwanên me do li Diyarbekrê di maça futbolê ya Amedsporê û Bursasporê da ala Kurdistanê hildabûn. Pûlisên dewleta dagir îro 7 ciwanên me girtine û di heqê Amedsporê da jî lêpirsîn dane destpêkirin.

Di maçan da hildana ala Tirkiyê û ala welatekî din çawa ku serbest e, ala Kurdistanê jî wek wan serbest e.

Hildana al Kurdistanê ne sûc e, ala Kurdistana Federe ye, ala miletê kurd e. Kes nikane ala miletekî li qedexe bike. 

Kurdên başûr ji heqaretên tirkan aciz nabin

Rojhat Amedî di twîtteke xwe da gotiye:

”Nuha ez di balafira Pegasusê da me, diçim Hewlêrê. Anonsên di balafirê da tên kirin giş bi tirkî, îngilîzî, erebî ne. Rêwiyên balafirê ji %90 kurd in, lê anonsa bi kurdî tune ye.”

Serê salan e ev wiha ye. Sûcdarê vê neyartiya tirkan a li hemberî kurdan û zimanê kurdî ji Pegasusê bêtir hukûmeta Kurdistana Federe ye, rêwiyên kurd in.

Ew vê heqareta tirkan, vê neyartiya wan qebûl dikin, normal dibînin.

25 september 2022

Huda-Par terora Îranê diparêze

Partiya Huda-Parê ji dêlî ku li dijî zulma li miletê kurd dibe rabe, piştgiriya xelkê siwîl bike, piştgirî daye terora rejîma îslamî ya Îranê, gotiye, ”dibê gelê Îranê lîstika Rojava xera bike.”

Li gorî Huda-Parê, protesto û serîhildana li Kurdistanê û li Îranê li dijî rejîma îslamî ”bi tahrîk û teşwîqa emperyalîstan bûye. Protestoyên xelkê li dijî şoreşê ye, protesto li hemberî hêzên şoreşger in.”

Pûlisên Komara Îslamî ya terorîst şoreşger in, xelkê sivîl jî hêzên kontra ne, lîstokên Rojhilat in.

24 september 2022

Me li Stockholmê rejîma Îranê ya Îslamî rûreş kir

Îro li Stockholmê saet di 14a da civîna piştgirên PAKê hebû.

Berê çûm civîna PAKê. Hetanî nêzî 17a me li ser kar û barên PAKê, li ser hilbijartinên salê tê li hev gudarî kir, fikir û pêşniyarên xwe ji hev ra gotin.

Dûra em giş bi hev ra çûn protestoya li dijî Îranê, piştgiriya bi kurdên rojhilatê Kurditanê ra.

Protesto li Stocholmê li meydana Sergelstorgetê bû, piraniya meş û protestoyên me kurdan û xerîban li wir çê dibin, ji wir dest pê dikin.

23 september 2022

"Zimanê me hebûna me ye" sloganeke xapandinê ye

Slogana, şîara ”zimanê me hebûna me ye”, bûye benîştê di devê gelek kurdan da. Hêzên kurd, partiyên kurd bi vê sloganê meş û protestoyan çêdikin, di medyaya sosyal da bi vê sloganê pir fors dikin.
Çi ye, çi ye, xwedêgiravî ew ji zimanê xwe hez dikin.

Lê derew e, binakê wê tune ye, piraniya kurdan bi wî çavî li kurdî nanêrin, tenê slogan e, propagandeyeke xapandinê ye.

Gerek kurd hewqasî ne bêxem bûna

Sitranbêjekî tirk bi navê Sefo do li Diyarbekrê konserek daye. Bi hezaran însan çûne konsera wî, li muzîka tirkî, li sitranên tirkî gudarî kirine.

Di medyaya sosyal da hin nas, dostan ji konserê kilîpek belav kirine. Li ber tingiringa muzîk û sitranên tirkî bi hezaran însan hîpnotîze bûne, bi cuzbê ketine.

Li her çar perçên Kurdistanê jî kurd di nava êgir da ne, di bin êrîşeke mezin da ne.

22 september 2022

Gerek em bibin gazî û hawara birayên xwe yên di şer da ne

Înternetê, teknolojîya dîjîtal dinya pir biçûk kiriye, li ku dera dunyayê çi diqewime meriv di telefona xwe da, di kompîtora xwe da zindî lê temaşe dike.

Piştî kuştina keça kurd Jîna Emînîya 22 alî li rojhilatê Kurdistanê, dûra jî li gelek bajarên Îranê meş, protestoyan dest pê kir, dûra qulubî şerekî mezin.

Ev hefteyeke li rojhilatê Kurdistanê û li Îranê di nabêna xelkê siwîl û pûlisên Komara Îslamî ya zalim û xwînxwar da şer û pevçûnên mezin berdewam nin.

21 september 2022

Min tiriyê dara xwe kir şerbet


Li Stockholmê îro hewa pir xweş bû,16 derece germ bû.Tam roja ger û seyranê bû. 

Ez çûm saetekê meşiyam û hatim.
Kal û pîrên taxa me kes di hunduran da nemabû, derketibûn ji xwe ra hêdî hêdî digeriyan.

Swêdî ji rojên wiha pir hez dikin, yekî tew xwe tazî kiribû, dabû ber rojê. Camêr ne neheq bû, payizê rojên wiha bi dest meriv nakevin.

Nêzî golê hevşoyekî kûçikan çêkirine. Her kes kûçikê xwe tîne bera nav hevşo dide.
Kêf kêfa kûçikan bû, dabûn çindik û lotikan. Xwediyên wan jî hinek bi hev ra dipeyivîn, hinekan jî bi kûçikên xwe ra dilîstin.

Yekîtiya Ewrûpayê Erdogan tahmijandine

Tirkiyê bi hezaran însan li ser sînorê Yûnanîstanê kom kirine, serokê mezin dîsa ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dixwaze. Mêrik gurrî bûye xwe di dîwarê Yûnanîstanê û Yekîtiya Ewrûpayê dide. Xûgiyê dixwaze.

Tirkiye hebûna Yûnanîstanê û Yekîtiya Ewrûpayê tehdît dike. Heta Erdogan li ser hukim be ev gef ewê tim û daîm hebe.
Sûcê Yekîtiya Ewrûpayê ye, mêrik aşûnî kirin, tahmijandin xûgê.

Swêdiyên feqîr ji ber buhayiyê pisik û kûçikên xwe difroşin !

Destpêkê vîrûsa Covîd-19yê, dûra jî herba Pûtîn li Swêd malik li feqîran, li teqawidên (xaneşînên) wek min viritandin. Her tişt sedî 20-30, hin tişt sedî 40-50 buha bûye.

Banka Merkezî xwedêgiravî ji bo ku enfilasyonê daxîne do mîqtarê(rêjeya)faîza xwe pûanek bilind kir, ji 0,75î derxist 1,75 pûanî. Enfilasyon ji sedî 9 e, dibêjin gerek dakeve ji %2.

Her tişt pir buha bûye. Feqîr û kesên teqawid şewitîn. Xelk ji tirsa ketiye hev.

20 september 2022

Çima kêfa xortan ji zimanê min ra tê?

Xortekî amedî(Amadîyek)ji kurmanciya min ra kêfa wî pir hatiye, di twîttera xwe da gotiye:

”Mamo, nivîsa te ya kurdî çend delal e. Ez gelek bi kêfanî nivîsa te dişopînim û ez jê feyde digirim. Tu her hebî û her bijî mamosteya hêja.”

Zinarê Xamo: Gelek sipas xorté héja. Memnùn bùm

Çaxa ciwanekî kurd kêfa wî ji zimanê min ra tê bêguman ez pir serbilind û dilşa dibim.

Ev mesela rojbûnan jî êdî nayê kişandin !

Do rojbûna 999 hevalên ên Facebookê bûye. Outlookê bi bîra min xistiye, gotiye ji bîr meke, îro rojbûna van hevalên te ye, dibê tu rojbûna wan pîroz bikî.

Min bala xwe da jimaran ez matmayî mam.

Bavo bi Xwedê pîrozkirina rojbûna hewqas kesî ne karê aqil e, dibê ez rojekê karekî nekim, tenê rojbûna wan pîroz bikim.

Wele ez wiya nakim. Him ez dev ji karê xwe yê rojana bernadim, him jî pir e, ezê pir biwestim.

19 september 2022

Sîgorta derewîn

Ne însan, Îblîsê herî jîr û kone jî nikane bi ser şîrketên sîgortayên Swêd xîne.

Meriv belasebeb her meh pêşek pere dide sîgortayê. Roja tiştek tê serê meriv qurişekî jî nadin, hincetên wer dibînin, qaîdeyên wer derdixin aqilê meriv disekine.

Ezê ji we ra bi kinî qala mesela xwe û şîrketa sîgorta FOLKSAMê bikim.

18 september 2022

Bi dostekî kevn ra sohbeteke xweş

Min û hemşeriyê xwe Mihemed Elî Tuysuz îro li Skarholmenê şêwr û mişêwrek pir dirêj û pir xweş kir.
Me herduyan jî buxçikên xwe yên tije çîrok û serpêhatiyên salên borî vekir, em sê saetan, saet ji 14a hetanî 17a peyivîn; geh wî got min lê gudarî kir, geh ez peyivîm wî li min gudarî kir.

Li ser rojên berê geh wî ez rexne kirim, geh min ew rexne kir. Lê ne ez xeyidîm, ne jî ew.

Em herdu ne ji bajarekî ne, ew ji Curnê Reş e(Hîlwanê), ez ji Wêranşarê me.

Di jiyana meriv da rojên dubare tune ne

Rûtîneke min a rojane heye, her sibe çer ji xew radibim, diçim kompîtora xwe vedikim, nivîsa xwe ya rojane dinivîsînim.

Piştî ew qediya xurîniya xwe dikim û hêdî hêdî bala xwe didim medyaya sosyal a kurdan, Tirkiyê û Swêd, xeberan/nûçeyan dixwînim.

Di jiyana meriv da dubareya tu rojê tune ye, her roj çer meriv rabû dibê karekî bike, ji bo xwe, ji bo welatê xwe tiştekî bike.

Dibê meriv tu carî rojan bi rojan nede, karê îro nehêle ji sibê ra.
Karê mezin jî, yê biçûk jî bi destpêkirinê çêdibe û diqede.

17 september 2022

Pûlisên Îranê Jîna Emînî bi îşkenceyê kuştin !

Jîna Emînî ya 22 salî di 13ê mehê da(13/9)li metroya Tehranê ji aliyê pûlîsan ve bi hinceta xwedêgiravî li gorî ”hicaba îslamî” xwe nepêçabû hatibû girtin, biribûn qereqolê, îşkenceyeke mezin lê kiribûn, dûra nîvmirî teslmî malbata wê kiribûn.

Ji ber ku birînên wê pir giran bûn Jîna Emînî xelas nebû, do wefat kir.
Dagirkerên Komara Îslamî ya Îranê him keçeke 22 salî ”ji ber ku xwe li gorî dînê Îslamê nepêçaye” bi îşkence, bi hovîtî kuştin, him jî îro li Seqizê nehîştine malbat û xizmên wê cenazeyê xwe bi rehetî rakin.

16 september 2022

Tenêtî carnan lazim e

Min xanim şand ba diya wê, nuha bi tenê me, hundur xalî ye, serê min vehesiyayî ye.

Ne ez bela xwe di wê didim, ne ew ji min ra dibejê, ”bes e, ji ber wê bêxwediya datayê rabe, çavên te kor bûn !”

Ne her tim, lê bi Xwedê carnan tenêtî pir xweş e, dibê meriv hin caran çend rojan bi tenê bimîne, li xwe, li ruhê xwe, li hestên xwe, li fikrên xwe gudarî bike.

Rûne, du dubleyan vexwe û rojên borî bîne ber çavên xwe, zaroktiya xwe, xortaniya xwe bîne bîra xwe...

Ez dikim xanimê rêwî bikim

Xanim rêwî ye dike here ba diya xwe. Bîsteke din saet heyşta(08.00) emê ji mal bi rêkevin. Balafira wê saet di 13.00a da radibe, ewê here Antalyayê.

Berê me li hev kiribû emê bi hev ra biçûyana welêt, ewê biçûya gund çend rojan li ba diya xwe bima, dûra emê li welêt bigeriyana.

Lê ji me ra gotin kes li gund nemaye, giş çûne Antalyayê xebatê.

15 september 2022

Sal û zeman zû derbas bûn

Sal û zeman zû derbas bûn, haya meriv jê tune ye lê meriv carê hew pê dihese piştxûz û extiyar e. 

Di xortaniyê da dost û hevalên ji dil pir in. Lê di extîyariyê da jimara wan kêm e. Meriv ji hinekan dûr dikeve, hinek ji meriv dûr dikevin, hinek jî diherin gerdûneke din.

Bi kêmbûna hinekan meriv kêfxweş dibe, bi ya hinekan jî xemgîn dibe.

14 september 2022

19 roj in kitêbên min şandine hîn negihîştine Kolnê

Di 26ê me tebaxê da(26/8-22)min sê kitêbên xwe şandin Almanya bajarê Kolnê ji hevalê xwe Şefîq ra. Min îro ji Şefîq pirsî, pakêt hîn jî negihîştiye destê wî.

Ez çûm benzînxana min pakêt jê şandibû, mêrik got, te bi REK(yanî teahutkirî) neşandiye, te wek nameyekê şandiye, lema ne tu kanî taqîb bikî, ne jî poste mecbûr e bedelekî bide te. Heger pakêta te REK(teahutkirî) bûya te kanîbû taqîb bikira, lê name, pakêta ne REK be tu nikanî bi şopê kevî û bedelekî ji POSTNORDê bixwazî.

Tirkiye li dû firildaqek nuh e

Bi sedan xortên ereb ji Idlibê li ser sînorê Tirkiyê kombûne, dixwazin derbasî Tirkiyê bibin. Û ji wir jî bi hezaran koçberên din ra xwe li sînorê Yûnanîstanê biqelibînin, xwe bigihînin welatên Ewrûpayê.

Idlib di bin destê Tirkyê da ye û yên li wir jî giş malbatên terorîstên îslamî û Daîşê ne.

Tevgerên wiha ji xwe ber nabin, yên viya organîze dikin hene. Tirkiye ji bo ku ji Yekîtiya Ewrûpayê hinek xûgiya din bigire dîsa dek û dolabekê digerîne.

13 september 2022

Îro rojeke pir bêîstîkrar bû

Wele wer xuya dike îro ezê di hundur da hefs bibim. Ji vêsê da ye guveguva bê û ximîna baranê ye. Bayekî pir heye, digobilîne, meriv di ber bê dihere.

Xanim di rojên wiha da jixwe nigê xwe navêje der.

Ji bo kontrolê min serê xwe ji hundur derxist, min bala xwe dayê ne henek e, him baran e, him jî vizîna bê ye.

Guregura tava ye. Min derî hêdîka li pey xwe girt û dîsa hatim ber kompîtora xwe.

Tiştê Zanîngeha Zaxoyê kiriye şermeke mezin e !

Berpirsiyarên Zanîngeha Zaxoyê xerîteya(nexşeya) Kurdistana Mezin ji ser deriyê zanîngehê rakirine, di şûna wê da xerîteya Başûrê Kurdistanê danine.

Serokê Zanîngehê Dr. Nazim Ceqsî gotiye:
 ”J ber ku ew xerîte pir mezin bû lema hatiye rakirin. Lê nuha ew lêkolînê li ser vê mijarê dikin, piştî lêkolîn qediya ewê xerîteyê dîsa li wir bê bicîkirin.”

Hela hûn bala xwe bidin vê sebebê, xerîte mezin bûye lema rakirine û lêkolînê li ser dikin (!)

Kenê zarokan bi vê mazeretê, bi vê sebebê û bi van gotinan tê.

Carnan dibê meriv westa xwe bigre

Do êvarî pir westiyayî û bêxew bûm, saet di neha(21.00) da min baz da nav nivîna û ketim xeweke bêbinî. Nuha li ser xwe me, wek do ne bêxew û westîyayî me.
Tim xebat nabe, hin rojan dibê meriv westa xwe bigre, ji bo ku kanibe dom bike.

Ez tu carî hewqasî zû ranakevim, her şev saet li dora 01.00ê radikevim û di heftê sibê da jî radibim.

Berê saet di şeşa da radibûm, lê gotin ne baş e, gerek merivên îxtîyar baş xewa bigrin. Li ser vê, min rûtîna xwe ya rojane guhert, sibehan saetekê derengtir, di hefta da radibim.

12 september 2022

Li Swêd cepheya rast li pêş e

Hilbijartinên Swêd qediya, cepheya rast bi ferqek hindik li pêş cepheya çep e.

Li gorî netîceyên hetanî nuha, cepheya rast ji sedî 49,7, cepheya cep jî ji sedî 48,8 girtiye. Hilbijartin do bû.

Hin rojname dibêjin cepheya rast parlamenterekî, hinek jî dibêjin 3 parlamenter li pêş e.

Lê rayên bi postê û yên derve hîn nehatina jimartin. Dibêjin netîceya dawî, ya ya temam ya sibe ya jî roja çarşemiyê ewê eşkere bibe.

11 september 2022

Hilbijartinên Swêd pir bi heyecan derbas dibe

Vêsê zû ez ji mal derketim. Berê min û xanimê me çû rayên xwe da. Ji wir ez çûm kongreya Komela Belediya Stockholmê.

Piştî kongreyê bi hin hevalan ra me çû pariyek nan xwar û bîstekê sohbet kir.

Cergî ez hatime malê di telewîzyonê da li netîceyên hilbijartinên Swêd temaşe dikim. Pir bi heyecan e.

10 september 2022

Gulistan Kavak balê dikşîne ser seqetiya nayê xuyakirin

Ji milê çepê: Gulistan Kavan, ez û Şukran Kavak


Îro Gulistan Kavak xanimê li Kitêbxaneya Kurdî kitêba xwe ”Analfabetîzim-seqetiya ne xuyanî” da naskirin û ji xwendevanên xwe da îmze kir.

Gulistan xanimê kitêb berê ji min ra jî îmze kiribû. Min gotibû piştî min xwend ezê çend gotinan li ser bibêjim.

Min kitêb xwend û gelkî jê hez kir. Kitêb qala malbata min, xanima min, gelşên ez jiya me, tişt hatine serê min jî dike.

Serpêhatî, zahmetîyên di kitêbê da hatine qalkirin yek jî ne xerîbê min e, ez gişan yek bi yek jiya me, ez gişan baş zanim.
Lê min ji bîr kir rojekê qala kitêbê bikim.

Di vê sedsalê da dinya pir zû guherî

Di sedsala 21ê da dinya pir zû guherî. 20-30 sal berê sibehan dema ez diçûm kar, êvaran jî dema ji kar vedigeriyam malê di otoboz û metroyê da di destê her kesî da ya rojnameyek ya jî kitêbek hebû.

Serê her kesî di ber da ya rojnameyek, ya jî kitêbek dixwend. Xişîna dengê rûpelên rojnameyan di vagonê da diket hev, meriv ji xewa sibê şiyar dikir.

Îro di hatina malê da, di metroyê da min bala xwe da milet, vagon hetanî ber dev tije bû, çavê her kesî di ekrana telefona di dest da bû, yek rojname, yek kitêb di destê kesî da tunebû. Ev yek tim bala min dikşîne.

Do me du xortên xwe yên din zewicandin

Do êvarî ez û xanim li daweta Kawayê hêja û Evîn xanimê bûn. Ji bûk zavê ra temenekî dirêj û jiyaneke dilşa û bextewar dixwazim, bi hev ra kal û pîr bibin. Aqûbet li serê zarokên me be jî.

Evîn, keça dostê min ê hêja Dr. Celadet Çelîker e. Zavê me jî ji Kurdistana Rojhilat e.

Dawetek pir xweş bû, muzîk normal bû, guh ji me nebir, em kerr nekirin. Di hin dawetan da ji dengê muzîkê, ji volîma zêde bilind meriv kerr û gêj dibe. Vê carê normal bû, carnan nabên didanê, dengê me diçû hev.

09 september 2022

Em pê xemgîn dibin lê tiştekî cidî nakin

Mamosteyê kurdî yê Zanîngeha Mêrdînê Kenanê Nado di twîtta xe da gotiye, ew li Mêrdînê di tirimbêlekê da ye, 6-7 zarokên din jî tê da ne. Zarok giş bi hev ra bi tirkî dipeyivin. Qey mînîbûs bûye.

Dema zimanê zarokan bibe tirkî, kurdî ketiye ber sikratê, êdî li ber xwe dide, hindik maye teslîm bibe.

Bi îhrîmaleke mezin dê û bavên wan zarokan jî kesên welatparêz in, lê zimanê wan tirkî ye.

Ev yek ne mexsûsî Mêrdînê tenê ye, çend qeza, nehîye ne tê da li bajarên Kurdistanê gişan wiha ye, kurmancî, zazakî mirî ye, herî kêm ji sedî 90ê kurdan dev ji kurdî berdan e, tirkî kirine zimanê xwe.

08 september 2022

Belgefîlma li ser Leonardo û şaheserên wî

Nuha di kanala telewîzyona Axessê da min li dokumentereke li ser Leonardo da Vîncî(1452-1519) temaşe kir.

Programeke muhteşem bû. Li ser jiyana Leonardo û resamiya wî, ilim û îcadên wî di salên 1990î da min gelek tişt xwendin.

Min li ser wî çi dixwend meraqa min zêdetir dibû, min dixwest hinekî din jî vî dahîyê bêemsal baştir nas bikim.

Her sala di erzaniya kitêban da min kitêbek li ser wî dikirî û dixwend.
Leonardo resamekî dema Ronesansê yê herî mezin e, pêşengekî resamên wê demê ye.

07 september 2022

Serokê Tirkiyê Erdogan gefa dagirkirinê li Yûnanîstanê jî xwariye

Serokê Tirkiyê Erdogan vê carê jî gefa dagirkirinê li Yûnanîstanê xwariye, gotiye "hûnê carê hew bibînin şevekê em hatin."

Mêrik ji yûnanîyan ra jî dibêje heger hûn min zêde biqeherînin ezê şevekê werim Yûnanîstanê dagir bikim. Serokê welatekî gerek li welatekî cîran gefeke wiha nexwe, çimkî tiştê Erdogan gotiye ne henek menek e, dibêje ezê welatê we dagir bikim.

Dagirkirina Kurdistana Rojava û Başûr ji mêrik ra ma, nuha jî dora Yûnanîstanê ye.

Saeta bavê min û tesadufeke mûcîzewî

 

Xanim haziriya çûyina welêt dike. Bawila xwe hazir dike, tişt miştên ji diya xwe ra, ji xwehên xwe û ji birayên xwe ra, ji zarokên wan ra kirîne topî ser hev dike, ji hev digre, dixe dûzanê.

Ev çend roj in pir mijûl e.

Pitirpêr(4/9) saetek dirêjî min kir, got:

”Ev saeta ya bavê te yê rahmetî ye, diya te ya rahmetî di sala 2001ê da dema hat vir ji te ra anîbû, nuha ez lê rast hatim...”

06 september 2022

Tirkiye başûrê Kurdistanê hêdî hêdî dixe bin kontrola xwe

Tirkiye ji 2018a da ye Kurdistana Başûr gav bi gav, hêdî hêdî dagir dike, digre bin kontrola xwe, bi Tirkiyê ve girê dide. Dûra ewê dor were bajaran jî.

Kurd jî qet dengê xwe nakin, li vê dagirkeriya tirkan sêr û temaşe dikin.

Li gorî Rûdawê nivîsîye, Tirkiyê şargehên xwe yên leşkerî li Kanî Masê, li Şêladizê û li Dêrelûkê berfereh kirine, topxane û otomobîlên leşkerî yên weke Hameran li wan deran bicî kirine.

Lê ne ev der tenê, hin xalên nuh li derdora Hirûrê û li navçeya Amêdiyê jî danîne.

05 september 2022

Piştî wefata şairekî bêkes

Mihemed Efîf Huseynî, şairê dilzîz û bêkes di 24ê tebaxê da bêdeng, bêyî ku haya kesî bigihînê, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku kes li ser hêsiran bibarîne, bêyî ku tuxtor, hekîman banke gazî û hawara xwe, di mala xwe ya xirr û xalî da, tik û tenê ji vê dunya jê ra nebûbû yar, bar kir û çû îstergeha xwe ya ebedî.

Dema min bihîst şairê bêkes mirîye tevizînekê girt bedena min, dilê min kelogirî bû.

Mihemedo, bêkeso, te pir zû terka me kir, 65 sal pir zû bû, ne wexta mirinê bû.

Lê diyar e dilê te ji dunyayê mabû, te nexwest dil zêde bikşîne, lema te ji nişka ve got bi xatirê we û tu çû…

04 september 2022

Dagirker çi bikin jî xerab in, neyar in !

Xortekî bi navê Ferîd Azad di twîtteke xwe da gotiye:

"Piştî ku tu bi darê zorê ketî welatê min, te çi mizgeft çêkir û çi kerxane vekir, heman tişt in. Te li welatê min ê dagirkirî çi nimêj kir û çi zina kir, te çi rojî girt û çi şerab vexwar, heman tişt in. Mizgeft û nimêj û rojîyên xwe hildin û bicehimin ji welatê min!"

Ev twîtta Ferîd Azad hêjayî teqdîrê û parvekirinê ye. Lema ez li vir jî belav dikim.
Gava ez rastî kurdên wiha têm, lê ilim jî gava ew kurd yekî dîndar ya jî yekî ne çep be pir kêfa min tê.

Do êvarî em li daweta du xortên xwe bûn

 


Do êvarî ez û xanim li daweta Nalîn xanimê û Bawerê hêja bûn. Daweteke pir xweş bû, muzîk li gorî dilê govendgiran bû,  têr kurmê xwe şikandin.

Nalîn ji Kurdistana Bakur e, neviya hevalê min Salim Çelîker e, Bawer jî kurdekî ji herêma Konyayê ye.

Daweteke pir xweş bû, govendgiran dîsa dilê xwe rehet kirin, têr govend gerrandin, têr xwe hejandin.

Bi xêra dawetê me gelek heval dîtin. Lê ji dengê muzîkê me nikanîbû sohbet bikira, me tenê bi destê hev digirt, em bi hev ra dimizicîn û me serê xwe dileqand, yanî em baş in.

03 september 2022

Kela pêşî şivan e

Ji mîhîyê pirsîne, gotine:

-Ma deşt rind e, zozan rind e?

Mîhîyê gotiye:

-Kela pêşî şivan e, ew zane.

Yanî serê gişî şivan e, şivan zana be, jîr be ewê pezê xwe baş biçêrîne û rind bike.

Meriv kane vê numûneyê teşbîhî siyasetê jî bike, siyasetmedar, serok kela pêşî ye, ew zana û jîr bin ewê welatê xwe, rewşa miletê xwe baş bikin. Pêşketin, başî jî, xerabî jî girêdayî siyaseta wan e.

02 september 2022

Facebookê ji Tirkiyê jî xerabtir kir

Facobookê dîsa bela xwe di min daye, gotiye hin nivîsên te li dijî qaîde û prensîbên me ne, lema me ew rakirin, bêyî te kes nikane wan bibîne.

Min bala xwe da nivîsan, ez matmayî mam, min tu tiştekî ne li rê, ya jî sûc be nenivîsîye.

Di navîsekê da navê Evdila Ocalan derbas dibe. Di nivîseke bîranînên min da(3/8) navê Evdila Ocalan derbas dibe. Min qala mahkima wî û beyanên abûqatên wî kiriye. Min ne ew parastiye, ne jî pesnê wî daye. Min qala bûyerekê kiriye.

Lê navê wî têrê kiriye Facebook nivîsa min ji malpera min rake. Ev skandal e, dibê sansor hewqasî jî ne rehet be.

01 september 2022

Vê xeberê kêfa min anî

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê Nikolas Granger ji ENKSê ra gotiye, “emê li herêmê bimînin, jê dernakevin.”

Ev xebereka xêrê ye, kêfa min anî.

Hetanî Amerîka li wir be tiştê nuha di destê kurdan da ma ye tirk nikanin ji destê wan derxînin.

Hetanî kurd nebin xwediyê hukim û statuyeke resmî, destûrî Tirkiye her tim kane êrîş bike û tevayiya Kurdistanê dagir bike.

Li ser berber sohbeta erebekî û tirkekî

Porê min dirêj bûbû, vêsê piştî xurîniyê çûm ser berber.

Berber pir dikin leqleq, yê min jî yekî were bû. Xortê li ser kursîya li kêleka min û berberê porê wî kurr dikir li ser buhayiyê dipeyivîn. Yê porê xwe kurr dikir xortekî ereb bû, ji zêdebûna faîzê û buhayiya xaniyan gazin dikir, digot kes xaniya nakire. Milet ditirse. Belkî sîmsar(komîsyoncî)bû.

Hosteyê porê min kurr dikir tirk bû, nuh dest bi kar kiriye, berberê min ne vala bû, wî porê min kurr dikir, wî jî xwe tevî axaftina wan kir, got:

”Her tiştê biha bibe, ewê bibe du qat."
Xortê ereb pirsî:

PARVE BIKE