Li ser rexneyeke Kemal Burkay
Kurd hêdî hêdî fêm dikin heta ew bindest û bêdewlet bin
bobelatên mezin ewê tim werin serê wan, ewê tim werin qetilkirin û
koçberkirin. Ev dîtin û bawerî di van du sê salên dawî da di nava kurdan da
xurt bûye.
Bi taybetî jî pitşî êrîşên Daîşê yên ser Şengalê, Kobanê, Serê Kaniyê û
herêmên din û êrîşên van demên dawî yên ser HDPê û kurdên metropolan, şewitandin
û talankirina mal û milkên wan, wêrankirina bajarên kurdan, kurdê herî saf, herî nezan jî şiyar kir û
bi girîngiya dewletê hesand.
Yanî êdî her kurdê dibêje ez kurd im fêm kir ku heta ew jî wek miletên
cîranên xwe nebe xwedî dewleteke netewî, halê kurdan kêm zêde ewê tim wiha
perîşanî, koçberî û mirin be.
Bêguman di nava kurdan da geşbûna vê şiyarbûna netewî meriv kêfxweş dike, ji
bo rojên pêş yên azad hêviyekê dide
meriv.
Lê belê birêz Kemal Burkay, di nava kurdan da belavbûna, xurtbûna vê fikrê,
yanî ”sebebê vê perîşaniya me kurdan bêdewletî ye” rast nabîne. Heta şaş
dibîne û di nivîseke xwe da ” Suçluyu yanlış yerde aramak/lêgerîna sûcdar li
dera şaş” ev dîtin rexne kiriye.
Li gorî Burkay, însan di rojên giran û teng da tim li sûcdarekî digerin û gelekê caran jî sebeb û sûcdarên
şaş dibînin.
Burkay di nivîsa xwe da gotiye:
”Di van rojên dawî da tespîteke pir tê
dubarekirin heye, ew jî ev e:
”Tenê sebebekî hemû belayên tên serê me heye, dewleteke me tuneye.”
Û dû ra jî gotiye:
”Ji berê da ye di nava kurdên
welatparêz da kesên viya tim dubare dikin hene. Lê belê di van rojên dawî da
di şiroveyên hin hevalên baweriya min bi aqliselimya wan heye jî ez vê dîtinê
dibînim.”
Dû ra jî pirsiye, gotiye:
”Geleo ji ber ku dewleteke me tuneye lema hewqas bela tên
serê me? Ya jî bi hawakî din bipirsim:
Gelo wek belayên hatin serê me, nayên
serê milet û gelên dewletên wan hene?”
Di bersîva vê pirsa xwe da gotiye, ”helbet tê serê wan jî” Yanî felaketên wek yên hatine serê me
kurdan, tên serê miletên xwedî dewlet jî.
Û dû ra jî Afganîstan, Îraq, Sûriye, Misir, Lîbya, Yemen, Kambçya numûne daye,
gotiye ”ev gel hemû xwedî dewlet bûn, lê belê belayên hatine serê wan li ber
çavan e.”
Qala şerê Îraqê û Sûriyê yê hundurjî kiriye, ji perîşanî û koçberiya gelê Sûriyê
nimûne daye, gotiye 250 hezar însan hatin kuştin, 4-5 milyon însan koçber
bûn.
Qala Kambçya û xerabî û zalimiya Pol Pot kiriye, qala fealketên hatin serê
gelê qamboçî kiriye û gelek numûneyên dûr û dirêj dane.
Û di taliyê da jî gotiye, ”ma van gelan hemû ji ber ku bêdewlet bûn hewqasî
perîşan bûn, hewqas bobelat hatin serê wan ?”
Li gorî Burkay, li gel ku li Îraqê û
li Sûriyê dewlet heye jî lê belê gelên van welatan dîsa jî ji belayên mezin
xelas nebûn.
Yanî bi kurtî birêz Burkay dibêje, dewlet hertim ne garantiye ku felaket neyê
serê meriv. Meriv dikane xwedî dewlet be, lê dîsa jî rûbirûyê felaketên mezin
bibe û trajediyên mezin werin serê meriv.
Wek terorî helbet rast e, hinek dikanin ji derve êrîşî meriv bike. Lê ji ber
ku ev îhtîmal heye meriv daxwaza kurdan ya dewletê rexne nake.
Dewleta herî xerab, rejîma herî xerab ji bo miletekî ji bindestiyê hezar qatî
baştir e. Tu dîktator, tu kes ne ebedî ye, rojek tê meriv wê rejîmê
diguherîne. Jixwe hemû welatên modern û demokratîk jî wisa kirine, berê
rejîmên wan jî padîşahî û dîktatorî bûn. Lê îro bi demokrasî ji xwe hilbijartine. Tu sebeb tuneye ku em
kurd jî nebin wek wan.
Ji ber ku li Sûriyê, Îraqê, Afganîstanê, Lîbyayê, Yêmenê, Misrê şerê hundur
derket, lema jî dewlet xerab e, ya jî di nabêna dewletê û bindestiyê da tu
ferq tuneye ne rast e.
Jixwe dewletên wek Sûriyê, Lîbyayê û Îraqê di maneyeke rast da ne dewlet in, hîn nebûne
dewlet, dewletên eşîran in.
Lê her dewlet ne wiha ye û ne mecbûr e wek Sûriyê, Lîbya û Îraqê jî bibe.
Dewletên xerab jî hene û yên baş jî. Ev, di destê însan da ye, girêda yî meriv deleteke çawa ava kiriye.
Swêd jî dewleteke û Îran jî dewleteke.
Ji ber ku meriv dikane bi kêrê însanan bikuje meriv nabêje kêr hacetekî xerab
e û dibê li mala meriv tunebe.
Yanî ji ber ku li Sûriyê, li Îraq û Lîbyayê felaketên wek yên hatin serê me,
hatine serê gelên wan welatan jî, wek siyasetmedar û ronakbîrê miletekî
bindest meriv daxwaza kurdan ya dewletbûnê rexne nake, meriv bindestiyê û serdestiyê wek hev nîşan nade, nabêje dewleta me hebe jî eynî tişt dikane were serê me.
Meriv ji miletekî bindest û kole ra nabêje, ”dewleta we hebe jî felaket dikane
were serê we…”
Ê wê demê em dewletê nexwazin, em bi halê xwe razî bin.
Çawa nebe dewleta me hebe jî eynî tişt dikane were serê me.
Yanî ev gotine e?
Dibê meriv ji bîr neke ku yê şer derdixe û zulmê dike ne dewlet e bi xwe ye, însan e,
sîstem û rejîma însanan hilbijartiye.
Dewleta Swêd wek Sûriyê nake.
Dewleta Alman wek Sûriyê nake.
Wê gavê ne ku dewlet xerab e, yê xerab însan e, sîstem e.
Dewlet organîzyasoneke li ser erdekî muayen bi qanûnan tê îdarekirin. Ji bo
ku xizmetê bide milet û li hemberî êrîşeke ji derve gel biparêze civatê ava kiriye.
Meriv dikane demokrasiyê jî bike rejîma dewletekê û dîktatoriyê jî. Ev di
destê însanan da ye, xerabî ne ji dewletê ye, ji însên e. Ya muhîm dewlet di
destê kê da ye.
Her dewlet ne mecbûr e wek Sûriyê, Îraqê, Lîbyayê, Yêmenê, Kampoçyayê,
Afganîstan û Îranê be.
Emerîka, Japonya, Kanada, Awustural, Fransa, Almanya, Îngiltere, Norveç û
Swêd jî dewlet in. Lê gelên van dewletan di nava refahê da dijîn, bobelatên
hatine serê kurdan nayê serê wan.
Birêz Burkay, di nivîsa xwe da kurdên başûr jî numûne daye û gotiye, ”heger
dewleteke we hebe jî, bela dikane ji dereve jî were.”
Û numûneya Daîşê nîşan daye…
Xwedê kir ku ew nîvdewlet heye, çimkî baş xerab gelê xwe parast. Lê heger ev
nîvdewlet tunebûya Daîşê ne Şengal tenê, ewê Hewlêr jî û hemû Kurdistan jî
bigirta.
Ma Seddam Hussên wisa nekir?
Ji ber ku dewleta kurdan tunebû kurd bi serê çiyan ketin, nikanîbûn xwe
biparastana.
Lê ji ber ku faris xwedî dewlet bûn xwe ji êrîşên Sedam parastin.
Yên di ber
nigan çûn kurd bûn.
Dewleta meriv hebe demekê zulm li meriv bibe jî, felakat werin serê meirv jî,
lê rojekê dawî tê, dewleta meriv tê hawara meriv, meriv naqede, nabe bindest.
Bi saya dewletê meriv ji nuh
ve ava dike, birînên xwe derman dike.
Lêbêdewletî ne wiha ye, heger kurd li Tirkiyê 20-30 salên din jî mafekî
netewî bi dest nexin, bê kêmanî nebin xwediyê otonomiyekê kurd ewê bihelin,
bibin tirk.
Li Tirkiyê dawa kurdan diqede.
Wek siyasetmedarekî kurd meriv çawa dikane daxwaza kurdên bakur ya dewletê
rexne bike? Belovacî wê, dibê kêfa meriv were, meriv bêje rast e, heta em
nebin xwedî dewlet tepa xelkê ewê tim li ser serê me be.
Ne ku bibêje dewleta
me hebe jî felaket dikane ere serê me!
Îro li Kurdistana başûr û rojava li gel ku kurd ne xwediyê dewlekete serbixwe
ne, ne xwedî balafir û çekên giran in jî, lê ji ber ku hêzeke wan ya leşkerî
heye bi kêmanê dikanin qismekî gelê xwe ji êrîşên Daîşê, Îraqê û Tirkiyê
biparêzin.
Heger ev hêza wan jî tunebûya, heger li başûr pêşmerge û li rojava
jî gerîla tunebûya tiştê Seddam anî serê kurdan ewê îro dubare bibûya.
Ji ber ku kurd li Îraqê, li Sûriyê, li Tirkyê ne xwediyê dewletê ne li welatê
xwe bûne penaber(mahcir), leşker û polîsên tirk bi copan wan dikevin.
Kurd ne li ”dera şaş”, li dera rast li sûcdaran digerin.
Rast e, ji ber ku dewleta me tuneye hewqas zulm li me dibe.
Heger dewleta me hebûya Tirkiyê nikanîbû Lîce, Farqîn û Cizîr wêran bikira û bi rojan însanên me di hunduran da tî û birçî hefs bikira û zarokên me bikuşta.
Heger dewleta me hebûya Daîşê nikanîbû li ber çavên bi milyonan kurdî Koban wêran bikira.
Heger dewleta me hebûya Tirkiyê nikanîba bi rojan li ser sînoran rê li ber kurdan birgirta ji bo ku neçen hawara Kobanê.
Heger dewleta me hebûya Tirkiyê nikanîbû cenazeyên zarokên me li ser sînoran genî bikira.
Heger dewleta me hebûya Tirkiyê nikanîbû gorristanên me bi boldozeran xera bikira.
Bi kurtî heger dewelta me hebûya tirk, ereb û farisan nikanîbûn hewqas zulm li me bikin, bi şeref û xurûra me bilîzîn.
Heger dewleta me hebûya li hemberî êrîşan ewê em biparasta, em li welatê xwe nedibûn mahcir û parsekên ber destên tirkan.
Ji bo me kurdan bêdewletî bindestî, rezîlî û asîmîlasyon e...
|