Serokê MHPê Devlet Bahçelî, gurê pîr û koma gurên wî di meclîsa Tirkiyê da dîsa zûriyane, bûye zûre zûra wan.
Gurê pîrê devbixwîn ji parlamenterên HEDEPê ra gotiye, heger
hûn me zêde biqeherînin, emê we bixun.
Hûn gurên har in, xwarin karê we ye. Dewlet li pişta we ye, kînga bixwazin ewê we berra kurdan
bidin.
Devlet Bahçeliyê irqçî, faşîst ji bo ku parlamenterên HEDEPê gişên wan bi kurdî nizanin henekê xwe jî bi wan kiriye. Gotiye em nasyonalîstên tirk giş bi tirkî zanin, gelo çend parlamenterên HEDEPê bi kurdî zanin?