31 oktober 2023

Him nahêlin kurd bi zimanê xwe bixwînin, him dibêjin çima hûn bi kurdî nizanin?

Serokê MHPê Devlet Bahçelî, gurê pîr û koma gurên wî di meclîsa Tirkiyê da dîsa zûriyane, bûye zûre zûra wan.

Gurê pîrê devbixwîn ji parlamenterên HEDEPê ra gotiye, heger hûn me zêde biqeherînin, emê we bixun.

Hûn gurên har in, xwarin karê we ye. Dewlet li pişta we ye, kînga bixwazin ewê we berra kurdan bidin.

Devlet Bahçeliyê irqçî, faşîst ji bo ku parlamenterên HEDEPê gişên wan bi kurdî nizanin henekê xwe jî bi wan kiriye. Gotiye em nasyonalîstên tirk giş bi tirkî zanin, gelo çend parlamenterên HEDEPê bi kurdî zanin?

Te xerabî rexne kir, pesnê başiyê jî bide

Hin kurd elimîne tim xelkê rexne bikin, tim qala kul û kêmasiyên xelkê bikin.

Ez ne li dijî rexnekirinê me, gava hewce be dibê meriv fikrê xwe bibêje. Gava hewce dibînim ez jî fikrê xwe, raya xwe dibêjim, rexne dikim.

Lê gava yekî, dezgehekê, partiyekê karekî baş kir, dibê meriv wiya jî bibêje û teqdîr bike. Heta ji min tê ez teqdîr dikim, pesnê wê xebata baş didim.

Yanî dibê meriv ji karê xerab ra bibêje xerab e, ji karê baş ra jî bibêje baş e.

Şelafî ji bo hinekan bûye sinet

Welatê lê şerm, heya nemîne şelaf, xulamok lê pir dibin. Bêarî bêşexsîyetî ye; aciznebûna ji hevaltiya dijmin e.

”Tib çiqasî bi pêş dikeve bira bi pêş keve, ewê tu carî nikanibe qelşa tamara ara însên bîne hev, bigire.”
Hin kar, hin tiş heye nayê parastin, meriv ji ber şerm dike. Lê kesên ji tu tiştî şerm nakin jî hene.

30 oktober 2023

Erdogan çima qetlîama Hamasê parast?

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja îniyê li Stenbolê di mitînga filistîn da qetlîama Hamasê parast û wek berdevkekî Hamasê bi gotinên pir giran êrîşî Îsraîl kir, got:

"Her kes zane Îsraîl li herêmê tenê piyon e û gava roja wê hat ewê were fedakirin."
Hetanî nuha serokê tu dewleteke îslamî wek Erdogan êrîş û qetlîama Hamasê neparastiye.
Ji dêlî qetlîma Hamasê mahkûm bike, Îsraîl sûcdar kir, got, ”ey Îsraîl, emê te sûcdar îlan bikin, em amadeyiya wê dikin. Emê Îsraîl wek sûcdar li dinyayê bidin nasandin.”

29 oktober 2023

40 saliya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê pîroz be !

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê do li qesra Senatoya Fransayê 40 saliya xwe bi şahî û konferanseke li ser dîaspora kurdî pîroz kir.

Gelek akademîsyen, pispor, siyasetmedarên xerîb û kurd li ser kurdan û dîaspora kurd semîner dan.

Ji hin welatan gelek kesên keda wan di xebatên Ensstîtuyê da hene beşdarî konferansê bûn, 40 saliya vê dezgeha kurd ya ya pir hêja û berhemdar bi hev ra pîroz kirin.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê 40 sal berê, di sibata 1983a da hat damezirandin.

28 oktober 2023

Ez dibêjim hinekî jî ji me da ye

Kûsî emelê wî pir baş bûya Xwedê ew nedikir wî qalikî.

Em tim davêjin ji dijminên xwe da, gazina ji xelkê dikin.
Meriv şûjin di xelkê ra kir, dibê derziyê jî di xwe ra ke. Li kêmasî û şaşiyên xwe jî bifikire.

Ez dibêjim heger em kurd jî wek xelk û alemê ji hev ra bûna, bi tifaq û tivdîr bûna, me dijminatiya hev nekira, ji hev ra gulle nehelanda; gelekên me nebûna heval û zilamên dagirkerên welatê xwe, nuha em ne di vî halê rezîl û perîşan da bûn.

Nuha em jî xwedî dewlet bûn, em nedibûn êsîrên faris, ereb û tirkan.

27 oktober 2023

Kûçik ji merivê destvala natirse

Xezal ji çinda bikeve dibe seyd. Em ji desthilanîn da ketine, lema em bûne seyda(nêçîra)Tirkiyê.

Her roj kûçik û tajiyên wan li pey me ne, nêçîra me dikin.
Îro dîsa bi dronerê êrîşî Dêrika Hemko kirine, fermandarekî HSdê û zarokek kuştine.
Heger dewleta me hebûya me yê jî wek Îsraîl bersîveke baş bida wan, ewê tobe bikirana careke din destên xwe di xwîna me nedigerina.

Kurdan kurmancî kirine gêrmiya gavana

Kurmancî ji du cepheyan da di binê êrîşeke mezin da ye; yek asîmîlaston e, ya din jî tirkmancîya hin edîb û nivîskarên me ye.

Kurmancîya hinekan min matmayî dihêle. Gava ez nivîsên wan dixwînim, ez dibêjim belkî ez xerîbekî baş kurmancî nizanim.
Tuxtorê nezan meriv ji cên, mell nezan meriv îmanê dike. Hin kesên hîn îmlayê, rastnivîsê fêr nebûne, bûne nivîskar û rexnegir û zimanzan.

Levent Gultekîn xwe bi carê da hetikand

Levent Gultekinê gotibû ”bavê min kurd e”, vê carê xwe bêtir hetikandiye, ji bo ku hukûmeta Erdogan şahiya sed saliya Tirkiyê ji bo rewşa Xezayê betal kiriye, mêro pir xemgîn û dilşikestî bûye, gotiye:

”Tirkiyê gerek 100 saliya xwe bi coşeke mezin pîroz bikira. Hukûmetê ji ber hinceta rewşa Xezayê şahî betal kir; ev yek ne tiştekî were fêmkirin. Em şahiyekê çêdikin, sed saliya welatekî pîroz diikin.
Li gel şêla hukûmetê, mixalfet çima pêşengiya vê yekê nake pir ecêb e.”

26 oktober 2023

Jêketo pêketo

Em kurd miletekî bêşans in, ji me ra xerab hatiye, beroşa me bermeqlûb bûye.

Wexta xerab were ji her hêlê da xerab tê. Halê me kurdan berê ne tu hal e, em bindest û perîşan in. 

Welatê me hatiye dagirkirin, em ketine bin destên çar dewletên hov û zalim.
Ev ne bes e, xerab û pîsên me jî pir in, wek xerzê kulî ne; nahêlin em pişta xwe rast bikin.

Pêşiyên me ji bo kesên wiha gotine ”jêketo pêketo”!

25 oktober 2023

Erdogan terorîstên Hamasê wek "şervanên azadiyê" silav kir

 

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro di axaftina xwe ya parlamentoyê da gotiye, ”Hamas ne rêxistineke terorîst e, ew rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye. Ew şervanên azadîyê ne û ew sefera xwe ya Îsraîlê betal dike, naçe Îsraîlê.

Li gorî nûçeya Reutersê Erdogan gotiye:

-Hamas ne rêxistineke terorîst e, ew rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye. Ew şervanên azadîyê ne. Ez serdana xwe ya Îsraîlê betal dikim, naçim Îsraîlê. Min li Davosê ji serokwezîrê berê yê Îsraîlê re got, ‘Hûn baş dizanin zarokan bikujin.

Bavê wî kurd e!

Yekî ji Partiya Komunîst a Tirkiyê hebû. Navê wî Kemal bû, paşnavê wî nayê bîra min. Zûda ye miriye.

Li Tirkiyê serokê sendîkayekê bû. Piştî înqîlaba(derbeya) leşkerî ya

12ê îlona 1980î ew û çend havlên xwe hatin îltîcayî Swêd kirin.

Komeleyên me di eynî bînayê da bûn. Me carnan hevdu didît, sohbet dikir.

Kurd bû, lê negot ez kurd im, digot ez tirk im.

Rojekê di sohbeteke me da got:

-Pederê min jî kurd bû.

Şer ne dawet e

Piştî qetlîama Hamasê ya 7ê cotmehê li Îsraîl kir, li Tirkiyê, li Kurdistanê, li gelek bajarên Ewrûpayê bi sedhezaran însan daketin kolanan û wahşeta Hamasê pîroz kirin.

Filistînî ji kêfa firiyan, li Xezayê, li gelek deran bû hela hela wan, ji qetlîamê ra li çepika xistin.

24 oktober 2023

Hamasê bi êrîşa 7ê cotmehê arî li serê xwe kir !

Hûn bi qedrê Xwedê dikin, Hamasê bi êrîş û qetlîama xwe ya 7ê cotmehê ji filistîniyan ra çi bi dest xist?

Îranê, Qeterê û Tirkiyê serokên Hamasê pîj kirin, halan di wan hildan, ew ajotin nav êgir. Wan jî bi koranî ev felaketa mezin anîn serê gelên filistînî û cihû.

Serokên Îranê, Tirkyê, Qeterê baş zanîbûn piştî qetlîameke hewqasî mezin bersîva Îsraîl jî ewê sed qatî jê mezintir be.

23 oktober 2023

Îslamîyên kurd çima ne li dijî dewletên dagirker in?

Pirseke min ji zana û ronakbîrên kurd, ji siyasetmedar û sosyologên kurd heye. Pirsa min ev e:
Îslamîyên kurd çima ne antîkolonyalîst in, çima ne li dijî dewletên welatê wan dagir kirine?

Îslamiyên ereb, tirk, faris, afgan, pakîstanî, afrîqî, asyayî yanî tevgerên îslamî hemûyên wan nasyonalîst in, antîkolonyalîst in. Hemû jî li dijî dagirkeriya welatê xwe ne. 

Antîsemîtîzim li Ewrûpayê rabûye pêdarê!


Do êvarî li paytexta Swêd li Stockholmê, bi hezaran ereb, misilman û swêdî Îsraîl protesto kirin, piştgirî dan filistîniyan û Hamasê, bi yekdengî gotin:
"Sîyonîzmê bipelixînin, întîfada hetanî zaferê”, "
From the river to the sea, Palestine will be free/Ji çem heta deryayê Filistîn ewê azad bibe".

Yanî Îsraîl ewê nemîne, cihû ewê wek berê ji welatê wan werin derxistin, ew erd ewê ji ereban ra bimîne.

Neyartiya cihûyan, antîsemîzma çepên ewrûpî ji ya ereban, misilmanan ne kêmtir e.

Heger Îran gavake şaş bavêje Amerîka ewê lêxîne

Amerîka û Îran baş xwe li hev sor dikin. Amerîkayê do eşkere ji Îranê ra got, ji Libnanê cepheyekê li hemberî Îsraîl veneke û çeteyên xwe yên wir bera Îsraîl nede.

Heger tu li hemberî Îsraîl cepheye duduya vekî, cepheya sisiya jî em in.

Ev tê wê maneyê heger Hizbullaha Libnanê êrîşî Îsraîl bike, Amerîka ewê li Îranê xîne. Ev sedîsed e.

22 oktober 2023

Gelo kurd ji Tirkiyê vedigerin welatê xwe?

Li gorî Dahîreya Îstatîstîkê ya Tirkiyê di 5 salên dawî da 2, 2 milyon kesî ji Stenbolê koçî bajarên din ên Tirkiyê û Kurdistanê kirine.

Li gorî xeberê di nava van kesan da gelek kurdên vegerîyana Kurdistanê jî hene.
Vegera kurdan a welatê xwe, terikandina bajarên tirkan pêşketine baş e, meriv kêfxweş dike.
Kurdên kanin vegerin welatê xwe dibê vegerin, di nav tirkan da nehelin. Dawiya mayina di nav tirkan da asîmîlasyon e, wendabûn e, tirkbûn e. 

21 oktober 2023

Aslîka Qadir îro li Stockholmê di nav hezkiriyên xwe da bû



Sitranbêja bi nav û deng, hezkiriya ber dilê kurdan, xwediya sitrana ”Welatê me Kurdistan e, cî meskenê me kurdan e, welat ji me ra ruh û can e, kurd hemû bira ne”, Aslîka Qadir îro li Stockholmê bû.

Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê Aslîka Qadir bi dengê wê yê xweş û bi taybetî jî bi sitrana wê ”Welatê me Kurdistan e” nas dikin.

Hetanî nuha me Aslîka Qadir bi dengê wê yê xweş nas dikir, lê ew ne tenê sitranbêjeka mezin e, ew di eynî wextê da qelemeke xurt e jî.

Du xisletên ehmeqîyê

Du xisletên esasî yên merivê ehmeq(bêmejî)hene. Yek ji van xisletan, dost û dijminên xwe ji hev nagerîne, dostê xwe wek dijminê xwe, dijminê xwe jî wek dostê xwe dibîne. Dixwaze dijminê wî, xêrnexwazê wî zora dostê wî bibe.

Xisletê din a merivê ehmeq xwe pir baqil, jîr û zana dihesibîne.

Di nav her miletî da merivên ehmeq hene, lê ehmeqên me kurdan ji yên her miletî qat bi qat pirtir in.

20 oktober 2023

Di heqê kurdan da tu çi difikire?

Çend sal berê fîlozof û sosyologê sloven Slavoj Zîzek, ji bo ku meriv bizane erebek demokrat e, ne demokrat Gotibû:

”Gava hevalên min ên ereb dibêjin ”ez demokrasiyê diparêzim” ez bi vê pirsê wan test dikim: Tu di heqê kurdan da çi difikirî? ”

Meriv vê metodê ne ji bo naskirina ereban tenê, ji bo tirkan û farisan jî bi kar bîne, eynî testê ji wan jî bike, ”di heqê kurdan da tu çi difikirî” ?

Kurdekî şelafê tirkan heqaret li kurdan kiriye

Levent Gultekin nivîskar û rojnamevanekî kurd e, lê bûye şelafekî tirkan.

Di kanala telewîzyonekê da heqaret li kurdên azadîxwaz, serxwebûnxwaz kiriye, gotiye:

”Bi hin kurdan ra xeyala çêkirina Kurdistaneke mezin heye. Bi vê xeyalê kurd ewê bibin qeşmerên Amerîkayê û Îsraîlê.”

Vî şelafî çend sal berê di telewîzyona IMCê da got ”ji bo ku ez kurd im keç nedan min. Malbat hemû li dij derket.”

19 oktober 2023

Xwedê kir dewleteke cihûyan heye

Cihûyên li Tirkiyê piştî banga Îsraîl ji Tirkiyê direvin, vedigerin welatê xwe.

Tirkiye ne îro tenê, tu carî ji cihûyan(yahûdiyan) û ji amerîkiyan ra nebûye cî û warekî ewle.

Tirk, hukûmetên wan her tim bi çavê neyar li cihûyan û li amerîkiyan dinêrin.

Îsraîl, Amerîka çi çêyiyê bi Tirkiyê bikin jî bêfêde ye, ji bo tirkan dîsa jî ew neyar in.

Naziyên kompîtorê

Belkî nîv saet e bêxwedîya kompîtora min nazîyan dike, venabe, serî li min digerîne.

Viz dibe, viz dibe û venabe. 
Min çend caran girt û vekir, girt û vekir, update kir, mecbûr ma xebitî.
Zor pere dike.

Dibêjin ço ji cinetê derketiye, lê ez dibêjim şaş e, ço ne ji cinetê, ji cahnimê derketiye.

18 oktober 2023

Xewneke manîdar

Îro destê min xewneke ecêb dît. Ez ji Rihayê peyatî berbî Wêranşarê diçûm.
Piştî hinek meş, min dît li aliyê çepê rê Hemîd Kiliçaslanê(Hemîdê Simaîl Axa)rahmetî û çend kesên din nav erda eşêf dikirin, tiştek dikirin.
Nêzî rê bûn, min ew nas kir, min destê xwe jê ra li ba kir. Rabû ji pê, got:

-Zinar, ma tu bi ku da diherî?
min got:
-Ez diçim Wêraşarê.
Kenîya, got:

Şer malwêranî ye

Şer felaketeke dojehî ye, destpêkirin rehet e, dawî felaket e.

Destpêkirina şer ji aştiyê, ji lihevkirinê rehettir e, lê dawiya şer ji aştiyê felakettir e.
Hamasê bi êrîşa xwe wer bawer kir ji filitîniyan ra karekî baş kir. Gelek kêmaqilên filistînî, ereb, kurd û yên miletên din jî jê ra li çepikan xistin.
Piştî 11 rojan em dibînin êrîş bû sebebê malwêranî û tirajediyeke mezin.
Dema şer diqede meriv felaketê û malwêraniyê dibîne. Lê poşmanî pere nake, tiştê çûye bi paş da nayê.

17 oktober 2023

Kêmaqilên me pir in

Serokê xortên Huda-Parê Hamdullah Er gotiye:

”Siyonîstê xebîs çavên xwe berdane axa me jî. Dibêjin axa kurd lê dijîn axa li me hatiye wadkirin. Ev siyonîst dijminê axa me û hebûna mene.”
Kêmaqilî, ehmeqî ev e.
Ji Tirkiya dagirker ra tiştekî nabêje, dijminatiya "dagirkerekî" mihtemel dike.
Tirkiye ketiye ser dilê miletê wî dengê xwe nake, xîçekî navêje ji Tirkiyê da, goma davêje ji Îsraîl da.
Tirkiyê welatê wî dagir kiriye, nahêlin kurd bibêjin Kurdistan.
Tirkan ew û miletê wî ji xwe ra kirine kole.Nasnameyên tirk xistine bêrîkên kurdan.
Bi darê zorê zimanê xwe bi miletê wî didin fêrkirin, bi viya aciza nabe.

Di nav misilmanan da em kurd zarokên dêmariyê ne

Em kurd herî kêm 40 milyon in. Welatê me ji alî çar welatan ve hatiye dagirkirin.

Her çar welat zulmek mezin li me dikin. Ji ber zulma wan em bi milyonan bi çolan ketine. 

Li dîasporayê jî rehetiyê nadin me. Tirkiye wer li dû me ye. Li dîaspûrayê mohra terorîstiyê li kurdan xistine.

Tirkiyê Swdê jî berra pêxîla kurdan daye, li Swêd jî bîn li kurdan, li tevgerên siyasî çikandine.

16 oktober 2023

Li ser kurdên Swêd û hevkariya Swêd û Tirkiyê kitêbeke muhîm

Rojnamevan û nivîskarê Swêdî Joakim Medîn vê êvarê li Stockholmê kitêba xwe ya li ser kurdan, Tirkiyê û Swêd û endametiya Swêd a NATOyê da naskirin.

Joakîm Medîn di axaftina xwe da li ser taqîbata kurdan li Swêd, têkiliya îstîxbarata Swêd û Tirkiyê agahiyên muhîm da.

Kewê gozel seyda qewmê xwe dike

Gotineke meşûr e, pêşiyên me gotine, kewê gozel seyda qewmê xwe dike.
Huda-Par, îslamîyên dost û hevalên dijmin, kesên bûne leşkerên filistîniyan, ereban kewê gozel in, ne ji bo azadî û serxwebûna miletê xwe, ji bo filistîniyan, ereban dixebitin, meş û mitîngan çêdikin.
Ne li dijî Tiriyê, Îranê, Îraqê, Sûriyê, li dijî Îsraîl gewriyê li xwe diçirînin, meşan çêdikin, Îsraîl protesto dikin.
Tu dibêjî belkî Îsraîl zulmê li wan dike, Îsraîl welatê wan dagir kiriye.
Aqil taca zêrîn e, li ser her kesî nîne. Kêmaqilên me pir in, bi gotinê, bi şîretan nayên rê.

15 oktober 2023

Bi hezaran mankurt li Amedê kom bûn û piştgirî dan qetlîama Hamasê


Îro li Amedê bi hezaran mankurt kom bûne, piştgirî dane qetlîama Hamasê ya li hemberî cihûyan.

Heger hûn ji min bipirsin, bibêjin di nava miletên misilman da ehmeqên, bêhişên, bêmejuyên, dînên, xayinên kîjan miletî herî pir e, ezê bibêjim yên kurdan. 
Mankurt, koleyê haya wî ji koletiya wî tune ye, bêşiûr e, bêmeju ye, nizane kole ye.

Îspata vê yekê mitînga Huda-Parê ya îro li Amedê ya piştgiriya teror û qetlîama Hamasê ye.

Misilman ji bo kurdan tu carî dua nakin

Di platforma Xê da yekî gotiye:

”Ev 30 sal in ez diçim nimêja îniyê. Ne li Tikriyê, ne jî li Amerîkayê min carekê jî nebihîst di xutmbeyên înîyê da ji kurdan ra du were kirin. Ji Pakîstanê ra, ji Misrê ra, ji Filistînê ra, ji Sûriyê ra dua tê kirin, lê ji kurdan ra dua nayê kirin.
Çima?
Ma kurd ne misilman in?
Min dev ji misilmantiyê berda, ma kurd ne însan in?”

Yekî jê pirsîye:
”Xoce, li gel vê jî tu hîn diherî nimêja îniyê ne wisa?”
Mêrik gotiye:

14 oktober 2023

Dixwazin yên ereban bibin 23 dewlet, ji bo xwe dewletekê naxwazin

22 dewletên ereban hene, dibêjin ev têra me nake, dixwazin bi filistîniyan bikin 23 dewlet.

50 welatên îslamî destegê didin vê daxwaza filistîniyan.

Lê ji 50 dewletên îslamî û ji 22 welatên ereb yek jî piştgiriyê nade Kurdistaneke serbixwe, çêbûna dewleteke kurd.

Piraniya welatên îslamî qebûl nakin cihû jî bi bibin xwedî dewlet. Lema dixwazin Îsraîl ji ortê rakin. 

Bira 23 dewletên ereban hebe, ev heqê wan e, lê bira dewleteke kurdan û yahûdiyan tunebe.

13 oktober 2023

Qayiş tim li ser pişta gayê xurt e.

Di rojên xerab, di şer û cengên giran da barê giran li ser pişta dewletên mezin, dewletên xurt e.

Ew kanin sulhê çêkin, şer bisekinîn, nehêlin agir gurrtir bibe.
Ew kanin şer gurrtir û mezintir bikin.

Di şerê Îsraîl û Hamasê da jî barê giran dîsa li ser milê Amerîkayê ye. Qayiş tim li ser pişta gayê xurt e.

Bêdengî piştgiriya qetlîama Hamsaê ye

Min qet bawer nedikir partî û siyasetmedarên kurd ewê piştgiriyê bidin qetlîameka wek a Hamasê kiriye, ya jî li hemberî wahşeta bûye xwe kerr û lal bikin, vê wahşetê mahkûm nekin.
Lê ez şaş bûme, saf bûme, min ew baş nas nekirine. 

Li hemberî destega ji qetlîma Hamasê ra, bêdengiya hin kurdan, partiyên siyasî, hêzên çep û dîndar ez xeyalşikestî bûme. Madê min ji vê siyaseta kurdan gerîya ye.

12 oktober 2023

Li Swêd yahûdî newêrin eşkere bi hev ra îbranî bipeyivin

Rewşa yahûdiyên(cihûyên) Swêd ji ya kurdên li bajarên Tirkiyê dijîn xerabtir e.

Yahûdiyên Swêd ji tirsa ereban, misilmanan newêrin semboleke cihûyan bi xwe ve kin, newêrin li çarşî û bazarê, di tramvay û otobozan da bi hev ra bi îbranî bipeyivin.

Zarokên yahûdî li dibistanan newêrin bibêjin ew yahûdî ne, newêrin Stêrka Dawid bi xwe ve kin û kîppa cihûyan bidin serê xwe û bi hev ra bi îbranî bipeyivin.

11 oktober 2023

Welatê wan jî nikanîbû wan ji jenosîdeke nuh biparêze

Di tarîxê da li dijî cihûyan gelek caran pogromên(qetlîamên) mezin û biçûk hatine kirin, heta bigihîje zarok jî nehatine efûkirin.

Bi qetlîama Hamasê ya 7ê cotmehê navekî din li warên pogroman zêde bû. Him jî vî vê carê li Kfar Aza, li welatê digotin belkî ew lê di ewlehiyê da ne, ewê pogronên nuh nebînin.

Celadên Hamasê li Be'eri, li Kerem Shalom, li Reim bi sedan însan wek vampîran pereçe perçeyî kirine. Lê dibêjin KFAR AZA dera wahşeta herî mezin lê çêbûye.

Gurrîyo navê min li te, kumê min li serê te

Serokê Tirkiyê Erdoga gotiye:

”Avê nadin Xazeyê. Elektirîk tune ye. Bi hawakî bêmerhemet li îbadetxaneyan, li nexweşxaneyan, li dibistanan dixin. Dinya bêdeng e. Kesek tiştekî nabêje. Ka mafê mirovan?”
Terora dewleta xwe normal dibîne, xweparastina Îsraîl, şerê Îsraîl li hemberî partiyeke terorîst rexne dike.
Dîktator merivên bêrû, bêheya ne.
Wî Kurdistana Rojava wêran kiriye, milet bê av, bê elektirîk hîştiye, bajaran her roj bombebaran dike, normal dibîne, lê gava Îsraîl  li Hamasê dixe rexne dike, qala însaniyetê dike.

10 oktober 2023

Pirsek ji HUDAPARê û ji kurdên berdevkiya HAMASê dikin

Ezê pirsekê ji HUDAPARê û ji kesên bûne abûqat û bedevkên Hamasê bikim.

Heger PKK jî sibe êrîşeke wek a Hamasê bibe ser bajarekî Tirkiyê û bi sedan kesên sivîl, kal, pîr, jin, zarokan bi hovane gulebaran bike, bi sedan jî êsîr bigire, hûnê eynî piştgiriyê bidin êrîşa PKKê jî ya na?
Hûnê bibêjin sebebê vê yekê Tirkiye ye?

Swêda hebû êdî heta û heta ewê tunebe


Alîce Teodorescu rojnamevan di ronameya Affars Varlden da li ser gelşên xerîban(ereban, misilmanan) bi xwe ra anîne Swêd nivîseke balkêş, pir muhîm nivîsîye.

Nivîseke dibê meriv bixwîne û li ser bifikire. Alîce Teodorescu xanimê talûkeya hêzên îslamî, gelşên wan yên kulturî, civakî, siyasî, dînî, îdeolojîk xweş tarîf kiriye.

Dibêje ew Swêda 40-50 sal berê hebû êdî tune ye û ewê tu carî jî tunebe, bi paş da neyê. Bi baweriya min jî wisa ye; jixwe ez viya ji zûda ye dibêjim.

Min li bejnê nêrî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî

Hin însan hene meriv bi hin nivîsên wan dixape, dibêje belkî merivên baş in, dilbirahm in, bi merhamet in, demokrat in, ne havalên qetlê, terorê û terorîstan in.

Hin bûyer dibin wek kevirê mîhengê, mesela êrîşa Hamasê ya ser Îsraîl û xelkê sivîl û qetlîama kir.

Vê êrîşa Hamasê ya hovane maskeya gelek kesan xist. Kesên meriv digot belkî merivên baş in, dilbinerahm in, humanîst in, demokrat in, ne dilxwaz û hevalên terora hêzên îslamî ne, di rastiyê da merivên dilreş û cinawir bûne, îdeolog û zanayên Daîşê bûne.

09 oktober 2023

Hamasê kesên pasîfîst, aştîxwaz jî efû nekirine

Hamasê roja şemiyê li nêzî Xexayê êrîşî Festîwala Nova Muzîkê jî kiriye. Ji beşdarên festîwalê tam 260 ciwanên pasîfîst, aştîxwaz yek bi yek kuştine. Tecawizî gelek jinan kirine, dûra kuştune.

Temaya festîwalê ”dostî, evîn, azadî ” bûye. Daxaza "dostiyê, avînê, aştiyê" ew ji qetlîama Hamasê xelas nekirin.

Yên kuştine jî giş cihuyên pasîfîst, çep, aştîxwaz û mixalifên hukûmeta xwe, terefdarên sulhê, aştiyê bûne.
Di nav wan da gelek kesên xerîb, aştîxwaz jî hebûne.

Ceng Sagniç li ser vê meselê nivîseke muhîm nivîsîye, di twîtta xwe da belav kiriye.

Saf mebin, şûr kalanê xwe nabirre !

Li çend bajarên Swêd ereban, hin misilmanan qetlîama Hamasê li Îsraîl kir bi pesin û halanan pîroz kirin.

Lê ev pîrozbahî li Swêd tenê çênebû, li gelek welatên din jî, li Amadê Hudaparê jî kuştina bi hezaran însanî pîroz kir.

Rebenên siyasetmedarên swêdî bi piştgiriya vê wahşetê matmayî man.
Siyasetmedarên siwêdî pir saf in, heta totikvala ne. Ereban, îslamîstan, misilmanan ji bin da nas nakin. Însan hewqasî jî saf, hewqasî nezan nabe.

08 oktober 2023

Mihî pê li berxwe xwe nake

Dinyayê terora Hamasê ya li hemberî Îsraîl û xelkê sivîl mahkûm kir, Tirkiyê û Îranê nekir.

Îranê eşkere êrîş û wahşeta Hamasê kir pîroz kir, meleyên devbixwîn jê ra li çepika xistin.

Erdogan qetlîam wek meleyên Îranê eşkere pîroz nekir, lê ev terorîzma mezin mahkûm jî nekir, bi fêlbazî got ”dibê alî li hev werin.”

Çepên tirk ji berê û ber da antîsemîst in

Çepên tirk, partiyên wan gişan bi retorîkeke nazîyan piştgiriya êrîş Hamasê kirine, ji terora wê ra li çepikan xistine.

Çepên tirk jî wek îslamîstên tirk antîsemîst in. Lema ev piştgiriya wan ne tiştekî ecêb e.
Tirkiyê çar rojan Kurdistana Rojava bombebaran kir kes li dijî hovîtiya Tirkiyê derneket, kesî piştgirî neda kurdan. Lê ji terora Hamasê ra li çepikan dixin.

Heger eynî tişt PKKê li Tirkiyê û li hemberî tirkan kiriba ma ewê piştgirî bidana PKKê?
HUDAPARê ewê bigota, ”her bijî PKK”!

Derxistina şer rehet e, sekinandin zor e

Tu dibêjî belkî xerabên dinyayê giş, zalim, zebanî û şerxwazên dinyayê giş li herêma me, li coxrafiya me kom bûne.

Rewşa welatê me, ya herêma me pir xerab xuya dike. Wek sîtileke li ser êgir, pilqe pilqa wê ye dikele. 
Hamasê şer derxist, lê ev şer ewê here bigihê ku, kînga biqede ne diyar e.
Miletê herî zeîf, herî bêkes û bêpişt em kurd in. Lema jî Tirkiye Kurdistan Rojava her roj bombeyan bi ser serê me da dibarîne.

Êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojava û başûr ne bes bû, şerê filistîniyan û Îsraîl jî xwe da ser.

07 oktober 2023

Hamasê şerekî mezin da destpêkirin

HAMASê vê carê êrîşek pir mezin biriye ser Îsraîl. Bi sedan çekdarên Hamasê ketine nav bajarên Îsraîl, bi sadan swîl û esker kuştine, bi sedan jî êsîr girtine.

Yanî êrîşa vê carê pir mezin e, dişibe êrîşa El Qaîde ya 11ê îlona 2001ê ya terorîst.
Ev ne îşê Hamasê tenê ye, miheqeq Îran û hin dewletên din jî li pişt haziriya vê qetlîama mezin hene.
Hemas gelek vîdeoyên vê teror û barnariyên xwe yên li hemberî xelkê sivîl, kesên êsîr girtine belav dikin, bi şahî pîroz dikin. Meriv wahşetê pîroz nake, pê serbilind nabe. Kurmê şîrî heta pîrî.

Payiz rengîn e, dest û guhan dicemidîne

Îro him rojeke payizê ya pir sar bû, him jî bayekî zêde hebû. Meriv di ber bê diçû. Em qefilîn. 
Lê payiza zêrîn û rengîn e, helbet hewa ewê sar be, helbet ewê ba û baran be, darên bixemilin, xweza ewê biguhere.

Ba zêde bû, me gerra xwe dirêj nekir, piştî saet û nîvekê(6 km) em revî, revî vegeriyan hêlîna xwe ya germ.

Xanimê tedbîra xwe girtibû, kumekî germik dabû serê xwe, lepikekî rîsîn kiribû destê xwe. Serma, merma qet ne xema wê bû.

Tirkiye wêrankirina Kurdistana Rojava didomîne, dinya lê temaşe dike !

Tirkiye bi rengekî wahşîyane bombebarankirina bajarên Kurdistana Rojava didomîne.

Balafirên Tirkiyê, Kobanê, Amûdê, Qamîşloyê, Dêrikê û gelek derên din ji do da ye bombebaran dikin.

Gelek mirî û birîndar hene. Ji ber ku depoyên avê, sentralên elektirîkê bombe kirine, li van bajaran milet di tariyê da ye û bêav e. Bajar li kurdan kirine dojeheke rastîn.

Amerîka, Hêzên Hevpeyman beyanên li dijî êrîşan didin, lê Tirkiye guh nade daxwazên wan. Tirkiye bêyî zorê ji tu zimanekî din fêm nake. Kîn û nefreta serokên tirk a li hemberî kurdan ji ya nazîyan a ji cihûyan gelkî mezintir e.

06 oktober 2023

Amerîkayê li Kurdistan Rojava sînyaleka cidî da Tirkiyê


Amerîkayê do li rojavayê Kurdistanê, li Hesekê dronereka Tirkiyê xist. Li rojavayê Kurdistanê ji alî Amerîkayê va xistina dronereka Tirkiyê bûyereke mezin e. 

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Patrick Ryder do got rast e, me li rojavayê Kurdistanê droneke Tirkiyeyê xistiye.

Tirkiyê berê înkar kir, lê dûra qebûl kir. Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler bi wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyod Austin ra peyivîye. Ji hev ra çi gotine em nizanin.

05 oktober 2023

Tirkiye dixwaze vê carê rojavayê Kurdistanê gişî dagir bike

Ji beyana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û gefên wî xuya dibe biryar dane êrîşeke mezin bibin ser rojavayê Kurdistanê.

Tiştê meriv ji beyana Hakan Fîdan fahm dike, vê carê hedefa wan dagirkirina tevayiya rojavayê Kurdistanê  ye.
Dixwazin herêmên di destê kurdan da wek Efrînê û Serêkaniyê dagir bikin, kurdên mane jî ji Kurdistanê derxînin. 
Ev gefeke pir cidî ye, eşkerekirina qetlîameke mezin e.

04 oktober 2023

Birayê nebe hefadê birê ne tu bira ye

Dibêjin gava xerab were bira nabe pîbar û hefadê birê, ruyê xwe ji ber diguhere. Nuha em dibin şahidê vê rastiyê.
Hin kes ji ber îşkence û zulma Tirkiyê û Îranê reviyane, xwe avêtine dexlê birayên xwe yên başûr. Birayên wan mil nedane ber wan, ew neparastine; ew bêpişt hîştine, bera çolê dane, ew mecbûrî koçberiyê kirine.

Biratî, dostî, hevaltî ne di rojên fire da, di rojên teng da xuya dibe.

Gayê soro bira min tu bifrota...

Serê sibê ya elah, ya fetah naxwazim we bînteng û xemgîn bikim. Derdê we berê besî we ye. Em kurd bûne kela derd û kulan, derdên dinyayê, gelş û belayên dinyayê gişk bûna para me kurdan.
Ji dêlî we xemgîn bikim, ezê çend gotinan bi êrifî bibêjim, ya nî bi zimanê ezop bibêjim.

Çimkî her mange tê dotin, lê her gotin hertim nayê gotin.

Go gayê soro bira min tu bifrota, min eyb û udrên te gişk bigota.

Lê gayê sor nayê firotin. Heta sax be ewê li ber malê be, derdan li derdan zêde bike. Girêka gûyîn e, ne bi desta vedibe, ne bi dirana.

03 oktober 2023

Şerm e paşnavê kurdan "Turk" û "Ozturk" be !

Maneya nav û paşnav pir muhîm e, tesîreke mezin li ser şexsîyeta zarok, însên dike. 

Lema jî nabe meriv nav û paşnavê ne xweş, manexerab li zarokan ke, ev yek bi qanûnê jî hatiye qedexekirin.

Lê nav û paşnav di eynî wextê da nasname û pasaporteke netewî ye jî, aîdîyeta meriv nîşan dide.

Nav û paşnav nasnameya meriv e, di civatê da meriv ji kesên din digerîne.

Dibê meriv vê cepheyê xurttir û berfirehtir bike

Li Amedê Ciwanên Serbixwe ji gelê xwe ra, li dijî asîmîlasyonê kar û barên pir hêja dikin.

Dibê em van keç û xortên hêja teqdîr û pîroz bikin. Lê teqdîr û pîrozkirin tenê têrê nake, dibê em moral û destegê bidin wan, piştgiriya wan bikin.
Kî li dijî asîmîlasyonê rabe dibê meriv destegê bidê, jê ra bibe pîbar.
Di medyaya sosyal da, li der û dora xwe milet ji xebatên wan agahdar bikin, milet bixebatên wan bihesînin.
Ev keç û xortên me yên bi xîret, yên xwedî şiûra netewî ji miletê xwe ra karekî pir hêja û miqedes dikin.

02 oktober 2023

Ax wax serê min, ji derdê kêmaqiliya min

Meriv baqil be, ne bêhiş û totikvala be karê li zirara xwe nake; gava bêhemdî ya jî ji nezanî bike jî naparêze, pê pêsnê xwe nade. Şaşiya xwe qebûl dike.

Ehmeqê totikvala ji têkçûnên xwe tu carî dersê nagire, di ehmeqiya xwe da israr dike.
Ker bi kertiya xwe li dera berê ketibe heriyê dîsa di wir ra nare, riya xwe ji ser diguherîne.
Lê merivê ehmeq deh caran têk çûbe jî dev ji wan metodên xwe yên bûne sebebên têkçûna xwe bernade.

01 oktober 2023

Teqîna bi şik

Li gorî medyaya tirk û Ajansa Anadoliyê ya Tirkiyê li Anqerê li ber wezareta karên hundur teqîneke xwekujiyê çê bûye.

Xwedêgiravî yekî bi bombe xwe teqendiye, yê din jî ji alî pûlisan va hatiye kuştin. Du pûlis jî sivik birîndar bûne.

Bi baweriya min derew e, tiyatro ye, pilaneke MITê ye. Ji wan ra teqînên wiha lazim in. Dixwazin bi derewên wiha kartên destên xwe xurt bikin, xwe jî mezlûm nîşan bidin. Û bi vê hincetê êrîşî Kuristana Rojva bikin.

Tajiyê çê jê ra hawkirn ne lazim e

Di medyaya sosyal da em her roj siyasetmedar û serokên başûrê Kurdistanê rexne dikin, dibêjin, em ketine bextê we yekîtiya xwe zû çêkin, bira kêfa dijmin bi me neyê.

Lê ne rexneyên me, ne jî pesin û halanên me pere nakin, kî ji bo xwe çi rast dibîne wer dike.

Teyrê çê jê ra qûrandin, tajiyê çê jê ra hawkirin ne lazim e. Ew zanin ewê çi bikin.  Tajiyê tu bi zor bibî seydê tu seydê nake. Şixul bi zorê nabe, dibê daxwaz hebe.