19 december 2012

Kurdino, herin gazî û hawara birayên xwe !


Ev çend roj in di medya sosyal da hin kesên kurdperwer balê dikşînin ser halê kurdên ”binxetê” yê perîşan û pir xerab û dibêjin, kesên ji mecbûrî hatine ”serxetê” di nava celb û çamûrê û gerekê da dijîn, tî û birçî ne.
Û kurdên ”serxetê” yanî kurdên Kurdistana bakur jî bi qasî ku hewceye destê alîkariyê dirêjî van birayên xwe nakin. Hukûmeta başûr alîkariyê nake.
Tiştên tê gotin û nivîsîn çi qasî rast in, çi qasî ne rast in ez nizanim, lê piştî ku hewqas kurdên welatparêz ev hewqas roj in dikin gazî û hawar, wê demê tiştê tê gotin rast e. Kurdên bakur û hukûmta Kurdistana Federe têra xwe alîkariya kurdên rojava(kurdên binxetê) nakin.
Bi rastî ji bo me kurdan şerm û eybeke pir mezin e ku em bi girseyî û bi hemû îmkanên xwe di vê roja teng da ji van birayên xwe ra nabin alîkar û naçan hawara wan.
Îro, roj roja xîretê ye, dibê her kurd, her rêxistin û dezgeha kurd miheqeq here alîkariya kurdên birayên xwe. Ev, wezîfeyeke me ya exlaqî, însanî û kurdayetiyê ye.
Di rojên wiha zor û teng da dirêjkirina destê biratiyê û alîkariyê hestên netewî û baweriya yekîtiyê, nêzikbûnê li ba însanan xurt dike, wek ferdên miletekî meriv nêzî hev dike.
Ji xwe gava di rojeke wiha da jî mirovê kurd ji qewmê xwe, ji ferdên miletê xwe alîkariyê negre, tu maneya aîdetiya netewî jî namîne.

XXX
-Heger hû nikanin bûyeran biguherînin, perspektîva xwe biguherînin.

XXX
Hin kes di şerê dewletê kurdan da xwe dane qoziyekê û li zulma dewletê temaşe dikin. Ev ne şêleke însanî ye, kesên ne bi kurdan ra bin li dijî kurdan e.

18 december 2012

Dîsa eynî çîrok e

Alîkarê serokwezîr Beşir Atalay, derbarê rewşa dawî ya mesela kurd û planên hukûmetê yên di vî warî  da hin daxwuyanî daye çapemeniyê.
Atalay derbarê “pakêta kurd, vebûna kurd”, ku nuha jî navê wê kirine "mesela terorê"  da gotiye, “di nabêna dezgahan da koordînasyoneke temam heye û hemû enstruman di dewrê da ne.”

Gotinên vala. Tu dibêjî qey heta nuha di nabêna dezgahan da “koordînasyon tunebûye û hemû “enstruman” ne di dewrê da bûne. Vana gotinên demagojîk in. Berê jî û nuha jî ji bo şikandina vê serîhildana kurdan çi ji destê hukûmetê hatiye kiriye û dilke.

Atalay, dû ra jî lê zêde kiriye û gotiye, “êdî hedefa her xebatê çekberdana rêxistinê ye.”
Dîsa eynî çîrok e. ev çend sal in her eynî çîrokê dubare dikin, “efendim ew dixebitin ku PKK çekan deyne, hedefa wan bêdengkirna sîlehan e...”

Bi van çîrokan dixwazin hin kesan û hin der û doran demeke din jî bixapînin. Ji bo ku cepheya hemberî xwe firehtir nekin û hin mixalifên di nava partiyê da demeke din jî bixapînin. Yanî taktîka aşkirina hin parlamenterên nava partiyê yên kurd in. Ji ber ku qala nerehetiya hin perlamenterên kurd tê kirin.

Ê baş e hûnê çawa û li gorî kïjan peymanê bi PKK-ê çekan bidin berdan û şer bidin rawestandin?

Rast e, hukûmet dixwaze PKK çekan berde, lê ne bi peyman û lihevkirinekê; hukûmet dixwaze bi darê zorê, bi çekan PKK-ê mecbûrî teslîmbûnê bike û bi vî hawî dawiyê li şer bîne. Û ev jî ewê tu carî ne mimkûn be.
Riya herî rast û maqûl diyalog û lihevkirin e, dibê hukûmet dev ji hesab û hêviyên asîmîlekirin û qedandina kurdan berde û mafên wan yên netewî bide

Bi gezgezokê teharet nayê girtin


Heger kurd dixwazin ji vê xebat û micadeleya xwe ya bi salan netcîyeke baş bidestxin û zû bigihîjin armanca xwe, dibê dev ji AKP-ê û hêviyên ji Erdogan berdin. AKP, gezgezok e. Bi gezgezokê teharet(paqijiya li gorî dînê îslamê) nayê girtin...

XXX

Hêvî tunebe tiştê tê hêvîkirin nayê bidestxistin.
///Heraklitos
Gelek kes ji ber vê bêhêvîtiyê li mala xwe rûniştin û dev ji micadeleya li dijî dijmin berdan.

XXX
Min bihîst, ji bîr kir, dît, anî bîra xwe, kir û fêr bûm.
///Konfîçyus
Ez jî wiha fêr bûm, lê hîn baş fêr nebûme. Ji ber ku min hîn têra xwe nebihîstiye, jibîrnekiriye, nedîtiye, neaniye bîra xwe û nekiriye...

XXX
Dua kûçikan qebûl bibûya ewê ji asîmanan hestî bibariya.
Loma jî ji dua û nifiran bêtir xebat û liberxwedan lazim e. Destê xebitî tim li ser zikê têr e...

XXX
Însan di heft saliya xwe da çi be, di heftê saliya xwe da jî ew e. Loma jî kurdan gotiye, ”kurmê şîrî heta pîrî.”

XXX
Çend gotinên meşhûr li ser kûçik û guran.

Kûçik gem neke, ewê bibêje belkî ew hesp e.
Kûçik deriyê nan didê nas dike.
Kûçik ranahîje xwediyê xwe
Keriyê bê kûçik gur vêdikve
Gurê bi pez keve, hejmara kerî nafikire
Dera pez lêbe, gur jê kêm nabe
Heger tu yê bi guran ra bidî û bistînî, kûçik ji xwe neqetîne
Mal bê nan, gund bê kûçik nabe
Kûçikê me ye, li ber deriyê xelkê direye...
Kûçikê nizanibe bireye gur tîne fêza pez

17 december 2012

Ma ez negrîm ewê kî bigrî?


Yekî rêwî ji ber gundekî derbas dibû, tî bûbû, çû li ber konekî sekinî ji bo ku tasek dew vexwe. Bala xwe dayê wa ye zilamek him dew dikiyê û him jî digrî. Jêra got:
- Bira, ma te xêr e, tu ji bo çi digrî?
Mêrik got:
-Ma tu nabînî ez di çi halî da me? Jinikê ez kirime dewkil û ew ji xew ra çûye nav malan. Ma ez negrîm ewê kî bigrî?
Yê rêwî mizicî û got:
-Bira, şikiriya xwe bi Xwedê bîne ku wa ye ya te dîsa dihêle tu bigrî. Weleh ya min him dew bi min dide kiyîn û him jî nahêle ez bigrîm jî…

A weleh halê mêrên kurd yên li Swêd halê vî camêrê rêwî ye. Lê dibê ez bextê xwe navêjim, Hêvî rê li ber giriyê min nagire, tim dibêje hema heta ji te tê bigrî...

XXX
Hal di pîra uncûzî nemabû, pir bêhêz û bêtaqet bû, loma jî her çiqas çend caran pifî çirê kir jî, çira venemirî. Dageriya ser kokumê xwe û jê ra got:
-Sofî, hela xêra xwe pifî wê çirê ke, vemrîne.
Sofî serê xwe hejand û got:
-Law li ku karekî zor û zahmet hebe ev jinika dike hustuyê min…
Bawer bikin xanim jî her roj karên wiha zor dide min…
Vê êvarê lawikê me Serhat û hevala xwe hatin şîvê. Xanimê dîsa karê herî zor da min, got, ji vê sibehê da ye tu li ber kompîtorê rûniştiye, hela rabe ji zarokan ra zeltakî çêke. Min got xanim, li ku karekî zor hebe tu dixî hustuyê min.

XXX
Bi gezgezokê teharet nayê girtin
Heger kurd dixwazin ji vê xebat û micadeleya xwe ya bi salan netcîyeke baş bidestxin û zû bigihîjin armanca xwe, dibê dev ji AKP-ê û hêviyên ji Erdogan berdin. Bi gezgezokê teharet(paqijiya li gorî dînê îslamê) nayê girtin...

16 december 2012

Bi tirkî nizanîbû îdam kirin

Ji ber ku bi tirkî nizanîbû 86 sal berê îdam kirin. Îro hîn jî di dadgehan da axaftina bi kurdîqebûl nakin, ji ber ku bi tirkî napeyivin îfadeya girtiyan nagrin û di zindanê da dihêlin.
Ahmet Sureyya Orgeevren, piştî Serîhildana Şêx Seîd, li Diyarbekrê serdozgerê(savciyê)Mahkimeya Îstîklalê bû. Wek tê zanîn, vê dadgehê(mahkime)gelek biryarên îdamê da, bi biryarên vê da
dgehê bi sedan kurd hatin îdamkirin.
Ahmet Sureyya Orgeevren, di sala 1957-an da di rojnameya Dunyayê da bîranînên xwe wek tefrîka weşand. Orgeevren, di van bîranînên xwe da qala hin bûyerên nazîzt û hovane yên ku di van dedgehan da anîne serê kurdan jî dike.
Serdozger Orgeevren dibêje:
”Rojekê xortekî kurd yekî egîd û wek fîtekî anîn dadgehê. Hakiman ew dan ber pirsan, îfada wî girtin. Lê gava diyar bû ku xort bi tirkî nizane, hakim bi hev şêwirîn û biryara îdama wî dan.”
Biryara dadgehê wahşetwarî û pir bêînsaf e, biyareke ji ya hakimên kampên naziyan jî xerabtir e.
Biryar dibêje:
”Însanekî ku bi tirkî nizanibe ji vî welatî ra tu xêr nayê û loma jî biryar îdam e…”
Orgeevren, dû ra jî dibêje, ”Wê şevê birin lawik îdam kirin.”
Orgeevren, dibêje ku ew ji tesîra vê bûyerê xelas nebûye û wiha dom dike.
”Li Deriyê Çiyê oteleke bi navê Yalova hebû. Ez li wir dimam. Ez çer raketim, ew lawikê bi tirkî nizanîbû ket xewna min û destê xwe kir gewriya min û bi tirkî got, ”te çima ez dam îdamkirin? Ez tehdît kirim. Heta sibê vê rewşê du sê caran dubare kir. Ez dîn bûbûm. Sibehê ez çûm dadgehê û min ji hevalên hakiman ra got ku, ”gelî hevalan, heger em her kesê ku bi tirkî nizabibe îdam bikin, wê demê dibê em hemû diyarbekriyan, heta hemû rojavayiyan bidarda bikin. Em hatin vir ji bo ku sûcdaran ceza bikin. Min xewna xwe ji wan ra got. Mazhar Mufît û hakimên din ji min ra gotin, ”tu têkil nebe, ev karê me ye.” Min jî dozgeriya xwe da pêş, munaqeşeya nabêna me qulibî şerê devikî. Min û wan, bi şîfreyan mesele gîhand Anqerê. Piştî hefteyekê min ev telgiraf girt:
”Ahmet Sureyya beg, Serdozgerê Dadgeha Diyarbekrê ya Îstîqlalê:
Armanca me ew e ku serê kurdan û kurdperweran ebediyen bipelixe. Bi hevalên xwe yên hakim ra li hev bike. Çavên te radimîsim.
Serokwezîr
Îsmet Înonu”
Ji wê rojê heta nuha çi guheyrî ye? Bi baweriya min, bêyî taktîkên ji bo ”pelixaniba ebedî” tu tiştekî esasî neguheriye, Erdogan û taximên wî jî hîn li pey eynî xeyalan in. Lê ev yek li gorî şert û mercên îro tê kirin, ji ber ku şer jî û siyaset jî li gorî şertan e, dibê meriv xweîntîbaqî şertan bike.

Not:
Ev bîranên Ahmet Sureyya Orgeevren, dû ra wek kitêb, bi navê, "Şeyh Sait Isyanı ve Şark Istiklal Mahkemesi vesikalar, olaylar, hatıralar." ”Îsyana Şêx Seîd û belge, bûyer, bîranînên mahkimeya Şerqê ya Îstîqlalê.
Lê çend caran bi hin navên din jî hatiye weşandin, lê bi îhtîmaleke pir mezin bi hin tahrîfan.

15 december 2012

Yên me ne tu mêr in


Min berê jî nivîsî, serokwezîr Erdogan, parlamenterên AKP-ê yên kurd bi emrekî bankir huzûra xwe û ji wan ra got, dibê ji nuha û pêda hûn her yek li têlekê nexin, dibê hûn hemû ”bi yek zimanî bibpeyivin” û ”dibê telafuza we jî yek be. Û êdî tabîra mesela kurd jî bikar neynin. Navê meselê teror e…”
Wek tê zanîn, di sala 2003-an da jî li ser pirsa kurdekî Erdogan gotibû, ” tu n
efikirî mesele kurd tuneye”. Yanî ne miletekî wiha û ne jî problemeke wiha heye, hin kurd vê meselê di serê xwe da çêdikin.
Erdogan, dû ra jî çend caran got, ”Li vî welatî êdî mesela kurd tuneye.”
Lê li gel vê jî hin kurd hîn jî ji dû Erdogan venaqetin û hîn jî hêviya çareseriya mesela kurd jê dikin.
Mêrik dibêje ku ”li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye, mesela terorê heye, êdî nebêjin mesela kurd”, lê hin baqilên me dîsa jî dibêjin, ”na lo, qesta wî ne înkara mesela kurd e, ew taktîk dike, ji bo tirkên naîjadperest bixapîne wiha dike…”
Nuha di normalê da ji kurdan bêtir Erdogan muhtacî kurda ye. Ji ber ku yên xwedî ray kurd in, dema kurd rayên xwe nedin AKP-ê, CHP çawa li Kurdistanê qediya, Erdoganê jî wer biqede.
Li gel ku Erdogan bi vê yekê dizane jî mêrik qet guh nade hebûna 50-60 parlamenterên kurd û siyaseteke pir antî-kurd dimeşîne.
Hûnê bibêjin çima?
Ez ji we ra bibêjim: Ji ber ku Erdogan baş fêm kiriye ku kurdên pê ra ne tu mêr in û ne dilşewatê welatê xwe û gelê xwe ne. Ew çi bike û çi bibêje jî ewê dengê xwe nekin.
Loma jî Erdogan qet hesabê wan nake, fena ku 50-60 parlamenterên kurd ne di nava partiyê da bin û fena ku ji kurdan bi milyonan rayan nagre hereket dike.
Giraniya 50-60 parlamenterên kurd li ba Erdogan bi qasî mişteriyê baqelekî jî tuneye.
Beqalek bi beqaltiya xwe, li hemberî mişteriyekî xwe newêre hewqasî bêhurmet û çavsor be.
Çimkî beqal dizane dema ew gotineke ne xweş ji mişterî ra bike êwê li zirarê derkeve, mişterî ewê careke din neçe ser dikana wî, here ser dikaneke din.
Lê kurdên me bi hêza xwe nizanin, jê dêlî ku Erdogan hustuyê xwe li ber wan xwar bike, ew hustuyê xwe xwar dikin û newêrin bêemriya wî bikin…
Ez hêvî dikim ku Xwedê hinek xîret û hinek cesaret bide wan…

Erdogan li Sûriyê jî çend milyon tirkmen çêkir



Heta nuha li Sûriyê tirk û tirkmen tunebûn, lê çi hîkmet e, Erdogan û hukûmeta wî wa ye li Sûriyê jî qala bi milyonan tirkmen dike.
Hukûmeta AKP-ê wa ye tirkmenên Sûriyê jî komî ser hev kirine û ji wan ra li Stenbolê kongreyek jî li hev ragirtine.
Wek tê zanîn vê hukûmetê li Îraqê jî eynî tişt kir, ji bo kelemekê derxin hemberî kurdan, bi zor hin partî û grûbên tirkmen çêkirin û bera pêxîla kurdan dan. Li vir jî dikin eynî tiştî bikin.
Serokwezîr Erdogan, îro li Stenbolê li Qesra Dolmabahçeyê Heyeta Kongreya Tirkmenan qebûl kiriye. Wisa xuyaye ku ewê aqil bide wan û hin taktîkan fêrî wan bike.
Ji bo şerê li hemberî kurdan ji hukûmeta AKP-ê ra li Sûriyê maşeyeke ”Madein tirk” lazim e, di rojên pêşda dema hewce be ewê vê maşeyê li hemberî kurdan bikar bînin.
Çavê kurdên AKP-yî ronî be, serokê wan ji bo kurdan tiştên pir baş difikire(!)


XXX
Bîstek berê ji bo temiyekê mecbûrî ez çûm bajêr. Ji şans û siûda min ra li Stockholmê qiyamet rabûye, tozanek wisa heye çav çavan nabîne, li kuçe û kolanan ji berfê meriv nikane gava xwe bavêje. Bi kûzan dike erdê…
Ez ji berfê pir hez dikim, di vegerê da min li hewşê li xanimê kir gazî û hawar, min got were rismekî min bigre, lê nehatat, got dua bike tu gihîştiye malê, tu yê risim çi bikî û ji xwe destê min bi rûne, ez xwarinê çêdikim, ez nikanim derkevim der. Û bawer bikin gotina min li erdê xist û derneket û rismê ev xweza û dîmenê xweş negirt. Çi ye çi ye, ji lawê xwe ra nanê goşt çê dike.
Yanî mêraniya me jî nav e, di praktîkê da weleh sifir e û heta ez dikanim bibêjim ku di bin sifirê da ye jî. Ez li xelkê neşkênim lê ya min di bin sifirê da ye…
Li gel ku ez dizanim halê piraniya mêrên kurdên Swêd ji min jî xerabtir in ez wiha dibêjim…


XXX
Serokwezîr Erdogan, di civîna bi parlamenterên AKP-ê yên kurd ra ji wan ra gotiye, ”ji nuha û pêva êdî tabîra mesele kurd bikar neynin. Navê meselê mesela terorê ye.”
Weleh Erdogan mêr e, mêrik pir vekirî gotiye, li Tirkiyê mesela kurd murd tuneye, mesela terorê heye.
Erdogan ne ditirse û ne jî pênc qurişê xwe di hemû parlamenterên AKP-ê yên kurd dide. Bira mafdayin li wir bimîne, wa ye mêrik gotiye li Tirkiyê probblemeke bi navê kurd tunye, tiştê ku wek mesela kurd tê binavkirin teror e û dibê ji nuha û pêve hemû parlamenterên AKP-ê jî vî navî meselê lêkin…
Camêr ya dilê xwe gotiye, qet durrûtî nekiriye. Kurdê ku ji nuha û pêva jî di nava AKP-ê da bimîne êdî ew jî Erdogan e, di nabêna wan da tu ferq tuneye…


XXX
Hukûmetê biryara xwe da: Salê tê ewê zazakî bikin zimanekî cihê, yanî ji nuha û pêva ewê siyaseta perçekirna kurdan bimeşînin.
Wezîrê perwerdehiyê Omer Dînçer, gotiye ”pisporan ez xapandim.”
Li gorî Dînçer, pisporan jê ra gotine zazakî lehçeyeke zimanê kurdî ye, lê ew nuha pê hesiyaye ku ne wiha ye, zazakî zimanekî cihê ye.
Ê dema zazakî(dimilkî)zimanekî cihê be, wê demê zaza jî ne kurd in, miletekî cihê ye.
Dînçer, li Zanîngeha Çewlikê di konferansê da peyivîye û gotiye, ”Salê tê di kitêban da zazakî ewê ne wek lehçeyeke kurdî, wek zimanekî serbixwe were qebûlkirin.”
Dema tê hesabê wan zazayan kurd dibînin û wek kurd davêjin zindanan, îşkence û îdam dikin.
Seyid Riza, Şêx Seîdê kal, ji bo ku kurd bûn û doza azadiya kurdan û Kurdistanê dikirin îdam kirin.
Necmedîn Buyukkaya zaza bû lê ji bo ku kurd bû û doza Kurdistanê dikir di îşkenceyê da kuştin.
Lê nuha, ji bo fêsadiyê û ji bo perçekirina kurdan îcar dibêjin efendim ”zazakî ne lehçeyeke kurdî ye” û dû ra jî ewê bibêjin ”zaza ne kurd” in…
Lê ev plan jî ewê pere neke, hin kurd xwe înkar bikin û bibin maşeya destê dewletê jî vala ye, kurd naxapin. Kurd ewê vê fîtneya hukûmeta AKP-ê jî pûç bikin...



Ezê jî rojekê bibim xewn.

Bîstek berê(10/12-12) hevalekî telefon kir, xebereke gelkî ne xweş, xebere mirina hevalekî da min.
Xebera mirina Paşa Altunbay, got "weleh Paşa jî îro mir û emê cenazeyê wî roja pênşemiyê rakin, bişînin welêt, min got ez haya te bigihînimê."
Erê, îro jî dor hat Paşa, wî jî îro ji nava me û ji vê cîhana derewîn bar kir û çû gerdûneke bêveger.
Ez ji salên 1980-î vir da Paşa nas dikim, em herdu jî endamên DDKD-ê û partiyekê bûn. Ew jî wek min mahkûm bû û qederê ew jî wek min avêt Swêd.
Û li Swêd jî em gelek salan bi hev ra xebitîn.
Dinya wiha ye, rojek tê, yek telefonî meriv dike û dibêje, weleh filan kes jî mir.
Piştî wê gotinê her tişt dibe derew û xewn . Paşa Altûnbay jî bû xewn…
Piştî telefona heval, min ji Hêvî xanimê ra got, xanim, rojekê yekê ji yekî ra telefon bike û wek nuha ewê jê ra bibêje, ”weleh Zinarê Xamo jî mir…”
Û dû ra Zinarê Xamo jî ewê ji dost û havalan ra bibe wek xewnekê. Ev, pêşeroja her kesî ye, her kesê bibe xewn…
Bira serê xwişka Gulîstan û zarokên wê sax be...

XXX
Kurd miletekî xwedî sebir e, zû bi zû qudûmşikestî û bêhîvî nabin. Heger ne ev sebra kurdan ya Hz. Eyûb bûya, nuha ji zû da dev ji xebat û şerê xwe yê azadî û serxwebûnê berda bûn…
Loma jî pêşiyên me gotine, xwediyê sebrê mîrê Misrê…

XXX
Hin kurd ji bo azadiya gelê xwe li hember dijmin radibin û hin kurd jî ji bo kursiya xwe û çend quriş pere didin pey dijmin...

XXX
-Ji bo hevalê xwe mirin rehet e, lê belê dîtina hevalê meriv ji bo wî bimre zor e.
Cervantec

-Dinya wiha ye, her kes dixwaze avê bikşîne aşê xwe
Giovanni Verga

-Yê xurt di herbê da, dost di derd da û merivê kamil jî di hêrsê da diyar dibe.
Gotina pêşiyên ereban




13 december 2012

Mirinê Îro Paşa jî ji me stend



Mirinê îro Paşa Elaltunbay jî ji me stendt û bir mala xwe. Li Stockholmê kurdekîdin, welatparêzekî din jî kêm bû...
Me dost, nas û gelek hevalên Paşa Elatunbay, îro bi dilekî şikestî jê xatir xwest û cenazeyê wî rêwîyî Kurdistanê, bajarê ku ew lê ji dayik bûbû(Çewlik), ew axa ku ew heyran û evîndarê wê bû kir.
Berê, li Stockholmê me kurdan di dawet û şahiyan da hevûdu didît. Lê nuha êdî ew serdem derbas bû, êdî em hevûdu di cenazeyan da dibînin…
Paşa, tu carî ji welatê xelkê hez nekir, sebir û hedara wî tu carî li welatê xelkê nehat, welatê xelkê wek diya xelkê ditît.
Wî dizanîbû ku diya xelkê çuqasî henûn û dilfireh be jî tu carî nabe diya meriv, tu carî nikane dewsa diya meriv bigre.
Loma jî berê wî tim li welatê wî bû, dixwest li welatê xwe, di nava dost û hevalên xwe da, di nava miletê xwe da bijî.
Û wisa jî kir, ”buhuşta Swêd”, mal û zarokên xwe li vir hîşt û li welatê xwe bicî bû û heta roja mirina xwe jî li Diyarbekrê jiya.
Emê hemû bimrin, xelasî ji mirinê tuneye. Di vir da ne pere û ne jî torpîl pere dike. Em dizanin ku zû dereng, ewê rojek were emê bimrin. Lê li gel vê jî mirin tu carî me kêfxweş nake, tim me ditirsîne û xemgîn dike.
Îro jî bi şandina cenazeyê Paşa, em hemû dost û hevalên wî gelkî xemgîn bûn.
Hin însan di saxiya xwe da jî ferqa wan ji miriyan tuneye, ji ber ku ne ji defê ra dibin û ne jî ji zurnê ra.
Paşa Elaltunbay ne ji van kesan bû, ew welatparêzekî kurd bû, fedakarekî gelê xwe bû. Li gorî îmkan, hêz û zanîna xwe ji bo gelê xwe tim û tim di nava hewildanekê da bû.
Ew tu carî ne li pey pera, menfaetê û rehetiya xwe bû, derd û fikara wî tim û tim kurd û Kurdistan bû, tim dixwest li gorî hêza xwe ji gelê xwe ra xizmetekê bike.
Loma jî îro her kesî bi başî û qencî qala wî kir û ew bibîr anî. Bira serê zarok û malbata wî sax be. Ewê tim di dilê me da bijî…





11 december 2012

Erdogan rayên kurdan ji çav derxistiye



Ev zêdeyî hefteyekê ye ku her roj li hin bajarên Kurdistanê û Tirkiyê operasyonên ku di bin navê "KCK"ê de tên meşandin bi rengekî bênabên dom dikin.
Piştî Diyarbekirê, Êlihê, Mêrdînê, Sêrtê û Stenbolê, îro jî dora Edenê, Ruhayê û Dêrsimê bû. Li Edenê, Ruhayê û Dêrsimê îro dîsa bi berbanga sibê ra girtin ser gellek mal û avahitên BDP-ê û gelek berpirsiyar û endamên BDP-yî girtin binçavan.
Di van operasyonên hefta dawî da heta nuha bi sedan kes hatin girtin û zindankirin.
Li hemberî kurdan teroreke pir mezin ya dûrî aqilan tê meşandin, her roj 40, 50, 100 kesî digrin û davêjin hefsê.
Wisa xuyaye ku hukûmetê biryara girtina BDP-ê daye, lê naxwaze weke berê bi biryara dadgehê bigre; ji dêlî wê ve, dixwazin bi riya tewqîfatên kîtlewî yên bi vî rengî çend hezar kesên din jî bavêjin zîndanê û bi vê riyê BDP-ê bê qadir bihêlin, û di praktîkê da bigrin. Yanî partiyê bînin rewşeke wiha ku nikanibe bixebite, nikanibe çalakiyekê lidar xe.
Yanî biryar ji jor da hatiye dayin, dibê BDP were girtin, lê ne bi riya dadgehê, ji ber ku ewê pir deng derxe û bibe sebebê nerazîbûnan. Loma jî ev rê maqûltir e, baştir e ku bi bahaneya endametiya KCK-ê hemû birêvebir û kadirên aktîv bavêjin zindanê…
Loma jî ”KCK”, filan û bêvan hemû qal û qîl in, yanî bahene ye, mesele hukûmetê biryara van girtinan daye.
Hukûmet naxwaze kurd siyaseta legal bikin û rayên xwe bidin xwe. Her ku kurd ji AKP-ê dûr dikevin û xwe nêzî BDP-ê dikin, hukûmet jî terora xwe ya li hemberî BDP-ê zêde dike.
Li Tirkiyê berê jî ji bo kurdan qanûn û edalet tunebû, lê nuha êdî te ji bin da nemeya, her tişt ketiye bin destê Erdogan, ew çi emrî bide emniyetê û dadgehan, ew mecbûrin bicî bînin.
Erdogan biryara xwe daye, ji bo ku BDP-ê ji pertav da bixîne, bîne nuxteya girtinê dikane milyonek kurd jî bavêje zindanan.
Çimkî ew êdî ne li dû rayên kurda ye, kurd rayekê jî nedin AKP-ê ne xema Erdogan e. Ewê bi darê zorê kurdan û welatê wan îdare bike. Ji ber ku wiha difikire loma vê zulmê li kurdan dikin û guh nadin reaksiyonên kurdan.

10 december 2012

Li gorî Erdogan dibê li vê cîhanê kurd tunebin


Xortekî kurd gotiye, "Sûcekî min tenê heye, ez li welatê xwe kurd hatime dinê."
Rast e, li gorî serokwezîr Erdogan, kurdbûn sûc e. Dibê kurd li vê cîhanê tunebin…
Li gorî Erdogan, hebûna Kurdistanê jî sûc e, welatekî bi navê Kurdistanê dibê li cîhanê tunebe, hebûna Kurdistanê sûc e…
Li gorî Erdogan, hebûna ala kurd jî sûcekî mezin e, dibê ala kurd li cîhanê tunebe. Hebûna ala Kurdistanê sûc e…
Li gorî Erdogan, perwerdeya bi zimanê kurdî jî sûc e, dibê hemû zarokên cîhanê bi zimanên xwe bixwînin, lê ne zarokên kurdan. Loma jî perwerdeya bi kurdî sûc e…
Li gorî Erdogan, her kes dikane her navê ku ew dixwaze bide zarokê xwe, lê ne kurdek, nabe kurdek navê ew dixwaze bide ewladê xwe, navê bi kurdî sûc e…
Li gorî Erdogan, mafê her miletî ye ku bibe xwedî dewlet. Lê mafê kurdan tuneye bibin xwedî dewlet. Loma jî heb

XXX
-Yê li devê tîmseh bifikire, nikane bibe xwediyê mirariyên bi qîmet.
Sadî
Û kurdan jî gotiye, ”Mêrê tirsonek nikane bi sîngên gewr û boz şa bibe.”
Yanî bi tirsê meriv nikane bigihîje Qersê.

XXX
Gelek kurd dibînin ku dewleta tirk li ser kurdan neheq e, zulmê li kurdan dike, heqê kurdan yên netewî û însanî nade, lê dîsa jî dengê xwe nakin û bi zaliman ra hevkariyê dikin. Deng nakin ji ber ku berî her tiştî ew tirsonek in û bêûjdan û pûlperest in...

XXX
-Li cîhanê gelek kesên xwedî qabîliyet ji ber ku ne xwediyê cesaretekî biçûk bûn wenda bûn û çûn.
///Sydney Smith
-Hewcedariya zarokan ji nesîhetan bêtir bi nimûneyên baş hene.
///Joseph Joubert

XXX
-Ne mimkûn e ku meriv cehalata însaanan nîşanî wan bide. Çimkî ji bo naskirina cehaletê jî zanîn lazim e. Loma jî kesê cehaleta xwe dibîne ne cahil e.

XXX
-Dîrok haviza miletekî ye, miletê dîroka xwe nizanibe, dişibe însanekî ku hafiza xwe wenda kiribe..
Ji xwe loma ye ku dijmin nahêlin kurd dîroka xwe bizanibin, ji dêlî wê, dîrokên xwe yên resmî fêrî kurdan dikin.
Lê xwediyê malê êdî bi diz hesiyaye, ew çi bikin jî kurd êdî dîroka xwe fêr dibin...

09 december 2012

Sûcê me em kurd hatine cîhanê !


Di malpera Îlke Haberê da nameya xortekî kurd heye. Xortê kurd yê bi navê Azad, di nameya xwe da gotiye, ”Sûcekî min tenê heye, ez li welatê xwe kurd hatime cîhanê.”
Rast e, li gorî tirkan wek kurd hatina me ya cîhanê sûc e, dibê diyên me wek kurd em neanîna cîhanê.
Ji ber ku li ber çavên tirkan kurdbûna me sûc e, loma jî Erdogan bi hemû îmkanên dewletê dixebite ku me biqelihîne, yanî me kurdan ji ruyê cîhanê rake.
Ji ber ku em kurd in, kurd hatine cîhanê, Erdogan mafê jiyaneke azad layiqî me nabîne, nahêle em jî weke tirkan azad bijîn û ji nasname û navên xwe netirsin.
Wek tirkan, li her dera Tirkiyê em jî bikanibin bêtirs bibêjin, ”em kurd” in, welatê Kurdistan e.
Lê Erdogan viya qebûl nake, li gora baweriya wî ji bo ku tirk li vê cîhanê rehet bijîn dibê koka kurdan were qelandin, dibê miletekî bi navê kurd li vê cîhanê nemîne, yên nuha hene jî dibê hemû bibin ereb, faris û tirk…

XXX
Derva 6 derece di binê sifirê da ye, ez û xanim dikin derkevin gerê û bîsekê di nava berfê da li ser xwe bigerin....
Swêdî dibêjin "hewa xerab tuneye, kincên xerab hene.." yan hewa çiqasî sar be jî dema kincên meriv li gorî sermayê be tişt nabe...

XXX
Ez û xanim zêdeyî saetekê geriyan, derve pir xweş e, dinya kerr û lal e, kes li der tuneye. Tenê çend kal û pîr wek me him sohbet dikirin û him jî hêdî hêdî digeriyan.
Çend zarokan xwe dişemitandin û bi berfê dilîstin. Li der û dora malan, li dora golê û alî daristanê şopên xezal û pezkûviyan li ser berfê xuya dikr, ji daristanê hatibûn ji xwe ra li qûtekî digeriyan.
Her demsal li gorî xwe xweşikiyeke xwe heye, lê zivistana Stockholmê gelkî xweş e...

XXX
Derva 6 derece di binê sifirê da ye, ez û xanim dikin derkevin gerê û bîsekê di nava berfê da li ser xwe bigerin....
Swêdî dibêjin "hewa xerab tuneye, kincên xerab hene.." yan hewa çiqasî sar be jî dema kincên meriv li gorî sermayê be tişt nabe...

XXX
Li gorî hin xebera Avestakurdê, serokê dewleta Sûriyê Beşar Esed û malbata xwe 3 roj berê ji Sûriyê reviyane.
Îhtîmala rastiya xeberê pir zêde ye. Lê heger xeber ne rast be jî, dîsa jî reva Beşar pir ne dûr e, di demeke kin da ya ewê were kuştin û ya jî ewê bireve.
Ji bo me kurdan ya girîng, di rewşeke wiha da dibê kurd li ser hev û bi hazirî bin. Û bi tu hawî neyên hemberî hev û wek kurdên Başûr û Rijhilat di demeke wiha da bi hev nekevin. Bi taybetî jî tiştê hat serê kurdên Îranê, dibê neyê serê kurdên Rojava jî. Û ji bo vê jî hevkarî û tifaq şertê esasî ye…
Bi giştî heger hemû hêz û rêxistinên kurd li her beşê Kurdistanê li hev bin û di nava tifaqekê da bin û di warê eskerî û siyasî da jî bi hazirî bin ewê biserkevin, miletê kurd ewê rizgar bibe… Û sedsala 21. ewê bibe sedsala azadiya kurdan...

08 december 2012

Dibê meriv vê zulmê qebûl neke


Vê sibehê li çar bajarên Kurdistanê(Diyarbekir, Mêrdîn, Batman, Sêrt)di bin navê ”operasyonên KCK-ê da dîsa avêtin ser avahiyên BDP-ê, gelek sazî û malên kurdan.
Di vê operasyona zulmê û terorîzekirina kurdan da serokê belediya Sêrtê Selîm Sadak jî di nav da li dora 100 kesî girtin binçavan.
Ev nêzî 3 salan e ku hukûmeta AKP-ê li hemberî BDP-ê û tevgera kurd ya siyasî teroreke sîstematîk dide meşandin. Hema hema roj tuneye ku 30, 40, 50 û carnan jî bi sedan kesî negrin û navêjin zindanan.
Wek kurd dema ez xeberên vê zulmê dixwînim ez gelkî pê diêşim û xemgîn dibim. Bi min pir zor tê.
Li ortê tu sebebekî ku van girtinan û vê zulmê bi heq nîşan bide tuneye, tenê pêkanîn û çavbirîn e.
Ji ber ku kanin bi me loma vê zulmê li me dikin.
Serokwezîr Erdogan biryar daye ku vê serîhildana kurdan him di warê çekdarî da û him jî di warê siyasî da bişkîne û kurdan wek berê bindest bihêle, heta ku hêdî hêdî bihelin, bibin tirk.
Yanî mesele siyasî ye, hukûmet naxwaze hebûna kurdan nas bike û mafê wan yê netewî bidê.
Ji ber ku hukûmet naxwaze mafê kurdan bide, loma jî naxwaze şer jî raweste.
Çimkî dema şer raweste wê demê dibê hukûmet bi PKK-ê û BDP-ê û bi kurdan ra rûne û li ser programeke çareseriyê li hev bikin.
Îcar ji ber ku nêteke wiha ya hukûmetê tuneye, loma jî di şer û operasyonên wiha da israr dike.
Êdî pir vekirî ye, derdê hukûmetê ne bi PKK-ê û BDP-ê tenê ra ye, hukûmet bi qasî PKK-ê û BDP-ê li dijî hemû hêzên din e jî, lê ev yek xisteye dorê, dixwaze berê yê xurt, yê bi hêz û bi çek ji ber xwe da bixîne û dû ra jî vegere ser yên qels, yê bêçek.
Hêzên din ji xwe ji wan ra pariyekî pir biçûk e, dema ew roj were ewê di rojekê da wan jî topî ser hev bikin û wek BDP-yiyan bajon zindanê; ev sedîsed e.
Lê kurdên derî BDP-ê viya nabînin, heger bidîtana, dibê îro hemû kes, sazî, dezgeh, partî û hêz li dijî vê zulma hukûmetê derketana û ji Erdogan ra bigotana, ”ma te xêr e, ma tu dixwazî hemû siyasetmedarên kurd bavêjî zindanê? Hûn nahêlin kurd bîna xwe jî bigrin. Her roj operasyon û girtin. Êdî vê zulma xwe rawestînin, bes vê neheqiyê li kurdan bikin…”
Lê piranî dengê xwe dernaxe; dernaxe ji ber ku ji dîroka xwe ders negirtine, ji ber ku bertîlên siyasî, fen û fûtên hukûmetê ew bêdeng kirine û bêzirar kirine.
Wek kurd dibê bi meriv pir zor were, ji ber ku hinek kesên mahcir ji derda hatine li welatê me, li bajar û gundên me, me îdare dikin, zimanê xwe bi zor xistine devê me, gava dilê wan dixwaze şev nîvê şevan davêjin ser malên me, me ji nava nivînên me radikin, destên me li kelepçeyê dixin û bi pihîn û hutukan me lext dikin, wek pez me didin ber xwe û dibin dixin qulikê.
Ev zulm bûye jiyana her kurdî, her kurdê ku nebe zilamê dewletê, her kurdê ku doza kurd û kurdistanê û azadiya xwe bike, halê wî ev e, her tim dikane ev zulm lê were kirin.
Heger piçik ûjdan û xîret bi meriv ra hebe dibê meriv li hemberî vê zulmê bêdeng nemîne û nebe hevalbend û dostê zulimkaran.

07 december 2012

Dibê kurd êdî dev ji paritên tirk berdin


Serokê bajarê Amedê yê partiya AKP-ê abûqat Halit Advan, ji serokatiya AKP-ê ya Diyarbekrê îstifa kir. Advan, di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku, kurdên oldar dengên xwe ji AKP-ê bêtir didin BDP-ê. Ji ber vê beyana wî, Erdogan li kûpan siwar hatibû û gotibû “kesekî wiha nabe ku bibe serokê partiya min yê bajarê Diyarbekrê.
Piştî îstifaya Advan, seroka Kom Jinan ya AKP-ê ya Amedê Sîbel Yagmûrê jî îstifa kiriye.
Pêşketineke pir baş e, dibê kurd êdî di nava partiyên tirk da nemînin û li Kurdistanê û di nava kurdan da ji tirkan ra nebin rêber…

XXX
Di dadgehan da parastina bi kurdî û madeyên derbarê perwedeya bi zimanê kurdî da xwedêgiravî ewê îro û hefta pêş me di meclîsê da li ser bihata peyivîn. Lê belê AKP-ê îro ji nişkave çerx kir û pakêta dadê û guherandinên derbarê zimên da hîşt sala bê.
Wek tê zanîn di grewa birçîbûnê da ji daxwazên girtiyan ya sereke, di mahkimeyan da parastina bi kurdî bû û hukûmetê jî soz da girtiyan û bîrûraya giştî ku ewê vê yekê têxin pakêta dadê û bînin meclîsê.
Lê îro eksê wê dibêjin. Diyar e ji bo ku karê xwe bimeşînin ji xwe ra derewek biçûk kiribûn.
Erdogan e, hezar û yek fêl û derewên wî hene, li hemberî virên wî rûvî bi rûvîtiya xwe jî ne tu tişt e...
Di bahrê da qûm li ba Erdogan fen û fût, dek û dolab...

06 december 2012

Gelek sipas Swêd !



Parlamentoya Swêdê do(5/12-12) bi dengên hemû partiyên di parlamentoyê da kimyabaran û enfalkirina kurdan wek jênosîdê qebûl kir.
Ji bo ku Meclîsa Swêd ji bo gelê kurd ev biryara rast û dîrokî girt, em hemû kurd sipasdarê gelê Swêd, meclîs û partiyên wan in. Gelek sipas Swêd!
Her wisa ez di serî da sipasî Federesyona Komeleyên Kurdistanê, hemû kurd û swêdiyên ku ji bo girtina vê biryara dîrokî bi salan xebitîn dikim û ji hemûyan ra dibêjim mala we ava be…
Serokwêzîrê Kurdistana Federe Nêcîrvan Barzanî jî bi beyanekê sipasiyên xwe pêşkêşî Swêd kir.

XXX
Nabêna mal û karê min teqrîben 30 deqîqe ye. Vê êvarê saet çar kêm çarîk ez ji kar derketim û heft kêm çarîk gihîştim mal. Yanî rêwîtiya min tam 3 saetan ajot.
Îro personal, îmkan û teknîka Swêd têrê nekir, berfê Stockholm teslîm girt. Otobozên başûrê Stockholmê ji binda rawestiyan. Trên û tramvay û wasiteyên wek wan jî ji saetê, du saetan carê dihatin. Texsî jî nedixebitîn, li her derê erebe di berfê da çik bûbûn. Axirê bi halekî pir xerab min xwe gîhand mal. Xanimê li ber derî rismê min girt lê ne xweş girtiye.
Bi hêviya ku welatê min jî berfeke wiha pir bibîne…

XXX
Rojnamevan Ahmet Hakan bîstek berê di programa xwe da got, ”Çiqas rast e, ne rast e ez nizanim, lê dibêjin ku Erdogan gotiye, em ne muhtacî rayên Rojhilat(Kurdistanê)in, em bizanibin emê ji Rojhilat rayekê jî negrin, emê dîsa jî micadela xwe ya li hemberî terorê bidomîni.”
Yanî Erdogan dibêje, dixwaze bira kurd rayekê jî nedin me, ji bo me rayên ne girîng e...
Ez bawer dikim ku Erdogan wiha difikire û wiha jî gotiye. Min jî çend roj berê eynî tişt got...
Erdogan dixwaze Kurdistanê ne bi rayan, bi çekan di bin destê xwe da bihêle. Ew dizane ku ji îro û pê ve êdî kurd ewê rayên xwe nedin wî. Loma jî qet guh nade rayên kurdan û gazinên merivên xwe yên kurd.
Erdogan êdî baş dibîne ku li Kurdistanê piştgiriya wî ya gel namîne, loma jî ji kurdan ra vekirî dibêje ku ez ne muhtacî rayên(dengên) we me, çekên min û zora min heye, ezê Kurdistanê bi zor û bi çekan di bin destê xwe da bihêlim…

XXX
Ji do bi şev da yeli Stockholmê berf e, tozan û bager e, çav çavan nabîne. Vêsibehê ez di riya nîvsaet cî da di saet û nîvekê da gihîştim ciyê kar. Nuha nizanim ezê çawa xwe bigihînim mal.
Ji ber ku Jula(Noela)swêdiyan nêz dibe kar û barê haziriya Noelê, xemilandinê û danîna şemdankan(mûmdank)jî pir e. Îro min nig di bin xwe ve nekiriye, ez nuh hatim ber kompîtorê, ez ji halde ketime. Û nuha jî ketime xema çûna malê…
Ez hêvî dikim ku berfeke wiha li Amedê, Ruhayê û helbet li Wêranşarê jî barî be…
Berf xweş e, ronahî ji tarîtiyê xweştir e.

Ew bi tirkî dipeyive lê ji dewletê serbestbûna kurdî dixwaze


Do û îro(5-6-ê mehê)li Brukselê konferansa kurd hat çêkirin. Ji Tirkiyê û cîhanê gelek kesên navdar beşadarî konferansê bûn û derbarê çareserkirina mesela kurd da dîtin û pêşniyarên xwe gotin.
Ji kurdan jî Leyla Zana, Aysel Tugluk, Zubêr Aydar û çend kesên din beşdarî konferansê bûn û peyivîn.
Ez nizanim hemû kurdên beşdar bûn, (mesela Leyla Zana) bi kîjan zimanî peyivîn. Lê ez nuha fêr bûm ku Zubêr Aydar di konferansê da ne bi kurdî, bi tirkî peyivîye.
Bi gotineke herî sivik ev skandal e. Heger Zubêr ewê di konferanseke wiha da jî bi kurdî nepeyive, ma ewê kînga û li ku bipeyive?
Û li gel ku kurdiya Zubêr ji tirkiya wî pir baştir e jî. Yanî ne yekî ku bi kurdî nizane.
Û di ser da ji daxwazên Zubêr Aydar ya herî sereke perwerdeya bi zimanê kurdî bû.
Aydar, ji dewleta tirk azadiya kurdî û perwerdeya bi kurdî dixwaze, lê ew bi xwe di konferanseke wiha girîng da bi kurdî napeyive, bi tirkî dipeyive, yanî ji dêlî ku kurdî meşrû bike, tirkî meşrû kiriye.
Bi baweriya min ev şêleke siyasî ye û dibê kurd sebebê vê şêla Zubêr Aydar jê bipirsin.
Lê dibê ne kurdên wek min û Sabîha Otlû û yên derî PKK-ê tenê, dibê nuha ji min bêtir PKK-yî û BDP-yî jî vê şêla Zubêr Aydar rexne bikin û jê hesab bpirsin. Tiştekî wiha dibê neyê qebûlkirin...
Heger PKK-yî û BDP-yî nepirsin, kesrexneyekê li Zubêr Aydar negre, maneya xwe ew e ku wek min got, ev şêleke siyasî ye û jê wiha hatiye xwestin.
Ez wek kurdekî vê şêla Zubêr Aydar protesto dikim.

XXX
Serokwezîr Erdogan, serokê AKP-ê li qê Diyarbekrî Halît Advan ji wezîfê girt.
Halît Advan, çend roj berê di hevpeyvîneke xwe da gotibû,
”Wek em hemû jî dizanin ku BDP partiyeke sosyalîst û çep e. Lê AKP dibêje ku ew partiyeke muhafazakar û demokrat e. Di normalê da li herêmê dibê hemû dîndar rayên xwe bidin AKP-ê. Lê belê hêzên dîndar rayên xwe hîn bêtir didin BDP-ê. Sebebê vê jî, îdama Şêx Seîd e, Derbeya 12-ê Îlonê ye, cînayetên failnediayr e, valakirina gundan e…”
Van gotinên Advan têrê kir ku Erdogan li wî were xezebê û tavilê wî ji serokatiya AKP-ya Diyarbekrê bavêje; çima ku Advan rastî gotiye û derew nekiriye.
Erdogan, di civînê da ji parlamenterên AKP-ê ra ji bo Advan gotiye, ”Merivekî wiha nabe bibe serokê partiya me ya wîlayetê...” û tezkereya Advan tije kiriye.
Hîn hemû kurdan fêm nekiriye êdî dema hevaltiya kurdan û tirkan qediya, êdî kurd nikanin wek berê di nava partiyên tirk da bimînin. Ji bo ku bi tirkan ra bimînin dibê dijminatiya gelê xwe bikin û bibin êsîrê Erdogan, nebin xwediyê tu fikir û baweriyeke şexsî.

04 december 2012

Li Tirkiyê rejîmeke Monarşîk heye


Navê rejîma Tirkiyê li ser kaxetê cumhûriyet e, lê di praktîkê da îro li Tirkiyê rejîmeke Monarşîk heye. 
Monarşî, şiklê îdareya hukumdarekî, qiralekî, padîşahekî ye. Hukumdarek, qiralek, împaratorek, şahek yanî şexsek serokê dewletê ye û her tişt di destê wî da ye, bêyî emir û destûra wî kes nikane li ser navê dewletê kevirekî bide ser kevirekî.
Erdogan îro li T
irkiyê ne serokwezîr e, ew padîşah e, Tirkiyê wek padîşahekî, wek dîktatorekî bi tenê îdare dike.
Ji Ataturk vir da ev cara pêşî ye ku li Tirkiyê şexsek hewqasî dibe xwedî hukum û desthilat. General Evren jî bi qasî Erdogan ne xwedî hukum û otorîte bû.
Îro li Tirkiyê meclîs, hukûmet, wezîr, edalet, mahkime, emniyet, îdare hemû bi nav hene, rişme û hefsarê hemûyan û yê her kesî, her dahîreyê, her dezgehê di destê Erdogan da ye. Erdogan çi bixwaze bi leşkeran, bi dadgehan, bi pûlisan, bi meclîsê, bi wezîran, welahasil bi her kesî û her dezgehê her tiştî dide kirin. Ew bûye serokê rûhanî, Xumeyniyê Tirkiyê, kes nikane ji gotina wî derkve.
Di rojnameya Milliyetê da Asli Aydintaşbaşê, derbarê fezlekeyên parlamenterên BDP-ê da ji Dengîr Mîr Mehmet Firat pirsiye, gotiye:
“Tu dibêjî bi rastî jî ewê destnedana(dokunulmazlika)parlamenterên BDP-ê rabe?
Firatê ku bi salan berdevkiya Erdogan kiriye ji tecrûbeyên xwe gotiye:
“Serokwezîrê ez dinasim zû bi zû ji biryara xwe venagere; ewê dewam bike...”
Wek tê dîtin li ortê dozeke huqûqî ya bi serê xwe tuneye, ji ber ku Erdogan dixwaze ev fezleke hatine meclîsê û ji bo ku Erdogan dixwaze ewê ji meclîsê derbas be. Û ji bo ku Erdogan tu carî ji biryara xwe venagere ewê 10 parlamenterên BDP-ê derxin hember dadgehê û dû ra ji meclîsê bavêjin û têxin hefsê.
Li vir meriv dibîne ku fezlekeyên BDP-yiyan li ser daxwaza Erdogan hatine hazirkirin. Edalet, dadgeh, meclîs, hukûmet, wezîr û dedezgehên dewletên yên din ne bi serê xwe ne, hemû jî li gorî emir û daxwaza Erdogan hereket dikin, Erdogan ji wan çi bixwaze, ew mecbûr in emrê wî bicî bînin.
A loma jî ev dûzan, ev rejîm ne cumhûriyet mimhûriyet, ne demokrasî ye, monarşî ye û Erdogan jî monark e.
Yanî yê li ser hukum navê wî serokwezîrê komareke demokrakîk be jî vir e, di rastiyê da ew padîşahekî ji şahê Îranê, ji Evdilhemîd jî bêtir xwedî hukim û desthilat e. Her çiqas ew ne bi şaşik û ne serokekî dînî ye jî lê bi otorîteriya xwe dişibe Xumeynî jî.
Di hevpeyvîna Firat da heye, di civînan da kes newêre li hemberî Erdogan devê xwe veke. Wezîr ji kursiyên xwe, parlamenter ji parlamenteriyên xwe ditirsin. Loma jî her kes li devê Erdogan mêze dike, wî çi got, her kes ji tirsa wendakirina kursiya xwe serê xwe dihejîne.
Rejîmeke wiha navê çi dibe bila bibe, di rastiyê ew monarşî ye û serokê jî padîşah e.

03 december 2012

Hin kurd ditirsin ku dewlet zirarê bibîne û PKK xurttir be

Dengîr Mîr Mehmet Firat gotiye, xistina parlamenteriya BDP-yiyan ewê PKK-ê xurt bike û kurdan ji AKP-ê dûr bixe.
Yanî heger PKK xurt nekira bira bavêtana, lê ji ber ku ewê PKK-ê xurt bike dibê hukûmet tiştekî wiha neke.
Hûn dibînin çi kurd hene?
Lê ne Firat tenê, gelek kurdên dostên AKP-ê û mixalifên BDP-ê jî eynî tiştî dibêjin.
Ew jî wek Firat dibêjin, ev yek ewê PKK-ê xurttir bike, ewê tu feydeyê negihîne AKP-ê, Tirkiyê û demokrasiya Tirkiyê.
Yan camêr dibêjin ku di tiştekî wiha da kara AKP-ê û dewletê tuneye, belovacî wê, kurd ewê ji AKP-ê û ji dewletê dûr bikivin û xwe nêzî PKK-ê bikin.
A lomajî dibê hukûmet vê gavê navêje.
Ev jî têwê maneyê ku heger avêtina wan ji meslîsê ji Tirkiyê ra baş bûya, feyde bigîhanda AKP-ê û PKK jî xurt nekira, bira ev daxwaza Erdogan bihata bicîanîn, bira parlamenteriya wan bihata xistin û bira ew bavêtana zindanê.
Lê ji ber ku ewê zirarê bide AKP-ê û Tirkiy û karê bigihîne PKK-ê dibê hukûmet tiştekî wiha neke.
Û vana jî xwedêgiravî xwe wek siyasetmedarên kurd dibînin…
Kes nabêje yaho ev çi zulm e, çi heqê we heye hûn li kurdan vê zulmê bikin? Ew gerîla dikanîbû zarok û birayên wan bûna jî.
Ya din jî nîhayet kurd in, helbet ewê wek tirkan ji gerîla nefret nekin, pir normal e ku wek kurd kêfa wan ji zarokên wan ra were û wan himêz bikin. Di warê siyasî, dîplomatîk da şaş be jî, di warê însanî da normal e.
Dema hat hesabê wan, ew bi serokên wan gerîlayan ra rûniştin, wan jî ew himêz kirin û bi hev ra ken û henek kirin, bi hev ra xwarin û vexwarin. Yê wa ne sûc e, lê yê BDP-ê sûc e.
Himêzkirina gerîlayekî çawa dikane bibe sebebê wendakirina parlamenteriyê? Di kîjan qanûnê da cezayekî wiha ji bo ”sûcekî” wiha heye?
Lê her kes dizane ku ev bahaneye, berî vê bûyerê jî di heqê eynî kesan da bi dehan fezleke hebûn, bi dosye hatibûn amadekirin.
Yanî ”himêzkirin” mahne ye û kêla mahneyan jî tu carî tije nabe…

02 december 2012

Riya îslamiyên kurd û tirk ji hev diqete


Rûşen Çakir, di rojnameya Vatanê da bi rojnamevan Alî Akel ra hevpeyvîneke girîng kiriye. Alî Akel, di hevpeyvînê da li ser têkiliyên îslamiyên kurd û tirk tiştên pir girîng dibêje.
Akel dibêje ku li Tirkiyê êdî îslamiyên tirk û kurd hene û gava mesela kurd mewzûbahis be ev herdu hêz ji hev cud dibin, tesnîfeke wiha êdî mecbûrî ye.
Çakir ji Akel pirsiye, gotiye, gelo bi rastî jî li herêmê(yanî li Kurdisanê)di nabêna kurd û tirkan da qutbûneke zihnî heye?
Akel vê qutbûnê qebûl dike û dibêje, heta salên 2000-an baweriya kurdan ew bû ku dema hêzên îslamî werin ser hukum ewê mesela kurd çareser bibe. Li gel hemû kêmasiyan jî kurdên dîndar rayên xwe didan Partiya Refahê.
Lê belê îktîdara 10 salan ya AKP-ê derxist ortê ku mesela kurd ne meseleyeke wihaye ku bi îktîdara musilmanan çareser bibe. Û bûyerên van 3-4 salên dawî jî dîndar û grûbên îslamî yên kurd mecbûrî lêgerînên nuh kirin. Dîndarên kurd him ji siyaseta AKP-ê nerehet in û him jî li hemberî îslamiyên tirk pir bi gazin in.
Akel dibêje, kurd rexneyên pir dijwar dibin ser grûbên îslamî yên tirk, ji wan ra dibêjin, ”ya hûnê ji îslamiya tirk, ji îslamiya dewletê bi sê telaqan xwe bidin berdin, ya jî ji me ra qala biratiya îslamê nekin. Ev xet her ku diçe berbiçav dibe.”
Hevpeyvîn dirêj e û Akel têda qala gelek tiştên rast û girîng dike. Ji bo ku zêde dirêj nekim nikanim qala hemûyan bikim û loma jî kin dibirim...
Lê ya herî girîng, bi kurtî meriv dikane bibêje ku li gorî baweriya Alî Akel jî, ”riya îslamiyên tirk û kurd bi suret ji hev diqete…”
Ev, ji bo azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê pêşketineke pir girîng e. Êdî mesele ji mesela çepan û telebeyan derdikve, dibe mesela milet bi xwe. Dema kurdên dîndar û hêzên îslamî jî li doza Kurd ûKurdistanê xwedî derkevin êdî tu hêz nikane rê li ber rizgarbûna kurdan bigre.
Riya welatparêz û çepên tirk û kurd di dawiya salên 1960-î û destpêka 70-î da ji hev qetiya û çepên kurd dest bi avakirinên rêxistinên cihê, yên li ser asasê kurd û Kurdistanê dan ber xwe û dest bi avakirina komele û partiyên kurd kirin.
Hêzên îslamî yên kurd wek çepên kurd zû ji îslamiyên tirk neqetiyan, qetandina wan ya zihnî û siyasî di salên 2000-î da dest pê kir û roj bi roj kşrtir û berfirehtir dibe.
Nuha bi qasî ku xuyaye êdî ew jî ewê ji kok da ji tirkan qut bibin û rêxistinên xwe yên netewî ava bikin.
Dema dîndar û îslamiyên kurd jî dev ji tirkan berdin, li Kurdistanê êdî bingeheke tirkan ya siyasî û kîtlewî namîne. Qismek kurdên nezan û hevkar bimînin jî, piştî çend salên din ewê jî vegerin ser koka xwe.
Yanî piştî çend salên din bingeha partiyên tirk li Kurdistanê ewê nemîne.
Erdogan vê yekê dibîne û loma jî qet guh nade dîtin û reaksiyonên kurdên dîndar û kîtleya rayan dide wan. Ji nuha û pêva tirk, ewê Kurdistanê ne bi rayên gel, tenê bi darê zorê û bi hêzên xwe yên çekdar îdare bikin. Loma jî Erdogn pênc perê xwe jî di 75 parlamenterên AKP-ê yên kurd û di rayên kurdan nade, ew dizane ev hêz ewê ji destê wî derkeve.

Kurd êdî bi derewan naxapin

Rojnamevan Ahmet Taşgetîren, ku ew jî aqilmendekî AKP-ê û serokwezîr Erdogan e, di nivîsa xwe ya îro da li ser qetlîama Roboskê sekinîye. 
Taşgetîren, baş dizane ku qatîl kî ne û kê emrê vê qetlîamê daye. Lê gel vê jî di nivîsa xwe da ji Erdogan ra nabêje berpirsiyar û sûcdarên qetlîamê derxe û teslîmî edaletê bike. 
Ji dêlîwê, ji Erdogan ra bi uslûbeke pir fenek dibêje, here Qilebanê(Uludereyê)
 û bi zimanekî xweş û şîrîn dilê dê û bavên wan zarokan bigre, ”bi destê dayikan bigre, bavên wan himêz bike, bi wan ra bigrî, xwe bispêre Quranê. Rojekê ji nişkave here wir, ji wan wextê bixwaze, bibêje min êşa zarokên we ji bîr nekiriye…” û gelek temî û şîretên wih ali Erdogan dike.
Yanî dibêje here demagojiyê bike, derewan bike û wan bi çend gotinên şîrîn bixapîne. Dibêje, tenê tu dikanî vê yekê bikî û heger tu wiha nekî dewlet ewê zirareke pir mezin bibîne.
Lê Taşgetîren ji bîr dike ku êdî dreng e, êdî kum ketiye û serê gurrî xuya bûye, êdî kurd bi van derwan naxapin.
Êdî dawiya derewan hatiye, êdî kurd bi demagojiya ”biratiyê, dîn û îmanê”naxapin, kurdan bi çavên serê xwe dîtin ku hûn dîn jî, îmanê jî, îslamîyetê û Quranê jî ji bo menfeeta xwe îstîsmar dikin, hêsirên we ne ji dil, yên tîmseh in. Kurdan di nava van 10 salên dawî da ev rastî baş dîtin. Loma êdî derew jî pere nake.

XXX
Li Yûnanîstanê li Muzeya Herbê nasandina kitêba Mûrad Karayilan hatiye kirin. Tirk bi vê yekê hesiyan e û wezîrê karên derve yên Tirkiyê Ahmet Davutoglu tavilê telefonî wezîrê karên derve yê Yûnanîstanê Avramopulos kiriye û jê ra reaksiyona
 xwe aniye zimên.
Li ser vê telefona Davutoglu, wezîrê parastinê Panos Panagiotopoulos tavilê serokê Muzeya Herbê Lazos ji wezîfê girtiye û Tugeneral Panagiotis Kaperonis tayinî ciyê wî kiriye.
Wek hûn dizanin eynî dewletê Ocalan jî bi xayintî teslîmî Tirkiyê kiribû.
Nuha we fêm kir bê Yûnanîstan dewleteke çiqasî serbixwe û çiqasî xwedî şexsiyet e.
Dinya jî xera bibûya tirkan li ser telefona wezîrekî Yûnanîstanê tiştekî wiha sosiret nedikir. Lê Yûnan dikin.
Piştî ku meriv tiştên wiha dibîne, meriv bêtir fêm dike ku bê tirkan çima kanîbûne ev welat ji Yûnanan bistînin…

Çira virekan heta sibê vêketî namîne



Mudûrê Emniyeta Diyarbekrê Recep Guven, çendakî berê di kanaleke telewîzyonê da gotibû, ”heger hûn ji bo gerîlayekî nagirîn hûn ne însan in…”
Gelek kesên tirk û kurd ji samîmiyeta van gotinan bawer kiribûn û loma jî bi rojan ji Guven ra li çepikan xistibûn.
Lê ji roja ku Guven li Diyarbekrê dest bi wezîfê kiriye û virdaye, Diyarbekir li kurdan kiriye cehnime, teroreke wisa li Diyarbekrê dide meşandin ku gelê bajêr nikanin hilma xwe bigrin.
Ev 3 roj in ku cenazeyên 2 gerîlayên kurd li Diyarbekrê didin payin, emniyet destûrê nade ku xelk cenazeyên zarokên xwe rakin.
Îro, roja 4-an di dema rakirina cenazeyan da pûlisan dîsa bi panzêran û bi gaza jahrê êrîş biriye ser milet. Însanan xwe avêtine mizgeftê, lê pûlisan bombeyên gazê avêtine mizgeftê jî.
Dibêjin mûma kesê virek heta eşa vêketiye, dû ra vedimere, tu carî heta sibê vêketî namîne. Yanî tu kes nikane derewan wek rastiyê heta û heta bifroşe însanan, piştî demekê dawiya derewan tê.
Lê durûtî û nesamîmîyeta Recep Guven heta eşa jî najot, zû derket. Di demeke pir kin da kurdan dît ku Guven ne xercê wan gotinên xwe ye, ew jî pûlisekî ”xerab” e û merivê Erdogan yê herî saxlem e û ew wek kadir û amîrekî pir taybet ji Diyarbekrêra hatiye şandin.


XXX
Dibêjin hukûmeta AKP-ê dike li Tetwanê girtîgeheke 400 kesî ava bike.
Ê normal e, dibê ji bo kurdên nehatine kuştin cî çêbikin. Çimkî di zindanan da êdî cî nema. Li gorî Erdogan ciyê her kurdê welatparêz ya goristan e ya jî ziandan e.

XXX
Îro Stockholma xopan 9 derece binê sifirê da sar e, her der di bin berfa sipîboz da wenda bûye, sipîtiya berfê çavê meriv qarixî dike.
Ez û Hêvî xanim vê sibehê berî ku em xurîniya xwe bikin derketin gereke dirêj. Em li dora saetekê di nava xwezaya di bin berfa sipîboz da maye geriyan. Li her derê bêdengiyeke mezin hebû, ne dengê însên û ne jî dengê vîçevîça çûkan hebû. Em tenê rastî du kesan hatin, ew jî wek me derketibûn seyrana xwezaya sipî…
Ez ji berfê pir hez dikim, xweza sipî, dar û berên di bin berfê da mayî kêf û zewqeke bêemsal dide min.
Ez ji tarîtiyê nefret dikim, ronahî xweş e, her tişt li ber çavan e, tiştekî veşartî tuneye…
Min çay dabû ser, wa ye hazir e, dibê em xurîniya xwe bikin.
De bi xatirê we…

01 december 2012

Li ba kurdan fikra serxwebûnê



Di facebookê da kurdekî bi naznavê ”Evîna te felsefe ye” gotiye:
”Li ber serxwebûna Kurdistanê bes astengiyek heye; ne dagirkerî, ne rewşa dunyayê! Bi tenê hizra me ya ku serxwebûn tê de hîn bi cîh nebûye.”
Tespîteke pir rast û pir di cî da ye. Ji bo serxwebûnê, rol û tesîra vê baweriyê û vê fikrê pir girîng e.
Heta dawiya salên 90-î serxwebûna Kurdistanê armanc û hedefa hemû hêz û hemû ronakbîrên kurd bû. Lê p
êştî salên du hezarî ev hedef hêdî hêdî wenda bû. Nuna gava meriv qala Kurdistaneke serbixwe dike, însan ya dimizicin ya jî di bin çavan ra li meriv dinêrin…
Ji ber ku îktîdara AKP-ê gelek ronakbîr û siyasetmedar ”kedî” kirin, loma jî parêzvanên vê fikrê êdî bûne tûtye, meriv zû bi zû rastî wan nayê…
Siyasetmedarên ku berê ji bo Kurdistana serbixwe gewrî li xwe diqetandin, nuha îcar jî ji bo şaşiya vê daxwazê, hezarûyek teoriyan li hev radigirin û tinazên xwe bi xwediyên vê fikrê û vê armancê dikin. Êdî ne Kurdistanê, Tikriyê wek welatêxwe dibînin.
Dema siyasetmedar û ronakbîrên kurd dev ji daxwaza serxwebûna Kurdistanê berdin, helbet di nava milet da jî ”hizra” serxwebûnê namîne.

XXX
Ahmet Altan, di nivîsa xwe ya îro da ditirse ku Erdogan bi vê siyaseta xwe ya nîjadaperest bibe sebebê perçebûna Tirkiyê û avabûna Kurdistanê. Altan, bi israr Erdogan û hukûmeta wî ban sakîniyê û aqilekî selîm dike û dibêje:
”Eger ji nava 800 fezlekeyên li meclîsê dipên, dosyeyên BDP-ê tenê hilbijêrin û îmunîteta/destnedana parlamenterên BDP-yiyan rakin, ez pir vekirî dibêjim, ”ewê deriyê Kurdista
na serbixwe vekin. Kurd ewê ji tirkan bi tevayî hêviyên xwe bibirin. Gotina, ”Em dixwazin bi tirkan ra bijîn” ewê biqede.”
Birêz Altan, weleh ne ku kurd ”ewê hêviya xwe bibirin”, kurdan hêviya xwe ji tirkan birî ye. Heta nuha hêzên îslamî û kurdên dîndar ji Erdogan û partiya wî hêviya çareseriyê dikirin, lê di van 10 salên îktîdara Erdogan da dîtin ku ev hêvî şaş e, hêzên îslamî jî mesela kurda çareser nakin.
Ji ber ku ew jî wek kemalîstan naxwwzin hebûna kurd û Kurdistanê qebûl bikin.
Êdî hemû kurd dibînin ku çare, dibê kurd xwe bidin ser hev, xwe organîze bikin û rayên xwe nedin tirkan, bidin xwe, bidin partiyên kurd.
AKP, qozê dewleta tirk ya dawî ye, dema AKP jî li Kurdistanê biqede, avabûna Kurdistan êdî rastiyeke. Û ev roj jî pir ne dûr e. Pir ne dûr e ku tu bi xwe jî wê rojê bibînî.

XXX
Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu, di mesela perewerdeya bi zimanê kurdî da dîsa wek rûvî çiv daye xwe û gotiye efendim mamosteye tuneye, nizanim çi tuneye û loma jî ”Em germ li perwerdeya bi zimanê dayikê nanêrin.”
Ji xwe tu yê ”germ lê nenêrî”, ji ber ku te biryara xwe daye ku tu bibî tirk, loma jî tu dixwazî hemû kurd jî wek te dev ji zimanê xwe berdin. Gava însan eslê xwe înkar bike, helbet ewê li dijî perwereya zimanê dayika xwe be jî.

PARVE BIKE