30 april 2022

Huda-Par "hespa truvaya" Tirkiyê ye

Huda-Parê li Batmanê mitînga Roja Qudsê çêkiriye û kesên tevî mitîngê bûne sloganên ”bimre Amerîka, bimre Îsraîl” qîriyane !

Berpirsiyarên Huda-Parê her çiqas kurd bin jî lê Huda-Par bi kirin û emelê xwe nîşan dide ew ne partiyeke kurdî û Kurdistanî ye, ew partiyeke girêdayî Tirkiyê ye, wezîfeya wê şerê tevgera kurd a netewî bike, bi îslamê kurdan bixapîne û ji welaparêziyê, ji nasyonalîzma kurdî dûr bixe.

Îsraîl û Amerîkayê Kurdistan perçe nekirine. Em ne di bin destê Îsraîl û Amerîkayê da ne.

Li Kitêbxaneya Kurdî sohbetek xweş

 

Hevalê minê hêja Abid Gurses îro li Stockholmê li Kitêbxanaye Kurdî kitêba xwe (Kultureke polîtîk û paradîgmayeke nû) ji nas û dost û hevalên xwe ra îmze kir û bi kurtî qala naveroka wê kir û dûra jî bersîva pirsên guhdaran da.

Hin kesan jî li ser naveroka kitêbê û hin dîtin û pêşniyarên wî yên di kitêbê da fikrên xwe gotin, di vê çarçewê da di nabêna wî kesên beşdaran da sohbeteke baş çê bû.

29 april 2022

Tirkiye bûye hêlîn û sitara çeteyan

Tirkiye bûye merkeza terorîstên îslamî û çeteyên dinyayê, piranîya terorîstên îslamî û çeteyên dinyayê xwe li Tirkiyê vedişêrin.
Têcirên narkotîkayê, terorîstên îslamî, çete û kalpazanên dinyayê Tirkiye ji xwe kirine war û sitar.

Di nîsana 2017a da hin çete ketine sîstema postexaneya (Poste Îtalîane)Îtalyayê û 5 milyon û 90 hezar euro şandine dervayî Îtalyayê. Şebeke li Tirkiyê derket.

Erdogan vê carê jî bi Erebîstana Siûdî ra nabêna xwe baş kir


Recep Tayyip Erdogan- Mihemed bîn Selman

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganê sihêrbazê siyasetê do çû Erebîstana Siûdî.

Erdogan ewê bi Prîns Mihemed bîn Selman û bi Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdulaziz Al Siûd bibîne û bi Siûdî ra hin peymanan îmze bike.
Mêrik heyeteke mezin bi xwe ra biriye. Geh rast lê dixe, geh çep lê dixe, tim jî li karê ye.
Efendî rût bûye, li parsê digere, hêviya wî ew e Siûdî bedêla Qaşikçî sedeqeyekê bidê.

28 april 2022

Sîstema perwerdeya Tirkiyê zarokan baş nake, xerab dike

Sîstema perwerdeya Tirkiyê însên baştir nake, belovacî wê xerabtir dike, dike antî-kurd.

Li Tirkiyê di perwerdeyê da ji dibistana destpêkê hetanî zanîngehê fikir û îdeolojiyeke derewîn, irqçî û antî-kurd enjekteyî mejiyê zarokan dikin.

Sîstema perwerdeya Tirkiyê sîstemeke zêde nasyonalîst, irqçî û antî-kurd e, li ser înkara kurdan û welatê kurdan ava bûye.


Sîstema perwerdeya Tirkiyê sîstemeke zêde nasyonalîst, irqçî û antî-kurd e.

Tirkî zirareke mezin dide kurdan

Tirkî ne tenê kurdan asîmîle dike, di siyasetê da, di diyalogê da zirareke mezin jî dide kurdan.
Çimkî zimanê tirkî mişt argo ye, zimanekî kurfurbaz e, bi tirkî meriv pir rehet kane hevdu biêşîne, dilê hev bihêle. Di tirkî da peyvên argo pir in û pir jî tên bikaranîn.

Tirk di sohbetên normal da, kesên heval ji hev ra dibêjin "lawê min, qûnek, virek, pûşt" û gelek gotinên hîn girantir ji hev ra dibêjin.

Bi vî zimanê kurfurbaz, mişt heqaret û argo kurd gelkî zirarê didin hev, pê dilê hev dihêlin.
Mesela di swêdî da hewqas peyvên argo û kufur tune ye, lê di tirkî da pir e, du heval ji hev ra dibêjin "lawê min, law qûneke !..."

27 april 2022

Facebookê nivîseke min a li ser Tirkiyê qedexe kir

Ecêba giran, Facebookê do ev nivîsa min "Tirk li sê perçên Kurdistanê kurdan mecbûrî koçberiyê dikin" qedexe kiriye, gotiye ev nivîsa te li dijî prensîbên me ye..

Lê heger li gorî te ev biryaram e şeş e tu kanî îtîraz bikî.

Edresa îtîrazkirinê daye min. Ezê îtîraz bikim, hela binêrim ewê çi bibêjin.

26 april 2022

Tirk li sê perçên Kurdistanê kurdan mecbûrî koçberiyê dikin

Ev sed sal e tirkên faşîst, xwînxwar welatê me li me kirine zindaneka rastîn; bi rengekî sîstematîk Kurdistanê ji kesên bîrewer, şiyar, zane, kurdperwer vala dikin. Nahêlin di civatê da berdewamî û îstîkrar çê bibe.

Civata kurd tim dikin wek kerîyekî bêşivan. Keriyê bêşivan, bêkûçik gur rehet vê dikevin.

Li gorî xebereje Rûdawê di nav 3 salên dawî da tenê ji Agiriyê û navçeyên wê 30 hezar kesî koçî Amerîkayê, Kanadayê û Ewrûpayê kiriye.

Amerîkayê li Kîevê soza şikandina Rûsyayê da Zelenskî

Heyeteke Amerîkayê ya pir bilind, wezîrê karên derve Antony Blinken û wezîrê parastinê Lloyd Austin jî di nav da do ne pêr(24/4) serdana paytexta Ûkraynayê Kîevê kir.

Antony Blînken û Lloyd Austin bi serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ra civîyan û bi hev ra civîneke presê çêkirin. Herdu wezîrên Amerîkayê soza alîkariya di her warî da, madî û leşkerî dan Zelenskî.

25 april 2022

Kurdan bi îrada xwe ya azad asîmîlasyon tercîh nekirine

Kurd bi îrada xwe ya azad, bi daxwaza xwe asîmîle nebûne.
Welatê kurdan hatiye dagirkirin, kurd bi darê zorê, bi qedexekirina kurdî, bi tunebûna dibistanên kurdî, bi mecbûrîyeta perwerdeya bi tirkî asîmîle bûne û dibin.

Di asîmîlasyona kurdan da îradeyeke azad, tercîheke azad tune ye, tiştê bûye sebebê asîmîlebûna kurdan zor e, dagirkerî ye, tunebûna dibistanên bi kurdî û perwerdeya bi tirkî ye. Fêrbûna tirkî li ser kurdan hatiye ferzkirin.

Kîjan milet be di van şartan da ewê bihele, asîmîle bibe.

24 april 2022

Ji bo serketinê ked û xabat lazim e

Rast e, carnan di jiyanê da hin tesadufên baş çêdibin, ji meriv ra li hev tê, meriv bi ser dikeve, qezenc dike.

Lê di asasê xwe da tiştê meriv bi ser dixîne, digihîne zaferê ne tesaduf e, xebat e, ezm û sebat e.

Ji bo ku meriv tiştekî biçîne dibê meriv berê çandibe, ked û emeg dabe wî erdî. Xwediyê kedê mîrê Misrê ye.

Em bixebitin, em bi hev ra bin, bi tifaq bin zû derebg emê ji xebata xwe mahsûleke baş bigrin.

23 april 2022

Toz Beg - Zinarê Xamo - Çîrok - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)

Me îro taxa xwe ji gemarê paqij kir

Îro roja paqijiya taxa(mehela)me bû. Em ji hal da ketin. Me saet di 09.00 da dest pê kir.

Min û xanimê lepikên xwe yên kar kirin destên xwe, rahîşt tirmixên xwe û wek şêr û şepala me dest bi karê xwe kir.

Em sê saetan qûr ve bûn, rast ve bûn, pişt ket ber me, em westiyan.

Lê me derdora mala xwe, herêma xwe ji gemarê, ji tişmiştên plastîk, ji qirş û qal û pelan paqij kir. Paqijî baş e.

22 april 2022

Tirk dixwazin rojava û başûrê Kurdistanê dagir bikin !

Tirkiyê dest bi topbarana Kobanê kiriye. Li Kurdistana başûr jî eynî tiştî dikin, her roj çend gundên başûr topbaran û bombebaran dikin û hukûmeta Kurdistanê jî bêdeng e.

Ev yek îşareta destpêka êrîşeke mezin e. Tirkan nêt heye Kobanê jî wek Efrînê dagir bikin.
Rûsya dengê xwe nake, lê heger Amerîka li dij dernekve ewê biceribînin.

Minaqaşeyek 11 sal berê

Rim di çewêl hilnayê

Minaqaşa bi "Moderatorên" Grûba Yahoo ya Diyarbekrê ra


2011-10-22

Ez endamê grûbeke e–mailiê me. Navê wê Diyarbekir Yahoo Group” e. Grûbeke pir mezin e, qala 10 hezar endaman dikin.

Do bi şev(19/10-11) min ji moderatorên grûbê e-meilek girt. Moderatorên grûbê bi sloganke bi kurdî û tirkî êrîşa Çelê û kuştina 24 leşkeran protesto dikirin, digotin:

21 april 2022

Kurd çima hewqasî ji muzîka tirkî hez dikin?

Ez nizanim hin kurd, heta ez kanim bibêjim piraniya kurdan, çima hewqasî ji muzîka tirkî hez dikin?

Li Swêd tu diherî kîjan dikan, markêt û aşxaneyên kurdan dengê muzîka tirkî dikeve guhê te.

Li tu mekanekî kurdan dengê muzîka erebî û farisî nayê guhê meriv.
Li muzîka kurdî ji xwe kêm gudarî dikin.
Ev heyraniya kurdan a muzîka tirkî min merezarî û kezebreşî dike.

Hafiza însên ji bêjingê jî xerabtir e

Ev demeke ez hin notên xwe yên salên borî diweşînim. Heta nuha min 98 heb weşandine. Hetanî dawiya salê ewê biqedin.

Bi weşandina van notan tiştekî bala min kişand. Ji tiştên min nivîsîne herî zêde ji 5-10 tên bîra min. Ew jî ne bi vê tefsîlatê, tenê hin hûrik-mûrik tên bîra min.

Nuha, dema ez van notan dixwînim ez matmayî dimînim, çimkî zereya(pirîska) piraniya wan ji bin da nayê bîra min. Di hafiza min da ji wan tu şop nemaye, tu tiştek tune ye. Yanî hafiza însên ji bêjingê jî xerabtir e, serad e.

20 april 2022

Rizgariya me di bawerî û xebatê da ye

Di van rojên teng da, di van şertên xerab û giran da gelek kes bêhêvî bûne, deng ji wan hatiye birrîn, ne himîn ji wan tê, ne jî gimîn, bi hustuxwarî li malikên xwe rûniştine, li bende rahma Xwedê ne.

Rewşa me çiqasî xerab be jî dibê em bêhêvî û qudûmşikestî nebin, tiştê ji me tê bikin.
Kara me di bêhêvîtîyê û di tembelîyê da tune ye. Tenê hêvî, bawerî û xebat kane me ji bindestiyê xelas bike, riyeke din tune ye.

19 april 2022

Bêbextî ne karê mêrê çê ye !

Ev dinya wiha ye, merivên nankor, bêwefa di eynî wextê da bêbext in jî.

Roja tu wek wî nefikirî, roja tu bi kêrî siyaseta wî neyê te dike xerabê dinyayê, te dike gelac û provakator.

Mehmet Mamaş bêbextiyên mezin li Îsmaîl Beşîkçî dike. Ev ne exlaqî ye, ne karê kesê xwedî bext e.

Partiyên me bi destên xwe gorra xwe dikolin

Zarok jî, kerr û kor jî zanin dostî û hevaltiya hêz û partiyên kurdî bi Îranê û bi Tirkiyê ra malwêranî ye, kolana gorra xwe ye.
Dewletên welatê meriv dagir kirine tu carî nabin dost û xêrxwazên meriv.

Îran û Tirkiye bi qasî neyarên PKKê, PYDê ne hewqasî jî neyarên PDKê, YNKê û her partiya kurd û Kurdistanî ne.

Viya her tim eşkere nebêjin jî ji tarîxa xwe, ji pratîka wan em zanin tirk û ecem û ereb nabin dilxwaz û xêrxwazên tu kurdî, tu partiyeke kurd.

Tiştê di destê me da maye leqleqa vala ye

Mêrik got, mam hemdan, me çêle û gul ji dest dan, maye em û xeberdan.

Dijmin karê xwe dike, êrîşa xwe didomîne. Yên dibê deng bikin deng nakin, lê sêr û temaşe dikin, di destê me hinekan da jî tenê maye xeberdan. Ew jî pera nake, bêfêdê ye.

Pitepit û leqleqa vala tu giranî û tesîra xwe tune ye. Bi gotinên di medya sosyal da em nikanin tu havlê bikin, tu giraniyeke me tune ye. Herî zêde em dilê hev dihêlin.

18 april 2022

Yadkirinek dereng !

 

Pîrika min Sita Xamo

Îro roja wefata pîrika min Sita Xamo (1894-01-04-1983-04-18)ye.
Min pir dixwest berî wefata wê li ber serê wê bûma, temî û wesiyên li min bikira û dema wefat kir jî ez têketama bin darbesta wê, min wek wezîfeya xwe ya dawî mistek axa sar bavêta ser gorra wê...

Lê çi heyf ev yek nebû nesîbê min, wê demê çûna min a welêt ne mimkûnbû.

Sala 2010a dema ez vegerîyam welêt ez çûm ser gorra wê û min uzrê xwe jê xwest, min got ”pîrê, min efû bike, ez pir dereng mam, hêzên dagirker nehîştin ez têkevim binê darbesta te !”

17 april 2022

Ev yek ji trajediyê jî mejintir e !

Di mesela asîmîlasyonê da ev çend car in tiştekî pir ecêb bala min dikşîne. Ez dixwazim li vir bi kinî ji we ra qala wî tiştê ecêb bikim.

Cîranekî me yê kurdê Konyayê heye, her cara em rastî hev tên em silavê didin hev, li halê hev dipirsin. Ne malxuyê malê, ne xanima wî, ne jî lawikê wan bi me ra tu carî tirkî napeyivin. Em bi hev ra bi kurmancî dipeyivin.

Ew xwe bi xwe, bi hev ra jî bi kurmancî dipeyivin. Min qet nedîtiye bi hev ra tirkî bipeyivin.

Hînbûn bela ye

Hînbûn(xû)him baş e, him xerab e. Baş e, meriv fêrî karekî dibe, wî karî tim dike. Xerab e, meriv pê va tê girêdan, dibe bindest, nikane wî karî neke.

Hînbûn bela ye, qîr e, teniya bi don e, jê xelasbûn pir zahmet û zor e.

Hînbûn piştî demekê ji meriv ra dibe wek tiryakê, meriv dibe mubtelayê tiştê meriv hîn bûye, êdî ji meriv ra bûye xû, meriv nikane bi rehetî dev jê berde.

16 april 2022

Îro ez bêşans bûm

Îro saet di 13.00a da li Stocholmê, li Kitêbxana Kurdî çar jinên şair şiîrên xwe xwendin.

Min biryar dabû herim li wan guhdarî bikim. Lê ji ber vê nesaxiya xwe çavê min nebirrî herim.

Ev jî ji ber bêşansiya min e. Nesaxiyê di wexteke xerab da bela xwe di min da. Ez neçûm, lê dilê min li wir bû.

Zinarê Xamo - çîrok - mişkxatûnê - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)

15 april 2022

Herçiyên li min pirsîn mala we gişan ava be !

Di serî da viya bibêjim, ji nexweşxanê hatim mal, rewşa min baş e, siheta min li cî ye. Esas ez ji sergêjiyê hîn tam xelas nebûme, lê tuxtor got tiştekî talûke tune. Qey ewê derbas bibe.

Do min got ez hinekî nerehet im, fena ku problemeke min a tansîyonê hebe, gijêja min diçe, carnan ez balansa xwe wenda dikim û tu namîne bikevim.

Do danê êvarî dema min dî sergêjiya min berdewam e, min ban texsiyekê kir û ez çûm acîla (akûta) Nexweşxaneya Huddîngê(Huddînge Sjukhus).

Saet 17ê danê êvarê min navê xwe nivîsî û kaxeta dorê girt û li salona payinê rûniştim.

14 april 2022

Corona çû tansîyon hat

Tansîyona min pir daketiye, gêja min dihere, nikanim xwar bibim, carnan fena ku dinya li dor min viz dibe. Ji do da ye hinekî zêde bûye.

Ji vêsê da ye min zor daye av û dewê şor. Li gorî temiyên tuxtorê Googlê dibê avê û dewê şor vexwim. Xwedêgiravî çay û qahwe jî baş e.

Ji tirsa li derekê nekevim îro neçûm meşê û antramanê. Qey ewê derbas bibe.

13 april 2022

Gava kurd li hev neyên kes nikane wan li hev bîne

Li gorî hin xeberên di medyayê da belav bûne Amerîka ketiye nabêna ENKSê, PYNK, PYDê dixwaze wan li hev bîne, bîne ba hev.

Ev xebata Amerîka ji zûda ye heye, lê hetanî nuha tu netîceyek nedayê, çimkî hin kurd tifaqê, yekîtiyê naxwazin. 

Di nav ENKSê da gelek ”partî” û kes ketine bin emrê Tirkiyê, li gorî emir û destûra Tirkiyê hereket dikin.

Terawîh ji bîr kir

Du merivên sextekar bi derewa xwe kiribûn qadî û di meha Remezanê da gund bi gund digeriyan, li ser Remezanê çend pirs ji xelkê dikirin, yê nizanîbûya dixistin feleqê û pere ji wan distendin.

Qadî bi vê hesiya û herdu sextekar dan girtin û xistin feleqê û binê nigê wan ço kirin:

12 april 2022

Hin tarîxzanên me ji yên dijmin ne baştir in

Ji ber ku di tarîxê da kurd nebûne xwedî deweletên serbixwe, nebûne xwedî împaratorî kêm belge û şop li pey xwe hîştine, nikanîbûne wek faris û erebên xwedî dewlet di heqê tarîxa xwe da belge û eserên nivîskî li dû xwe bihêlin.

Hin kurdê xwedêgiravî dîroknas in ji ber kêmayî û tunebûna belge û tarîxa nivîskî kurdan tune dikin, dikin sifir, fena ku berî musilmanbûna kurdan li Kurdistanê kurd tunebûn, îslamiyetê kurd û navê kurdan derxistiye qada tarîxê.

11 april 2022

Bîntengî û bînfirehî

Di medyaya sosyal da meriv bînfire be, dilê hev nehêle, di rexneyên xwe da maqûl hereket bike baş e, li kara meriv e.

Carnan meriv vê balansê ji dest dide, lê meriv kanibe bi xwe baştir e. Di minaqaşê da bîntengî ne baş e.

Yanî dibê meriv xweşbîniyê, tolerenasê tim ji xelkê nepê, meriv bi xwe jî li hemberî fikrên cuda bînfire, bi tolerans be.

Min li ser xweşbîniyê, bînfirehiyê yanî toleransê çend aforîzmên xweş wergerandin, hêvî dikim bi dilê we bin, hûnê jê hez bikin.

Qulingê pozbilind

Rojekê quling li qeraxa çemekî bi wan çîpikên xwe yên dirêj û zirovokî di nav avê da ji xwe ra li dû nêçîrekê bû.

Masiyên çem yên bi ber çavên wî diketin giş biçûk bûn, bi wan qayil nedibû, kîjan didît digot biçûk e, nedixwar. Ji xwe ra digot:

-Ji bo min şerm e ez van masîkên biçûk ên wek kurmikan bixum.

Wiha got û li masiyên hinek mezintir gerîya. Hinekên piçekî mezintir dîtin, lê bi wan jî qayil nebû, ji xwe ra got:

10 april 2022

Xezala me îsal jî kulîlkên hewşa me li xwe helandin

Xezala ev çend sal in hogirî hewşa me bûye şevê çûnî dîsa hatiye hewşa me, çend tûmê kulîkên serên xwe ji bin axê derxistibûn giş xwarine û çûye.

Ev çend sal in di nav hewqas mal da tê dikeve hewaşa me û çend kulîkên nuh zîl dane, nuh pirçifîne dixwe û dihere.

Wê rojê min li hewşê yek dî, min xwest berdimê, ji hewşê derxînim, xanimê û Rojen nehîştin, gotin aciz neke, bihêle bira ji xwe ra biçêre.

Dibê em navê welatê xwe sansor nekin !

Mahkima Cezayê Giran a Xarpêtê di biryara xwe da gotiye ”bijî Kurdistan !” ne sûc e, azadiya beyana fikrî ye.

Ji bo ku mamosteyê zanîngeha Ferêt Hifzullah Kutum gotibû “Şoreşa Îlonê li hemû kurdan pîroz be û bijî Kurdistan !” jê ra 5 sal hefs dihat xwestin, ev gotinên wî wek propaganda ”rêxistina terorê” dihat dîtin.
Mahkima Cezayê Giran a Xarpêtê ev îdîa dozger qebûl nekiriye û Hifzullah Kutum berat kiriye.
Ji bo ku kurd navê welatê xwe hilnedin tirk her metodê bikar tînin. Çi heyf di vî warî da baş bi ser ketine.

09 april 2022

Îro dîsa li ser gorra te bûm !

 

Pismam, îsal ev cara dudya ye ez û Hêvî tên ser gorra te. Cara berê min meh tevlihev kir, em di 9ê adarê da hatin ser gorra te.
Lê dûra Metîn ji min ra got tu mehekê zû çûye. Şaşiyek xweş bû, em du caran bûn mîvanê te.
Îro ez û Hêvî dîsa ketin rê, me berê xwe da Strandkyrkogarden. Ji şansê me yê xerab ra îro berf dibarî û dinya sar bû.
Lê me kincên xwe yên zivistanê li xwe kiribûn, lema berf û serma ne xema me bû.
Me ji kulîlkên nuh yên li ser gorra te fêm kir çend kes berî me hatibûn serdana te.

Hetanî tabeleya bi kurdî jî neyê bi dardekirin dibê kurd neçin li Mizgefta Mezin nimêjê nekin !

Hetanî tabeleya bi kurdî jî neyê bi dardekirin dibê kurd li Diyarbekrê neçin li Mizgefta Mezin nimêjê nekin ! 
Heger bikin bêxîret in, vê heqaretê heq dikin !

Dahîra Dîyaneta Tirkiyê tabêleyeka bi çar ziman li Diyarbekrê bi ser deriyê Mizgefta Mezin ve kiriye. Tabêle bi tirkî, îngilîzî, erebî, rûsî ye, kurdî tune ye.

Li bajarê kurdan, li mizgefta cimata wê sedîsed kurd e tabêleya wê bi îngilîzî, erebî û rûsî ye, lê ne bi kurdî ye.

08 april 2022

Hevalê yê ketî tune

Di siyasetê da, di şer da, di tîcaretê da dema meriv bi ser nekeve her kes sûc dike hustiyê meriv.

Carnan ev hukim rast e, bi rastî jî ji meriv da ye, lê carnan jî biserneketin, wendakirin ne ji meriv da, ji ber hin faktorên der û hundur in.

Di serî da rewş di lehê meriv da ye, meriv li gorî wê hesabê xwe dike, lê dûra ji niş kave rewş diguhere û meriv têk diçe.

Dilxweşî

Mêrik ji jina xwe ra got:

-Xatûn, hewqas sal in em bi hev ra rociya xwe digrin. Tu dibêjî me kanîbûya Remezana Şerîfa mubarek memnûn û dilxweş bikin?

Jinikê got:

-Malneket ma ev jî gotine! Heger mubarekê memnûn nebûya ma her sal 10 rojan zûtir dihat?

Tirkî destarê tirkbûnê ye

Helbet her tiştê meriv bi tirkî dinivîsîne ne xerab e, miheqeq fêde û aliyê baş jî tê da heye.

Lê dibê meriv kar û zirara nivîsîna bi tirkî bide ber hev: Gelo meriv bi kurdî binivîse baş e, ya jî bi tirkî?

Gelo nivîsîna bi kîjan zimanî ji bo me baştir û bi fêdetir e?

Gelo di nivîsîna kîjan zimanî da zirara me heye, di kîjan zimanî da kara me heye ?

Çimkî tirkî, asîmîlasyon êdî li ser hebûna me bûye gefeke mezin. Kurdên bi kurdî nizanibin bi piranî ewê bibibn tirk, jixwe nuha jî bi milyonan bûne tirk. Tirkî destarê tirkbûnê ye, me dihêre, dike tirk.

07 april 2022

Îro gîsko ye

Ev du sê roj in li Stockholmê hewa qet ne xweş e, ge dibe ewr, ge dibe sayî, ge dibe berf, ge dibe baran.

Îro jî wisa bû, ji vêsê da ye ge dibe berf û şilope, ge dibe baran. Berfê vekir, ev çend saet in ximîna baranê ye.

Bîstek berê xortê me yê biçûk ji karê xwe şilûpil bûyî hat mal. Xanimê bala xwe da halê wî û jê ra got, tu zanî, îro ”gîsko” ye, lê çîroka gîsko nizane.

Ez îro vaksîna çara jî bûm

 

Min îro çû derziya corona ya çara jî li xwe xist û heger ne derew be parastina li hemberî COVîD-19ê bi Vaksîna Moderna saxlemtir û qewîtir kir.

Lawkê me yê biçûk got bavo ne lazim e, çimkî tu bi coronayê ket û jê xelas bû, lema jî êdî ne hewce ye, lê min guh nedayê, min îro xwe jê vedizî û çû derziya Moderna li xwe xist. 
Ji xanimê ra hîn mehek maye.

Hewce be, ne hewce be, baş be, ne baş be ez nizanim, bi ya tuxtor û pisporan dikim. Pispor, alim dibêjin vaksîn baş e, dibê meriv bibe. Ez jî gurra wan dikim.

Terorîstên Daîşê li Anqerê tîcareta keçên êzdî dikin

Terorîstên Daîşê li Anqerê hîn jî jinên êzdî êsîr digrin û difroşin malbatên wan.

Li gorî BasNewsê nivîsîye, keçeka êzdî bi navê Rojda li Anqerê ji destê yekî Daîşê hatiye xelaskirin.

Keça êzdî Rojda ev 3 sal bûne li Anqerê li mala yekî Daîşî êsîr bûye, malbata wê bi 8 hezar Dolarê Amerîkî ew ji yê Daîşî kirîne.

06 april 2022

Dibê meriv pêş xwe bibîne

Dibê meriv karê di wextê da bike, karê bi derengî were kirin ya bêfêde ye ya jî fêda wî hindik e.

Dibê meriv bîstanê xwe di wextê da, berî hişk bibe av bide, piştî ku lem hişk bûn tu çiqasî av bidî jî bêfêde ye.

Heger 40-50 sal berê kurd li zimanê xwe xwedî derketana, zarokên xwe bi tirkî mezin nekirana, siyaset bi tirkî nekirana, nebûna nivîskar, rojnamevan û edîbên tirkî, kurdî nuha nediket ber sikratê. Sûcê me ye, di asîmîlasyonê da gelekên me jî alî dijmin kirin.

05 april 2022

Di minaqaşeyan da gerek heqaret tune be !

Bi navê rexnekirinê carnan însan dilê hev dihêlin, gelek tiştên ji hev ra dibêjin. Di minaqaşeyên siyasî da meriv dilê hev nehêle, peyvên ne xweş ji hev ra nebêje baş e.

Bibê nebê însan li ser hin meselan hev rexne dikin. Carnan rexne di cî da ye, carnan ne di cî da ye.

Carnan xwediyê rexneyê bi heq e, carnan neheq e.

Problem carnan bi navê rexneyê heqaret, heta peyvên bêedebî tên kirin.

Baş e dibê meriv çi bike?

04 april 2022

Pisika kone

Pisika malê wer li dû mişko bû. Mişkê feqîr dixwest ji qulikê derkeve, here ji xwe ra li derekê kurtêlek nan bibîne, zikê xwe pê têr bike, lê ji tirsa pisika malê newêrîbû serê xwe ji qulikê derxista.

Pisika malê wek nobedar wer li ber qulika wî bû, mişko çer serê xwe ji qulikê derdixist, pisikê xwe çindî ser dikir, mişko revî-revî paş da diket qulika xwe.

Rojekê dengê ewtîna kûçik çû guhê mişko. Mişko bi kêfxweşî xwe nêzî devê qulikê kir û li deng gudarî kir.

Qewlê rociyê

Wexta suhorê bû, ji kalê torî pirsîn, gotin:

-Seyda, tu dibê meriv di suhorê da çi bibêje, nêta rociyê çawa bike?

Kalê torî got:

Li mala dostekî ezîz

 

Ez û Keya Îzol do (3/4-22) çûn serdana dostê me yê hêja Bişarê mala Kosa. Di qazayeke trafîqê da ji mirinê xelas bûye. Lê şikir nuha talûke nemaye, hêdî hêdî baş dibe. Bi vê yekê em pir kêfxweş bûn.

Lê qezayeke pir mezin bûye, pir êşiya ye, hema hema sê meh di ser qezayê ra derbas bûye lê hîn jî tam nehatiye ser hêza xwe.

Ez hêvî dikim di demeke nêz da ewê bi tevayî baş bibe û vegere welatê xwe û gundê xwe, nava malbat, dost û hevalên xwe.

Ji zû da bû min çîkê Bişar nexwaribû. Mala Hawarê hêja ava ba, ji dêlî bavê xwe, wî ji me ra çîkekî bi pir xweş çêkir. Tahma çîkê wî hîn di devê min da ye.

Jixwe yê here mala Bişar tu carî bê çîk ranabe. Çîkê wek loqim bi qasî çay û qahwê îkrameke standard e, wek çay û qahwê miheqeq ew jî tê ber meriv.

 

03 april 2022

Însan û umrê dewletan

W. S. Landor: Dewlet jî wek însên in, çê dibin, mezin dibin, kamil dibin, îxtîyar dibin û dimrin.

Erê rast e, wek însên dewlet jî ne ebedî ye, rojek tê dimre û tiştekî din, ya jî çend tiştên din jê çê dibin.

Lê hin caran umrê hin dewletan pir dirêj dibe, bi sedsalan dikşîne. Em nikanin li bende mirina dewleta tirk ya xwezayî bimînin, dibê em umrê vê dewleta faşîst, ceberrût kin bikin. Gerek ev dewleta irqçî, faşîst ”mezin, kamil û îxtîyar” nebe, gerek zû bimre.

02 april 2022

Ji %7ê zarokên me bi kurdî zanin !

Li gorî lêkolîna Merkeza Lêkolînên Kurdî û Rawestê bi hev ra kirine li Wanê, li Diyarnekrê, li Mêrdînê û li Rihayê li dora ji %60ê dê û bavan bi kurdî dipeyivin, lê jimara zarokên bi kurdî dipeyivin ji %7 e.

Wê demê rahma Xwedê li me be, li bakurê Kurdistanê kurd bi tevayî asîmîle bûne. Tirkan bi alîkariya siyasetmedarên kurd miletê kurd helandin, qedandin.

Gava rêjeya(jimara) zarokên bi kurdî dipeyivin dakeve ji %7a tu kes, tu hêz nikane miletê kurd ji mirinê xelas bike.

01 april 2022

Hewa Swêd xapînok e

Danê nîvro(saet 11.30î da)min û xanimê ji mal da rê, em çûn meşa xwe ya rojane.
Em çer gihîştin ber gola xwe, asîman reş xeniqî, ewrekî tarî xwe berra ser me da û berfê dest pê kir, di nav çend deqeyan da erd sipî kir.

Me meşa xwe kin birrî û berê xwe da malika xwe. Bi rê da jinek û keça xwe rastî me hatin, jinikê bi îngilîzî pirsa riya metroyê ji me kir. Kayişa kûçikekî biçûk di destê jinikê da bû, kûçikekî şîrîn bû, xwe vir da, wê da hol dikir.

Cesareta medenî

Bi meriv ra(bi însên ra) cesareta medenî hebe baş e. Dibê însan biwêribe raya xwe, fikrê xwe, bîr û baweriya xwe bibêje; gava hewce be hestên xwe bide der.

Tiştê nekeve serî, rast nebîne ji bo xatirê hinekan qebûl neke, bibêje nakeve serê min, ez rast nabînim.

Dibê meriv nebe tûtî(papaxan), nebe siya xelkê.

Li ser qedexeyên meha Remezanê

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê meha Remezanê sibe dest pê dike. Li başûrê Kurdistanê û li hin welatên din îro dest pê kir.
Li gorî dibêjin li Kurdistana Federe qahwexane, pastexan ewê bi roj girtî bin, vekirina wan hatiye qedexekirin.
Aşxaneyên vekin jî ewê giş bi perde bin.
Yanî kes ewê nikanibe eşkere xwarinekê bixwe, tiştekî vexwe, cixarê bikşîne. 

Biryara girtina qahwexane û pastxaneyan şaş e, neheqî ye, dibê meriv vê biryara hukûmeta Kurdistanê rexne bike.

PARVE BIKE