Min nuha ev yek di kanala Samanyolu ya tirkî ya Fetulah Gulen da dît.
Nuha di kanala Samanyolu TVê da min li programa Ayna(neynikê, mirêkê) bîstekê temaşe kir. Ji ber ku program li ser Hewlêrê bû.
Pêşkêşvanê programê(Saîm Orhan) çû gundê Mahmûd Eshed Fetah axayê herkî.
Lê mêrik ne wek rojnamevanekî, bi merasimeke serokwezîr û serokkomarekî hat pêşwzaîkirin.
Li hemberî rebeniya kurdan ez dîn bûm. Meriv ancax dikane hewaqasî xwe biçûk bibîne…
Mahamûd axa û hemû peyayên(zilamên)gund, belkî 50-60 kes li derve, li ber malê di hzirolê da pêşwazî li Saîm Orhanê tirk kirin.
Axa, lawê wî, birayên û hemû peyayên gund, wek ku li bende serokwezîr ya jî serokkomarê dewletekê bin, hemû ketibûn rêzê û li bende rojnamevanekî tirk bûn.
Li hemberî dîmenê min dît, wek kurdekî min ji xwe şerm kir û min careke din jî dît ku kurd xwe li hemberî tirkan çiqasî reben û biçûk dibînin.
Çawa meriv dikane li rojnamevanekî pêşwaziyeke wiha bike? Çawa meriv dikane li hemberî rojnamevanekî xwe hewqasî biçûk bixîne?
Axa ye! Ji kurdan ra axa ye. Lê hemberî rojnamevanekî tirk ew û eşîra xwe dikevin hazirolê!
Axa çawa li ber deriyê hewaşa xwe li hemberî rojnamevanekî tirk bi rengî dikeve hazorola leşkerî?
Ev ne mîvanperwerî ye. Ev rebenî û xwe bçûk dîtin e. Psîkolojiya xwebiçûkdîtinê ye.
Gundiyê kurd jî, axayê kurd jî xwe li hemberî stûlekî tirk, rojnamevanekî tirk biçûk dibîne, qedir û qîmeta dibê meriv bide merivekî pir mezin, bide serokwezîrekî didinê.
Ev ne mîvanperwerî ye.
Lawê Mahmûd axa jî ji telebeyên destpêkê yên mektebên Fetulah Gulen bû. Sifreyek jê ra raxistin te digot belkî Celal Talabanî ya jî Mesûd Barzanî bûye mîvanê wan…
Heyf, meriv wek kurd li ber xwe dikev….
Rojnamevankî kurd ji Hewlêrê biçûya gundekî tirkan, heger lênedana, bi daran bernedanayê, bi kêmasî kesî silav nedidayê…
Ji ber ku gundiyê tirk jî li hemberî kurdan xwe biçûk û kurdan mezin nabîne, lema jî qet qedir û qîmetê nade yê kurd.
Lê kurdên me yên başûr dema tirkek ji wan ra dibêje”merheba!”, ji kêfa difirin, li hember direqisin, li dorê dibin perwane…
Yaşar Kayayê 76 salî li ser pirsa, ”Heger AKP parlamenteriyê
teklîfî te bike, tu yê çi bibêjî?”, gotiye, ”Ezê bibêjim erê, lê belê ewê di
nava AKPê da mafê jiyanê nedin min.”
Weleh kes tiliya xwe jî bi te nake, piştî ku tu ev mêr bî, çima ewê bela xwe di
te bidin?
Û piştî vê xeyala xwe ya parlamenteriyê jî camêr gotiye, ”Sempatiya wî ji pênc
kesên AKPyî ra heye. Erdogan, Gul, Arinç, Hueseyîn Çelîk. Û Cemîl Çîçek.”
Gotineke heye, dibêjin ”navî giran e, warî wêran e”!
Sosireta din ya herî mezin jî, dema xanima bi Kaya ra hevpeyvîn kiriye,
dibêje, ”Ew Erdoganê hûn wî teqdîr dikin, ji bo Roboskiyê hîn uzir jî
nexwstiye.”
Li hemberî vê gotina wek şîrmaqekê Kaya wek berdevkê Erdogan meselê li bin guhê
hev dixe û dibêje, ”Ew mesele ji bo min hinekî tarî ye. Kê kir, çima kir, gelo
dewletê kir?...”
Wek tê dîtin, Kaya jî wek berdevkekî Erdogan, vê qetlîama bi emir û agahiya
Erdogan hatiye kirin şêlû dike, qatilê wê vedişêre…
Dema meriv kurdê wiha reben, ne tu tişt dibîne meriv baştir fêm dike ku çima
heta nuha em bi ser neketine…
Rebeno, ji pênc kesên ku dewleta tirk îdare dikin hez dike û dixwaze ji AKPê
bibe parlamenter…
Fermo, çapa mezinên kurdan ev e…