28 februari 2023

Sebebê tirk naxwazin kurdî fêr bibin heye

Îro di twîtterê da rastî twîtteka balkêş hatim. Xanimeka bi profîla Qerê li ser tirk çima naxwazin kurdî fêr bibin gotiye:

Qerê:
”Jinxal û jinapên min tirk in, bi salan e di nav malbatê da ne, lê hîn jî herfeke bi kurdî nizanin.
Navê viya ne "nehînbûn" e; esil bêhurmetî, bêrêzî, piçûkdîtin, xwe ser ra dîtin, xwe desthilatdar dîtin e.

Erdogan bi serokê Gurên Boz xelkê ditirsîne

Di maça Beşîktaş-Antalyasporê da xelkê bi yekdengî îstîfa hukûmetê xwestiye. Sînyalek baş e.

Serokê MHPê Devlet Baçeliyê boşboxaz ji dêlî Erdogan xwe qeherandiye, gef li milet xwariye, gotiye emê hesabê vê bipirsin.
Erdogan ji alîkî da hêzên dewletê dajo ser milet, lê dema têrê neke, Bahçelî dajo meydanê. Bahçelî çoyê di destê Erdogan da ye, gava hewce be bi wî milet ditirsîne.

Zimanê me pasaporta me ya kurdîtiyê ye

Rast e dijminên me pir zalim in, faşîst in, neyarên her tiştê kurdî ne. Berî her tiştî jî dijminên zimanê me ne. Em viya baş zanin.

Çimkî ew zanin zimanê me hebûna me ye, nasnameya me ye, pasaporta me ya netewî û kurdbûnê ye.

Bi zimanê xwe em ji wan cihê dibin. ji bo wê jî ji zimanê nefret dikin, naxwazin em bi zimanê xwe bipeyivin, naxwazin dengê kurdî here guhên wan.

27 februari 2023

Li ser nefreta ji zimanê kurdî

Jineka bi navê Melîs Yildiz, li Wanê abûqat e, do di twitteka xwe da aciziya xwe ya li dijî zimanê kurdî daye der, gotiye:

”Li ba min gava bi kurdî dipeyivin ez pir aciz dibim. Wek meriv li ba yekî bi kurtepistî başgotiniya wî bike bêhurmetî ye.”
Bêtehamuliya, acizbûna ji zimanekî meriv pê nizane ne normal e, irqçîtî ye, nexweşiyeke psîkolojîk e.
Di nav tirkan da xerab, irqçî pir in, lê ev jinik xeraba ji xeraban jî xerabtir e.

26 februari 2023

Di xewnê da çûm nimêja îniyê

Ez îşev di xewna xewe da bûbûm sofî û çûbûm nimêja îniyê. Cimat pir bû, cî teng bû. Min xwîdan da û îşligê(gomlegê) xwe ji xwe danî, da pêş xwe.

Ez çend caran rabûm qametê û sujde bûm, cimat hêdî hêdî ferikî. Min hew dît îşligê min tune ye. Vir da, wê da lê geriyam min nedît, îşligê minî nuh û top li ber çavê min beta kirin, ji min dizîn. Ez mam bi tena atlêt va...

Bîranînên Cigerxwîn û kurd çima nebûn xwedî dewlet?

Ev demek bû min bîranînên Cigerxwîn (Jînenîgariya min) dixwend. Min wê rojê qedand. Min hin not girtibûn ji bo ku çend gotinan li ser binivîsînim.

Min dest pê kir çend rêz nivîsîn, lê di eynî rojê da erdheja duduya çêbû.
Min dev jê ber da, bala min belav bû. Hişê min, bala min çû ser trajediya erdhejê.

25 februari 2023

Îro rojeka bi dilê me bû

Ez û xanim îro dereng derketin meşa xwe ya rojane, him mîvanekî me yê pir ezîz hebû, him jî lawikê me yê biçûk hatibû serdana me.
Mîvanê me yê ezîz Xurşîd Kaplan bû. Bi hatina xwe, bi diyariya ji min ra anî em pir kêfxweş kirin.

Em saet li dora 14.00a ji mal derketin, em li dora 5 km meşiyan. Çaxa berf li erdê be û 5-6 derece jî sar be meş xweş e, hawirdor, xweza sipîboz e, berfa sipî diçirûse, çûle dide...

Ma wiha dibe ?

Xalê Husên û xanima xwe li Semsûrê di bin kavilên xaniyê xwe da mabûn. Xalê Husên bextreş bi saxî hate derxistine, lê xanima wî xelas nebûye, piştî 6 rojan ew mirî derxistine.

Xalê Husênê dilbikul, li ser gorra pîreka xwe ji kezebê dilûbîne,  bi dilşewatî kesera dilê xwe jê ra dibêje.
Fermo guh bidin girî û hawara dilê xalê Husên:

-Te digot tu çûye tu dereng hatî. Binêre tew te ez terikandime, tew tu nayê ji nû va. Wa duwe?
Tu çima bi min ra ne doxrî yî?
Tu çima min ra ne doxrî yî?
Çima te ez terikandim?
Kurkê me nuha gî li şopî te(li dû te)dikire girî, dikere girî ha!

Surprîzeke nayê jibîrkirin

 

Wêranşar: Merasima cenazeyê Ahmet Soken

Îro tiştekî ez qet ne li bendê bûm qewimî. Bi vê surprîza ez ne li berndê bûm ez him matmayî mam, him jî pir û pir kêfxweş bûm, dilşa bûm.

Dost û hevalê minê hêja Xurşîd Kaplan îro bi diyariya xwe ya ez li bendê bûm him ez matmayî hîştim, him jî pir dilşa û kêfxweş kirim.

Camêr fotografê merasima cenazeyê Ahmed Sokenê* gorrbihuşt ji min ra mezin kiriye, çarçewe kiriye, anî mal teslîmî min kir.

24 februari 2023

Facebook li hemberî kurdan bûye wek dozgerekî tirk

Facebookê ji ber vê nivîsa min hesabê min 6 rojan girt, li ser îtîraza min dîsa vekir. Yanî Facebook bûye holçîka zarokan, misqalê cidîyetê pê ra nemaye. Bi min wer tê bûye wek dezgeheke Tirkiyê.

Nivîsa bû sebebê 6 roj girtina hesabê min ev e:
”Ev du sed sal in tirk bi her hawî hewil didin kurdî bihelînin û kurdan bikin tirk. Dibê em qebûl bikin têra xwe bi ser ketine, ji me gelek helandine, kirine tirk.

Ji bo tirkan em kurd pîvazên sor û sipî ne

Tirkiyê navên gelek kesên ji fikir û îdeolojiyên cihê xistiye lîsteya malperên hatine qedexekirin.

Bi vê lîsteyê careke din ji me kurdan ra got, fikrên we, baweriyên we, îdeolojiyên we, partiyên we cihê bin jî ji bo me qet ferq nake, hûn giş dijminên me ne.

Gelek kurd hin tiştan, ferqîyetên siyasî, îdeolojîk û bawerîyê dikin sebeb û bi israr xwe ji hev cihê dikin.

23 februari 2023

Tirkiyê bi gelek malperên din ra twîttera min jî girtiye

Tirkiyê ji weşanxana Avestayê bigire, hetanî bi Rûdawê li dora 500 malperên şexsî, weşanxane, kovar, sîteyên rojnameyan girtine.

Navê twîttera min jî di lîsteyê da heye, Tirkiyê twîttera min jî qedexe kiriye. Do min nizanîbû, derengê şevê ez pê hesiyam.
Çi bibêjim?
Dara bi fêkî her kes kevirê xwe davêjê. Ji bo ku ji min ditirsin serbilind bûm.

Werin em vî dengbêjê hêja nas bikin

Ez do di Facebookê da rastî kilama dengbêjekî pir hêja hatim. Dostê minê hêja Abûqat Mehmet Guzeler di Youtubê da sitrana dengbêjekî swêregî belav kiriye. Navê wî Qoçoyê Resûl e. Cara pêşîye ez navê vî dengbêjê hêja dibihîzim.
Haydar Diljen ew baş bi me daye naskirin.

Fermo ji dengê Qoçoyê Resûl li kilama Cembelîyê Mîrê Hekarî û Binefşa Narîn gudarî bikin.

Ev meqamê herêma Fertêt û  Berferatîya ye.

Ev meqam ji Semsûrê bigire hetanî bi Rihayê, Sirûcê, Kobanê û Efrînê meqamekî pir taybet û xweş e.

22 februari 2023

Hackarên sûdanî hackarên Tirkiyê derketin

Çendakî berê çeteyên kompîtoran(hackaran, korsanên kompîtoran) êrîşî çend melperên Swêd yên dewletê kirin, malper çend rojan xera kirin. Çeteyan navê xwe kiribûn ”Hackarên Sûdanî...”

Xwedêgiravî ji bo ku li Swêd Quran hatibû şewitandin wan jî bi vî hawî heyfa xwe ji Swêd digirt.

Min çer xeber xwend, min ji xanimê ra got ”Hackarên Sûdanî” vir e, ev îşê MÎTa Tirkiyê ye, miheqeq Tirkiye li pişt vî karî ye.
Tirkiye êdî bûye welatê çeteyên her karî.

Kobanê-xewna azadiyê

Min û xanimê şeva çûnî di telewîzyona swêdî, di kanala 2a da li belgefîlma ”Dox: Kobanê - xewna azadiyê” temaşe kir.

Dokumentereke pir baş bû. Li ser egîdî û canfîdayîya xelkê kobanê, hezkirina ji bajarê xwe, ji axa xwe bû.

Du xortên ji kobanî Jenkîdar û Husên fîlm çêkirine. Herdu jî kobanî ne. Berî Daîş êrîşî Kobanê bike herdu li Bêrûdî xwendevan bûne, li wir hevdu nas dikin û bi hev ra diherin Kobanê. Li Kobanê şer dest pê dike. Narevin, li bajêr dimînin, bi kamareya xwe liberxwedanê taqîb dikin.

21 februari 2023

Dagirkerên welatê we tu carî nabin dostên we

Roja erdheja Mereşê ya pêşî Kurdistana Federe hêzeke mezin a rizgarkirinê, gelek tuxtor, ambolans û gelek wasiteyên xebatê şandin hawara Tirkiyê.

Çend rojan piştî erdhejê serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû serdana Hatayê, xemgînî û dilsoziya xwe nîşanî Tirkiyê, tirk û kurdên mexdûrên erdhejê da.

Yanî kurdên başûr, hukûemta Kurdistana Federe, Weqfa Barzanî roja pêşî ya erdhejê hemû hêz û îmkanên xwe seferber kirin, çûn gazî û hawara Tirkiyê û gelê xwe.

Tofana hatiye serê me pir mezin e !

Ednan Firat Bayar li ser malwêraniyên tofana erdhejê bûye sebeb gotiye:

”Êdî bajarekî bi navê Adiyamanê(Semsûrê), Mereşê, Hatayê, Elbîstanê, Golbaşiyê, Doganhîsarê tune ye. Bi dehan qeza û bi sedan, belkî jî bi hezaran gund tune ne êdî. Ya giş hilweşiyan, ya jî ewê werin hilweşandin.”

Gurrûzî digre canê meriv, aqilê mezin disekine, bi dehan bajar bi erdê ra tep û dûz bûne.

20 februari 2023

Coxrafya me jî li me hatiye xezebê

Bi rastî jî em kurd miletekî pir bêşans û bextreş in. Bindestiya me, çarperçetiya me, çar dewletên dijmin yên wek zebelihan ne bes e, xweza jî, coxrafiya me jî li me hatiye xezebê.

Ev tu hefte ne nîvê welatê me bûye hêlkan, bi milyonan însan di halekî perîşan da ne.
Erdhej çawa 14 rojan dom bike?
Bîstek berê dîsa erdhejeke bi şîdeta 6.4 çê bûye.
Dibêjin merkes Hatay e, lê hetanî Amedê, Mêrdînê jî tesîra xwe nîşan da ye. Hêvî dikim zirareke canî çênebûbe

Bext kela mêra ye

Ji bo însên bext(ûjdan, camêrî, wefadarî) pir muhîm e, di her şert û mercî da dibê meriv bextê xwe bihefidîne, li tu kesî bêbextiyê neke.

Bext kela mêra ye, mêrê çê li kesî bêbextiyê nake. Dibê meriv bext nede bi text, neke xizmeta îdeolojiyê û siyasetê.

Ji bo tu tiştî, ji bo tu kesî, ji bo tu îdeolojiyê û siyasetê bextê xwe navêje, bextreşiyê li kesî neke.

19 februari 2023

Miletê kurd dilfirehiya xwe nîşan da

Di vê tofan û bobelata mezin da miletê kurd, partî, dezgeh û komeleyên wan, feqîran, zengînan yanî her kesî li gorî îmkanên xwe alîkarî û piştgiriyeke mezin, bêemsal bi mexdûrên erhejê ra kir, hîn jî dikin.

Bi hezaran kesî deriyên malên xwe, ciyên karên xwe, fabrîqeyên xwe ji kesên motaj ra vekirin. Kurd wek milet seferber bûn, çûn gazî û hawara birayên xwe.

Ez vî heqê xwe li te helal nakim

Mêrikê bazirgan bi salan bi deva(arwana) xwe bar kişandiye, her kar û barê xwe pê kiriye. Sal û zeman derbas bûye, deve pîr bûye, ji hêz da ketiye, ketiye ber desta, êdî kar jê nehatiye. Fêm kiriye rojên xwe yên dawî dijî, êdî li ber mirinê ye, gotiye:

-Va ye ez li ber mirinê me, hela herin ban xwediyê min kin, bira were em heqê xwe li hevdu hela bikin.

Çûne ji xwediyê devê(hêştirê) ra gotine, hal mesele ev e, arwana me li ber mirinê ye, dixwaze hûn heqê xwe li hev helal bikin.
Xwediyê devê gotiye:

18 februari 2023

Tiştê Tirkiye dike ji zulma zaliman jî xerabtir e

Tiştê Tirkiye dike zora zaliman jî derbas kiriye. Di erdheja 6ê sibatê da bi hezaran însan mirin, bi sedhezaran însan bêxanî, bêmal mane.

Xelk li ber dîwaran, di çandiran da perîşan e, însan motajî kevçiyek şorba germ, gezek nan in.

Di vê tofanê da pûlisan ji ber twîttekê, ji ber parvekirineke di medyaya sosyal da dest bi girtina însanan kirine.

Tirkiye dewleteke tiroviro ye

Di erdheja Mereşê ya 6ê sibatê da eşkere bû Tirkiye ne tu dewlet e, dewleteke tiroviro ye, ji alî diz û keleşan ve tê îdarekirin.

Tirkiye bi nav dewlet e, lê tu xusûsîyet û fonsîyonên dewletê pê ra tuneye, organîzasyoneke zulmê ye, ne ya xizmetê ye.

Roja dibê biçûya gazî û hawara mexdûrên erdhejê, di wextê da neçûn, piştî çûn jî bêhazirî, neorganîze çûn. 

17 februari 2023

Ferqa kot û ko

Wîkîferhenga kurmancî maneya ”kot”ê wek kêra ko îzah dike. Ji kêra ko, ne tûj ra gotiye kêra ”kot” û ev numûne daye:

-Kêra te kot bûye tişkî nabire.

Li ba me ”kot” û ”ko” tu tiştên cihê ne..

Kot, wek sînonîma xerxûteyê ye.

Dinya li hemberî vê irqçîtiya Tirkiyê bêdeng e


Tirkiyê neh roj in rê li ber alîkariyên Rêvebiriya Xweser ya Kurdistana Rojava şandiye Efrînê û herêmên
erdhejê girtiye, nahêle 50 wasiteyên alîkariyê herin Efrînî, Cindiresê û gund herêmên di binê dagirkeriya wan da ne.

11 roj in milet li Efrînê, li herêmên erdhejê li derve ye, bi hezaran zarok, kal û pîr li ber sar û sermayê ne, însan li çolê, li ber dîwaran ji birçîna dizikzik in, ew zalim, dilreş û neyarên qewmê kurd nahêlin alîkarî bigihîje kesên motajç alîkariyê, însanên perîşan.

Ax û eman ji derdê vê kota kompîtorê

Ev kota(xerxota) kompîtora min jî pir ecêb e, tu dibêjî belkî cinên wê hene, carnan dixebite, carnan naxebite.

Vê min vekir xebitî, lê çer min pê li bişkoka Facebookê kir got çirt û sekinî û viz bû, û viz bû… hetanî dîsa xebitî ez kevzikî kirim.
Tim li min wiha dike. Ez bawer dikim ew jî wek min êdî kal bûye, umrê wê ji 10 salan zêdetir e, lawikê me derxistibû îskartay. Ya min xera bû, camêr ew da min.

16 februari 2023

Çarxetên Meraşê

Emer Faruk Baran vê carê di vê podcasta xwe da qala mirin û trajediya erdhejê nake, ji Mereşa birîndar gelek çarînên, dûlikên pir xweş dane hev. Zargotina wê herêmê pir dewlemend e.
Dûrikên li ser dilan in, wek gezo ne, meriv ji tahm û lezeta wan têr nabe. Yên gotine ne şair in, lê tiştên gotine şiîrên muhteşem in. Lê gudarî bikin, hûnê bibînin bê çiqasî xweş in.
Bi asîmîlasyonê ra ev edebîyata muhteşem nemaye, kurd li ser miriyên xwe êdî ne kurdî, bi tirkî dilorînin. Kes êdî van dîlokan, van çarînin nabêjin, çimkî zimanê kurdên wê herê bi piranî êdî bûye tirkî. Dema zikan bibe tirkî edebiyata devkî jî namîne.

Baş û xerab ewê tim bi hev ra hebin

Bi vê  tofan û bobelata erdhejê ra her roj meriv tiştên nuh dibîne û dibihîze. Virekan, sextekaran, dilsozên welatê xwe, însanên fedekar nas dike.

Li dinyayê her tişt mimkûn e, ne dawiya başiyê tê, ne jî ya xerabiyê.
Ne dawiya însaniyetê tê, ne jî ya hovîtiyê û irqçîtiyê.
Ne dawiya edaletê tê, ne jî ya bêedealtiyê, dîktatoriyê.
Ne dawiya rastiyê tê, ne jî ya derewan û sextekariyê.
Ne dawiya bext tê, ne jî ya bêbextiyê. Ewê tim bi hev ra hebin.

15 februari 2023

Ziman lal bûye, dil jan dide

Ji roja erdhejê da ye nikanim qala mijareka din bikim, tiştekî ne li ser erdhejê û vê tofana hatiye serê me kurdan binivîsnim.

Hin mijar di serê min da diherin û tên lê nivîsîna li ser tiştekî din wek şermê û bêûjdanîyê dibînim.

Ji xwe ra dibêjim, li welatê te bi sedan, belkî jî bi hezaran termên zarokan, dayikan, kal û pîran hîn di bin kavilên bajar û gundên wêran da ne, di rojeka wiha da tu yê çawa û bi kîjan ûjdanî qala tiştekî din bikî?

14 februari 2023

Trajediya tofana erdhejê roj bi roj mezintir û berfirehtir dibe

Li herêmên erdhejê di nav kesên hatine rizgarkirin da 291 zarokên nasnameyên wan ne diyar in hene.

Wezîra Malbatî û Xizmetên Civakî Derya Yanikê gotiye 1362 zarok li nexweşxaneyê tedawî dibin, di bin çavdêriyê da ne. Ji van zarokan nasnameyên 291 zarokan hîn nehatine tespîtkirin.

Ev jî gelşeke mezin e, çimkî hin zarok hene ji malbatên wan kes nefilitî ne.

13 februari 2023

Cezayê diziyê ne lînckirina diz e !

Li Tirkiyê, li herêmên erdhejê bi trajedîya mezin ra hin hovîtî, barbarîyên nemirovî jî berdewam in. Bi îthama dizî kirine însan tên lînckirin. Sê kes li Hetayê li navçeya Defneyê lînc kirine û termên wan wek berateyan avêtine wê ortê.

Qewm û civatên barbar, hov di rojên giran da, di tofan û bobelatên mezin da, di cengan da xuya dibin, ji hev tên gerandin.

Em bibêjin bi rastî ew hers ê kes diz bûn.
Ma cezayê diziyê lîckirine, kuştin e?

12 februari 2023

Hêza alîkariyê ya Îsraîl ji ber gefên cidî yên ewlehiyê vegeriya welatê xwe

Tîma rizgarkirinê ya Îsraîl United Hatzalah ji ber tunebûna ewlehiyê karê xwe rawestandiye û gotiye ewê vegerin welatê xwe.

Tîma United Hatzalah ya Îsraîl di hesabê xwe yê Twitterê da gotiye: “Ji ber gefên cidî yên ewlehiyê me kar û barên xwe yên rizgarkirinê rawestand, tîma me di demeke nêzîk da vedigere Îsraîlê.”

Çeteyên ereb nahêlin alîkarî zû bigihîje kurdan

Çeteyên Mixalefeta Sûriyê û Tirkiyê rê li ber alîkariyên kurd dişînin digrin, ev 4-5 roj karwanê alîkariyên Rêveberiya Xweser li ber Deriyê Um Celûd sekinandine, nahêlin alîkarî zû here Efrînê û herêmên erdhejê yên din..

Alîkariyên berdidin jî rindikî nadin kurdan, didin ereban. Yanî di vê roja teng da jî dev ji irqçîtî û neyartiya kurdan bernadin. Naçin hawar û alîkariya kurdan, hêzên lêgerînê dibin gund û herêmên ereban.
Yanî heta ji destê wan tê kurdan terkî mirinê dikin.

Îşkencekirina însanan barbarî ye

Li herêmên erdhejê bûyerên pir ne xweş, barbarî dibin. Pûlis û hin çeteyên faşîst xelkê îşkence dikin û vîdeoyên lêdan û îşkenceyên xwe di medyaya sosyal da belav dikin. Dibêjin ev kes diz in, malên xelkê talan kirine.

Mimkûn e rast be, bi rastî jî hin kesan di van rojên trajîk da ev bêûjdanî kiribin, lê riya vê ne îşkence ye. Dibê ew kes teslîmî hêzên ewlekariyê û edaletê bibin.

11 februari 2023

Tofana erdhejê roj bi roj mezintir dibe

Min dîsa bi tirs kompîtora xwe vekir. Bêyî risim û xeberên erdhejê yên dilşewat di medyayê da tu xebereke kêfa meriv bîne tune ye.

Hin malbat bi qiç û pîlan ve(11 kes)giş bûne qurbanê vê tofana mezin. 
Li hemberî rismên wan kezeba meriv perçe dibe.

Li Mereşê, li Semsûrê, li Entabê(Dîlokê), li Meletyê, li Hatayê jimara kesên mirî hatine dîtin saet bi saet zêdetir dibin.

10 februari 2023

Dibê meriv gotinên xelkê tahrîf neke

Hinek kurdên me hinekî zêde reqlama alîkariya Weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistanê şandiye dikin.

Birayên delal, ma kurd îro alîkariya hev nekin ewê kînga bikin?

Dev ji reqlema vê meselê berdin, ne xweş e.

Weqfa Barzanî jî, hukûemta Kurdistanê jî wezîfa xwe ya netewî û însanî kirine.

Êşa vê tofana mezin nayê kişandin

Piştî karast û bobelata mezin a erdheja 6ê sibatê tevizî me, nikanim li tiştekî din bifikirim, qala tiştekî din bikim.
Hişê min, baldariya min tim li ser erdheja malwêran e.

Ez bi êşa erdhejê radim, bi êşa wê radikevim.
Li dîmenên dilşewat dinêrim, xeberên li ser erdhejê, li ser zarokên piştî 3-4 rojan bi saxî ji bin kavilan derxistine dixwînim. Kêfa min tê, lê 20 hezar miriyên din difikirim. Dibêjim gelo ewê jimar zêdetir bibe?

Guh bidin gotinên vê dayika dijminê xwe baş nas kiriye

Guh bidin gotinên vê dayika jîr, zana û dijminê xwe baş nas kiriye.

Dayika zana Helîme Dogru dibêje:

"Dewleta me kurmancan tune ye. Em Kurmanc in kes nêzîkî vê hêla me nabe. Nuha herin gî li hêla Tirkan e, li hêla kurmancan kes tune ye. Ma em jî ne misliman in ?
Em jî ne qulê wê Xwedê ne ?"

09 februari 2023

Jimara miriyên bobelata erdhejê saet bi saet zêde dibe

Jimara miriyên bobelata erdheja Mereşeê saet bi saet zêde dibe, li gorî reqemên resmî yên berpirsiyaran dane jimara miriyan gihîştiye 13 hezarî.

Lê bi texmîna min, mixabin ne hewqas e, jimar gelkî zêdetir e.

Çimkî kavilên piranî hîn nehatina paqijkirin, bi hezaran însan hîn di bin xerebeyan da ne.

08 februari 2023

Di vê trajediya mezin da hin musebîb û sûcdar hene

Trajediyên bi felaketa erdhejê ra çêbûna kezeba meriv perçe dikin.
Ji hin milbatan 5 kes, 6 kes di binê xerabeyên bînayên sexte, nesaxlem da mane, mirine.
Ji hin malbatan ferdek jî xelas nebûye.
Zarok, xortên nuhzewicî bûne qurbanên vê felaketa mezin.

Musebîb û sûcdarê vê trajediya hewqasî mezin xaniyên nesxelem in, sextekariyên mitahîdan û îltîmaz û xemsariya dewletê ye.

Felaketa erdheja Mereşê pir û pir mezin e


Felaketa Erdheja Mereşê bi xwe ra anîye pir û pir mezin e, bi dehan bajar wêran bûne, bi hezaran mirî, bi dehhezaran birîndar hene. Bi hezaran însan hîn jî di bin xerabeyên xanîyan da ne. Sar û sermayê rewş gelkî xerabtir kiriye. 
Yanî felaket pir mezin e.

Merkeza erdhejê Mereş e, lê qada wê 10 wîlayetan û qezayên wan, ji bakur ji Xarpêtê bigire hetanî Derya Sipî Hatayê, Eskenderûnê û Efrînê ye.

07 februari 2023

Felaketa erdhejê gelkî mezin e

Mezinahiya karesata erdhejê her saeta derbas dibe bêtir tê dîtin. Bajarên herî pir zirar dîtine, wêranî û mirî lê pir in Mereş e, qezayên wê Pazarcix û Elbîstan û gundên wan in. Hîn kes baş nizane jimara mirî û birîndaran çiqas e.

Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye "3549 mirî, 22 hezar 168 birîndar hene." 

Lê bi baweriya min jimara mirîyan jî, ya birîndaran jî gelkî zêdetir e. Çimkî hîn kavil, xerabe bi temamî nehatine paqijkirin.

Dibê kurd derdê xwe bi kurdî bibêjin

Emer Faruk Baran di radyoya Dengê Amerîkayê da li Sirûcê bi xelkê ra hevpeyînîê dike, rewşa felaketê û alîkariyên dibin ji xelkê bajêr dipirse. Giş bi kurmancîyeke şîrîn dipeyivin.

Di nav vê bobelat û felaketa mezin da ji Sirûca rengîn ev dengê kurmancîya belek bîna min fire kir..

Xwezî Rûdawê û kanalên din jî bi kesên wiha ra bipeyivîyana. Di kanalên din da meriv dibêje belkî erdhej ne li Kurdistanê, li Tirkiyê çêbûye û milet jî ne kurd e, tirk e.

06 februari 2023

Kurdistan îro hejiya, mirî û birîndar pir in !

Li bakur û rojavayê Kurdistanê erdhejeke mezin, bi tesîra 7.4 ya jî 7.6 çêbûye. Li gorî AFADa(Rêxistina afetê û rewşên taybet) Tirkiyê merkeza erdhejê Mereş e, lê li Semsûrê, li Dîlokê, li Rihayê, li Amedê, li Meletîyê û li qezayên wan jî, li Efrînê, Edenê û Osmaniyeyê jî çêbûye.
Li wan deran jî zirarên madî û canî hene.

Bi vê xebera reş pir xemgîn bûm, kezeba min şewitî.

Ji birîndaran ra şîfayê dixwazim. Xwedê sebrê bide malbatên kesên mirî, birîndar û zirardîtî.

Balona derewîn zû teqiya !

Xwedêgiravî pûlisên tirk du roj berê15 endamên Daîşê bi tohmeta êrîşa ser konsolosxaneya Swêd girtibûn.

Lê balona derewî zû teqiya, rojekê tenê ajot. Do derew eşkere bû, girtina 15 kesan vir dereket. Jixwe min jî gotibû vir e.

Pûlisên tirk pêr dereweke xwe ya bi boçik belav kirin, gotin xwedêgiravî terorîstên Daîşê hazirî dikirin êrîşî konsolosxanya Swêd û Hollandayê bikin, lê me 15 kes girtine.

Ajansa Anadoliyê xeber belav kir, hin rojnameyên tirk nivîsîn.

05 februari 2023

Mêrik bi şelafiya xwe serbilind e

Mehmet Metîner şelaf di konferansa xwe ya Kexteyê da gotiye:

”Em ne kurdên Amerîkayê, Ewrûpayê ne. Em kurdên Tirkiyê ne…”
Kurdên li vî şelafê Erdogan û tirkan gudarî kirine jê ra li çepikan xistine, kêfa wan jî ji kurdbûna Tirkiyê ra hatiye. Dîn, propagandeya îslamî hiş di serê kurdan da nehîştiye, êdî bi zilamtiya tirkan jî kêfxweş dibin. 

Hin sibehan nizanim ezê çi binivîsînim

Sibehan gava ji xew radibim û kompîtora xwe vedikim carnan di serê min da mijarek zelal tune ye, nizanim ezê çi bikim, çi binivîsînim.

Bîstekê bala xwe didim Twîtterê, Facebookê, rojnameyên swêdî, nivîsên bala min dikşînin dixwînim.

Bala xwe nadim medyaya tirkî, malperên wan venakim, rojnameyên wan naxwînim. Heger kurdekî qala nivîsekê, beyanekê kiribe wiya dixwînim.

04 februari 2023

Ez dibêjim ev dereweke bi boçik e

Xwedêgiravî Daîşê xwestiye êrîşî konsolosxaneya Swêd a Stenbolê bike û pûlis 15 kes girtine(!)

Derew e, lîstikek nuh e.

Li gorî xebera Ajansa Anadoliya Tirkiyê hin kesên Daîşê xwestina êrîşî ser konsolosxaneya Swêd a Stenbolê û ya Hollandayê bikin. Xwedêgiravî pûlisan 15 endamên Daîşê girtine.

Dereweke bi boçik e, binake û sinakawê tuneye, tiyatro ye, fêlbaziyeke serokê mezin e.

Berfê Kurdistan sipî boz kiriye

Wey mala Xwedê sed carî ava be, li Rihaya me jî berf barî ye, tew rê û dirb jî ji çûn û hatinê ra hatine girtin.

Maşala Kurdistan di bin berfê da maye, li her derê berf û tozan e, kêf kêfa zarokan e, dilîzin, xwe şûş dikin. 

Hêvî dikim li Wêranşara min jî barî be. Hemşeriyekî ya jî xatûneka hemşeriya min xebereke xêrê bide min ezê pir kêfxweş bibim.

Derdê me yê bêderman

Şerîf Semsûr di Facebookê da rismekî diya xwe û bavê xwe belav kiriye û tiliya xwe daye ser birîneke me kurdan ya mişterek, gotiye:

”Diya min û bavê min bi tirkî nizanîbûn. Neviyên wan bi kurdî nizanin. Hey çep û dînciyên kurd, nuxteya em hatinê ev e, dibê hûn bizanibin.”

Her kurd viya zane, mesele ne nezanîye.
Şerîf Semsûr him ji asîmîlasyonê gazin kiriye, him jî ev du rêzên xwe jî bi tirkî nivîsîye. Meriv bibêje cixare ne baş e, ji siheta meriv ra xerab e, meriv bi xwe cixarê nakşîne.

03 februari 2023

Ev zirta mezin ji ber tirsekê ye

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu dîsa daye lotikan û zirtek baş daye xwe, bi hêrs ji konsolosê Amerîkayê yê Anqerê ra gotiye:

”Ez ji vir ji konsolosê Amerîkayê ra dibêjim, wî destê xwe yê pîs ji ser Tirkiyê bikşîne !
Ez pir vekirî dibêjim, wî destê xwe yê pîs ji ser Titkiyê bikşîne. 
Hûn çi didin kirin, hûn kîjan gavan didin avêtin, hûn çawa dixwazin Tirkiyê tevlihev bikin ez pir baş zanim.”

Zivistan lokê hêc e

Zivistan çiqasî no be jî dawî bihara rengîn e, hema hetanî jê tê bira zorê bide xwe, ew çiqasî bi sar û sema be jî emê biharê bibînin.

Îro li Stockholma xopan 12 derece di binê sifirê da sar e, berf e. Berfa sipî safî ye, dilpakî ye, pir kêfa min jê rat ê. Meşa di berfê da xweş e.

Lê zivistan demsaleka hinekî sert e, demsaleka babaegîd e, no ye, dibê meriv tim bi tedbîr be. Pêşiyan gotine zivistan lokê hêc e, dibê meriv xwe jê biparêze.

Gunehê zivistanê bi kesî nayê, mêr û jina herî ji xwe razî jî ji ûertav da dixîne, dixe nava nivînan.

02 februari 2023

Welatên Ewrûpa ji Tirkiyê direvin

Çendakî berê wezareta karên derve ya Amerîkayê beyan da, got hemwelatiyên me yên diçin Tirkiyê dibê li xwe miqate bin, li Tirkiyê li hemberî hemwelatiyên me îhtîmala terora Daîşê heye. 

Helbet Amerîka hewante beyaneka wiha cidî nade, miheqeq di destê îstîxbarata Amerîkayê da hin zanînên cidî hene.

Piştî vê beyana Amerîkayê, 6 welatan Almanya, Fransa, Holanda, Brîtanya, Belcîka û Swîsreyê konsolosxaneyên xwe girtin, îhtîmala gelek welatên din jî eynî tiştî bikin heye. Ev yek kursiya erdogan dixe talûkê.

Vêsê min bi kêfxweşî dest bi nivîsînê kir

Siba we bi xêr gelî nas û dost û hevalên ezîz. Sibehan dema ez kompîtora xwe vedikim ez bala xwe didim bloga xwe Hindik-Rindik jî.

Vêsê jî min bala xwe da îstatîstîkên serlêdan. Do 1671 kesî bala xwe dayê, riya xwe bi bloga min xistiye.
Kêm caran wiha dibe. Kêfa min hat.

01 februari 2023

Zivistana Stockholmê bi paş da hat

Wele zivistana Stockhomlê poşman bû, bi paş da hat. Carnan wiha dibe, dihere û tê. Îro li Stockholmê berf e û hewa jî 2-3 derece di binê sifirê da sar e. Berf hetanî dawiya nîsanê jî kane dom bike.

Çend karên min ên resmî hebûn, vêsê min telefonî banqa xwe û şîrketa ceyaranê kir, agahiyên ji min ra lazim min ji wan girt.

Li Swêd telefonên dahîreyên resmî dernayên, nav heye lê meriv bi saetan telefon dike bersîvê nadin. Tenê nav e, di praktîkê da naxebite. Tu bi saetan telefonî pûlis dikî bersîvê nadin.

PARVE BIKE