31 januari 2026

HSDê û hukûmeta Şamê bi peymaneka nuh li hev kirin

HSD´ê û hukûmeta Şamê do bi peymaneka nuh li hev kirin. Di peymanê da federasyon, otonomî tuneye, navê Kurdistanê, meclîseke kurdan tuneye. Rawestandina şer baş e, lê ez şertên hatine qebûlkirin pir kêm dibînim.

Piştî hewqas micadele, hewqas şehîd bi ya min peymaneka wiha pir kêm e. Ev fikrê min e.
Lê yên şer kirine û bedelên giran dane ew in. Piştî ku ew peymaneka wiha qebûl dikin, em çi bibêjin jî bêfeyde ye.
Dibê miletê wir raya xwe bibêje, heger peyman xerab e dibê milet li dij derkeve.

30 januari 2026

Ka ew Wêranşara berê?

Çendakî berê min mektûbek ji Perxudres Podcastê ra şand. Min bi hesreteke kûr qala Wêranşara berê, ya zaroktiya xwe, ya salên 1960-70´î kir. Emer Farûk Baran wê mektûba min dixwîne.Fermo guh bidinê.

Ev jî lînka podcastê ye: Ka ew Wêranşara berê

Dostên me yên amerîkî ji bo karê pir hêja dikin


Senatorên Amerîkî Lindsey Graham û Richard Blumenthal pêşnûmeqanûnek bi navê "Qanûna Parastina Kurdan" pêşkêş Kongreya Amerîkayê kirin.

Herdu camêran karekî baş kirine, mala wan ava be, wefadarîya xwe nîşan dane. Çêyî, fedekarîya kurdan ji bo dinyayê kirin, bedelên kurdan di şerê li hemberî cîhadîstan dan herdu sanatoran wek hinekên din ji bîr nekirine.
Tirkiyê, Evdila Ocalan û hevalên wî pir dixwestin mesla kurd û Kurdistanê nebe meseleyeke navnetewî, Amerîka, dewletên mezin nekevin nava meselê, em û tirk xwe bi xwe bin.

29 januari 2026

Meleyekî tirk xwestiye leşker kurdên ji bo Kurdistana Rojava mitîngê çêdikin gulebaran bikin, kesî sax nehêlin !


Dîndarekî tirk bi navê Îsmaîl Hunerlîce, serokê Cimata Îsmaîlaxa ye, di axaftineka xwe da ban leşkerên dtirk dike, dibêje kesên ji bo piştgiriya kurdên Kurdistana Rojava dimeşin gulebaran bikin, gişkan bikujin, koka wan biqelînin.

Bêguman di nava tirkan da yên wek vî xebîsê neyarê qewmê kurd difikrin bi milyonan hene.
Di medyaya sosyal da meriv viya pir rehet dibîne. Çimkî dewleta wan jî eynî tiştî dibêje, di praktîkê da pilan dike, realîze dike.

Sûriîye jî kirin Afganîstan û Îran


Li Afganîstanê Talîban anîn ser hukim, dûra poşman bûn û şerê Talîbanan kirin, piştî gelek zirarên mezin jî bi ser neketin, Talîban hîn li ser hukim in.

Li Îranê Xumeynî anîn ser hukim, dûra poşman bûn û şerê Komara Îslamî kirin. Meleyên celad 47 sal in li ser hukim, Îran kirin zindan û qesapxane û jahrê, şer û teşxelê li dinyayê belav dike.
Nuha jî dora Sûriyê ye. Sûriye jî ewê bibe Afganîstan û dûra şerê wê bikin. Rejîma Colanî ewê çiqasî bajo ne dîyar e. Zirara herî mezin kurdê bibînin.

28 januari 2026

Heta em kurd nebin xwedî dewlet emê tim wiha perîşan bin û di binê nigên dagirkeran da bipelixin

Dagirkerên welatê me pir zalim in, pir xedar in, bêûjdan û bêmerhemet in. Gava fersendê dibînin bêyî dudilî serê me jê dikin, tecawizî namûsa me, ya erz û eyalê me dikin û bi viya jî şerm nakin, pir dilşa dibin.

Êrîşên Helebê ser taxên Eşrefiyê û Şêx Mexsûd, Reqayê, ser Kobanê û şerên 15-20 rojên dawî careka din nîşanî me da gerek em ji bindestiya van zaliman derkevin, bibin xwedî dewleteke netewî.

Heger em nebin xwedî dewlet em û zar û zêçên me, namûs û şerefa me ewê tim di binê nigên tirk û ereban û farisan da be.

Hişyariya Donald Trump daye Îraqê ji bo kurdan e jî


Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere li dijî hilbijartina Nûrî Malikî ya serokwezîrtiya Îraqê derket û mesajeka pir sert da Îraqê.

Donald Trump got, ”Eger Malikî wek serokwezîr were hilbijartin Amerîka ewê alîkariyê nede Îraqê. Hilbijartina Malikî  şaş e, dibê Îraq vê şaşiyê neke."
Donald Trump, Nûrî  Malikî wek zilamê Îranê bi nav kiriye, ji bo wê jî dibê Îraq cara duduya Nûrî Malikî neke serokwezîr.
Ev mesaja Donald Trump ne ji bo Îraqê tenê ye, ji bo kurdan e jî. Dibê kurdên Kurdistana Başûr, PDK û YNK jî xwe ji Nûrî Malikî dûr xînin…

Eba ereban û xayintiya bi hevalê xwe ra


Dema DAÎŞê  êrişî ereban kir, serên wan jêdikirin, kurd çûn hawara wan, li Reqayê, li Tebqayê, li Dêrazorê ew ji destên çeteyên Daîşê rizgar kirin, bi salan ew parastin, zulm, neheqî li wan nakirin. Sîleh dan wan, ew girtin nav xwe. Hewqas bawerî bi wan anîn, bi wan ra artêşek, HSD çêkirin.

Wan ereban ji bona vê çêyiya kurdan bi durûtî EBE li Mezlûm Ebdî kirin. Yê ebe lê kir serokê kîjan eşîrê bû, bûyer kînga bû ez nizanim. Di medyaya sosyal da rismê wê merasimê heye. Min risim ji wir girt.

Xelatên ereban ya herî mezin, herî bi qîmet yek jî ebe ye. Ebe li ba ereban pir bi qîmet û bi mane ye.

27 januari 2026

Ji ber nezaniya xwe min telefona xwe girt

Do bi şev dema ezê têketama hesabê xwe Outlokê, tiştek ji min pirsî. Nizanim min çi şaşî kir, telefona min, hotmail û gmaila min, bloga min,Whatsapp hemû hesabên min hatin girtin.

Ez nikanim têkevim bloga xwe jî.

Nuha ez kanim tenê têkevim Facebookê û X´ê. Telefona min girtiye, do bi şev lawikê min hat bir ji bo ku veke. Ewê kanibe, nikanibe nizanim.

Yanî nuha telefona min tune ye, hesabên min jî gişk girtî ne.

XXX

Telefona min hat lê nikanim bi kar bînim. 

Lawikê min ji bo ku bikanibe veke ji mecbûrî her tiştê tê da, hemû numreyên telefonan jê biriye. Telefona min bûye wek telefoneke nuh. Dibê lawik were ji min ra ji nuh ve li hev ragire. Karekî ne hindik e.  

Ez nuha nikanim pê tu karî bikim, nikanim telefonî kesî bikim. Ji bona serrastkirinê bi texmîna min ewê çend rojan bajo. Ewê îşev were, hêvî dikim bikanibe biqedîne.

Çimkî lawik her tim nikane were vira.

Min serê xwe xist belayê. Nezanî xerab e, lê wan jî bi hinceta ewlekariyê pir zor kirine. Tu bi şaşî pê li derekê dikî çû ji te da, meriv dibehece, kezebreşî dibe. Carnan têm wê nuxtê dev ji telefon û kompîtorê berdim, wek berê bijîm. Bê telefon, bê kompîtor, tenê qelem û kaxet...
Jixwe ne Rojen bûya belkî minê wer bikira. Lê li Swêd jiyaneka ji dijîtalê dûr ne mimkûn e.