Di vê nivîsa xwe da min ji Botan Timesê ra qala çavdêriyên
rêwîtiya xwe ya Kurdistanê kiriye. Ez 5 heftan li çend bajarên Kurdistanê gerîyam, min gelek tiştên xweş û tiştên meriv xemgîn dike dîtin. Di nivîsê da min bi kinî qala çend tiştan kiriye.
Gelek sipas ji bo Mûrad Bayram, Engîn Olmez û hemû keç û
xortên Botan Timesê. Hêvî dikim ciwanên wek wan zana, jêhatî zêde bibin. Hebûna
wan, xebata wan moralê meriv bilind dike, hêviya meriv qewîtir dike.
Gerr û Çavdêriyên Sirgûnekî li Kurdistanê
XXX
Bacon:Tiştên me bi hêz dike ne tiştên em dixun, tiştên em
hezm dikin in. Tiştên me zengîn dike ne tiştên em qezenc dikin, tiştên em
diparêzin. Tiştên me zana dikin ne tiştên em dixwînin, tiştên em di serê xwe da
bi cî dikin.
XXX
Meriv ji bo miletê xwe karek, xizmetek kir ne heceyî
delalan, def û zurnê ye. Hin kes dixwazin ji karê wan ra tim were lîrandin,
pesnê wan tim were dayin.
Dibê meriv karê baş teqdîr bike, lê pesnê zêde ne xweş e.
XXX
Balzac: Însan dişibe nebêt. Eynî wek dara mêwê, him ji pelê
wê, him ji mêwa wê, him jî ji mêwa wê ya hişkkirî kane fêdê bibîne.
Balzac: Heger tu dixwazî bibî efendîyê zanînî, dibê tu bibî
koleyê xebatê.
XXX
Dostên baş, hevalên baş hêdî hêdî kêm dibin. Meriv li ber
dikeve, pê xemgîn dibe, lê nikane rê li ber bigire. Baş kêm dibin, xerab zêde
dibin. Ya jî başên em nas dikin kêm dibin.
XXX
-Dibêjin zeman derbas dibe, lê mixabin, zeman disikine, yê
derbas dibe em in.
-Yên sosinan mezin dikin baran e, ne gurrîna tavan e.
-Qîmeta zemên(wextê) ancax kesê îşê wî heye zane.
Ji kesê tiral ra zeman meman ne muhîm e…