30 maj 2024

Dil carnan şaşiyê dike

Di gerra xwe ya Kurdistanê da min hin dost, dilxwaz û dilnexwazên xwe ji hev gerandin, nas kirin.

Meriv bizanibe kî dost e, kî ne dost e, kî dilxwazê meriv e, kî ne dilxwazê meriv e baş e. Meriv hin hêvîyên ne rast nake, xeyalşikestî nabe.

Di gerra min da bi sedan kesên, keç û xortên min ew nas nedikirin, telefonî min kirin, hatin serdana min û civînên min.

Bi sedan kes li kuçe û kolanan dema rastî min dihatin, ji kêfa difiriyan, xwe li min dipêçan, bi min ra risim digirtin. 

Li Amedê, Mêrdînê, Wanê bi sedan tiştên wiha qewimîn. 

Min qet texmîn nedikir keç û xort hewqasî ji min, ji nivîsên min hez dikin.

Hinan diyarî dan min û xanima min. Em ezimandin malên xwe.

Ez ji dil û can sipasîya hemûyan dikim, mala wan ava be, ezê wan tim bi hurmet, bi hezkirin bibîr bînim.

Li alî din gelek kesên min ji wan hez dikir, ew wek dost û hevalên xwe dizanî ne xêrhatin dan min, ne telefonî min kirin, ne jî xwestin min bibînin. 

Tew hinekan soza hevdîtinê dan, di medyayê da xweş kirin, pesnê min dan û dûra xwe kerr kirin. 

Dibêjin rê ji dila diçe dila, lê carnan dilek şaş e, hezkirin ne du alî ye, yek alî ye. Hetanî dema wê, wezna wê neyê meriv nizane hezkirin yekalî ye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE