28 oktober 2026

Serketinên mezin bi xebatê û bi berdewamîyê çêdibin

Xwedîyên serketinên herî mezin bi karên biçûk dest pê kirine. Kar û xebatên xwe bi sebir, bi tîtîzîyeke mezin meşandine. Dû ra karên wan hêdî hêdî bûne keşif, îcad û serketinên mezin.

Me jî bi çend kesan dest pê kir, em xebitîn, me li be xwe da, dû ra bûn tevgerên xurt û bi bi milyonan.
Barê me giran e, karê me zor e, gelek tiştên qewimîne moralê me xera kiriye. Lê bêhêvîtî ne çare ye û me ji bindestiyê xelas nake.

Ji me ra xerab hatîye

Di Rûdawê da 16 xeber li ser kurdan hene. 14ê wan meriv xemgîn dikin. Tu kîjan xeberê dixwînî qal û bahsa zulm û neheqîya li ser kurdan e, kezeba meriv dişewite. Psîkolojîya meriv xera dibe.

Em kurd li her çar perçên Kurdistanê di halekî pir xerab da ne. Herî bêtir jî halê kurdên Kurdistana Rojava pir xerab e.

Ereb nahêlin kurdên Girê Sipî û Serê Kanîyê vegerin malên xwe. Li girê Sipî êrîşî wan kirine, erebeyên wan, tiştên wan gişk şewitandin.

27 oktober 2026

Îro du dostên ezîz bûn mîvanên min


Îro du mîvanên min ên ezîz hebûn; Suleîman Sulevanî û Mem Dogala hatin serdana min. Bi mazûbanîya herdu mîvanên xwe yên ezîz pir kêfxweş û dilşa bûm.

Ez mîvanên xwe tu carî bêyî qahwa kurdî bernadim. Li mala me sohbeta bi mîvanan ra bêyî qahwa kurdî nabe.
Wek ji her mîvanê xwe ra çêdikim, min ji herdu mîvanên xwe yên ezîz ra jî qahweyeka kurdî çêkir.

Ne kanim qedera xwe biguherînim, ne jî ya dilê xwe

Gotineke ez pir jê hez dikim yek jî ev e, dibêje, ”ne min kanîbû bi qedera xwe, ne min kanîbû bi dilê xwe; herduyan jî zora min birin, ez pelixandim.”

Ne ez kanim qedera xwe biguherînim, ji bindestîya tirkan, ji xerîbîyê xelas bibim, di nava miletê xwe da azad û ewle bijîm, ne jî kanim tiştekî din bi dilê xwe bidim qebûlkirin.
Ez bûme wek danê di dîngê da, qeder jî, dil jî li min hatine hev, herdu jî min dikutin.
Ji bo guhertina qedrê tiştê ji destê min tê dikim û min daye dû dilê xwe, hela binêrim min dibe ku…

Ereb bi beyanên şermezarkirinê nasekinin

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê(ENKS) êrişên ser kurdên vegeriyane Girê Spî û Serê Kanîyê şermezar kirîye.
Şermezarkirin, gazin, tiştên wiha êrîşên ereban nasekinîne, tiştê kane êrîşên ereban rawestîne zor e, ço ye; ew jî kurdan li ba xwe nehîştiye, teslîmî ereban kirin.
Li Hisiçê jî ereb êrîşî kurdan dikin, gefan li wan dixun, serokên kurd jî êrîşkaran şermezar dikin. Bêyî şermezarkirina bêtesîr tiştekî din di destê kurdan da nemaye.

26 oktober 2026

Heta em ji bindestîya tirkan xelas nebin azadîya kurdên din jî ne mimkûn e

Parlamenterê AK Partiyê yê berê Orhan Mîroglu, ji ber ku rexne li Umit Kocasakal, serokê Baroya Stenbolê yê nuh girtiye, hin tirkan gef lê xwarine.

Di platforma Xê da tirkekî bi profîla ”Selanîklî” ji Orhan Mîroglu ra gotiye:

"Cûdaxwazên kurd ên entegreyî Tirkîtîyê nebûne û ji sala 1801ê vir va serî hildidin ewê bedelê vê yekê bidin. Hindik maye.”

Hin nivîskarên çep talan û şewitandina Parîsê wek şoreşê dibînin

Çepên swêdî bûne şervanên filistînîyan, heval û piştgirên hêzên îslamî û çeteyên li Ewrûpayê bajaran talan dikin.

Goran Graiderê swêdî, nivîskar û rojnamevanekî çepê bi nav û deng e, aqilmendekî sosyaldemokratên Swêd e.
Mêrik di twîtta xwe ya do da bi kêfxweşî dizên Parîs û hin bajarên din ên Fransayê talan kirin, qesrên tarîxî şewitandin parastîye, bûye heyranê kirinên çeteyan, gotiye:

25 oktober 2026

Li warê me îro ba û bahoz e

Li herêma me Hanîngê bahozeke zêde heye. Ez û xanim nikanîbûn bimeşin, em di ber bê diçûn. Hîmehîma ji daristanê dihat meriv ditirsîya. Hin dar ketibûn.

Di meşê da em li xwe miqate bûn, me xwe ji daran dûr xist, me da ser rêyeke din.
Dezgeha meteorolojîyê hişyarîya zer daye, gotiye, li hin deran bahoz ewê zêde be, dibê hûn kursî, mase, otomobîlên xwe zexm girê bidin, ji bo ku bi ber bê û bahozê neçin.

Tu nabêjî kêmxewî malwêranî ye

Îro li Swêd seetek bi paş da zîvirandin, bi xêra vê guherînê ez seetekê zêde raketim. Gava ji xew rabûm, min xwe zindîtir his kir. Dîyar e dema meriv bêxew nemîne meriv zindîtir e.

Ez her sibe seet di 07.00a da radibim. Ji ber ku dereng radikevim, tim bê xew dimînim; li ber telewîzyonê di xew ra diherim.
Ez rojê 5-6 seet radikevim. Ji ber seetek xewa zêde, îro bêtir li ser xwe me, bedena min cist e, ne westîyayî ye. Xwe rehet his dikim.

24 oktober 2026

Hêzên îslamî li Fransayê nîşanî ewrûpîyan dan nêta wan çi ye !

Talan û şewata di 17ê cotmehê da li Fransayê bûn ne protestoyeke xwendekaran a ji bo zêdekirina mamosteyan û başkirina rewşa wan bû, raste rast êrîşeke neyarane ya ser Fransayê bû .

Kesên bajar talan kirin, qesra beledîyê şwitandin ne xwendekarên fransiz bûn, ciwanên ereb û reşik ên nifşê duyemîn û sêyemîn bûne; çeteyên biyanî yên îslamî bûn.
Ji bo wê jî li hemberî Fransayê bêhurmet û zalim in, heta ji Fransayê nefret dikin; bi qasî serê derzîyê jî hezkirineke wan li hemberî welatê dê û bavên wan hatin lê sitirîn tune ye.

Belayên ji hev xerabtir hene

40-50 sal in belayeke mezin hatîye serê miletê kurd, hin sîysetmedaran, hin partîyên îslamî û çep zirarên mezin dan miletê me. Hîn jî em ji vê belayê, ji vê tenîya bi don xelas nebûne. 

Lê maskeya hin serokan dikeve, wer xuya dike emê hêdî hêdî ji vê belayê xelas bibin.

Dibê em viya jî ji bîr nekin, li dunyayê tu bela tune ye belayeke jê xerabtir tunebe.

Koranîya ûjdan ji koranîya çav xerabtir e

-Însan ne dema ji çavên xwe dibin kor dibin, dema ûjdan bi wan ra namîne kor dibin. Şiklê koranîyê yê herî talûke, herî xerab nexwestina dîtina rastîyê ye. Ev koranî, civatan berbî felaketê va dibe, çimkî ji çavê nabîne bêtir, ûjdanê nabihîze felaket e.
Jose Saramango

Gotineke ji sedîsed rast e, ji ber ku dagirkerên welatê me merivên bêûjdan in lema hewqasî zalim in û vê zulmê li me dikin, azadîya me qebûl nakin, nahêlin zarokên me jî bi zimanê xwe perwerde bibin.

23 oktober 2026

Mala me îro têra xwe şên bû


Herdu şîrînên me, neviyên me Olîver Aras û Leo Ronî îro hatin serdana kalik û pîrika xwe. Êdî baş hogirî me bûne, ji du sê rojan carê tên ba me, em bîstekê bi hev ra dilîzin û diçin. Carnan jî xanim diçe ba wan, alîkarîya Rojen dike.

Yê biçûk, Ronî çer çav li min dikevedikene, rûgeş dibe, herdu destên xwe berbî min va dike, dixwaze ez wî ji erebê derxînim û bigrim himêza xwe.

Gava dil xembar be li ber def û zurnê şa nabe

Dilê xembar, mişt derd û xem be, tu heft defan jî li ber lêxî şa nabe, xem jê nafirin.

Halê me yê şexsî çiqasî xweş û baş be jî, ji ber bindestîya me, ji ber perîşanîya halê miletê me, ji ber bêtifaqîya serokên partîyên me, ji ber bêxîretî û xayintîya hin siyasetmedarên bûne hevalên dijminên me, dilê meriv şa nabe.

Ez xwe wer his dikim. Halê min xweş e, jiyana min ne di talûkê da ye, tirsa pûlisên tirk bigrin ser mala min di dilê min da tune ye, lê dîsa jî xemgîn im, çimkî halê miletê min tim di bîra min da ye, tim li be çavên min e.

22 oktober 2026

Hinek baş dibin, hinek xerab dibin

Însan tim wek xwe namînin, bi salan ra diguherin. Hinek pir duguherin, hinek hindik duguherin.
Hinek baş dibin, hinek xerab dibin. Hinek tew dilewitin. Hinek jî ji gelê xwe ra dibin mûm û çira.
Yanî guherîn pir hindik, baş xerab heye. Meriv vê rastîyê di jiyanê da dibîne.

21 oktober 2026

Meriv çawa kane ala miletekî din ji ala miletê xwe bêtir hez bike?

Ez dikim nakim, nikanim Hudaparê û kurdên bûne leşker û canfîdayên filistînîyan fahm bikim.
Meriv çawa kane ji azadîya miletê xwe bêtir ji bo azadîya miletekî din bixebite, çawa kane ji ala miletê xwe bêtir ji ala miletekî din hez bike?
Fena meriv dêya xelkê ji dêya xwe bêtir hez bike.
HUDAPAR û hin rêxisti û kurdên îslamî ne ji bo miletê xwe, ji bo filistînîyan dixebitin. Ala wan di ser ala kurdî ra digrin.

Aîdîyet û futbol


Min ev nivîsa li ser futbolê û xortan ji bo malpera CÎLO TVê nivîsî. Nivîs do di malpera CÎLO TVê da him wek tekst, him jî bi deng hat weşandin.
Piştî min nivîs şand bi 9-10 deqîqeyî berpirsiyarê Malpera Cîlo TVê bi notekê ji min ra got, "Mamoste nivîsa hat parvekirin û nivîs bi deng jî ye."
Ez matmayî mam, di nav çend deqeyan da nivîsa min kirin bi deng, xanimek nivîsê dixwîne. Hinekî ecele dike, zû dixwîne, lê rast dixwîne.

Hêzên îslamî ji bo Ewrûpayê êdî bûne talûkeyeka pir mezin

Îslamîstan, xortên misilman û reşik, hêzên çep ên bûne hevalbendên îslamîstan bi talankirina mal û milkên yahûdîyan û fransizan nîşanî fransizan û Macron dan ew ji bo Fransayê çiqasî talûke ne.
Naskirina dewleta Filitîn, bertîlên Macron da filistîniyan û îslamîstan jî Fransa ji talan û şewatê xelas nekir.

Fransa welatê pêşî bû dewleta Filistîn qebûl kir û boykot danî ser Îsraîl. Lê van tawîzên Macron nikanîbû Fransayê ji talan û şewata ereban û îslamîstan xelas bike.

20 oktober 2026

Keştîya bêlenger tim qeza li ser

Gerek meriv ne zêde tahl be, ne zêde şîrîn be.
Dibê meriv ne hewqasî tahl be her kes jê bireve, ne jî hewqasî şîrîn be her kes tiliya xwe tê da ke.

Şîreteke baş e, xweş e, lê bicîanîna wê, lihevragirtina wê zor e. Û ya din jî ji hin kesan ra meriv tim tahl e, zelindar e. Tu çi karê baş bikî jî tu tim xerabo yî. Çimkî tu li defa wan naxî, çimkî tu nabî mirîdê serokê wî.

19 oktober 2026

Ez û xanim îro bîstekê li Stockholmê gerîyan


Îro jî wek do li Stockholmê hewa pir xweş bû, wek rojeke biharê bû. Piştî me xurînîya xwe kir, xanimê got, vê roja xweş were em herin li bajêr(li Gamla Stanê)bigerin, ji zû da ye em neçûne wir.

Min got, pêşnîyareke baş e û me berê xwe da herêma Bajarê Kevn, Gamla Stanê.
Em berê çûn Medelhavsmuseetê(Mezexaneya Derya Sipî). Lê ji bêşansîya me ra girtî bû. Berê jî em çûbûnê. Gelek tiştên xweş lê hene.

Ma we qet dîtiye filistînîyekî ala Kurdistanê li xwe pêça be?

Sê sal in li kolan û li meydanên Stockholmê, li ber meclîsê ala filistîniyan li ba dikin. Bi qîjewîja xwe, bi alên xwe însanan nerehet dikin. Stocholm, Malmo, Goteborg kirine qada şerê li dijî Îsraîl û yahûdîyan.

Aleka filistîn ya 100 mîtro çargoşe bi zanîngeha Stockholmê va kirin.
Di her mitîng û protestoyên xwe da ne filistînî tenê, misilmanên ji her miletî ala filistîn li ba dikin, li xwe dipêçin.

Naskirina însên tiştê herî zor e

”Ji zarokan fêrî bişirînê bûm, ji pisikê fêrî huzûrê bûm, ji kûçik fêrî dostanîyê bûm, fêmkirina însên heddê min derbas kir.”

Gotin ya kê ye ne dîyar e, min nikanîbû test bikira kê gotiye. Gotineke rast û xweş e, min jê hez kir. Çimkî îşaretî giringîya duristîyê, sadetîyê, xwezayîyê dike. Dibêje meriv kane gelek tiştên baş ji heywanan jî fêr bibe.

18 oktober 2026

Li Ewrûpayê gerek em nekevin cepheya dijminên xwe

Ez carnan di medyaya sosyal a Swêd da dibînim hin kurd şûrê filistînîyan dikşînin, partîyên swêdî rexne dikin, bi van rexneyên xwe dikevin cepheya filistînîyan û îslamîstan. 

Çimkî hêzên îslamî, Daîş û yên wek wan, filistînîyan ji îdeolojî û hedefên xwe yên sîyasî ra dikin maske û pêlik.

Gerek em kurd tu carî nebin piştgirên filistîniyan, îslamîstan, hêzên biyanî yên dijminatîya hin partîyên swêdî dikin. Ajandeya ereban, îslamîstan pir xerab e, dijminên Îsraîl in, eşkere dibêjin gerek Îsraîl nemîne. Li dijî azadî û serxwebûna me ne jî. Misilmanê, erebê destegê dide azadî û serxwebûna me tune ye.

Li Fransayê herb e, her der dişewite !


Demeke li Fransayê herb e, Fransa dişewite. Do li Parîsê û li hin bajarên din protestoyên pir mezin û tund çêbûn. Li gorî daxuyaniyên fermî zêdetirî 550,000 kes daketin kolanan, der û dor şewitandin, dikan, mixaze talan kirin.
Protestoyên do wekî yek ji tundtirîn rûdanên dawî tên qebûlkirin.
Protesto nêzî mehekê ye ji aliyê xwendekarên lîseyan ve hatibû destpêkirin. Xwendekaran bi hinceta kêmasîya mamosteyan, qelebalixîya sinifan û xerabîya binesazîyên dibistanan dest bi protestoyê kirin.

17 oktober 2026

Gayê qelp nîr dişkîne

Li Kurdistana Rojava mafên kurdan bi bedelekî pir giran, bi xwîna bi hezaran şehîdan bi dest xistibûn serokên PYDê, HSDê giş dîyarî rejîma Sûrî ya îslamî û Tirkiyê kirin.

Berê li Kurdistana Rojava HSD, PYD, hêzên kurd her tişt bûn, ya rast dewlet bûn, wan xwe îdare dikir, bi hezaran zarokên me bi zimanê xwe perwerde dibûn.
Nuha tiştekî wan nemaye, Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bûne aqilmendên Ehmed el Şarayê serokê Sûrîyê.
Tiştên bi ked û xebata bi salan, bi kevçî top kirin, bi hesê dan ereb û tirkan. Girîyê meriv tê...

16 oktober 2026

Birçî û cahil dihêlin û xweş îdare dikin

Li Tirkiyê mele, xoce profesorên her ilmî ne, her meselê zannin, bersîva her gelşê li ba wan heye.
Tu tibê bixwînî, tu dibî tuxtor, huqûq bixwînî tu dibî hakim, abûqat.

Tu mihendîsiyê bixwînî, tu dibî mihendiz.
Tu tarîxê bixwînî, tu dibî mamostê tarîxê, dibî tarîxzan.
Lê belê tu li Tirkiyê îlahîyatê bixwînî tu dibî her tişt. Tu kanî bersîva her pirsê bidî.

15 oktober 2026

Li ser Foruma MERÎ

Di 12 û 13ê mehê da li Hewlêrê Foruma MERÎ(Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn) çêbû. Hinekan pesnê wê dan, hinekan jî program awê, axaftinên hin kesan rexne kirin.Baregeha  Barzanî jî naveroka, temsîlîyeta Forumê rexne kir, gotin tu têkilîya Forumê bi wan ra nîne.

Wek gelek kesan gotin, Forum bi kesên başdar bûbûn û bi axaftinên wan bi rastî jî rezalet bû.
Ji Kurdistana Bakur û Rojava bêyî hevalên Evdila Ocalan kes behatibû ezimandin.

Îblîs jî matmayî maye

Ji Îblîs(şeytîn) pirsîne, gotine:

-Ma çima tu êdî rêya xwe bi Tirkiyê û nava tirkan naxînî, sebeb çi ye?
Îblîs mizicî ye, gotiye:
-Êdî hewcedarîya wan bi min nemaye, gişan ez derbas kirime. Cara dawî gava min rêya xwe bi Tirkiyê xist, min dît mêrikan sola min di teqê ra avêtine, ez nikanim bibim şagirtê ber destê wan jî. Hokus-pokusek anîn serê min, ez gêj bûm, mêrikan ez papşpê li kerê kirim, jêvajorî li min daket, min qulbeya xwe şaş kir. Ez revîrevî ji nava wan revîyam.

14 oktober 2026

Gerek yekî kurdînezan nebûya serokê Baroya Diyarbekrê

Kongreya Baroya Diyarbekrê ya 50´yî sê roj berê(10/11-26)li Diyarbekrê, li salona Sezaî Karakoç çêbû. Serokê Baroyê yê nuha Abdulkadîr Guleç û Sertaç Buluttekîn namzedên serokatîya Baroyê bûn.
Sertaç Buluttekîn bi 840 dengê bû serokê Baroyê yê nuh.
Serokê berê Abdulkadîr Guleç jî 821 deng girt.
Li gorî vê netîceyê, Sertaç Buluttekîn bi 19 dengan li hemberî Abdulkadîr Guleç bi ser ket û bû serokê Baroya Diyarbekrê yê nuh. Ser xêrê be. Ez, camêr Abdulkadîr Buluttekîn pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim.

Li dinyayê hakimekî ji ûjdanê meriv adiltir tune ye

Hakimê herî mezin û herî adil ûjdanê meriv e. Çi kar dibe bira bibe, heger ûjdanê meriv rehet be, tiştê meriv kiriye bi kêfa ûjdanê meriv be, ew kar rast e, baş e. Yanî hukmê derve, dîtina kesên din ne esas e, ya muhîm ûjdanê meriv bi xwe ye.

Gava bi şev meriv serê xwe danî ser balgîyê ber serê xwe, dibê ne balgî, ûjdanê meriv rehet be.
Dîktator, merivên xerab bêûjdan in, lema jî bêexlaq in jî, her derewê, her zulmê û xerabîyê dikin.

13 oktober 2026

Ferqa payiza welatê min û ya Stockholmê

Payiza gundekî Kurdistana Rojhilat

Li Kurdistana Bakur payiz ne tenê demsaleke nuh û guherîna siruştê ye, di eynî wextê da demsala kar û xebata giran e, wexta amadekariyên zivistanê û danîna zexîrê ye. Li beşên din ên Kurdistanê jî kêm, zêde eynî tişt e.

Jinên me yên fedekar zend û bendên xwe vedimalin û dest bi haziriyên zexîra zivistanê dikin.

Ava firingiya, ava îsota tê derxistin, penêrê zivistanê tê dagirtin, dano tê kelandin, bulxur tê hêran, kodikên bacanan tê derxistin. Bacan, firingî, bamî, îsot hişk dibin.

Dera edalet lê tunebe exlaq jî lê tuneye

Seddam Husên gava ji hakimê mahkimê ra gotibû, ”min bi edalet mahkime bikin …”

Hakim jî jê ra gotibû:
”Tu bi qanûnên te derxistine tê mahkimekirin..."
Gotina tarîx ji tekerurê îbaret e, carnan rast dertê. Dîktator, zalim dema li ser hukim in bi bêperwayî bêedaletiyê dikin, nizanin huqûq, edalet rojekê ewê ji wan ra jî lazim bibe.

12 oktober 2026

Bafil Talabanî: Heger em bi hev ra bin em kanin Bexdayê îdare bikin û Rojhilata Navîn biguherînin !


Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNKê) Bafil Talebanî, îro(12/10-26)li Hewlêrê di Foruma Siyasî ya MERI Forum 2026 da peyamek aşkere şand ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê)ra.

Bafil Talebanî got, pirsgirêkên navbera wan ne mezin in, ew amadene bi PDKê ra kabineyekê û hukûmetekê ava bikin.
Bafil Talabanî Got:

“Pirsgirêkên navbera me û PDKê ne ewqas mezin in ku neyên çareserkirin. Deriyên YNKê ji bo diyalogê her tim vekirîye. Ez li vir bang dikim: Werin em ji bo avakirina kabineya nû ya hikûmetê rêkeftineke giştî û berfireh bikin,  ji ber ku ev derfeteke tarîxî ye ji bo me hemûyan.

Di rakirina Heykelê Selahedînê Eyûbî yê li Şamê kane tilîya tirkan hebe


Rî dibe bihost, dijmin tu carî nabe dost. Ji tarîxa xwe em vê rastî baş zanin. Bi bawerîya min kane tilîya tirkan di rakirina heykelê Selahedînê Eyûbî el kurdî da hebe.

Erebên çete, neyarên miletê kurd heykelê Selahedînê Eyûbî ji ber Kela Şamê rakirine. Her roj dîtina heykelê serokekî kurd bi erebên îslamî pir zor hatiye, çimkî ew heykel mezinahîya kurdan tîne bîra wan.
Li paytexta wan hebûna heykelê kurdekî wan diêşîne.
Gotine me ji bo tamîrkirinê rakiriye, piştî temam bû, emê deynin ciyekî din.

Yên pişt li me şikandine yên bûne heval û rêberên dijmin

Dijminê me yên esasî helbet hêzên welatên me dagir kirine, hêzên kolonyalîst in. Micadela me li hemberî wan e.

Lê belê sîyasetmedarên, ronakbîrên, kesên ji alî hêzên kolonyalîst va hatine kirîn jî bi qasî kolonyalîstan bi zirar û neyarên gel in, ew jî bi qasî dijmin, hetta ji wan bêtir zirarê didin me. Ji me ketine, lê bi me ketine, derba wan ji ya dijmin xerabtir e.

11 oktober 2026

Dibê meriv biwêribe fikrên nuh qebûl bike

Guherîn, qebûlkirina fikrên nuh, tiştên nuh ne rehet e, pir zor e. Lê belê tim wek xwe man jî, neguherîn jî ne rast e, ne baş e, hetta bi zirar e.
Dibê meriv xwe, fikrên xwe nuh bike, ne li dijî fikir û dîtinên nuh be; di fikrên xwe yên berê da asê nemîne. Şert diguherin, însan diguherin, nabe meriv jî neguhere.

Helbet her tiştê nuh ne rast û ne baş e, lê guhertin tunebe pêşketin jî nabe.

10 oktober 2026

Kurdistana Bakur ji ciwanan vala dikin


Kurdistana Bakur ji xortan, ji kesên ciwan vala dibe. Ji bajarê Agirîyê tenê herî kêm 30 hezar ciwan bi rêya qaçaxçîyan koçî Kanadayê û Amerîkayê kirine. Salê herî kêm 3000 hezar ciwan ji Agirîyê koçî welatên derve dikin.

Li gorî îstatîstîkên fermî yên Tirkiyê sala 2025a nifûsa Agirîyê 10 hezar û 791 kes kêm bûye. 

Ev felaketa netewî ne li Agirîyê tenê, li gelek bajarên din ên Kurdistana Bakur wiha ye. Koça ji bajarên din jî wek a Agirîyê ye.

Nawal El Saadawî: ”Ez ne marksîst im, çimkî min berhemên Marks xwendin.”

Nawal El Saadawî:1931-2021
Dibistana Marksist a li Amedê îro(10/10-26) li Amedê civîneke bi navê Rojên Marksîzmê çêdike. Li gorî agahîya parve kirine, ewê marksîzmê, dewletê û çima kurd nebûne xwedî dewlet minaqaçe bikin. Di nava me da hîn jî kesên marksîst, kesên dîktatoriya proleteryayê û sosyalîzmê diparêzin hene.
Çimkî Partîya Komunîst a Kurdistanê heye, parlamenterê DEM partîyê Sînan Çîftyurek serokê wê ye. Li Diyarbekrê jî dibistana marksîzmê vekirine.

09 oktober 2026

Payiza Stockholmê îro xwe baş nîşan da

Payiza Stockholmê îro xwe baş nîşan da. Ximîna baranê ye, ewrekî reşî tarî girtiye ser bajêr, kes li derve xuya nake. Dinya sar e, 8 derece di ser sirê ra ye.

Li derva ne çûyin heye, ne hatin; teyr di qulik û hêlînên xwe da, însan di malên xwe da lûsiyan e.
Min ji xanimê ra got, rabe em herin meşa xwe bikin û werin, bi min da xeyidî, got, di vê baranê da ez ji mala xwe dernayêm.

Em li welatê xwe bûne mahcir û koçber

Em kurd li coxrafîya cîhanê belkî ya herî zengîn dijîn. Lê belê ji ber bindestîya me, ji ber perçebûna welatê me, ji ber zulma kolonyalîstan em mahkûmî jiyaneka herî feqîr û perîşan bûne. Çimkî jiyaneke ji bindestîyê pîstir, rezîltir tune ye.

Em li welatê xwe bûne mahcir û koçber û mahkûmî jîyaneka perîşan a di çandirên kampan da.

08 oktober 2026

Filistînîyan do qetlîama 7ê cotmehê pîroz kirin !


Dîn, dîndarîyê piraniya misilmanan zêde kirine zalim û bêûjdan, bêyî misilmanan gunehên wan bi tu kesên din nayê. Kuştina bi hezaran cihûyan dilê wan naşewitîne, wan kêfxweş û dilşa dike. 
Gerek meriv hewqasî bêûjdan nebe, tu neheqîyê, zulmê, qetlîamê rast nebîne, pîroz neke.

Ji bo wê jî filistîniyan, gelek misilmanan qetlîama 7ê cotmeha 2023a ya terorîstên Hamasê li Îsraîl, li hemberî sivêlan kirin wek dawetekê pîroz kirin.

Deve dûrî hev diçêrin, lê guhên wan tim li ser hev in

Tirk bi heycan kar û zirara Peymana Mekeyê minaqaşe dikin, dibêjin bi vê peymanê gerek Tirkiye bi Pakîstanê ra Erebîstana Siûdî li hemberî êrîşên Husîyan biparêze.
Lê Îran li pişt Husîyan e, ev jî tê maneya Tirkiye ketîye cepheyeke li dijî Îranê, kane mecbûr bibe şerê Îranê jî bike.
Tirk van îşan baş îdare dikin. Ewê him Erebîstana Siûdî û Amerîkayê, him jî Îranê îdare bikin; ewê ji herdu alîyan jî têr bixun. Jixwe debara Tirkiyê nuha li ser tîcareta reş e.

07 oktober 2026

Gelo bi rastî umrê fêrbûnê tune ye?


Dibêjin zana û nivîskarê mezin ê rûs Leo Tolstoy di 67 salîya xwe da fêrî ajotina piqilêtê bûye. Têgeheke, gotineke Pisqilêta Tolstoy jî heye; tê maneya ji bo tu fêrbûna tiştî derengî tune ye.
Yanî umrê fêr bûnê tune ye, di her umrî da meriv kane fêrî tiştên nuh bibe.

Gotineke rast e. Lê ez dibêjim belkî îstîsna vê gotina rast heye, ew jî ez im. Ez jî nizanim pisqilêtê bajom û min pir dixwest min kanîbûya...

06 oktober 2026

Azadbûna hiş bi qasî ya fizîkî muhêm e

Nivîskar û rexnegirê edebîyatê û xelatgirê Xelata Nobelê yê Edebîyatê John Maxwell Coetzee*, li ser tirsê û azadiya hiş teşbîheke pir xweş kiriye, gotiye:

"Azadî ne tenê qetandina zincîrên destên xwe ye; azadî rizgarkirina hişê xwe ji tirsê ye."
Azadkirina hiş ji tirsê, ji murîdtîyê bi qasî azadbûna ji bindestiyê muhîm e; het ajê muhîmtir e jî.
Dibê meriv xwedî îrade, xwedî fikreke azad be; Îradeya xwe nexe bin emrê tu kesî, tu partîyê.

Însan heywanekî bêhiş e


Bavê edebîyata Amerîkayê, nivîskar, rojnamevan, hicîwcîyê bi nav û deng Mark Twain(1835-1910) dîtina xwe ya di heqê însên da wiha anîye zimên:

”Îdîa ew e ku, ”însan heywanekî baqil e.” Bi bawerîya min ev dîtin ji minaqeşeyê ra vekirî ye. Çimkî tecrûbeyên min îspat kirin însan heywanekî bêhiş, bêmentiq e. Bi rastî jî însan bi qasî ku tedawî nebe ehmeq e. Tiştên heywanên din bi rehetî fêr dibin, însan nikanin fêr bibin...”

05 oktober 2026

Pere dostên meriv dike zêde

Li ser ”pere” gelek gotin û aforîzmayên xweş, babet, babetî hene.

Kî dibêje çi bira bibêje, bi bawerîya min pere wek kilîta çilîngîr e, her derîyî vedike, kevir jî nerm dike.

Kîsê te vala be, dostên te him kêm in, him ji te sar in. Merivê bêpere wek çûka bêper û bêbask e.

Heger dostên te neman, ya jî kêm bûn, li bêrîka xwe binêre, miheqeq perê te qedîya ye.

Çima Kubra Tebereka me kurdan jî tune ye?

Fûara Kitêban a Dîyarbekrê do qedîya. Hêvî dikim karê weşanxaneyên beşdarî Fûarê bûn baş çû, li zirarê derneketin. Çimkî hin caran kar zirarê dernaxîne.

Do vîdeoyeka Fûarê ya pir qelebalix bala min kişand. Bi sedan ciwan ketibûn dorê ji bo ku kitêbekê bikirin, bidin îmzekirin.
Min pir meraq kir, min ji xanimeka bi navê Xecê Daxşîn, wê vîdeo parve kiriibû, pirsî, min got, ma ev çi qelebalix e?

04 oktober 2026

Amerîkayê Îraq kir eyaleteke Îranê


Heşdî Şebiyê li Bexdayê Ala Amerîkayê raxistine erdê, pê lêdikin û bi erebeyan di ser ra diherin û tên.

Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson, bi vê heqareta li Ala Amerîkayê pir aciz bûye, gotiye:
”Îraq bûye wîlayeteke Îranê, dibê Îraq ji bin hegemonya û desthilata Îranê were derxistin.”
Rast e, Îraq bûye eyaleteke Îranê. Lê yê Îraq kir eyaleteke Îranê Amerîka bi xwe ye, Amerîkayê Îraq teslîmî şîîyan û Îranê kir.

Ez do êvarî bi Cîlo TVê ra li ser sporê peyivîm


Telewîzyona Cîlo(Cîlo TV) do êvarî li ser Amedsporê û dibê sîyaseta me kurdan li hemberî sporê û Amedsporê çi be, dibê em çi bikin, çend pirs ji min kir. Ez ji sporê zêde fêm nakim, lê dîsa jî min fikrê xwe got. Program ne zindî bû, ewê dûra biweşînin.

Ji ber qutbûna deng û çêbûna gelşa têkiliyê me program zû qedand. Dibe ku gelş ji kompîtora min bû.
Cîlo TV qanaleke sporê ya nuh e, li ser sporê bi kurmancî programên baş çêdikin. Dibê sporhez vê qanalê bişopînin.

03 oktober 2026

Hin însan her ku diçe bêtir bêrû dibin

Wek masîyan însan jî babet babetî ne. Yên baş hene, yên xerab hene, yên pir baş hene, yên pir xerab hene.

Yên virek hene, yên rastgo hene. Yên diguherin hene, yên qet naguherin, heta roj bi roj xerabtir dibin hene.
Lê meriv gişan bi kinî kane bike du babet:

Nivîskar û lêkolînerekî berhemdar: Seîd Veroj


Hin însan hene wek dareka zêde ber dide, mêweyên(fêkîyên)wê ji darên din pirtir e.

Însanên dişibin dara mêwezêde jî hene, li gorî însanên din pir dixebitin, berhemdar in. Ji van celeb kesan, nivîskar û lêkolîneran yek jî SEÎD Veroj e.
Carmêr qet sekin lê tune ye, fena mûrîyan dixebite, çendakî bêdeng dimîne, ji kozika wî dûxan hilnayê, dû ra tu hew dibînî bi kitêbeke, bi lêkolîn û bîyokrafîyeke muhîm, balkêş, mijareka nayê bîra meriv derket hemberî xwendevanên xwe.

02 oktober 2026

Ma tu yê qûna dinyayê rast bikî?

Bi gotinê her kes pesnê merivê dirist, merivê rastgo dide, lê kêm kes ji merivê dirist, rastgo hez dike.

Çimkî diristî, rastgoyî di civata me da gelek caran serê meriv dixe teşxelê û belayê; meriv dibe hedefê tîrên cahil û nezanan, bêedeban, dijminên meriv zêde dibe.

Dema li welêt bûm, gava min hevalbendên dewletê, kesên pîs, xerab rexne dikir, dayika min a rahmetî digot, ”ma tu yê qûna dinyayê rast bikî ?”

01 oktober 2026

Merivê bêexlaq ji merivê xerab hez dike

Merivê bêexlaq terbîya wî zeîf e, teqlebaz e, durû ye, pûlperest e, ji bo wê jî dibe heyranê kesê zorba, diz û bertîlxur. Çimkî bêexlaq e, exlaq ji îdeolojîyê jî, ji bawerîyê jî muhîmtir e.
Merivê bêexlaq ji kesê dirist, rastgo hez nake, çimkî ne li gorî qerekterê wî ye.
Diz ji dizan, bêexlaq ji bêexlaqan hez dikin.

Kurdan kîjan tirk kirin parlamenter nankor û bêwefa derket

Tirkên çep û rast û dîndar bi vekişîna Amerîka ji Kurdistana Başûr pir kêfxweş bûne, gişan kirine dawet,  dilîrînin, wek li hemberî kurdan herbek qezenc kiribin.

Ufuk Urazê kurdan di sala 2007a da li Stenbolê kirin parlamenterê xwe, ew jî bi vekişîna hêzên Amerîka ji Îraqê û ji Kurdistana Başûr pir memnûn bûye û gotiye: