23 oktober 2026

Gava dil xembar be li ber def û zurnê şa nabe

Dilê xembar, mişt derd û xem be, tu heft defan jî li ber lêxî şa nabe, xem jê nafirin.

Halê me yê şexsî çiqasî xweş û baş be jî, ji ber bindestîya me, ji ber perîşanîya halê miletê me, ji ber bêtifaqîya serokên partîyên me, ji ber bêxîretî û xayintîya hin siyasetmedarên bûne hevalên dijminên me, dilê meriv şa nabe.

Ez xwe wer his dikim. Halê min xweş e, jiyana min ne di talûkê da ye, tirsa pûlisên tirk bigrin ser mala min di dilê min da tune ye, lê dîsa jî xemgîn im, çimkî halê miletê min tim di bîra min da ye, tim li be çavên min e.

XXX

Dinya xan e, însan karwaan û bazirgan e. Xan li ciyê xwe ye, bazirgan tên û diherin. 

Hinek şevekê lê dimînin, hinek çend şevan, lê karwan zû dereng xanê diterikîne û rêya xwe didomîne.
Em însan jî emê rojekê xanê biterikînin.

Dinya jî bêje, nanê genim ji nanê cehîn ne çêtir e.
Hin sîyasetmedar, hin serok pîs in, karê xerab dikin, zirarê didin milet. Dinya jî hevalê wan be, bi milyonan ji wan ra bilîrînin jî pîs in, bûne rêber, dost û hevalên dijmin. Sîyasetmedarê bûbe rêber û dostê dijmin xerab e, tu feydeyê nagihîne me kurdan. Dibê meriv kesên wiha ji desftera xwe sîl ke...

Dinya nêrdewan e, hilkişîn jî heye, daketin jî heye.
Hin sîyasetmedar, serok hilkişiyan herî jor, pir meşhûr bûn. Lê nuha jî dema daketinê, hêdî hêdî dadikevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar