Serokê belediya Stenbolê Ekrem Îmamoglu, îro gava diçû Batmanê
nîkehekê, begefendî nefsbiçûkiyek mezin kiriye û riya xwe bi Diyarbekrê jî
xistiye û li Diyarbekrê bi serokê belediya Diyarbekrê Selçûk Mizrakli, Ahmet
Turk û berpirsiyarên HDPê ra jî hevdîtinek kiriye.
31 augusti 2019
Ev nîna ye. tirnîna hîn maye
Li Îdlibê, li Sûriyê îşî Reîs û Tirkiyê pir zor û pir xuya dike. Bi qasî xuya dike rica ji Pûtîn pere nekir, Sûriye nasekine.
Ji do da ye ji Idlibê bi hezaran malbatên cîhatçî û daîşiyan li ber sînorê Tirkiyê kom bûne û dixwazin derbasî Tirkiyê bibin. Lê belê leşkerên tirk nahêlin, rê li ber milet digrin.
Li gorî vîdeo û xeberên di medyayê da belav bûne, leşkerên tirk milet gaz û gulebaran dikin…
Ji do da ye ji Idlibê bi hezaran malbatên cîhatçî û daîşiyan li ber sînorê Tirkiyê kom bûne û dixwazin derbasî Tirkiyê bibin. Lê belê leşkerên tirk nahêlin, rê li ber milet digrin.
Li gorî vîdeo û xeberên di medyayê da belav bûne, leşkerên tirk milet gaz û gulebaran dikin…
Têra me herduyan dike
Xort çer çav li keçika pir bedew ket, hişê wî ji serî çû,
dilê wî ketê û teklîfa zewacê lê kir.
Keçikê got:
-Lê belê ez ji te hez nakim.
Xort qet xwe nexeyidand û got:
Keçikê got:
-Lê belê ez ji te hez nakim.
Xort qet xwe nexeyidand û got:
30 augusti 2019
Îdeolojî
Îdeolojî gelekê caran rê li ber fêrbûnê digre, însanan qarixî, kor dike,
dike mirîd.
Gava meriv têkeve bin bandora wê, haya meriv ji mirîdbûna
meriv çê nabe, meriv pir rehet e.
Xwedêgiravî îdîa û armanca îdeolojiya marksîzmê ew bû ewê
ferdên ji her miletî, ji her welatî, ji her rengî û ji her dînî bianiya ba hev, bikira dost,
heval û birayên hev.
29 augusti 2019
Gerek em di nava gelê tirk da vê ankêtê bidin çêkirin!
Dema meriv irqçîtîya tirkan rexne dike, dibêje tirk wiha
dijminê me ne, wiha neyartiya me dikin, hin kes îtîraz dikin, dibêjin efendim sûcê
milet tuneye, yê zulmê li me dike dewlet e, hukûmet in, lema jî ne rast e meriv
gel, milet sûcdar bike, filan bîvan…
Kî bi çi zimanî binivîse ji wî zimanî ra xizmetê dike
Kurdê bi tirkî bistirê stranbêjê tirkî ye û ji muzîka tirkî ra
xizmetê dike û kes jî nabêje ne wisa ye, vê yekê rexne dikin, dixwazin ew bi
kurdî bistirê.
Kes nabêje kurdên li tirkî guhdarî dikin hene, lema dibê bi tirkî bistirê.
Lê
gava bi tirkî dinivîn, dibêjin kurdên bi tirkî dixwînin hene, em ji bo wan bi tirkî
dinivîsin.
Heger mesle zanîna tirkî ye wê demê dibê meriv stranbêjiya bi tirkî jî rexne neke.
28 augusti 2019
Zimanê şîrîn mar ji qulikê derdixe
Rojekê Charles Schwab li fabrîqeyeke polayê digeriya. Bala
xwe dayê hin karkir cixarê dikşînin.
Li hundur fabrîqê cixare kişandin yasax bû û li ser dîwarê karkir li ber dixebitin jî nivîsa ”cixare kişandin yasax e” bi dardekirî bû.
Li hundur fabrîqê cixare kişandin yasax bû û li ser dîwarê karkir li ber dixebitin jî nivîsa ”cixare kişandin yasax e” bi dardekirî bû.
Charles Schwab li karkirên cixare dikşandin nêrî, lê ji wan ra negot, “çima hûn cixarê dikşînin, ma xwendina we tuneye?
Ji dêlî wê, derxist proyek îkramî wan kir û got:
Îro em çi bikin ji bo me baş e?
Gelo em kurd îro çi bikin, kîjan xebatê bikin ji me ra hîn baştir û bi fêdetire ?
Ex dibêjim baştir e meriv giraniyê bide zimanê xwe, yanî kurdî bi pêş xe, fêr bibe û bide fêrkirin.
Îro roj gava meriv bixwaze her kurd kane dev ji twîttên bi tirkî berde û bi kurdî binivîse.
Her kurd heger bixwaze kane vê micadelê li
hemberî tirkan bide. Îro ev micadele ji hemû şiklên xebat û micadeleyên din, ji
şer jî bi fêdetir e. Dibê em kurdîtiyê, nasyonalîzmê xurt bikin.
27 augusti 2019
Cahil û cehalet
Cahil gava haya wî ji nezaniya wî, ji cehaleta wî tunebe pir
bêedeb, kustah dibe.
Ji bo wê jî meriv nikane bi merivê cahil ra derkeve serî.
Ji bo wê jî meriv nikane bi merivê cahil ra derkeve serî.
Cahil kane bibêje tu ferq di nabêna tirpê û sêvê da tuneye, meriv kane ji sêvê ra bibêje tirp.
26 augusti 2019
Ziman û qiralê Îngilîstanê
Dibêjin rojekê ji Qiralê Îngilistanê pirsîne, gotine:
-Heger rojekê tu mecbûr bibî di nabêna Împaratoriya Brîtanîya Mezin û artêşa(fîloya) deryayê da tercîhekê bikî, tu yê kîjanê tercîh bikî?
Qirêl gotiye:
Bizin çû
Keçik li bin darê rûniştibû risim çê dikir. Bavê wê bala xwe
da kaxeta di dest da vik û vala ye. Jê pirsî:
-Tu rismê çi çê dikî keça min?
-Ez rismê bizineke li mêrgê diçêre çê dikim.
-Ka gîha li ku ye?
-Tu rismê çi çê dikî keça min?
-Ez rismê bizineke li mêrgê diçêre çê dikim.
-Ka gîha li ku ye?
25 augusti 2019
Her kes ji aqilê xwe razî ye
Di vê cîhana medyaya sosyal da bi hezaran tiştê bi meriv pir
vala û berradayî tên hene, meriv her roj rastî bi sedan nivîs, şirove û gotinên
bêmane û berradayî tê.
Li gorî meriv gotinên pir bêmane, vala û berradayî ne. Lê tu bala xwe didê bi dehan, bi sedan însan diecibîne.
Yanî tiştê bi meriv vala, bêmane, berradayî tê, bi gelek kesan pir rast û hêja tê dîtin.
Carnan ez ji xwe ra dibêjim, ev însanên mest mezin, rîsipî û porsipî çawa dibe van gotinên tewşo mewşo dibêjin û hewqas kes jî diecibînin ?
Ez dibêjim gelo yê dîn, yê ne biaqil ez im ya jî dîn û kêmaqil pir in ?
Ez çi bibêjim, her kes ji aqilê xwe razî ye...
XXX
Carnan gava meriv kurmanciya yekî rexne dike, ya jî gava ji
yekî ra dibêjî filan gotin şaş e, wiha nayê gotin, dibê wiha be, di cî da ji te
ra dibêje "ev devoka me ye, li ba me wiha dibêjin."
Bêguman di kurmancî da gelek devokên ji hev cihê hene, ev rast e.
Lê hin caran însan şaş dinivîsin, çewt tê bîrê, yanî ne devok e, lê dibêje ev devoka min e.
Bi baweriya min hin çewtiyên îmlayê, gramerê, nêr û mê û hin gotinan her tim ne devok e. Dibê di vî warî da meriv bi îhtîyat be û di mesela devokiyê da hertim zêde îdîa neke. Tiştê meriv dibêje devok e, kane ne devok be, çewtiya meriv bi xwe be.
XXX
Vê nivîsa Sîrwan Rehîm bixwînin û ferqa ereb û kurdekî
bibînin. Piştî min nivîs xwend, min ev komentara jêr li binê nivîsê nivîsî.
Bira, li qusûra min nenêre, lê belê tu merivekî pir bêxîret
î, tu ne tiştek e!
Heger tu ne merivekî bêxîret bûya, heger pirçek şexsîyet û kurdperwerî bi te ra hebûya, te ev faşîstê ereb nedigirt û mala xwe bi erebekî bajarê te dagir kiriye û hewqasî neyarê qewmê te ye nedida barkirin.. te pê ra sohbet nedikir.
Ma li Almanya karkir nema tu diherî ereban dibînî?
Kurdê pê ra xîret hebe mala xwe bi erebekî nade barkirin…
Te gotinên wî faşîstê ereb heq kiriye. Xortê ereb mêr e, lê tu ne tiştek e!
Mêrik hewqas heqaret li te kiriye, dagirkeriya xwe parastiye, lê te jê ra tiştek negotiye, tu ji ba wî ranebûye û te dîsa jî mala xwe pê da ye barkirin.
Madê min ji te geriya…
Ali Kut Xamo,
ez dibêm tu bilasebeb xwe hêrs dikî! Tu ecêbîyek di vê nivisê de nîn e, bilekis
hal-rûhîyeta erebekî ku bûye penaber lê hê jî dev ji wê nijadperestîya xwe
bernedaye radixîne ber çavan. Ango dide xuyakirin nijadperestî çendî ehlaqekî
xirab e. Ê ereb tu heqaretan lê nake. ya din jî bi pereyê xwe karê xwe dikin.
wele ez dbêm tu neheq e!
Zinarê Xamo M.
Elî Kût, yê ereb bajarê wî dagir kiriye û dagirkirina xwe jî diparêze û belkî
jî ketibe mala wî.
Yekî bajarê meriv, mala meriv dagir bike û wê dagirkeriya xwe jî biparêze, bibêje baş bû em ji kurdan xelas bûn, meriv karê xwe bi wî nade kirin.
Mêrik kurdan dijmin dibîne, ji kurdan nefret dike, lê yê kurd li hemberî vê irqçîtî û tecawiza wî teoriyên mirovahiyê çê dike, demagojiyê dike.
Meriv bi neyarekî wiha mala xwe nade barkirin.
Heger bike, ji bo te normal be jî, lê ji bo min ew ne tu meriv e.
Yekî bajarê meriv, mala meriv dagir bike û wê dagirkeriya xwe jî biparêze, bibêje baş bû em ji kurdan xelas bûn, meriv karê xwe bi wî nade kirin.
Mêrik kurdan dijmin dibîne, ji kurdan nefret dike, lê yê kurd li hemberî vê irqçîtî û tecawiza wî teoriyên mirovahiyê çê dike, demagojiyê dike.
Meriv bi neyarekî wiha mala xwe nade barkirin.
Heger bike, ji bo te normal be jî, lê ji bo min ew ne tu meriv e.
Namûs !
Namûs cewhereke beşerî ya nayê xuyakirin e. Bi her kesî ra bi qasî hev tuneye. Bi hinekan ra hindik heye, bi hinekan ra pir heye û bi hinekan ra jî derhemk jî tuneye.
Gelekê caran hin kesên ji namûsê bêpar in wek merivên bi namûs xuya dikin, xwe wer nîşan didin.
Lê hinek jî hene bênamûsiya xwe qet venaşêrin, pir eşkere û him jî bi serbilindî, didin der, diparêzin.
Do di medyaya sosyal da min vîdeoyeke TRTkurdî ya çend dengbêjên mûşî dît. Kilam davêtin ser Erdogan, pesnê wî didan, ew bi asîmanan dixistin, şiîr li ser dixwendin, kilam li ser digotion.
Ji bo leşkerên tirk li Efrînê, li Kurdistana rojava bi ser kevin û qira wan kafirên wir bînin ji wan ra dua dikirin. D.îmenekî dûrî aqilan bû.
Di jiyana xwe da min tu tiştekî ji vê vîdeyoyê rezîltir, bênamûstir nedîtiye. Ji do da ye ez di binê tesîra gotinên wan mûşiyan da me.
Meriv hewqasî jî nabe neyarê qewmê xwe, hewqasî jî bênamûs û xayin nabe. Û gava bû jî hewqasî vekirî nabêje, lê wan dengbêjên mûşî digotin. Dixwestin leşkerên tirk qira kurdên rojava bînin û hemû Kurdistana rojava dagir bikin...
XXX
Xortanî û kalî
Di xortaniyê da roj kin in, sal dirêj in, lê gava meriv kal û pîr dibe, îcar bêxwediyên rojan dirêj dibin û sal jî kin dibin.
Di xortaniyê da roj kin in, sal dirêj in, lê gava meriv kal û pîr dibe, îcar bêxwediyên rojan dirêj dibin û sal jî kin dibin.
Îsal bi min wek hefteyekê zû derbas bû. Serê salê hîn do bû, lê wa ye meha heyştan jî dike biqede û sê mehên din ezê saleke din jî kal bibim.
Bawer bikin sal wek trêna almanî ya ”schnellzug”, trêna lezgîn tên û diçin; hew dibînim sal qediya jî…
Bi vê trênê ezê zû bigihîjim hêniya xwe…
Tu nêzî beroşê bibî ewê teniya wê di te bigere, tu nêzî
xeraban bibî ewê bela wan di te bigre.
Lê carnan meriv ji belayê direve jî bela tê meriv dibîne, dibe mukir û dikeve deriyê meriv.
Ji do da ye belayek li ber deriyê HDPa Diyarbekrê rûniştibû û digot ez bela me û ji ber deriyê we ranabim...
Axirê HDP îro bi silametî ji vê teniya bi don, ji vê qîrê, ji vê bela mezin xelas bû.
XXX
Yê dilê wî û gotina wî ne yek be sed zimanên wî hebin jî ew
dîsa jî bêziman e.
///Mewlane
Hin kes hene dilê wan tiştekî dibêje, devê wan tiştekî din. Dema tu pê ra dipeyivî ne ya dilê xwe, ya dilê te xweş bike dibêje. Yanî li gorî şexsan şerbetê belav dikin.
Ev jî tiştekî nexweş e, dibê meriv bi xwe ra samîmî.
24 augusti 2019
Ez û xortekî pir hêja...
Ez û biraziyê xwe Siwar Kawak |
Îro ez çûm bajarê Uppsala şîna pesmamê kek Omer Sêxmûs û li şînê rastî xwendevanekî xwe yê pir hêja hatim. Ji
zû da bû ez neçûbûm Uppsalayê.
Di sala 1980î da dema ez hatim Swêd, ez berê çûm Uppsala, min li wir îltîca kir. Dû ra min bar kir Stockholmê.
Yanî Uppsala bajarê minê pêşî ye, bîranînên min yên Swêd yên destpêkê li Uppsalayê dest pê kirin.
Êdî ne heweceye meriv zêde dirê bike
Êdî kurdê herî saf, herî nezan, herî kêmaqil jî zanine tu
pareke me di Tirkiyê da tuneye.
Tirkiye tenê ya tirka ye û tirk jî li pê tunekirina me ne, dixwazin koka ma biqelînin, ji bo ku Kurdistan tu carî çê nebe...
AKP, MHP, CHP, VP, Iyi Partî qet ferq nake, hemû jî xwediyê vê armancê ne; me bikin tirk.
23 augusti 2019
Tirk dibêjin ev dewlet ya tirkan tenê ye û dibê hûn kurd viya fam bikin
Tiştê tirk û siyasetmedarên wan îro ji me kurdan ra dibêjin
ne nuh e, ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye dibêjin. Hinek vekirî û hinek jî
sergirtî dibêjin.
Lê hemû dibêjin ev dewlet ya tirka ye û kurd tenê kanin wek bindestên tirkan û koleyan bijîn, wekî din tu mafekî kurdan tuneye.
Lê hemû dibêjin ev dewlet ya tirka ye û kurd tenê kanin wek bindestên tirkan û koleyan bijîn, wekî din tu mafekî kurdan tuneye.
Di salên 1930î da wezîrê edaletê Esat Mahmut Bozkurt(1892-1943) gotibû:
22 augusti 2019
Ji bo çi Erdogan li hemberî kurdan hewqasî êrîşkar û bêperwa hereket dike
Ji bo çi Erdogan li hemberî miletê kurd hewqasî êrîşkar, bêperwa,
bêhurmet, zorba û qanûnnenas hereket dike?
Tiştê ez fêm dikim Erdogan êdî bi riyeke demokratîk ne li pey rayên kurda ye, ji kurdan hêviya ray mayan nake. Erdogan dibêje kurd rayên xwe bidin kê jî ezê bi darê zorê, bi riya qeyûman ji wan bistînim, ezê rayên wan netê hesab bikim...
Tiştê ez fêm dikim Erdogan êdî bi riyeke demokratîk ne li pey rayên kurda ye, ji kurdan hêviya ray mayan nake. Erdogan dibêje kurd rayên xwe bidin kê jî ezê bi darê zorê, bi riya qeyûman ji wan bistînim, ezê rayên wan netê hesab bikim...
Mange û beraz
Merivekî pir zengîn û gelk çikûs, tima hebû. Ji bo ku her
kesî jê ra digot çikûs pir aciz dibû, nedixwest kes wer bibêje.
Rojekê rabû çû ba zana û aqilmendê bajêr û gazinê milet pê kir, got:
21 augusti 2019
Hukûmet dixwaze dest deyne ser hemû belediyên HDPê
Qeyûmê dewleta tirkan yê belediya Wanê Mehmet Emin Bilmez,
meclîsa belediyê ya 71 kesî belav kiriye.
Her wiha 12 serokên yekîneyan û gelek rêvbir û sekreterên giştî jî ji kar derxistine.
Qeyûmên belediya Diyarbekrê û Mêrdînê jî eynî tişt kirin, wan jî hema hema hemû karkir û mamûrên herdu belediyan ji kar derxistin.
Yê bibe bela rojekê ewê bela xwe bibîne
Serokên Tirkiyê wek paşayên îttîhatçiyan pir stûr bûne, agir
kirine dawa xwe, bela xwe di Xwedê jî didin. Li herêmê bûne xwîna kera reş, kes naxwaze tê bigere.
Li der û dora xwe huzûr ji kesî ra nehîştine. Bi dehhezaran çete li dor xwe kom kirine û bi van çeteyên ereb û îslamî gefê li vî û li wî cîranê xwe dixwin.
Lê herî bêtir kanin bi kurdan, tepa wan ji ser serê kurdan ranabe.
20 augusti 2019
Tirk dibêjin em qebûl nakin kurd xwe îdare bikin
Hukûmeta tirkan ya îro qebûl nake li Kurdistanê yek belediye
jî têkeve destê kurdên welatparêz, kurdên ne zilamên dewletê.
Ji bo tirkan HDP ya jî partiyeke kurdî ya din qet ferq nake. Ji bo ku belediyeyên çend bajaran îro di destê HDPê ne êrîşî HDPê dikin û qeyûman didin ser belediyeyên wê.
Li Tirkiyê hîmê faşîzmê hêzên îslamî ne
Li Tirkiyê û Kurdistanê tu wextê dîktatorî, zorbatî, zulm,
bêhuqûqî û faşîzim bi qasî vê rejîma îslamiyan hewqasî barîz nebûye.
Ruh û îdeolojiya îslamiyên tirk ya rastîn faşîzm e, bi îktîdara AKPê ra ev yek baş derket ortê.
Zêde li ba neke...
Zarokekî 12 salî bi îdîa tecawizî jineke 30 salî kiriye mahkime dibû. Abûqata wî jî jin bû. Abûqatê digot derew e, ev zarok nikane tecawizî vê jina mest û mezin bike. Di parastina xwe da pantor û derpê ji lêwik şeqitand û bi bilikê wî yê biçûk girt û li ba kir, got:
19 augusti 2019
Dibê HDP çi bike?
Wek her kes zane dewleta tirkan îro dest danî ser sê
belediyên kurdan û dîsa walî wek qeyûm tayin kirin.
Dibê HDP çi bike?
Bi baweriya min dibê HDP ji meclîsê vekişe û êdî nekeve tu hilbijartinên parlamentoyê û dev ji ”partiya Tirkîyê" berde û bibe partiyek kurd û Kurdistanî.
Dewleta tirk dest danî ser sê belediyên kurdan
Hukûmeta AKPê ya tirkên îslamî serokê belediya Diyarbekrê Adnan
Selçûk Mizrakli, serokê belediya Mêrdînê Ahmet Turk û seroka belediya Wanê
Bedîa Ozgokçe ji wezîfê girtin û waliyên van hersê bajaran tayinî dewsa wan
kirin.
Li gorî medya dinivîse avahiyên belediyên van hersê bajaran
nuha di bin çember û hesara polîsên tirk da ye.
18 augusti 2019
Kesî kes mecbûrî axaftina tirkî nekiriye
Dibê em xwar rûnin û rast bipeyivin, kes kesî mecbûrî axaftin û nivîsandina tirkî nake.
Kes li ser emir û fermana dewletê û partiyan bi zarokên xwe ra bi tirkî
napeyive.
Erê tesîra zora dewletê û korfahmiya hêzên siyasî heye, lê belê însanan ne ji ber van sedeman dev ji kurdî berdane û bi tirkî dipeyivun.
Min hejîrên salê îro tahm kir
Xwarina hejîrên salê îro bû qismet û nesîbê min. Min îsal hîn hejîr nexwaribû. Îro min tam sê heb xwarin û yek jî da xanimê...
Ji fêkî herî bêtir ez ji hejîran pir hez dikim. Û ji şansê min ra ew jî li Swêd tuneye û gava tînin jî bi piranî kerrik in. Yanî hejîrên reş û zer yên wek lepan naynin.
Kurdê bixwaze Amerîka ji Sûriyê derkeve zilamê Tirkiyê û Daîşê ye
Îslamiyên faris, ereb û tirkan hêzên herî nasyonalîst in, ji
bo kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe ji her kesî bêtir neyartiya me dikin,
serê me jê dikin.
Lê îslamîsyên me ji şansê me yê qahp ra heval û şûrkêşên hêzên dagirker û neyarên kurdan e, ji dêlî ew jî wek îslamîyên faris, ereb û tirkan ji welatê xwe ra bixebitin, ketine xizmeta neyarên xwe, piştgiriyê didin hêzên welatê wan dagir kirine û ew kirine bindest.
17 augusti 2019
Spas ji te ra twîtt !
Twîttê hin fonksîyonên pir baş li xwe zêde kirine. Min nuha
bala xwe da fonksiyonên nuh û rûpela statîstîkan. Ev cara pêşî ye ez lê
dinêrim. Ez ne şarezayê teknîkê û van tişta me.
Ez twîtterê û facbookê pir bi sînor bi kar tînim, dest nadim hemû fonksîyonên wan, tiştên xwe belav dikim û tiştên xelkê dixwînim.
Gerek em ji welatê xwe hez bikin
Heta ez sax bim, heta ev ruh di vê bedena kal da hebe ezê ji
bo sazadiya te û gelê xwe bixebitim, binivîsim welato !
Welato, ez, bi milyona kurd ji te hez dikin, em dildarên te ne. Emê te ji bindestiyê rizagar bikin. Me soz daye te û xwe. Bi sedhezaran kurdên canfîda ji bo rizgarbûna te dixebitin, bi hêzên dagirker ra di şer da ne.
16 augusti 2019
Li ser Betlîsê û tarîxa kurdan kitêbeke pir hêja
Baran Zeydanlioglu 11 roj berê, di 5ê mehê da kitêba xwe ” Seyyahların
Anlatımlarıyla BİTLİS ve AHALİSİ” ji min ra şandibû, kitêb îro gihîşt destê min.
Tiştekî pir anormal e.
Di normalê da posta nava Swêd roja din ya jî roja duduyan digihîje destê xwediyê xwe.
Lê ya min tam 11 rojan ajot, roja 11a gihîşt destê min.
Lê Xwedê kir hat, ma nehata minê çi bikira?
Gelo tirk ewê bela xwe ji kurdan vekin?
Tirkiye nuha li Sûriyê ji daxwaza "herêma ewle"
poşman bûye, dibêje "herêma ewle" ewê kurdên rojava jî wek kurdên
başûr bike xwedî statû û dewlet.
Lema ne "herêma ewle", ne derxistina PYDê, îşxalê dixwaze, dixwaze hemû kurdan ji wir derxe û ereban li wir bi cî bike.
15 augusti 2019
Li Zanîngeha Mêrdînê beşê kurdî girtin
Zanîngeha Mêrdînê, bi navê wê yê din ”Zanîngeha Artukluyê
biryara girtina Enstîtuya Zimanên Zindî, yanî biryara girtina beşê zimanê kurdî
da.
Yanî dawiya xapandinê û derewan hat.
Hukûmeta AKPê 10 sal berê li Zanîngeha Mêrdînê ev beşê kurdî ji bo xapandinê û armancake siyasî vekir. Lê nuha dawiya xapandinê û fêlbaziyê hat, lema jî digrin.
Kurdî di nav zimanên dinyayê da di rêza 9a da ye
Li gorî zanyariyên Wikipediayê belav kiriye li dinyayê
zimanê ji alî gotinan ve herî pir dewlemend îngilîzî ye û kurdî jî di rêza 9a da
ye.
Tirkî di rêza 20a da ye.
Tirkî di rêza 20a da ye.
Neûzû-Bîlah
Rojekê Tîmur Lenk ji Xoce Nesredîn ra gotiye:
-Xoce, her xelîfeyekî Ebbasî navek, leqebek li xwe kiriye, yekî navê xwe kiriye el Mutazım-Bîllah, yekî navê xwekiriye mutevekkîl-Ellah. Heger ez di dema wan da hukimdar bûma, gelo ewê çi nav li min kirina?
Xoce gotiye:
14 augusti 2019
Zimanê me ketiye ber sikratê
Kurdî li ber sikratê ye û êdî her kes jî vê yekê dibîne. Meriv her roj rastî numûneyekê tê.
Di nivîsa xwe ya berê da jî min qala Culemêrgê kiribû, ev numûne jî dîsa ji wir. Fermo bixwînin û bibînin zarokên Culemêrgê ketine çi halî.
Kes nabêje dewê min tirş e
Yê herî neheq jî, siyasetmedarê siyaseta wî herî şaş jî, kesê di himêza dijminê xwe da rûniştiye jî, kesê rahîştiye tivinga neyar jî, yê bi şev û bi roj di telewîzyonan da abûqatiye hêzên dagirker dike jî nabêje ez neheq im, ez li ser rîyeke şaş im.
Lê xelk dibîne kî çi ye, çi dike û hevalê kê ye...
13 augusti 2019
Yên ji Koray Avciyê tirk ra li Silêmaniyê konserê çêkin kanin ala kurdî jî daxin
Li gorî hin îdîayên di medyaya sosyal da belav bûye Koray
Avciyê tirk li Silêmaniyê li sahneya lê konser daye ala kurdî daye daxistin. Yanî
rêvebirên salonê li ser daxwaza wî ala kurdî rakirine.
Hêrçiqas rêvebirên Şanoya Romanî bi daxuyaniyekê ev îdîa red kiribin, gotibin me tiştekî wiha nekiriye, ala kurdî ji berê da tunebû, lê ez dibêjim îdîa rast e. Ya li ser emrê wî, ya jî ji bo xatirê wî berê ala rakirine.
Heger zimanê zarokên culemêrgî û şirneşxî jî bûbe tirkî mesela qediya ye, tirkan em kirine tirk
Kurdekî ji Culemêrgê bi navê ”Babê Mesûd” gotiye ”yek zarokê
kurdên hefs jî razane bi kurdî nizanin, hemû bi zarokên xwe ra bi tirkî
dipeyivin, dibêjin dema zarok çû dibistanê bira zahmetiyê nekêşe.”
Weleh heger rewş ev be felaketeke mezin e û tirkan ji nuha da em qedandine, em kirine tirk û weselam...
12 augusti 2019
Ferqa keç û dayikên berê û yên nuha
Do min hinekî pesnê dayikên berê da, dayikên me yên xwendin û nivîsandina wan tunebû, yên ne xwedî dîplomeyên zanîngehan bûn, yên ne parlamenter û serokên belediyan bûn, lê serapê kurd bûn û em jî kurd hîştin û min çend xîç jî avêtin ji
keç û dayikên nuha da.
11 augusti 2019
Dayikên berê bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivîn û ew nekirin tirk
Dayikên me ne xwenda bûn, ne xwedî dîpplomeyên zanîngehan
bûn, ne femînîst bûn, xwe zane û mezin nedidîtin, lê belê bi tirkî bi me ra
nepeyivîn, em nekirin heyranê tirkî.
Dayikên me zarokên xwe bi kilam û çîrokên kurdî mezin kirin, ne bi tirkî.
Gava hafiza teze dibe hisekî xweş dide meriv
Gelek kesên min di zaroktî û xortaniya xwe da ew nas
dikirin ji bîr kiriye. Hinekên wan ji dûr, hinekên wan ji nêz ve, dû ra hinekên wan dihatin komela me DDKDê û min semîner dida wan.
Navên piraniya wan ji bîra min çû ye.
Lê dema di facebookê da rastî navê wan têm hafiza min xwe nuh dike û di cî da tên bîra min. Diçim kuçe û kolanên Wêranşarê, komela DDKDê û salên xortaniya xwe û sûretên wan yên zoroktiyê, yên xortaniyê tên ber çavên min.
Gava rismên wan yên nuha, yên kalbûyî, porsipî, serzilût dibînim matmayî dimînim, bi xêra rismên wan yên zaroktîyê û xortaniyê wan nas dikim.
Heger di malpera her yekî da çend rismên wî yên zaroktiyê û xortaniyê tunebe min ew nas nedikirin..
Çimkî sîma wan, şikil û şemala wan pir guherîye.
Îro dîsa min çend kes dîtin, bi xêra navan min ew nas kirin, hatin bîra min.
Min bala xwe dayê gelekên wan ne te nê di warê fizîkî da guherîne, di warê fikrî da jî bûne tiştekî din, êdî ne ew xortên dema min in, ji bîr û baweriyên min gelkî dûr ketine, wer xuya dikin. Ji hin nivîs û şiroveyên wan min wer fêm kir.
Hemû bi tirkî dinivîsin, dan û stendina hemûyan bi tirkî ye, heger bi kurdî binivîsim ewê bitirsin.
Belkî nikanin bi kurdê bixwînin jî.
Ji ber malpera min bi kurdî ye û ez bi tirkî nanivîsim, ji wan kes newêre xwe nêzî min bike. Ya jî ji ber nizanin bi kurdî binivîsin şerm dikin.
Ji ber malpera min bi kurdî ye û ez bi tirkî nanivîsim, ji wan kes newêre xwe nêzî min bike. Ya jî ji ber nizanin bi kurdî binivîsin şerm dikin.
Lê li gel vê jî dîtina wan hestekî xerîb bi min ra peyda
dike, min dibe Wêranşarê û wan rojên berê.
Zaroktî, xortanî, berê xweş bû, em serapê bawerî û hêvî bûn, hedefa me Kurdistaneka azad û yekbûyî bû...
Nuha em bûne çi û ketine çi halî...
Hey gidî dinyayê, Xwedê qeda û bela te dayê…
Merivê nezan, cahil çi tê serî bi qederê, bi enînivîsa xwe
ve girê dide, dibêje emrê Xwedê ye, qedera min ev e. Xwedê li eniya meriv çi
nivîsî be ew tê serê meriv.
Lema jî ji bo guhertina qedera xwe tiştekî nake, dest ji ber xwe berdide û teslîmî "qedera" xwe dibe.
Sebebê bindestiya me ne qeder e, ne emrê Xwedê ye.
Em îro di bin destê kê da bin, ji alî wan ve bûne bindest, welatê me ji alî wan ve hatiye dagirkirin.
Ji ber wê jî dibê em sûcê tirkan, ereban û farisan nekin hustuyên Xwedê û qederê.
10 augusti 2019
Keç û jin çima ji tirkî pir hez dikin ?
Li gorî 30-40 sal berê kurd pirtir û zûtir asîmîle dibin û
her kes jî êdî vê rastiyê qebûl dike.
Di warê asîmîlebûnê û axaftina tirkî da da gurûba,
katagoriya herî bêtêr gazin jê tê kirin keç û jin in.
Hema hema her kes dibêje li gorî lawikan, keçik bêtir asîmîle bûne, ew ji lawikan bêtir bi tirkî dipeyivin.
Dilşadiya qurçimî
Roja pêşî ya zewaca wan bû. Bûkê serê sibê bala xwe dayê zava di nava nivînan da tuneye. Derî hêdîka vekir, mêze kir wa ye mêrê wê sobe dadaye, xurînî hazir kiriye û îşligê xwe utî dike.
Kêfa wê pir ji mêrê wê ra hat, ji xwe ra got wele ez rastî mêrekê qenc hatime û bi kêf û dilşadî dîsa çû ket nava nivînên xwe.
09 augusti 2019
Dar bi fêkiyên xwe xweş e
Dar ne bi çuliyên (pelên)xwe, bi fêkî û kukîlkên xwe xweş e, meriv dibe heyran.
Ez û xanim her roj li dora 2 saetan dimeşin û di gera xwe da tim hin darên nuh dibînin. Herî dawî jî ez rastî van çend daran hatim, min gelkî ji wan hez kir.
Rûdaw şaşiyê dike û zirarê dide xwe
Kanala Rûdawê her cara li Kurdistanê di nabêna kurdan û
Tirkiyê da tiştek diqewime li ku derê tirkekî faşîst û neyarê kurdan hebe
dihere bi wî dişêwire, fikrê wî, wan dipirse. Tu dibêjî belkî li Tirkiyê bêyî
wan çend faşîst û neyarên kurdan kesên din tunene, here were ew çend faşîst û
neyarên qewmê kurd tenê hene, her tim fikrên wan digrin.
Cehalet meriv zimandirêj dike
Rojnamevanekî tirkê bi navê Lutfu Oflaz gotiye nufûsa misilmanan 1 milyar û 700
milyon e û 63 welatên misilman hene. Lê hilberîna (productiona) 63 welatên
misilman bi qasî ya Almanyayê tenê tuneye.
De îcar hesb li ba we ye...
Û serok û alimên misilmanan hîn jî li ber xwe nakevin, hîn
jî xwe mezin û xiristiyanan biçûk dibînin.
08 augusti 2019
Erdogan dostên me zêde û karê me rehet kir
Xwedê kir îro li Tirkiyê Erdogan li ser hukim e, ne yekî ji
wî biaqiltir e.
Tiştê Erdogan di nava çend salan da aniye serê dewleta tirk ya pînc û faşîst, karê kurdan rehettir kiriye.
07 augusti 2019
Amerîkayê balona tirkan zû teqand
Plana tirkan ya dagirkirina Kurdistana rojava ma bihareke
din, Amerêkayê balona wan zû teqand.
Piştî hewqas fort û zirt ewê fîşekekê jî bera kurdan nedin û kor poşman vegerin mala xwe.
Piştî hewqas fort û zirt ewê fîşekekê jî bera kurdan nedin û kor poşman vegerin mala xwe.
Ev çend roj bûn hewqas zirt dan xwe, hewqas halan di xwe hildan, me jî got belkî îcar rast ewê bêemriya Amerîkayê bikin û êrîşî kurdan bikin.
Em him bûne bela serê kurdên din û him jî bi kêrî tiştekî nayên
Kurdên Kurdistana rojava û başûr di agirê me da, yanî di agirê
kurdên Kurdistana bakur da dişewitin, çi tê serê wan ji ruyê kurdên Tirkiyê da
ye, em tunebûna tirkan ewê bela xwe di wan nedana.
Ji bo ku em hene û xwedê giravî doz û dawa Kurdistanê dikin û tirk jî ji vê ditirsin û dibêjin dema li Sûriyê kurd azad bibin, bibin xwedî hukim ewê destegê bidin kurdên Tirkiyê, lema jî êrîşî kurdên rojava dikin, nahêlin ew ji bindestiyê derkevin.
Heta çavê tirkan me bibire ewê bela xwe ji me venekin
Tirk bela xwe ji kurdan venakin, em çi bikin jî, çi bibêjin jî me rehet nahêlin, hedefa wan qirkirina me ye. Dixwazin kurdan wek milet biqedînin, mehû bikin.
Çimkî çavê wan me dibirre.
Gelo Amerîka li hemberî êrîşa Tirkiyê ewê kurdan biparêze?
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Mark Esper |
Li gorî medyaya tirk dinivîse mizakereyên di nabêna
Amerîkayê û Tirkiyê da li Anqerê du rojan dom kirin bêyî ku netîceyekê bidin
qediyaye.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper gotiye, “Amerîka li
dijî êrîşa Tirkiyê ya yekalî ye, êrîşeke wiha nayê qebûlkirin û tu niyeteke me
nîne em dest ji wan (alîkariya QSDê) berdin...”
06 augusti 2019
Nimêja sibê
Diya Gulçînê yeka hinekî di nêmêj û niyaza xwe da bû û dixwest keça wê Gulçîn jî wek wê nimêjkar be.
Lema Her sibe bi berbangê ra Gulçîna feqîr ji xewa şîrîn şiyar dikir, digot rabe du rikat nimêja xwe bike. Rojekê dîsa Gulçîn ji xew şiyar kir û got:
Tirk dişibin pepûkê
Pepûk |
Bi daxwaza "herêma ewle" hedefa Tirkiyê dagirkirina hemû
Kurdistana rojava ye.
Tirkiye ne tenê dixwaze hemû Kurdistana rojava wek Efrînê dagir bike, bi wê ra dixwaze hemû kurdan jî ji wir derxe û 3-4 milyon ereb û çeteyên Daîşê yên uygur û kafkasî yên nuha di bin destê Tirkiyê da ne li wir bi cî bike.
Yanî him dagirkerî û him jî jenosîd.
05 augusti 2019
Min heta nuha baranek wiha nedîtibû
Îro barana dinyayê li çoleke Xwedê saetekê bi ser min û
xanimê da barî.
Te digot belkî asîman qelişiye, bi kûzan baran ji asîmanan bi ser me da dihat xwar.
Baraneke hewqasî bi zirp û him jî herî kêm saetekê dom kir, qet nayê bîra min.
Tiştmiştên di defterên kevn da
Gotinek heye, dibêjin cihûyê(yahûdiyê)bêpere dimîne defterên
xwe yên kevn tevradike.
Yê min jî bûye ev mesele. Çend roj berê min nivîsî, wê
rojê di arşîva xwe da ez rastî gelek tiştan hatim, heta ji min were ezê hinên wan
peyder pey biweşînim.
Li ser du gotinên şaş
Bi kurmancî meriv tu carî nabêje ”li xweşiya min tê, xweşiya min tê, ya jî li
xweşiya min çû”, heger bibêje çewt e.
Lê hin kurd dibêjin. Û ev gotin di nava kurdan da wek nexweşiyeke têger, nexweşiyeke di meriv digere roj bi roj belav dibe.
Yekî di twîtteka xwe da gotiye efendim ”qurebûna wan xweşiya min tê”!
04 augusti 2019
Edebiyat, ziman û milet
Her miletek xwedî edebiyatekê ye. Miletê bê edebiyat tuneye.
Edebiyat jî bi zimên dibe. Huner, marîfet, zîrekî, mezinahî, şan, şeref, qabîlîyet,
gernasî, mîzah yanî her tiştê miletekî, hemû kultura wî di edebiyata wî da ye.
Û ew jî bi zimên dibe, zimanê miletekî çi be, edebiyata wî jî ya wî zimanî ye.
Xelkê giliyê min bi Twîtterê kiriye
Yekî giliyê min bi twîttê kiriye. Twîttê do bi teksta jêr ez
agahdar kirim.
“Li kontoya te, @Zxamote gilî hatiye kirin. Teksta gilî lê
hatiye kirin ev e:
03 augusti 2019
Îro di arşîva xwe da rastî gelek tiştên muhîm hatim
Îro ji acizî ez dageriyam embara(mezxena)me û min çend dosye
û klasorên arşîva xwe tevrada.
Min bala xwe dayê bi sedan nivîs, name, risim û gelek tiştên din di arşîva min da hene.
Notên şexsî, nivîs, şiîr, werger, heyranok, gotinên pêşiyan, nameyên dost û hevalan û yên malbatî ne. Hinek jî nameyên di dema rojnameya Armancê da ji min ra û ji Armancê ra hatine şandin û min jî bersîvên wan daye.
Emê jenosîsa Şengalê û fermana êzdiyan tu carî ji bîr nekin !
Îro 5 saliya Jenosîda Şengalê ye. Pênc sal berê di 3ê tebaxa
2014a da çeteyên ereb û qatilên Daîşê yên îslamî girtin ser Şengalê, herî kêm 7
hezar jin, keç û zarokên êzdî êsîr girtin û bi hezaran jî kurdên êzdî jî bi
hovane kuştin.
Dinyayê li vê jenosîsîdê temaşe kir.
Dilo qet xeman nexwe
Dilo qet xemgîn û poşman nebe
rêya te rast e
hinekî din bişewite
hinekî din hez bike
hinekî din biweste
rêya te rast e
hinekî din bişewite
hinekî din hez bike
hinekî din biweste
Bira yek jî ji sûniyan bimre
Li gundekî elewiyan şerek çê bûbû. Rojnamevan ji bo bûyerê baş fêr bibe bi gundiyan ra dipeyivî, tişt mişt ji wan dipirsî. Bala xwe dayê jinekek bi navê Emer(Omer)ban lawê xwe dike, dibêje:
-Lawê min Emer vir da, Emer wê da...
Rojnamevan ev yek meraq kir, ji jinikê pirsî:
02 augusti 2019
Modela Rojhilata Navîn êdî kurd in !
Akademîsîyesn, nivîskar û rojnamevan Mehmet Altan di cotmeha 2014a da di malpera T24 da li ser liberxwedana Kobanê û şerê gernas û şepalên Kobanê nivîseke pir
xweş û tarîxî nivîsiye.
Nivîs min nuh dît û hin beşên wê wergerand kurmancî. Min got dibê ev nivîs bi kurdî jî hebe, kurdên bi tirkî nizanin jî dibê vê nivîsê bixwînin.
Li ser liberxwedana Kobanê û bi taybetî jî li ser qehremeniya xezalên, keçên çavbelek û gulîsoran analîzeke xweş, hêja û tarîxî ye.
Birîna tiliyê...
Temiyek li hemû dost û hevalan û li hemû kalan...
Heger hûn dixwazin li mal destê xwe di ava sar û germ da nekin.
Heger hûn dixwazin her roj feraxan, tawê û beroşê neşon.
Heger hûn dixwazin hundur şirt nekin, nivînan top nekin.
Heger hûn dixwazin pîvazan hûr nekin û hêsiran
nebarînin.
01 augusti 2019
Tirkiye hemû haziriyên xwe bi bo şerê bi kurdan dike
Tirkiye ji bahrê û ji reşayiyê bi 8 welatan ra Bûlgarîstan,
Yûnanîstan, Qibris, Sûriye, Îraq, Îran, Êrmenîstan û Gurcîstanê ra cîran e û bi
van welatan hemûyan ra jî nabêna wê ne baş e.
Tirk miletekî irqçî, pan-tirkîst û şerûd e, lema jî têkiliyên Tirkiyê bi hemû
cîranên wê ra xerab e.
Tirkiye û Îran bi hev ra koçberan kom dikin û dişînin Ewrûpayê
Îran û Tirkiye bi milyonan koçberan dişînin Ewrûpayê ji bo
ku ji Ewrûpayê ra gelşan peyda bikin.
Şandina bi milyonan koçber li hemberî Ewrûpayê şerekî Daîşê, îslamîstan, Tirkiyê û Îranê yê bi dizî ye.
Îslamîst, Tirkiye û Îran bi vê riyê dixwazin li
Ewrûpayê kaosê peyda bikin.
Prenumerera på:
Inlägg (Atom)