Li gundekî elewiyan şerek çê bûbû. Rojnamevan ji bo bûyerê baş fêr bibe bi gundiyan ra dipeyivî, tişt mişt ji wan dipirsî. Bala xwe dayê jinekek bi navê Emer(Omer)ban lawê xwe dike, dibêje:
-Lawê min Emer vir da, Emer wê da...
Rojnamevan ev yek meraq kir, ji jinikê pirsî:
-Xaltî, bi qasî ez zanim elewî navê Emer li zarokên xwe nakin. Lê ez dibînim navê lawê te Emer e, ev çawa dibe?
Jinikê got:
-Navê lawê min ê ewil Husên bû mir. Yê dudiya me navê wî kir Hesen, nexweş ket ew jî mir. Viya jî me navê Emer lê kir.
Heger ew jî mir, qet nebe bira yek jî
ji sûniyan bimre..
Deftera vala
Apê Gurgîn rojekê deftera Sosina biçûk ji çentê wê derxist, defter vekir, bala xwe dayê defter vik û vala ye, rêzek nivîs jî li defterê tuneye. Roja din jî control kir, bala xwe dayê defter dîsa vala ye. Ban Sosinê kir jê pirsî:

-Delala min di deftera te da çima qet nivîs tuneye?
Sosinê got:
-Gava mamoste li ser text dinivîse ez dinivîsim û gava xera dike ez jî xera dikim…
Berber
Mêrik çû ser berber. Dor hatê, çû li ser kursiya berber rûnişt. Berber pêşmal da ber û jê pirsî:
Mêrik çû ser berber. Dor hatê, çû li ser kursiya berber rûnişt. Berber pêşmal da ber û jê pirsî:
-Ez porê te çawa kur bikim, bira teraşa te çawa be?
Mêrik got:
-Li alî çepê biskekî, kezîyekê berde. Alî rastê gurûz bike.
Dawiyê bi makînê
sifir lêxe. Li ortê şiklê nêrdiwanekê çêke. Li pêşiyê paceyekê veke û li ser jî
rismê deriyekî çêke…
Berber matmayî ma, devê wî ji hev çû, got:
-Begefendî ev çawa tarîf e, hewqas tişt ezê çawa çê kim?
Mêrik bi hêrs got:
-Wele cara berê bêyî tarîf te vana giş çê kiribûn!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar