31 juli 2023

Firneciyên Rihayê ji ber biraştina bacan û îsotan pê ra nagihînin nanê xwe lêxin

Nivîsa min a li ser firnecî û xanimên rihayî olaneke baş da.

Di medyaya sosyal da çend vîdeoyên firnecîyan belav kirine, feqîra ji ber pirbûna tawe û tepsiyên malan dikin qîrîn û hawar.

Lê çi heyf vîdeo gişk bi tirkî ne, di yekê da jî kurmancî napeyivin.

Li Rihayê hewqas kurdên baş, welatparêz hene, nayê bîra yekî here bi nanpêjekî firnecî ra bi kurmancî bipeyive. Bira ew jî derdê xwe bi kurmancî bibêje.

Meheka din jî ji umrê me çû

Meheka din jî ji umrê me çû, umrê me meheka din jî kin bû.

Temûz îro xatir ji me dixwaze, dorê dide tebaxê. 
Li derve xumîna baranê ye, himîna tavan û şîrqîna burûskan e.
Li Swêd meha temûzê li gorî hezîranê meheke hinekî bêîstîkrar e, îsal jî wer bû. Geh bû şilî û şepelî, geh bû havîn û germîyan.
Lê temûz çawa be jî ji tebaxê baştir e, di tebaxê da havîn û germîyan diqede, payiza zêrîn xwe nêz dike.

30 juli 2023

Bihara jiyanê zû diqede

Fîrdewsî li ser demsalên jiyanê gotiye:

-Xortanî dişibe biharê, extîyarî(kalî û pîrî)jî dişibe zivistanê; zivistaneka were ye ku di pê wê ra careke din bihar nayê.

Min destpêka vê demsalê derbas kiriye, maye qimsê dawî. Rojên mane çiqasî dirêj bajon jî bihareke din nayê. Xortanî bû wek xewnekê, min hew dît qediya û çû jî.

-Tevayî jiyana fîlozofan fikirkirina li ser mirinê ye.
Çîçero
-Dema em dijîn mirin tune ye, dema mirin tê jî em tunene.
Epîkuros

Riya zengîniyê

Kalikê wî neviyê(torinê) xwe kiribû himêza xwe pê şa dibû. Lêwik ji nişka ve ji kalikê xwe ra got:

-Kalo, tu kanî çavên xwe bigire ?
Kalo got:
-Ji bo çi delalê min?
-Diya min dibêje, roja kalikê te çavên xwe bigire emê pir zengîn bibin. Ewê ji min ra telefoneke iPhone bikire.

29 juli 2023

Îro em gerîyan, me dît û dît

 

Îro li Stockholmê tam rojeke havînê bû, 23 derece germ bû. Min got, xanim, di rojeke wiha da meriv li hundur namîne.

Xanimê jî got rast e. Me xwe tev kir û me berê xwe da Parka Çiyayê Sipî(Vitabergsparken) û Dêra Sofîa (Sofiakyrkan)ya meşûr.

43 salên min e ez li Stockholmê dijîm min hîn ev parka xweşik a nava bajêr û Dêra Sofîa(Sofîa kyrka) nedîtibû.

Kurmancî di destê kurdan da qare qar e

Navê kulturê kirine ”çand”, navê edebîyatê jî kirine ”wêje”, navê pîyesê, tiyatroyê kirine ”şano”.

Çand, texlîda ji tirkî ye, tirkan demakê hewesî tirkiya xwerû kirin, gelek gotinên naylon çêkirin. Kultur kirin ”ekîn” lê milet qebûl nekir, mecbûr man dev jê berdan. 

Hin kurdên nuhpêketî vê tecrûba tirkan texlîd dikin, bi kurmancî dilîzin.

Navê îtxalatê kirine ”hawirde, ” navê îxracatê jî kirine ”hinarde”.

28 juli 2023

Dawiya rehetiyê nayê

Rehetî
Mêrik gaznên xwe bi hevalê xwe dikir, digot milet pir ecêb e, dibêjin:

-Tu lîseyê biqedîne tu yê rehet bike.

Tu lîseyê diqedînî, vê carê dibêjin:

-Zanîngeh biqede tu yê rehet bike.

Tu zanîngehê diqedînî, dibêjin:

-Tu têkeve kar tu yê rehet bike.

Tu dikevî kar, dibêjin:

Yê kurd be ewê ji bo kurdan bixebite

HUDAPAR dike li Diyarbekrê di 30ê temûzê da mitînga ”Hurmeta ji Quranê” ra çêke.

Kurdên Hudaparê bûne şûrkêş û artêşa misilmanan, li ku dera dinyayê dibe bira bibe, kî ji misilmanan ra bibêje hilê-bilê, kurdên Hudaparê tavilê li Diyarbekrê dadikevin kolanan û şûrê misilmanan dikşînin.

Leşkerekî Îsraîl sîleyekê li filistînîyekî xîne, Hudapar tavilê Îsraîl protesto dike.

Hevalê baş û xerab

Di jiyana xwe da meriv rastî hevalên baş jî tê, rastî hevalên xerab jî tê.

Hevalê baş riya baş bi ber meriv dixîne,  çêyiya wî digihîje meriv, zirara wî nagihîje meriv.

Hevalê xerab jî tiştê xerab bi mer meriv dixîne, meriv tiştê xerab jê fêr dibe, xerabiya wî digihîje meriv.

Bi nebaşî û xerabiyên hevalê xerab ra meriv jî dihetike, şermezar dibe.

27 juli 2023

Di navlêkirinê da kes di ser me ra tuneye

Yaho, ev kurmancî ne îş zengîn e, her mêweyek, her sebzeyek, her heywank, her çûkek, her teyrek çend navên xwe hene.
Çarnan heft nav, carnan jî 77 navên tiştekî hene.
Di navlêkirinê da kes di ser me kurdan ra tuneye. Tu tiştek li ba me ne bi navekî tenê ye.

Her herêmekê, her gundekî, her eşîrekê, her berekê navek li tiştekî kiriye.
Mesela hinekên me navê firingiyê, şamikê kirine ”bacanê sor, bacana sor”, navê bacanê jî ”reş” pê ve kirine, kirine ”bacanê reş”.

26 juli 2023

Carnan ji meriv ra li ser hev lê tê


Îro min rojake pir xweş derbas kir. Berê hevalê minê salên 1970î Orhan Kaya ji Kurdistanê hatiye Swêd serdana dost û havalên xwe, ew, Nîmet Aydin û Rocîvan Yeşîl bûn mîvanên me.

Me bi hev ra sohbetek xweş kir. Bi dîtina hevalan pir kêfxweş bûm. Ji ber ku rêwî zêde nebe, me got ev netê ye, bi xêr careke din were.
Piştî min mîvanên xwe bi rê kirin, ez çûm mala Heyder û Sabîha Diljen xanimê.

Bi xwendinê meriv dibe hevalê nivîskaran

Li ser girîngiya xwendinê. Her kes zane xwendin baş e, bi fêde ye, bi xwendinê meriv fêrî tiştan û ilim dibe. Hin kesan li ser xwendinê gotinên xweş kirine. Camêrekî bi navê Andre Maurois gotiye:

-Gelo xwendin xebatek e?
Descartes ji viya ra dibêje, xwendin, bi merivên serdemên berê yên herî bi namûs ra axfatineke.
Dostiya bi Montaigne ra, bi Proust ra têra zengînkirina umrekî dike.

25 juli 2023

Derdê zimên

Sadî Şîrazî gotiye, hata însan bi zimanê xwe kanibe, nepeyive eyba wî jî, hunerê wî jî nayê zanîn, dizî dimîne.

Lê nuha bi xêra medyaya sosyal êdî meriv însanan bi nivîsên wan, bi twîttên wan jî nas dike.

Ji bo naskirina însên ev jî îmkaneka baş e.
Zimano leqleq, serîrîyo teqreq.
Zimanê meriv dibe emelê serê meriv.
Zimanê dirêj edûyê serîyan e.
Zimanê xwe bibirr, ciyê xwe bikirr.

24 juli 2023

Dibê Peymana Lozanê were çirandin

Bi Peymana Lozanê em bindest kirin, welatê me jî kirin çar perçe û dan çar dewletên hov, dagirker.

Peymana Lozanê sed(100)sal berê sala 1923a di 24ê temûzê da li Lozanê hat îmzekirin.

Li her çar perçên Kurdistanê sed sal e li ser miletê kurd jenosîdeke bênabên tê meşandin, dixwazin me wek mile tji ortê rakin, bikin ereb, faris û tirk.

Em bi hêvîyek mezin çûn daristanê, bi çend hebikên hûrik vegeriyan malê


Îro min û xanimê, me zend û bendên xwe vemaltin, me xwe baş jidand, me du satilên xwe û du şeyên xwe yên tûreşkan dan destên xwe û me berê xwe da daristana nêzî mala me.

Xwedêgiravî me yê satilên xwe tije tûreşk bikrana û emê vegerîyana mala xwe.

Swêdî jê ra dibêjin "blåbär", îngilîz dibêjin  "blueberry". Li Kurdistanê heye tuneye ez nizanim, li alî me tunebû. Lê dibe derên daristan lê heye hebin.

23 juli 2023

Dostê dost wek zêrê zer e



Îro dostê minê roja teng Metîn(Husamedîn) Sandalcî wek Xocê Xirzir hat hawara min, kompîtora min ji min ra tekûz û tekmîl kir.

Ji îro û pê da ez xwediyê du kompîtora me; yeka ser masê ye, yek jî laptop e.

Cîranekî minê swêdî hebû (
Herman Einar Hammarberg),çendakî berê bar kir, çû bajarekî din. Pir camêr bû, gelek çêyiya wî gihîştiye min.

Dema laptopa min xera dibû, dihat hawara min.

Poşmaniya dereng bêfêde ye

Şaşiyên însanan, siyasetmedaran ji alî civatê va, ji alî dost û hevalên wan va her tim tavilê û di wextê da nayê dîtin, piştî wextek dûr û dirêj di ser ra derbas dibe, piştî malwêranî çêdibe însan pê dihesin û dikin ax û wax.

Bêtifaqiya partî û serokên kurdan, israra di vê bêtifaqiyê da, israra di desthilata şexsî, malbatî da ne li kara miletê kurd e, destpêka têkçûnê û malxerabiyê ye.

Tirkan bawer nedikirin emê hewqasî zû asîmîle bibin

Ajansa Mezopotomyayê li Qerejdaxê bi çend gundiyan ra hevpeyvîn kiriye. Gundî li dijî projeya GESê ya Kalyon Holdîngê derdikevin. 
Kalyon Holdîng dixwaze li Qerejdaxê tiştekî çêke, gundî li dij in, çimkî ciyê çêra pezên wan, heywanên wan namîne.

Kurmanciya wan ez matmayî hîştim, nîvî bûye tirkî. 

Ya xerab, tirkî ketiye nav kurmancîya pêrekan(jinan) jî. Yanî ne goşt tenê, xwê jî genî bûye. Çaxa xwê jî genî bibe tiştekî xwê xelas bike tuneye.

Berê kurmancîya rast, fesîh ya gundiyan bû. Lê wa ye kurmancîya wan jî bûye şorbe.

22 juli 2023

Gerek dostî ne yek alî be

Dijminatiya bi Amerîka ra, bi Xerbê ra ne li kara me kurda ye, li zirara me ye. Ne Amerîka û Rojava, ji wan bêtir em motajî dostî, piştgirî û alîkariya wan in.

Ji bo ku diminên me, dagirkerên welatê bi temamî me danequltînin ji me ra piştgiriya Amarîka û Xerbê şert e.

Dibê em Amerîkayê û Xerbê bikin dostên xwe yên saxlem, dîwarekî qewî, ji bo ku rojekê dema hewce be em kanibin pişta xwe bispirinê. 

21 juli 2023

Reçela me xalis muxlis organîk e

Me îro reçela giryazan çêkir, em ji nuha da zexîra zivistanê datînin. Reçela me xalis muxlis organîk e, ji tahm û lezeta wê meriv tiliya xwe pê ra dixwe.

Zexîra me ya salê reçel û pelên mêwa tirî ye. Ev çend sal in em ji kirîna pelên qert xelas bûne, em ji dara xwe pelên xwe top dikin, dikin dolabê.
Salê em çend kîlo reçel jî çê dikin.

Dibê meriv belesebeb xwe li ber baranê şil neke

Kurdistana Federe ji ber şewitandina Quranê Swêd protesto kiriye û nûnertiya xwe ya Swêd girtiye.
Girtina nûnertiya Swêd zêdegaviyeke mezin e, hûn ne dewleteke serbixwe ne, ev reaksîyona mezin ne karê we ye.

57 welatên îslam hene, heta nuha kesî sefareta xwe negirtiye. Lê Kurdistana Federe ji 57 welatên îslamî bêtir xwe xeyidandiye, nûnertiya xwe girtiye.

Qey xema Swêd e, hema bigirin. Yên li zirarê derkevin hûn in.

20 juli 2023

Vanan êdî ji tahmê derxistin

Mesûd Barzanî îro bi wezîrê parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu û heyeta pê ra civiya ye.

Do Nêçîrvan Barzanî bi fermandarê hêzên hevpeyman Matthew McFarlan ra civiya.

Rojê heyetek emerîkî û ewrûpî dihere, yek tê. Bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ra dicivin û mesela yekîtiya hêzên pêşmerge ji serokên PDKê û YNKê dixwazin. Dibêjin gerek hûn hilbijartinê êdî çêkin.

Bîranîna rêwîtiyeke 6 sal berê

6 sal berê di 20ê temûzê da min ev risim belav kiriye û gotiye ez û xanim rêwiyên Îtalyayê ne. Emê herin çend rojan li Toscanayê, li Florencayê bigerin, têr şerabê vexwin û têr tirîyê rez bixwin. 

Facebookê îro ev rêwîtî aniye bîra min. Facebook carnan nivîsên min qedexe dike, bîna min teng dike, lê carnan jî tiştên baş dike. Ji ber ku ev rêwîtiya me îro anî bîra min kêfxweş bûm.
Berî ez bi rêkevim min wiha nivîsî ye:

Meriv hêdî bajo baştir û silamettir e

Çaxa ev bêxwediya înternetê, medyaya sosyal tunebû serê meriv vehesîyayî bû, kurdan nikanîbûn bi vî rengî êrîşî hev bikirana, dilê hev bihîştana.

Her kesî ya dilê xwe bera hundurê xwe dida, çi bigota di mala xwe da digot, dengê wî, dengê wê nediçû kesî.

Lê bi riya medyaya sosyal însanan tiştek hev nehîştine, gotinên nemayî ji hev ra dikin û di cî da jî dinya alem pê dihese. Berê kes pê nedihesiya.

Ez zanim ne sûcê medyaya sosyal e, sûcê însên e, hin însan bi devê xwe nikanin, zêde didin nav, di her parvekirineke xwe da agir bi erdê dixînin, dibin sebebê gelek dilmanan.

Belkî jî însan hevdu nas bike baştir e…

Lê ez dibêjim sureta zêde di trafîqê da jî, di minaqaşê da jî ne baş e, meriv hêdî bajo baştir û silamettir e.

XXX

Pîrê derdê xwe ji cîrana xwe ra digot:

-Di zaroktiya xwe da ez ji tarîtiyê ditirsiyam. Nuha dema ez fatûreya elektirîkê dibînim ez ji ronahiyê ditirsim.

XXX

Li Tirkiyê tenê sê tîmarxane hene. Ez matmayî mam. Pir hindik in. Tiştê ez dibînim ji bo welatekî wek Tirkiyê sê tîmarxane têrê nakin. Qey ji ber ku di tîmarxaneyan da cî tuneye lema gelek kesên dîn li derve digerin, heta bûne siyasetmedar jî.

XXX

Bomberanên Tirkiyê yên rojane ziyaneka mezin daye gundiyên herêma Amêdîyê, çiyayê Metîna.

Ji ber ku bi bombebaran daristan, çêra tên şewitandin kes nikane pez jî xwedî bike.

Hukûmeta Kurdistanê jî li vê barbariya Tirkiyê temaşe dike.

Medya xeberên bombebaran dinivîsîne, em dixwînin û pê diqeherin, hukûmeta Kurdistanê jî xwe kerr û lal dike.

Tirkiye jî terora xwe ya li ser kurdan didomîne.

Karê me xwendina xeberên bombebaranên Tirkiyê û qahr e, tenê ev ji me tê.

XXX

”Birçî bihéle bira îtîat bike,cahil bihêle bira bîat bike.”

Azîz Nesîn

Erdogan li gorî vê felsefê hereket dike, ji bo îtîatê birçî dihêle, ji bo bîatê jî cahil dihêle.

Nahêlin însan azad bin, fikrên ne li gorî dilê wan minaqaşe bikin.

Dixwazin her kes bibe şelafê Erdogan û sîstemê.

19 juli 2023

Bîntengî

Keçikê ji hevala xwe ra got:

-Min li filîmekî temaşe kir. Bîna keçikê teng bû, li malê teşxele derdixist. Malbatê dî nedît nabe, ew şand seyahetê.

Roja din min ji diya xwe ra got:

-Dayê, bîna min pir teng e, ez dikim biteqim.

Diya min got:

Meriv got cixare xerab e gerek bi xwe cixarê nekşîne

Ji tiştê herî zêde min matmayî dihêle yek jî gava hin kes bi tirkî li dijî asîmîlasyonê dertên, şîretan li xelkê dikin, dibêjin gerek em zimanê xwe biparêzin, efendim heger me berê wiha kiriba, îro wiha nedibû, filan û bîvan.

Ew bi xwe dev ji tirkî bernadin, lê ji asîmîlebûna kurdan gazanan dikin.

Birayên ezîz, dev ji van gotinên bêfêde berdin, berê çû, bi ax waxê em nikanin tiştekî bikin. Ya muhîm îro ye, qenekê îro bi kurdî binivîsîne, bi tirkî van gazinan ji kurdan neke.

18 juli 2023

Bi çend hevalan ra rojek pir xweş


Îro em çend hevalên kevn, yên salê 1980î, Omer Şêxmûs, Ahmad Eskandarî, Memo Yetkîn, Dr. Cemşîd Heyderî bûn mîvanên Nebî Bal.

Li Stockholmê, li bexçê wî yê meşûr me bi hev ra him çend qedeh vexwar, him jî sohbetek geş û xweş kir.

Kurmancî di destê kurdan da perîşan bûye

Kurmancî di destê hin kesan da ketiye êlemanê, bûye wek lîstoka zarokan, ji xwe ra pê dilîzin.

Navê meqesê kirine "cawbir", ji ber ku meqes bi erebî ye gerek were guhertin.
Xanimek mîkrofonê dide ber devê kalekî 70-80 salî, dibêje:
-Navê meqesê bi kurdî çi ye?

17 juli 2023

Ge roj dertê, ge dibe xumîna baranê


Sibe ye, li derve bayekî honik tê, merv ber bê dihere, ewrên baranê giran dibin, xwe nêzî me dikin.

Rûniştina li hewşê xweş e. Berî baran dest pê bike em dikin herin gerra xwe temam bikin û werin.

Îsla dara me ya gula sor pir comerd e, ya gula sipî nexweş ket, mir. Ez bi nexweşiya wê nazanim.

Dibê herim bi florîstekê bişêwirim. Çend gulên biçûk fekirine lê li ber ya sor ne tu tişt e. Dara gula sor her sal ji ya gewr comerdtir e, gulên sor tim zêde ne.

16 juli 2023

Gurê pîr jî bûye hewarîyê demokrasîyê

Hela hûn bala xwe bidin vê ecêba giran, Devlet Bahçelî demokrasî parastiye, gotiye ”repe repe potînan û xurrîna paletên tankan nikanin dengê demokrasiyê bibirrin.”

Gurê pîr retorîka wî xurt e, demagogekî temam e, xweş berdide.
Ma derew bi pera ye?
Ma kes bi derawa mirî ye?

Lê ev îş bi derewa nabe, emokrasiya we li ber çava ye. Tirkiye bûye zindaneka mezin. Însan ji bo ku ji vê zîndanê birevin xwe li mirinê diqelibînin.

Sebeb çi be jî meriv terka zimanê xwe û miletê xwe nake

Wek milet ev çend sal in em di halekî pir xerab da ne. Ev halê xerab tesîrê li her kesî dike; bibê nebê, tesîra li hunermendan jî dike, pir, hindik ew jî para xwe ji vî halê me yê xerab digrin, carnan pir aciz dibin, gazinan dikin, hinê caran jî gavên şaş davêjin.

Sitranbêj û lîstikvana bi nav û deng Seymanî Perîzade xanimê di twîtteke xwe da gotiye:
”Êdî ew tirkeka esîlkurd e, êdî ewê hevokekê jî bi kurdî nenivîsîne, hûn heq nakin...”
Ev gotin, ev îsyan pir giran e, dibê pir qeherî be, hinekan ew pir êşandibe.

15 juli 2023

Efendim dil pîr nabe !

Efendim xwedêgiravî meriv pîr dibe lê dil pîr nabe.

Ê dil pîr nebe ewê jahrê belav bike?

Hema hetanî jê tê bira bibêje ez pîr nebûme, nikane tu xweliyê jî li serê xwe ke.

Dev ji demagojîyê û hîlebaziyê berdin

Hin kurdên me, lê ilim(bi taybetî)jî yên dîndar her xerabiya dewletê, her zulma dewlet li kurdan dike bi kemalîzmê va girê didin, dikin sûcê kemalîstan.

Oportunîstiyê dikin, çimkî naxwazin bi rejîma Erdoganê dîktator ra nabêna xwe xera bikin; fena ku îslamîst ji kemalîstan baştir in, adiltir in, demokrattir in, heqnastir in. 

Dev ji vê oportunîstiyê berdin, îslamîstên tirk ji kemalîstan xerabtir in, ne baştir in. Jixwe ji bo me kurdan kemalîst, memalîst demagojîye, boyax e. Gişk xerabên di ser hev ra ne...

14 juli 2023

Bi dostekî 43 salan ra bîstikek xweş

Îro min û dostê xwe yê salan Memo Yetkîn li Stockholmê sohbetek xweş kir. Ji ber ku ev neh deh sal in me hevdu nedîtibû sohbeta me hinekî dirêj, 3 saetan ajot. Me têra dilê xwe, bi şîranî qala sal û rojên borî kir.

Di sala 1980î da ez çer hatim Swêd min kekê Memo Yetkîn nas kir.
Ew berferatî, semsûrî bû, ez jî wêranşarî bûm, tavilê kêfa me ji hev ra hat, em bûn dost û havalên hev. Şikir ev 43 sal in xumamî nehatiye dostaniya me.

Emer Farûk Baran di vê podcasta xwe da qala xem û xeyalele min jî kiriye. Heta nuha min ev podcast nedîtibû. Heger hûn dixwazin bizanibin çi gotiye fermo lê gudarî bikin. PODCAST - Ji Fatih Akın Heta Tara Mamedova çend hîs - Ömer Faruk Baran

Meriv nizane çi bi xêr e

Mere nizane çi bi xêr e, çi ne bi xêr e, wext nîşan dide. Di mesela endametiya Swêd a NATO ya da zorbatî, çavsorî û teqlebaziyên Erdogan ez pir aciz kirim.

Carnan musîbetek ji hezar nesîhetê baştir e. Belkî ev zorbatîya wî ya li hemberî Swêd di xêra me da be.

Ez wer texmîn dikim ev devguhertina wî ya dawî ji karê bêtir ewê zirarê bide wî. Çimkî zêde pêş da çû, ji usûlê derxist, kir çavbirrîn.
Swêdîyên hetanî nuha hustuyê xwe jê ra xwar dikirin vê carê ewê ji ber danexun, Erdogan ewê mecbûrî teqleyeke din bibe. Ji bo Swêd û NATOyê kêrê êdî daye hestî, derdê vî zorbayî hew tê kişandin.

13 juli 2023

Xewn be jî bi dîtina wê ez kêfxweş bûm

Înşela xêr be, vêsê min dayika xwe ya rahmetî di xewna xwe da dît. Di xewnê da ez zû ji xew rabûbûm, li çolekê dimeşiyam, dûra ezê biçûyama gund ba diya xwe. Xanim û zarok jî li gund bûn.

Ez rastî terextorek tije rîsî hatim. Min bala xwe dayê diya min, xanima min û zarok di ereba terextorê da li ser rîsiya ne.

Terextor sekînî, ew jê daketin, min got çi tesadufek xweş, min qet texmîn nedikir li vir ezê rastî we werim. Min jê ra got bîstek din ezê bihatama gund.

Mêrik şûrkêşiya neyarê xwe û dagikerê welatê xwe dike

Parlamenterê HUDA-PARê Serkan Ramanlî, Tirkiyê welatê wî dagir kiriye, navê welatê wî, ala welatê wî lê qedexe kiriye, her roj zulmeke mezin li miletê wî dike, nahêle zarokên kurdan bi zimanê xwe bixwînin xwe ji Tirkiyê aciz nake, li dijî Tirkiyê tiştekî nabêje.

Lê ji ber ku li Swêd yekî Quran şewitandiye Serkan Ramanlî wek berdevkekî Erdogan xwe li Swêd rakişandiye, xwestiye Erdogan endamtiya Swêdê ya NATOyê veto bike û têkiliyên xwe yên dîplomatîk biSwêd ra qut bike.

Bi hurmet û bi hezkirineke mezin bibîr tînim

Ez û Osman Ozçelîk li ser gorra Dr. Qasimlo

Em şehîdê Kurdistanê Dr. Qasimlo tu carî ji bîr nakin!

Îro ji bo miletê kurd rojeke reş e. Kurdperwerê mezin û Serokê PDK-Îranê Dr. Abdurehman Qasimlo û du hevalên wî, Dr. Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî 34 sal berê di 13-ê temûza 1989a da li paytexta Awusturya li Wîynayê ji alî qatilên Komara Îslamî ya Îranê ve bi namerdiyeke mezin hatin qetilkirin.

DR. Qasimlo ne tenê serokê PDKê bû, ew serok û rêberekî miletê kurd yê gelkî hêja bû.

12 juli 2023

Erdogan îro li têleke din xistiye

Li ser endametiya Swêd a NATOyê Erdogan do got, temam e, ezê miracatê îmze bikim.

Mêrik îro li têleke din xistiye, gotiye meclîsa me dike were girtin, heta cotmehê emê bala xwe bidinê hela Swêd dersa xwe çê dike ya na, şertên peymanê bi cî tîne ya na.

Xwedê heye, mêrik pir jîr e, ji bo ku here civînê, bi serokê Amerîkayê Bîden ra rismekî bikşîne, bi sextekarî got erê, lê çer civîn qediya çerx kir, got nuha nabe, ewê bimîne heta cotmehê.

Mala rik û bahsê wê rake tûrê parsê

Mala rik û bahsê zû, dereng wê rake tûrê parsê. Ev gotineke rast e, dawiya bêtifaqîyê, feqîrî û perîşanîye. Derbederî ye.

Mala tifaq, hevkarî tê da tunebe, tê da dûzan çênabe, tivdîra malê baş nagere.

Çimkî kulfetên malê ne li hev in, her yek serîyekî dikşîne, ji dêlî bi hev bişêwirin, alîkariya hev bikin, bi hev ra qerez û qayişê dikşînin. Hevdu reş dikin.

Çimkî di hundur da tim şer û teşxele heye, tu carî rehet nakin, hundur dim kaos e, bi pêş nakevin.

11 juli 2023

Em kurd masiyê biçûk in


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dijminatiya kurdan, micadela li dijî kurdan bi Swêd, bi NATOyê, bi Yekîtiya Ewrûpayê, bi Amerîkayê da qebûlkirin.

Gişan soz dan Erdogan, pê ra peyman îmze kirin, gotin soz emê jî bi Tirkiyê ra şerê PKKê, YPGê, PYDê, YPJê û hemû rêxistinên li dijî Tirkiyê bikin.

Hûn vê peymana di nabêna Tirkiyê û Swêd da hatiye îmzekirin wek micadele û neyartiya li dijî her kurdê azadîxwaz fêm bikin. Pûlis îstîxbarata Swêd bi MÎTa Tirkiyê ra ewê wer li pey kurdan bin. Swêd ev soz daye Tirkiyê.

Rev û koçberiya ji welêt mirin e

Reva ji ber dijmin, koçberiyê malik li me şewitand, koka me qeland, em her yek bûn ferdên miletekî din.

Dema meriv ji welatê xwe, ji nav miletê xwe koçber dibe, meriv dide ser riya helandinê, wendabûnê, mirinê.
Zarokên meriv ji nasnameya xwe ya netewî qut dibin, bi demê ra dibin xwedî nasnameyên nuh.

Em yên reviyan Ewrûpayê erê bi salan di zindanan da neriziya, wek gelek hevalan em di zindanan da kel û kût nebûn, lê me nifşek, ewladên dewsa me dagirin li pey xwe nehîştin. Ev yek qedera koçberiyê ye.

Erdogan her daxwaza xwe bi Swêd û bi NATOyê daye qebûlkirin

Xuya dibe serokê Tirkiyê Erdogan belaş ji endametiya Swêd ya NATOyê ra negotiye erê, peymanek nuh a 5 maddeyî bi Swêd daye qebûlkirin.

-Swêd û Tirkiye di mistewa wezîran da komîteyek nu hava kirine, ev komîte ewê tim bicive. Civîna pêşî ewê li Swêd çê bibe.
-Swêd ewê alîkariya YPGê, PYDê û FETO neke.
-Swêd û Tirkiye di warê aborî da ewê alîkariya hev bikin, ewê bi riya komîteyeke tîcaretê, aboriyê vî karî bikin.
-Swêd ewê ambargoya sîlehan ji ser Tirkiyê rake.
-Swêd ewê piştgiriyê bide endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê, ji bo vê yekê ewê bi Tirkiyê ra bixebite.

10 juli 2023

Erdogan dîsa çerx kir û her kes matmayî hîşt

Erdogan li Vîlnîusê danê nîvro got, ji bo endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê rê li ber Tirkiyê vekin, em jî rê li ber endametiya Swêd ya NATOyê vekin.

Danê êvarê 360 derece çerx kir, got em endametiya Swêd ya NATOyê qebûl dikin.

Bi vê xebera serokê NATO Jens Stoltenberg her kes matmayî ma. Kes ne li bende bihîstina xebera erê bû, çimkî Erdogan du sê saet berê şertekî wer dabû pêş, maneya wî şertê NA bû. Lê na derew derket, bû ERÊ!

Li ser bîranînên hemşerîyekî min

Kemal Tolan bi hemşeriyê min Îskender Edîz ra hevpeyvînek xweş kiriye. Îskender kurdekî êzdiyê wêranşarî ye, hevalekî min ê kevn e, li Wêranşarê hevalê me bû.

Li ser hevpeyvînê min ev komentara jêr kir. Kemal jî tiştek nivîsî û min jî bersîvek dayê.
Madem hevpeyvîn li ser bîranînan e, bira ev nivîs jî wek bîranîn di bloga min da bimînin.

Min got bira nivîs ev jî wek bîranîn di bloga min da hebin.

Lêhatin tenê têrê nake

Pêşiyên me gotine lêhatin ji jêhatinê çêtir e. Ev gotin carnan rast e, carnan ne rast e.
Lêhatin hertim têrê nake, jêhatin jî şert e.

Demeke dirêj e jj me ra lêhatiye, lê ji ber ku serokên me, siyasetmedarên me ne jêhatîne ji vê lêhatinê tu sûd û fêde negirtin. Ev lêhatin hêdî hêdî ji dest me dihere.

Mal jî, serketin jî li cem zanîn û tifaqê ye. Zanebûn, tifaq tunebe ne meriv dibe xwedî mal, ne jî di siyasetê da ji miletê xwe ra tu havilê dike.
Ji me ra lê hatiye, Xwedê daye me, lê em nizanin bixun.

09 juli 2023

Çend rismên ji gerra me



Min gotibû ezê çend rismên xwe yên gerra hefta borî parve bikim, lê heta nuha min nekir.
Çimkî ji heq daxistina risman derneketim. Ez nezanekî teknîkê me. Nizanim app mapên telefonan bi kar bînim.
Dema bi telefona xwe risim digrim kanim daxînim û parve bikim, lê dema yek ji min ra dişîne, li eksiyê siwar tê, nikanim parve bikim. Vê carê jî wer bû.

Êdî ez Wêranşara xwe nas nakim

43 sal berê dema min Wêranşar derikand û derberderî çolan bûm, bi qasî di bîra min da maye 5 mehelên Wêranşarê hebûn; Mehela Xincika, Mehela Golê, Mehela Tekyê, Mehela Kelê, û mehela Qişlê Qişlê.

Di malpera Wêranşarê da(Ji Ezel da Em Wêranşarî ne)ez rastî navê ”Mehela Şarkpinarê” hatim.
Di dema min da meheleke(taxeke)bi vî navî tunebû.
Ev mehela nuh li kîjan aliyê bajêr e ez nizanim. Belkî çend mehelên din jî çêbûbin haya min jê tuneye.

08 juli 2023

Kurdên Anadoliya Navîn diqedin

Herî kêm 300-400 sal in kurd li Anadoliya Navîn hene. Li derdora Konyayê, Kuluyê, Cîhanbeyliyê 40-50 gundên kurdan hene.

Koçberiya kurdan berbî Anadoliya Navîn pir kevn e, herî kêm 300-400 sal in kurd di demên cuda da ji Kurdistanê berbî Anadoliya Navîn koçber bûne. 

Destpêkê  bi darê zorê, lê dûra kesên ji ber sebebên din jî koç kiribin hene.

Kurdên Konyayê, Cîhanbeyliyê, Kuluyê bi piranî dibêjin ew ji herêmên Semsûrê, Rihayê û Meletyê ne. Lê yên ji Wanê, Agiriyê û ji herêmên din jî hene.

Li ser tarîxa koçberiya kurdên Anadoliya Navîn heta 30-40 sal berê jî zanînek zêde tunebû, lê di van salên dawî da gelek lêkolîn hatin kirin, gelek tiûştên hêja hatin nivîsîn û çapkirin.

Di şer da yekîtî û moral sîleha herî xurt e

Dijminê me ji me pir xurttir e û pir jî zalim û xedar e, gav û saetê êrîşî siyasetmedarên kurdperwer dikin, digrin, bi salan dixin zindanan.
Di şer da em destvala ne, dijmin bi sîleh e. 9-10 sal in hukûmeta AKPê em pir êşandine, civata ji hêz û pertva da xistine. Moral û psîkolojiya însan pir xerab e, tirsê, bêhêvîtiyê wek konekî reş girtiye ser milet.

Li welatekî wiha, di bin şert û mercên wiha da siyasetmedarî, domandina xebatên siyasî pir zor e, talûkeye. 

Her kes nikane, newêre di van şertan da siyaseteke kurdistanî bimeşîne.

07 juli 2023

Ancax mûcîzeyeke mezin nehêle em bibin tirk

Xortê gewerî Ugur Çapa bi keça rûs Alona Popova ra zewicî ye. Daweteke du rojî li Geverê çêkirine, du rojan govend gerandine, bi hev ra kêf û şahî kirine.
Rûdawê vîdeoya dawetê belav kiriye. Xwedê miradê wan bi hev bike, bi hev ra dilşad û bextewar bin.

Tiştê bala min kişand zava jî bi tirkî dipeyive, bûk jî. Muzîka dawetê jî bi tirkî ye. Xortê kurd bi keçek rûs ra dizewice, bi bûkê ra ne bi kurdî, bi tirkî dipeyive û muzîka dawetê jî ne kurdî, tirkî ye.

Dema ziman bi tirkî be, muzîk bi tirkî be gelo rast e meriv bibêje "keça rûs bû bûka kurdan?"

Yekîtiya Ewrûpa û NATO; navî giran e warî wêran e

Îngilistanê ambargoyên nuh danîne ser Îranê û îraniyên merivên rejîmî. Ne Îngilistan(Brîtanya)tenê, Yekîtiya Ewrûpayê jî gelek ceza li Îranê birrîne. 

Lê cezayên wan, ambargoyên wan qurişekî jî nakin, çimkî Îran jî wek Rûsyayê hemû lazimiyên xwe bi destê Tirkiyê temîn dike. Tirkiye ambargoya li ser Îranê red dike, tîcareta xwe pê ra didomîne.

06 juli 2023

Piştî westiyanê xew xweş e

Qey du rojan, do û pêr ez bi nêrdiwanên qesir û muzeyan da wer hilkişiyam e, dakişiyam e, îro ez li hewa di xew ra çûm. Keweke pir xweş bû. Min hin xewn mewn dîtin lê nayê bîra min.

Piştî nîvro ez ji gerrê hatim, min qahwa xwe vexwar û min xwe dirêj kir. Di cî da ez ketim xeweke bêbinî. Gava meriv diweste xew pir xweş dibe, erd jî, kevir jî dibe wek cîraxa herî nerm û xweş.

Erdogn Swêd kir pûlisê Tirkiyê

Swêd ji bo endametiya NATOyê xwe ji dîktatorê Tirkiyê ra kiriye erd. Erdogan serokên Swêd rezîl kirin, mêrik him wan pîs dike, him jî xûga xwe ji wan digire.

Swêd jî kane bi kurdan, ji bo endametiya xw eya NATOyê destê xwe kiriye gewriya kurdan, kurdan difroşe Tirkiyê.

Erdogan bi zora xwe demokrasiya Swêd, kultur û adetên Swêd yên demokratîk guhert. Zor her tim pere dike. Swêd bûye wek pûlisê tirk, wer li dû kurdan in.

Mêrik birr û bazara dawî dike

Xwediyê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ku daxwaznameya Swêd a endametiya NATOyê îmze bike bi serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ra, bi serokê Amerîkayê Bîden ra bazarê dike. Sanîyeyên dawî ye, bazara dawî dike.

Mêrik bertîlên Swêd heta nuha eşkere û bi dizî danê hindik dibîne, dibêje ew neketin ber diranên min jî, dibê Swêd hinekî din bide. Ma îmzeya camêr hewqasî erzan e?
Helbet dibê çend loqên din hûp bike…

05 juli 2023

Seyaheta me zû qediya

Lawikê me Azad do ne pêr ez û xanim birin seyahetek kin. Em nuh hatin. Ez gelkî wstiyayî me. Nuha nikanim qala rêwîtiya xwe û tiştên me dîtin bikim.

Bi xêr sibe bi çend risman ra ezê çend gotinan li ser bibêjim.
Em çûn bajarê Vadstena.Min navê xweşikiya Vadstena bihîstibû, lê min nizanîbû bajarekî hewqasî xweş û tarîxî ye. Em jê têr nebûn. 

04 juli 2023

Bîstek din em rêwî ne

Bîstek din, saet di 10.00a da em rêwî ne, rêwîtiyeke kin e. Lawikê me yê mezin Azad ewê me bibe bajarê Vadstena. Emê îşev li wir bimînin, sibe Azadê ji wir here mala xwe, ez û xanim jî emê danê êvarî vegerin malika xwe.

Vadstena bajarekî kevn e, tarîxî ye, çend dêr û qesrên, bermahiyên tarîxî lê hene.

Miletê bêdewlet wek keriyê bêşivan û bêkûçik e

Tirkiyê 5 sal berê di adara 2018a da Efrîn dagir kir, nuha jî û ew û Kuweyt li ber çavên me ji tirkmen û ereban ra li Efrînê bi hezaran xaniyan lêdikin.
Em jî bi hustuxwarî li vê dagirkeriyê û guherîna demografîk ya Efrînê, ya welatê xwe temaşe dikin.

Tirkiyê piştî Efrîn dagir kir, li dora 400-500 hezar kurd bi darê zorê ji Efrînê mecbûrî tehcîrî û revê kirin. Û di dewsa wan da 400-500 hezar tirkmen û ereb bi cî kirin. Hîn jî bi cî dikin.

03 juli 2023

Gerra li qesra Grîpsjolm slotê

Lawikê me yê mezin Azad, nuxuriyê me ev çend roj in li vir e, em bi hev xenê bûne. Camêr do em birin Qesra Grîpsholmê(Gripsholm slotê).

Qesreke muhteşem e, dibê meriv bibîne. Belkî bi hezaran rismên qiral û qiralîçeyan hebûn. Rismên paşayên Osamanî yên gişan hebûn. Azad rismekî wê tabloyê girt. Di qesrê da meriv tarîxa avabûna Swêd dibîne.
Bilêta ketina hundur 150 kron(15 dolar) bû. Gera bi rêber hîn buhatir bû, em bêrêber lê gerîyan.
Di sala 1537a da dest bi lêkirina qesrê kirine, di sala 1709a da bi şahiyeke mezin qedandina wê pîroz kirine.

Ji şansê me yê xerab ra ezman qelişîbû, baran bi kûzan dihat xwarê. Lema em li dora qesrê û li parka wê negeriyan. Em 3 saetan li hundurê wê gerîyan lê neqediya.

02 juli 2023

Meriv şerm neke her derewê dike

Berdevkê AKPê Omer Çelîk bêyî ku şerm bike Tirkiye bi Fransayê ra miqayese kiriye, gotiye ji ber ku li Fransayê dûzaneke ne însanî heye, xelk vê bêedaletiyê protesto dike.

Li Tirkiyê dûzaneka însanî, humanîst heye, lema li ba me tiştekî wiha nabe.

Wey agir bi mala derewên te keve. Îcar li Tirkiyê dûzaneke însanî, humanîst heye (!)
Lawo heger eynî tişt li Tirkiyê bûba nuha xwîn dimeşiya, belkî bi sedan însan hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Rojnamevanên nezan bûne sebebê kurd ji zimanê xwe fêm nakin

Hekîmê nîvçe meriv ji can, meleyê nîvçe meriv ji îmanê dike. Rojnamevanên nîvçe jî kurdî dikin gêrmiya gavanan, dikin zimanekî kurd ji zimanê xwe fêm nekin.

Piraniya kesên di medyaya kurdî da dinivîsin ne rojnamevan in, zanîngehên rojnamevaniyê neqedandine, kurmancî baş nizanin, yanî ne erbabên karê rojnamevaniyê ne.

Lê ya ji ber tunebûne rojnamevanên rastîn, ya jî bi xêra têkiliyên dostan û hevaltiya siyasî li ser serê me bûne rojnamevan û kurmancî perîşan kirine.

01 juli 2023

Muzîka rapê em kerr û gêj kirin

Ji roja eydiyê(cejnê)da ye dengê meleyê ereb û rapa afrîqî em ji guha kirine, em kerr û gêj kirine.

Taxa me bûye wek taxa bajarekî Afrîqa, Pakîstan û welatekî erebî...
Ji roja eydiyê da ye berê dengê xutbeya mele bû, dûra jî rapa afrîqî dest pê kiriye. Mele, siba eydiyê û roja îniyê karê xwe qedand, lê dawî li rapa afrîqî nayê.
Nêzî mala me seha topê û xaniyê sporê heye, ji roja eydiyê da ye ji herdu ciyan dengê rapê kêm nebûye. 

PARVE BIKE