Mere nizane çi bi xêr e, çi ne bi xêr e, wext nîşan dide. Di mesela endametiya Swêd a NATO ya da zorbatî, çavsorî û teqlebaziyên Erdogan ez pir aciz kirim.
Carnan musîbetek ji hezar nesîhetê baştir e. Belkî ev zorbatîya wî ya li
hemberî Swêd di xêra me da be.
Ez wer texmîn dikim ev devguhertina wî ya dawî ji karê bêtir ewê zirarê bide
wî. Çimkî zêde pêş da çû, ji usûlê derxist, kir çavbirrîn.
Swêdîyên hetanî nuha hustuyê xwe jê ra xwar dikirin vê carê ewê ji ber
danexun, Erdogan ewê mecbûrî teqleyeke din bibe. Ji bo Swêd û NATOyê kêrê êdî daye hestî, derdê vî zorbayî hew tê kişandin.
Lê îmzenekirina daxwazê, hîştina hetanî cotmehê ewê li zirara Erdogan be, Swêd û NATO ewê vê dirêjkirinê normal nebînin, qebûl nekin. Ya Erdoganê mecbûrî îmzekirinê bibe ya jî ewê mesele xera bibe, ewê bibe sebebê teşxeleyeke mezin. Evy ek jî ewê li zirara Tirkiyê be.
Li ser endametiya Swêd a NATOyê Erdogan do got, temam e, ezê
miracatê îmze bikim.
Mêrik îro li têleke din xistiye, gotiye meclîsa me dike were
girtin, heta cotmehê emê bala xwe bidinê hela Swêd dersa xwe çê dike ya na,
şertên peymanê bi cî tîne ya na.
Xwedê heye, mêrik pir jîr e, ji bo ku here civînê, bi serokê
Amerîkayê Bîden ra rismekî bikşîne, bi sextekarî got erê, lê çer civîn qediya
çerx kir, got nuha nabe, ewê bimîne heta cotmehê.
Min zanîbû ewê wiha bike, ewê maneyeke nuh bibîne û
miracaeta Swêd îmze neke. Lema do min wiha nivîsî:
XXX
Makima Bilind a Swêd teslîmkirina du hevelên tevgera Gulen
ji ber ku li Tirkiyê îhtîmala îşkenceyê heye red kir.
Lê îsal 3 kurdên mohra hevaltiya PKKê hati û terorîzmê li
wan xistibûn teslîmî Tirkiyê kirin.
Kurdên teslîmî Tirkiyê kirin li ser her yekî çend sal cecayê
hefsê jî hebû. Lê dîsa jî teslîm kirin.
Yanî Swêd tirkan, hevalên Gulen ji ber hebûna talûkeya
îşkenceyê teslîmî Tirkiyê nakin, lê kurdan bi dizê, bi bêbextî teslîm dikin.
Ne hukûmet tenê, edaleta Swêd jî êdî îşkencebûna kurdan
normal dibîne, li Tirkiyê talûkeya ji bo îslamîstên tirk heye, ji bo kurdan
tuneye.
Me texmîn nedikir ev welat jî ewê bi me ra hewqas bêbext derkeve.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar