31 juli 2018

Welatekî wiha bira têkeve binê erdê



Rewşa kurdan bi tevayî ne baş e, kurd bêmoral û bêhuzûr in. Li kîjan welatî be jî wek kurd meriv xwe di zindanê da his dike.

Di van şertan da ji xwe eksê wê ne normal e.
Lê ez dibêjim belkî li dinyayê merivên herî nebextewar û ji jiyana xwe bêzar tirk in.

Îro 50 tirkên din jî, di nava wan da mamoste, albay, yarbay, tegmen, leşker, necar, jin dema ji Tirkiyê direviyan Rodosê hatine girtin.

Vîctor Hugo: Ji wir tirk derbas bûn, her der wêran û şîn e !



Îro li Ewrûpayê ji miletên qet nayên hezkirin, miletê herî bêtir jê tê nefretkirin yek jî tirk in. Lê ev nefret ne nuh e 400, 500 sal kevn e. Tirk îro çi ne û çi dikin, çiqasî neyarê ewrûpiyan  û dînê wan in, do jî wisa bûn. 

Tirkan do jî dixwestin hemû Ewrûpayê dagir bikin, bikin tirk û musilman, îro jî hedefa wan ew e.

Û ewrûpî jî îro çiqasî ji tirkan aciz in, çiqasî ji wan hez nakin, çiqasî nefret dikin, 300, 400, 500 sal berê jî wer difikirîn, dixwestin ji tirkan xelas bibin.

30 juli 2018

Gerek meriv kerê xwe li singekî saxlem girê bide




Vêsê piştî min xurînîya xwe kir û qahwa xwe ya sibê vexwar, min li ser merivên baş û xerab, li ser pîs û rindan, li ser xulamên dewletê, xayin û canfîdayan nivîsek nivîsî. 

Piştî min nivîsa xwe qedand, min jê kir ji bo ku di Face xwe da biweşînim. 

Micadela me ne ji bo jiyaneke mirefeh e, ji bo Kurdistaneke azad e



Wekîlê serokê Koma HDPê yê Meclîsê Ayhan Bilgen gotiye, “mesela kurd êdî ji mesela nasnamê û herêmî wêdatir, meseleyeke bêedaletiya qezencê û demokrasiyê ye.”

Yanî Ayhan Bîlgen jî wek Erdogan dibêje êdî li Tirkiyê mesela kurd û Kurdistanê tuneye, mesela xelasbûna ji xizaniyê ye, mesela kar û demokrasîyê ye. Êdî kurd bûne tirk û Kurdistan jî nemaye. Êdî mesela kurdan ne meseleyeke netewî û axê, mesela pêşketinê û xelasiya ji feqîriyê ye.

29 juli 2018

Bi ax waxê em nikanin rê li ber helandina kurdan bigrin




Kurd bi kêfa dilê xwe asîmîle nebûn. Dewletê hinek bi zor, hinek bi xapandin, hinek bi dek û dolab ji kurdî dûr xistin. 

Hinek jî ji ber şertên jiyanê û terora civata tirk teslîmî asîmîlasyonê bûn. 

Bi ax waxê, bi qehrê/hêrsê, bi heqaretan em nikanin van kesan ji nav çerxa asîmîlasyonê xelas bikin.

Ji bo wê dibê em bixebitin, xwedî program û plan bin û însanan bi zimanekî maqûl îqna bikin. Di axaftin û nivîsîna kurdî da israr bikin.

Însanan, nivîskarên xort, keçan, jinan teşwîqî nivîsîna kurdî bikin, bi wan ra bibin alîkar û bi rexneyên xwe wan rencîde nekin, netirsînin, ji kurdî sar nekin.

Nivîsîna bi kurdî kesî nake mamoste û Fîlolog !



Însan bi kurdî binivîsin baş e.

Feqet nivîsîna bi kurdî kesî nake ”mamoste” û zimanzan.

Heta ji meriv were dibê meriv nivîsîna bi kurdî teşwîq bike.

Lê her kesê rast, çewt bi kurdî hin tişt miştan li hev radigre ne ”mamoste” ye, ne nivîskar e, ne hakimê zimanê kurdî ye.
Ne oterîte ye.

Ji ber ku em miletekî ne xwedî ne dewlet in dezgeheke me ya zimên ya netewî jî tuneye. 

Lema jî prensîb û qaîdeyên kurdî yên rûniştî, yên ji alî her kesî ve hatine qebûlkirin jî tunene. Kêfa kê çawa bixwaze, kî çiqasî zanibe wer dinivîse.

Dibê kurd li Sûriyê bêyî federasyonê bi tiştekî din razî nebin




Li gorî medyaya kurd dinivîse di nabêna rejîma Esed û kurdan, PYDê da hevdîtinan dest pê kiriye. Di raunda pêşî da rejîma Esed pakêteke 12 madeyî pêşkêşî heyeta kurdan kiriye.

Di van 12 madeyên rejîmê pêşkêş kirine ji bo kurdan tu mafekî cidî û muhîm tuneye, hemû made di lehê Sûriyê da ne û di hemû madeyan da kurd bindest in, di bin emir û kontrola Sûriyê da ne. Heta bigihêje ala kurd jî nayê qebûlkirin. 

Baranê vêsê xwe nîşanî Stockholmê da lê zû çû



Stockholmê vê sibehê baranek xweş dît…

Me gelkî bîriya wê kiribû...

Baranê bibar bibar, çûkan genimê te xwar, Swêd ji zû da ye li bende te ye hustuxwar.

Hema hema ev sê meh in me çilkek baran nedîtiye, axairê dawiya dawî vê sibehê saet li dor 05.00 xanimê xwe nîşanî Stockholmê da. Û him jî pir xweş, bi zirp xwe nîşan da û bû ximîn û xuşîna wê…

Bi gurregurra tavan û şîrqîna birûskan ra ez ji xewa xwe ya şîrîn hol bûm û ji bo bizanibim rast e ya na, min çû derî vekir û bîstekê bala xwe da ximîna wê, ji asîmanan bi kûzan vala dibû. Min ban xanimê kir, min got:

28 juli 2018

Her tişt bi xebatê dibe



Ev hefteyeke ez helak bûm, hema hema min hemû paceyên malê boyax û nuh kirin. 

Ez wek pêlewanan hilkişiyam ser xênî/ban û saetên pir tahlûke derbas kirin.
Xanimê jî li jêr tim digot " li xwe miqatebe, tu nekeve..."

Destpêkê çavê min nedibirî, min digot pir e, ez nikanim biqedînim. Çûkan pir qilêr kiribû, paqijkirin zor bû.

Lê wek diya min tim dibêje "karê Xwedê qedandin e", nîhayet karê min jî qediya. Nuha her tişt xweştir xuya dike. Û forsê min jî li ba xanimê zêde bûye.

Xebat jiyan e, Voltaîre gotiye: ”Xebat meriv ji sê belayên mezin diparêze: Ji bîntengiyê, ji xisletên xerab û ji feqîriyê.”

Kevirê gundor bibe kevzê nagre.
///Sîrus
Ne kevir, karê tê kirin abîdeyan tînin meydanê.
Motely
Bi saya vê felsefê miletên xerbî bi pêş ketin, çûn asîmanan û zengîn bûn. Bi xebatê meriv digihîje armanca xwe û bextewar dibe.


Mem Dogala Beyanîbaş kekê Zinar. Niha te xwarin bê minet heq kir. Lê jibîr neke, jinik ewê kar bo te derxê tu li ezmanan bi devê xwe çûkan bigire ew qanih nabin. Xwedê qewet û tenduristîyek baş bike nesîbê te.

Zinarê Xamo Mem Dogala, te jin baş kirine, bi karê meriv kêfxweş dibin, wê rojê xwarineke xweş didin meriv, lê roja din ji bîr dikin û qala karekî nuh dikin. Ev yek gelek cara hatiye serê min...
Lê alternatîf xerabtir e, şer û teşxele ye û ji wê ra jî qulqê min tuneye..

Salih Kevirbirî Her bijî Mamo Zinarê Xamo! Tu gula civat û caqiyên giran î..

Sabahattin Korkmaz Ya rebî! xebatkarek hostayek hewqas sempatîk û xwînşêrîn dibe :) Bîla sebeb pêşiya negotine "Karkerê xwe şêrînê xelkê!" Hezkirina xebatê û xebatkaran felsefeyeke qedîm e li welatê min. Di heman wextê de ev felsefe, çîroka mirovatiyê ye. Mala te ava keko, te bi wî dîmenê xwe yê wekî Robîn Hoodwarî vê sibê em vebişirandin.


Zinarê Xamo Gelek spas ji bo van pesin û gotinên te yên dostane kekê Sabahatîn !
Birayê ezîz, li Swêd felsefa karkirê xwe be, şîrîn xelkê be pir xurt e û pir kûr e. Swêdî bi piranî karkir û hosteyên mala xwe ne. Di mala wan da her hacet heye.
Swêdî di karkiriya hundur malê da pir jêhatî ne. Ji ber ku piraniyên wan xwedî havîngeh in û havîngeh, vîla û piraniya xaniyên wan jî textîn in, lema jî her sal jê ra gelek lênerîn lazim e.
Di dibistanên Swêd da derseke bi navê "hemslöjd” yanî karê nava malê, karê destan heye. Ji nanpêjiyê bigre heta bi necariyê, boyaxkirinê, terzîtiyê zarok gelek tiştan fêr dbin.
Di her mala swêdîyekî da hacet, alet û edawatên her karî heye. Boyaxa mala xwe, kaxetkirina dîwaran, welhasilî kelam hema hema hemû karên xwe ew dikin.
Piştî hewqas sal min jî ji vê kulturê hinekî para xwe girt.
Lê ji be ku ez qonderîcî bûm û min gelek karên din jî kiriye, berê jî kar ji destê min dihat.
Xaniyê xwe ez boyax dikim…
Nuha hinekî zortir bûye lê dîsa jî xwe tevê dikim…
Ez ji xebatê hez dikim. Hesinê xebitî zengê nagire, destê xebitî li ser zikê têr e.


Sabahattin Korkmaz Kek Zinar, di navbera xebitandina dest-tilîkan û jîrbûnê (zanîn, aqil fêrbûn) de têkiliyekî rast e rast heye. Însan çiqas dest û tilîkên xwe dixebitîne, jîrbûn û aqilê wî hewqas pêşde diçe. Sokrates hostayê dîwara bû. Fahm-feraseta xwe ya mezin ji karê xwe distand. Seydatiya terziyên Kurdistanê yên hewqas navdar (Niyazî ûsta, Mehdî Zana, Şemsî ûsta û gelekê din-her yek li herêma xwe weke aqilmendekî dihat qebûl kirin-), ji vê derê tê. Têza Darwîn a li ser teqabuliyetê jî, ji vir destpê dike. Yanî pêşiyê însanan (homo sapiens), kengê ku lingên xwe yên pêşî wekî dest û mil bi karanîn, wê çaxê bi aqil û fizîka xwe guherîn û gihaştin roja îro. Îlmê pedagojiyê xebitandina dest û pêçîkan teşwîq dike, lê min nizani bû ku li Swêdê wekî ders şagirt têne perwerde kirin. Ev gelekî baş bû ji bo min. Van têbinîyan min li ser vê agahiyê parvekir, ji ber ku aliyekî min jî perwerdehi ye.

Xiyas Hisên Qewet be Hostayê peyvan.

Zinarê Xamo Wey mala te ava be birayê ezîz.

Yusuf Arslan Apê min ê hêja! Gelo apê min mîtanî pehlîvanekî bû, yan tirsa amojna mibû...

Zinarê Xamo Na ne ji tirsa kesî ye, carnan ez ji xwe ra henaka dikim. Ez ji xebatê, ji dûzanê, ji berhemdanê hez dikim. Jiyana min, bloga min şahidê vê ye. Ez ji tembeliyê û ji kesên bêxîret nefret dikim..


Zinarê Xamo Kekê Sabahatîn, birayê ezîz, gotinên te yên li ser têkiliya di nabêna pêşketinê, jîrbûnê, biaqilbûnê û xebatê da rast in. Însaniyet ne bi tembeliyê, bi xebatê bi pêş ketiye, însan xebitîye û di nava xebatê da hin gelş derketine pêşiyê û li çaresiriyê geriya ye, fikrê nuh pê ra çê bûye, li rêyên nuh geriya ye, tiştên nuh ceribandiye û bi vî hawî tim bi pêş ketiye.
Xebat, berî her tiştî di warê nefsî da meriv rehet dike, aramiyekê, bextewariyekê dide meriv. Ya din ji ber ku xebat aktîvîteyeke fizîkî ye bedena meriv zindî digre. Çawa hesinê nexebite zeng digre, însanê nexebite jî ne di warê psîkolojîk da ne rehet nake û fizîkî jî dibe xwedî derd û bela.
Belê di dibistanên Swêd da derseke ” hemslöjd”/karê nava malê. Ev ders çend beş in ji wan yek jî ”träslöjd” yanî karê necariyê ye. Di vî beşî da zarok fêrî xebitandina hacetên necariyê dibin û ji bo xwe tiştan çê dikin. Gelek zarok di vê dersê da qabîlîyetên xwe keşf dikin û dû ra dibin hoste û sinetkarên pir baş e. Û her wisa fêrî gelek tiştên jiyana wan rehettir dike fêr dibin.
Gelek tiştên zarokên me ji xwe ra çêkirine li mala me hene û em wan wek bîranîn radikin. Ez dixwazim bi risim numûneyekê ji berhemên vê dersê bidim. Ev tiştekî wek qutiyekê ye, meriv kane şekir, çerez têxê. Ya din jî ciyê kilîta ye. Lawikê me yê biçûk Rojen di sinifa 9a da çêkiriye. Ez bawer dikim ev ders di sinifa 4a da dest pê dike. Zarok li gorî întrese û qabîlîyeta xwe kane her tiştî çêke…



Werin hûn jî bîstekê li Rojbîn xanimê guhdarî bikin




Rojbîn Kizil stranbêjeka Nisêybînî ye. Dengê wê pir xweş e. Keçeka wek pirlantayê ye. 

Kurdiya wê, telafuza wê pir baş e. Di sala 1999a da li Almanyayê hatiye dine, li wir mezin bûye lê kurdiya wê dîsa jî pir baş e.

Rojbîn Kizil keçeke hîn gelkî ciwan e, hîn xwendevana lîseyê ye.

Ji ber navê Kurdistanê Tirkiyê ceza da Zarok TVê



Dahîreya Bilind ya Radyo û Telewîzyonê (RTÜK) ji ber ku di du stranan da navê Kurdistanê derbas dibe ceza daye Zarok TVê.

Wey tirrr, ev dewleta tiroviro jî xwe dewlet dihesibîne. Îslamîstan ji kemalîstan, ji faşîst û naziyan jî xerabtir kirin

Do kitêba Tarîxa Kurdistanê yasax kirin, îro jî navê Kurdistanê yasax dikin. Nahêlin kurd di stranan da jî navê Kurdistanê hildin…

27 juli 2018

Narîn Yukler xanima xwediya xelata Arjen Arî hemşeriya min e haya min jê tuneye



Di nava kurdan da tiştên pir xerîb, tişên kesnedîtî dibin.
Li gorî Yildiz Çakar xanimê nivîsîye,  yeka bi navê Narîn Yukler helbestên xwe yên tirkî wergerandine kurdî û bi wan helbesxelata xelata Arjen Arî girtiye. 

Li gorî îdîa Yildiz Çakar xanimê werger jî ne wê bi xwe, yekî din, ew jî şair e, jê ra kiriye. Û vê wergera yekî din jê ra kiriye xelata Arjen Arî girtiye. Navê dosya xelat  girtiye " Rê û Rêç" e...

26 juli 2018

Heger ne derw be Trump û Erdogan dikin deqên xwe li hev xin




Do Mahkima Îzmîrê ji nişka ve keşe Anderew Brunson ji girtîgehê derxist û şand hefsamalê. Her kes matmayî ma, got hefteyek berê mahkimê daxwaza berdanê red kir, lê ev cîguhestin ji ku derket?

Do bi şev derket ortê di sanatoyê da îro li ser Tirkiyê ewê hin biryarên pir girîng werin girtin, îhtîmal heye Amerîka êdî hew tehamulî Erdogan bike û di hin waran da ambargoyê deyne ser Tirkiyê.

Lema jî reîs tavilê emir daye mahkimê û gortiye ciyê keşe Andrew Brunson biguherin, bernedin lê fena ku we berda be bikin.

Tirkiye dev ji neyartiya kurdan bernade


Dewleta tirk careke din hovîtiya xwe nîşan da, îcar jî kitêba Tarîxa Kurdistanê ya di nava weşanên Avesta da derketibû yasax kir.

Dewleta barbar, mirovên ji însanîyetê, medenîyetê û demokrasiyê bêpar dijminên kitêban, ilm û îrafnê ne.


Ev dewlet, ev milet him ji medeniyetê û demokrasiyê bêpar e û him jî neyarê her tiştê kurd e, dixwaze zimanê kurdî, tarîxa kurdan, edebiyat û muzîka miletê kurd ji ruyê dinyayê rake.

Ayfer Duzdaş û Şahê Merdan !



Ayfer Duzdaş stranbêjeke, hunermendeke pir taybet e, him bi dengê xwe û him jî bi dîksîyona xwe taybet e, bêhempa ye.

Di vê albûma xwe ya dawî ”Şahê Merdan” da bi xebateke pir îstîsna derketiye hemberî guhdarên xwe.

Ayfer Duzdaş xanimê di vê albûma xwe da ji Xorasanê heta Çorimê hin stranên kurdên Elewî yên dînî civandiye û bi devok û meqamên wan yên otantîk gotiye. Ev gelkî muhîm e. 

25 juli 2018

Li ciyê rehetiyê min ji xwe ra kar derxist



Ev 18 saet in min tiştek nenivîsîye.
Ji vêsê da ye min zend û bendên xwe vemaltine û paceyên malê dişom, paqij dikim û dikim boyax bikim. 

Min nizanîbû ez hewqasî bêantraman im, tew hêz di miin da nemaye. Berê min hesin bi sarî ba dida, lê nuiha piştî saetek kar xwêdan di ser serê min ra davêje û ji pertav da dikevim...

Axxx kalîtiyê, axxx kalîtiyê, min di hestiyê heftê û heft bavê te gayê...

24 juli 2018

Ji ber ez bi kurdî dinivîsim ez çêyê bi kesî nakim




Xortekî pir pesnê min daye, gotiye xwezî her kesî wek te kurdî baş bizanîbûya û bi qasî te qedir bida zimanê xwe.
Xortê delal kurd dibêjin keça malê bi rûmet e, karê dike bêminet e.
Ez ji bo kesî tu barî hilnagirim, tu çêyiyê bi kesî nakim.
Tu  fedekariyê nakim.
Tenê bi zimanê xwe dinivîsim.
Wek ez bipeyivm.
Ez kurd im û helbet ezê bi kurdî bipeyivm û bi kurdî binivîsim.
Ma mineta vê çi ye?

23 juli 2018

Dalkurdê îro alîgir û hezkirên xwe xeyalşikestî kirin



Xwedê kir maç 4-1 qediya. Baş bû 10-12 gol navêtin. Lema jî em îro pir erzan xelas bûn. Ez bi xwe şikiriya xwe bi 4-1ê tînim...
Bawer bikin li sahê em tunebûn, Xwedê alîkariya me kir û em zêde nebûn sosiret...

Nîvê pêşî Hammarby 4-0 bû, min digot di nîvê duyem da ewê 5-6 golên din bavêjin û emê ji bin da rezîl bibin. Lê Xwedê kir wer nebû, em pir erzan filitîn...

Îro emê bidin ala Kurdistanê û herin piştgiriya DALKURDê




Îro HAMMARBY û DALKURDa serbilindiya kurdan li Stockholmê li saha Tele 2 Arena yê tên hemberî hev.
Maç saet di 19.00 da ye.


Min û xanimê biryar daye emê hildin ala Kurdistanê û herin gazî û hawara Dalkurdê, taximê şanazî û serbilindiya hemû kurdên cîhanê.


Salê çûnî ji Dalkurdê ra pir baş çû û ket lîga yekê, lê îsal baş naçe û di rêza 16a, rêza herî dawî da ye, tenê 9 pûanê wê heye û heger wiha dom bike ji lîga yekê da ketiye.



22 juli 2018

Camêr bi tirkî ji kurdan ra dibêje kurdino bi tirkî nenivîsin




Kurdekî kurdên bi tirkî dinivîsin rexne kiriye, gotiye dibê kurd bi tirkî teslîmî tirkî nebin û bi tirkî nenivîsin.

Daxwazeke rast e, maqûl e û heta hûn bixwazin jî di cî daye. Ne mimkûn e meriv jê ra nebêje şabaş, ”her bijî!”

Lê kesê xwediyê vê şîretê ev daxwaza xwe bi tirkî kiriye.
Yanî bi tirkî ji kurdan ra gotiye ”bi tirkî nenivîsin”!

Li ser kurdan û Betlîsê raporeke pir muhîm

Vital Cuinet
Baran Zeydanlioglu di malpera(sîteya)Bîtlîsnameyê da li ser tarîxa Betlîsê û tarîxa kurdan ji îngilîzê, fransî wergerên pir muhîm û hêja dike. Wergerên wî bi giranî li ser tarîx û demografiya Betlîsê ne. Ji bo kurdan hemû jî belgeyên pir muhîm in. 

Berê jî du sê caran min qala van wergerên wî kir.
Wergera wî ya dawî rapora lêkolîner û nivîskarê fransî Vîtal Cuinet ya li ser wîlayeta Betlîsê ye. 

21 juli 2018

Çima kurdên başûr û rojava heta nuha ev kar nekirin?



Bi amadekarin û wergera berhama Ibn El-Esîr beşê li ser kurdan(kurd di tarîxa Ibn el-Esîr da) Emîn Narozî karekî bêhempa kiriye. 

Ez tiştekî meraq dikim. Çima heta nuha kurdên Kurdistana Başûr û Rojava karekî wiha nekirin? 

Hemûyan bi erebî xwendine. Di nava me da çend mele bi erebî zanin, lê ew bi milyonan bi erebî zanin. 

Tirkiye dixwaze Îsraîl erebî wek zimanekî resmî bihêle, lê ew bi xwe wî mafî nade kurdan

Parlamentoya Îsraîl



Parlamentoya Îsraîl bi biryarekê zimanê erebî ji statuya zimanê resmî derxist. Heta nuha li Îsraîl erebî jî wek îbranî zimanekî resmî bû.

Lê belê qanûna nuh erebî yasax nake, erebî di dibistanan da ewê dîsa wek zimanê perwerdê da dom bike û di her warî da serbest be. Feqet ewê ne zimanekî resmî be.  
Ez bi xwe vê qanûnê rast nabînim û piştgiriya wê nakim, dibê erebî jî wek îbranî zimanekî resmî be. Ez vî mafî ji Tirkiyê ji bo gelê xwe jî dixwazim.

20 juli 2018

Ji ber tirkan reviya ye lê havîngeha xwe li Çanakaleyê kirîye



Kurd e, elewî ye.

Ji ber tirkan reviya ye, serê wî haylo di Awustralyayê ve derketiye.

Lê havîngeha wî ne li Dêrsimê, ne Meletyê, ne Xarpêtê û ne li Wanê ye, li Çanakaleyê ye.

Mîvanê wî ji min ra got keko li van deran her kes neyarê kurda ye, meriv newêre devê xwe veke, her der sor dike, bi ser her malê ve çend alên sor li ba dibin…

Em û Swêd bi hev ra dişewitin



Me her tim ji sar û sermayê û ji baranê gazin dikir, me digot li Swêd havînan bedena me tu carî germ nabe, em têr tîrêjên rojê nabînin.

Camêr îsal Swêd kir Kurdistan, germeke di tarîxa Swêd da çênebûye da me, got a ji we ra germ û bişewtin... 

Em ji gazinên xwe poşman bûne, em dibêjin heyra em gazin û dua xwe ya em germê dixwazin paş da digrin, kerema xwe vê germa xwe paş da vekşîne û dîsa barana me bide me, em baranê dixwazin…

19 juli 2018

Şehîdên 19ê temûza 1937a bi hurmet bibîr tînim

”Li Başûr çeteyek hat îmhakirin.Birayê Şêx Seîd ê serokatiya çeteyê dikir ew jî hat geberkirin”
Klîba strana li ser Cemîlê Seyda 

Neviyê gorbuhiştê Cemîlê Seyda Xurşîd Kaplan, 16 lehengên, canfîdayên bi biryara Xoybûnê diçûn gazî û hawara Seyid Riza û bi rê da ketin kemîna dijmin û şehîd ketin bibîr aniye û navê hemûyan jî daye. 

18 juli 2018

Li ser tarîxa kurdan kitêbeke pir hêja, "”Kurd di Tarîxa Ibn el-Esîr de”



Weşanxaneya Avestayê, bi weşandina kurdîya kitêba Ibnul Esîr  El-Kamil fî t-Tarîx, ”Kurd di Tarîxa Ibn el-Esîr de” ji tarîxa kurd û Kurdistanê ra xizmeteke bêhempa kiriye.

Weşanxaneya Avesta di jiyana xwe ya 22 salan da li ser kurd û Kurdistanê û li ser ziman, edebiyat û tarîxa kurdan gelek berhemên hêja li kitêbxaneya kurdî zêde kirin.

Kurd êdî ji gîtarê jî hez dikin



Ev 38 sal in ji Kurdistanê dûr ketime, li xerîbîyê dijîm. Di van 38 salan da li welatê min gelek tişt guherîne haya min jê tuneye, carnan vê guherînê ferq dikim.

Dema ez li Kurdistanê bûm amûrên muzîka kurdî keman, ûd, cumbûş, tembûr, kemençe, mey, erbane, bilûr bû, gîtar di muzîka kurdî da tunebû. Qet nayê bîra min kesî gîtar lêdixist...

Rewşa Awarta ji bo kurdan dibe daimî



Rewşa Awarte sibe li Tirkiyê û li Kurdistanê xwedêgiravî sibe radibe, lê di piraktîkê da bi biryarnameyeke nuh ya 26 xalî li Kurdistanê û ji bo kurdan dibe daimî.

Yanî meriv kane bibêje ji bo kurdan sibe ewê ji îro, 19ê mehê ewê ji 18ê mehê di her warî da gelkî xerabtir be û Rewşa Awarte jî êdî daimî ye.

17 juli 2018

Meriv ne kêmaqil be ji bo xelkê dijminatiyê bi hinekên din ra nake



Gava meriv ji bo xwe bibe dost ya jî dijminê hinekan, hin dewletan rast e, şêleke tabiî ye, normal e.

Lê gava meriv ne ji bo xwe, ji bo xelkê bibe dijminê hinekan, hin welatan, hin miletan ev ne normal e, bêaqilî ye û dînîtî ye. Heta ehmeqî ye.

Kurd ne ji bo xwe, ji bo ereban, ji bo filistîniyan dijminatiya cihûyan û Îsraîl dikin.

Ev ne karê merivên biaqil e.

Tirkiye ji zû da bûye şîrketa Erdogan



Serokê Koma CHPê ya Meclîsê Ozgur Ozel xwe ji hin biryarên Serokkomar Erdogan aciz kiriye û gotiye, efendim ”Erdogan dixwaze Tirkiyê wek şîrketeka malbata xwe îdare bike.”

Kurro kêmaqil, dixwaze çi ye, ev 6-7 sal in mêrik Tirkiyê wek şîrketeke xwe îdare dike. 

Ma tu û partiya xwe hîn nuh pê dihesin?

16 juli 2018

Başdîtina qeyûman parastina dagirkeriya Kurdistanê ye



Ez gotina xwe ya dawî di serîda bibêjim, bi baweriya min, bi fikrê min başdîtina qeyûman, razîbûna ji wan parastina dagirkeriya Kurdistanê ye.

Du roj berê hevalekî qal kir, got li Diyarbekrê gelek kes ji qeyûmên dewletê(merivên dewletê, mamûrê dewletê)razî ne.

Dibêjen weleh qeyûm kar û xizmetên  baş dikin, serokên berê wek qeyûmên dewletê baş nedixebitîn. Lema jî gelek kes ne li dijî qeyûman e.

Berê jî çend caran tiştên wiha bi ber guhê min ketin...

15 juli 2018

Ez serketina Fransayê pîroz dikim...



Wek min dixwest fransizan bi ferqeke mezin zora ”merivên” me yên Xirwat birin. Haya xirwatan ji mervantiya me tuneye û ji me bêtir dostên tirkan e, lê me ew kirin merivên xwe…

Lê axir merivên me bin jî, ne merivên me bin jî, Fransayê zora wan bir û ev yek jî bi dilê min e. Mimkûn e hin kes ji vê kêfxweşiya min aciz bibin lê wek ferdê miletekî bêdewlet ev qedera me ye, heta em bêdewlet bin emê tim hinek ji vî ya ra û hinek ji wî ya ra li çepikan xin.

Sohbeta bi dost û hevalan ra xweş e



Do çend hevalên min yên ezîz mîvanên me bûn. Me bi hev ra rojeke pir xweş derbas kir. Ji zû da bû ez hesretê rojeke wiha, sohbeteke wiha bû.

Şansê me hebû, do roja Stockholmê ya herî germ bû, dinya çîk sayî û 30 derece, belkî jî hîn zêdetir germ bû. 

13 juli 2018

Yê pişt li min şikandiye ne dijmin e, kurdê hevalê dijmin e



Bar min naêşîne, binbar piştê li min dişkîne.
Ez çi bikim li hundur ez ne piştrast im. Lema neyar kane hewqasî min biêşîne. Bi sedhezaran kesên bêxîret bûne cahş û zilamên dewletê û bi dijmin ra şerê gelê xwe dikin.

Dr. Ebdurehman Qasimlo ewê heta û heta di dilê me da bijî !




Dr. Ebdurehman Qasimlo, canfîdayê kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim !

Serokê PDK-Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resûl Ebdulah û Qadirî Azer di 13ê temûza 1989a da li paytexta Awusturya li Wîyenayê ji alî qatilên komara îslamî ya Îranê ve bi qeleşî û bêbextiyeke mezin hatin qetilkirin.

12 juli 2018

Bînalî Yildirim kirin serokê meclîsa derewîn



Hela hûn werin min û vê sosireta mezin, dibêjin Bînalî Yildirim beg bûye Serokê Meclîsa tirkiyê...
Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Bînalî Yildirimê gotibû ”di koka min da jî kurdayetî heye) bi 335 rayan bû Serokê ”Parlementoya” Tirkiyê.

Donald Trump: Kurd hevpeymanên me yên zîrek û cengawerên bêhempa ne



Serokê Amerîkayê Donald Trump li Brukselê, di civîna NATOyê da li ser pirseke nûçegihanê Kurdistan24ê pesnê kurdan daye û gotiye: 

”Kurd gelekî mezin e û cengawerên bêhampa ne. Herwiha  ji gelek aliyan va hevpeymanên me yên zîrek û hişyar in...”

11 juli 2018

Nuha jî modeya parsa duaxwestinê derketiye



Ev çend sal in di nava kurdên Kurdistana Bakur da adetek nuh û pir balkêş peyda bûye. 

 Kî nexweş be, kî têkeve nexweşxanê ya jî mahkimeya kê hebe, di medyaya sosyal da îlanekê belav dike, ji xelkê ra dibêje ” xêra xwe ji min ra dua bikin, ez li bende duayên we me…”

Erdogan siyaseta xwe ya Kurdistana Bakur li gorî "sarî û germiya" têkliyên Anqerê û Hewlêrê tayin nake



Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya merasima serokkomariya Recep Tayyip Erdogan hin partiyên kurd û Kurdistanî pir kêfxweş û xweşbîn kiriye. 

Li gorî wan x
urtbûna tekiliyên hukûmeta Kurdistana Başûr û Tirkiye ewê ”bandoreke erênî” li wan û li Kurdistana Bakur jî bike.

10 juli 2018

Erdogan di kabîneyê da cî neda kurdekî kole jî



Dibêjin di kabîneya Erdogan da 4 trabzonî hene, lê kurdek tuneye. Ez bi xwe di vê da tu anormaliyê nabînim.

Êdî ciyê kurdên bûne tirk, kurdên zilamên Erdogan jî di dewleta tirk da tuneye. 

Heta nuha cî didan kurdên xulam û kole. Lê wa ye Erdogan ew jî rakir. Di tarîxa Tirkiyê da ev cara pêşî ye kurd nakevin kabîneya hukûmetê. 

09 juli 2018

Dîplomasî ne hustuxwarkirin e



Rûdaw û Kurdistan24 dibêjin ” Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Recep Tayîp Erdogan tevî şandeke pê ra beşdarî merasima Erdogan dibe.”

Lê li Tirkiyê ne kes çû pêrgî Nêçîrvan Barzanî û ne jî navê wî di lîsteya mîvanan da heye.

Çîroka vî portreyê min



Ev demeke ez dixwazim fotografê xwe yê bloga xwe biguherim. Ji dêlî fotografê nuha,  dixwazim karîkatorekî ya jî portreyekî bi qelemê, bi boyaxê çêkirî têximê. Dixwazim fotograf rakim, portreyekî, rismekî xweşiktir, hîn ciwantir têximê.

Kekê Yehya Alselo ji min ra portreyek çêkir, lê him kêfa min jê ra nehat û him jî ne li gorî blogê bû. Ez li dû portreyekî li gorî blogê me. 

08 juli 2018

Xwezî ez dengbêj bûma




Gava ez li straneka ez jê hez dikim guhdarî dikim, ez dibêjim xwezî min bikanîbûya ûd lêxista û bistira û ez ne nivîskar bûma... 

Heger mimkûn bûya û min bikanîbûya teqas bikira, minê qelem û kompîtora xwe bi dilxweşî bi ûdê û nivîskariya xwe jî bi dengbêjiyê biguherta...

07 juli 2018

Jimara xwendevanên hindik-rindik ez pir kêfxweş kirim


Min ev tabloya li ser 10 saliya bloga  xwe nuh dît.
Bloga Kewşeriqî çêkiriye. Gelek spas ji bo vê qedirzaniyê.
Salek di ser ra derbas bûye lê tişt nabe.



Blogerî tiştekî ecêb e, hin nivîs hindik tên xwendin û hin jî pir tên xwendin. Bi kurtî tespîtkirina înterese û balkêşiya xwendevanan ne rehet e, pir zor e.

Min nuha li îstatîstîkên du rojan nêrî ez matmayî mam. Jimara tikandina(serlêdana)do 1270 ye û ya îro ya heta nuha jî 1791 e.

PARVE BIKE