Ev hefteyeke ez helak bûm, hema hema min hemû paceyên malê
boyax û nuh kirin.
Ez wek pêlewanan hilkişiyam ser xênî/ban û saetên pir tahlûke derbas kirin.
Xanimê jî li jêr tim digot " li xwe miqatebe, tu nekeve..."
Destpêkê çavê min nedibirî, min digot pir e, ez nikanim biqedînim. Çûkan pir
qilêr kiribû, paqijkirin zor bû.
Lê wek diya min tim dibêje "karê Xwedê qedandin e", nîhayet karê min
jî qediya. Nuha her tişt xweştir xuya dike. Û forsê min jî li ba xanimê zêde
bûye.
Xebat jiyan e, Voltaîre gotiye: ”Xebat meriv ji sê belayên
mezin diparêze: Ji bîntengiyê, ji xisletên xerab û ji feqîriyê.”
Kevirê gundor bibe kevzê nagre.
///Sîrus
Ne kevir, karê tê kirin abîdeyan tînin meydanê.
Motely
Bi saya vê felsefê miletên xerbî bi pêş ketin, çûn asîmanan
û zengîn bûn. Bi xebatê meriv digihîje armanca xwe û bextewar dibe.
Mem
Dogala Beyanîbaş kekê Zinar. Niha te xwarin bê minet heq kir. Lê jibîr
neke, jinik ewê kar bo te derxê tu li ezmanan bi devê xwe çûkan bigire ew qanih
nabin. Xwedê qewet û tenduristîyek baş bike nesîbê te.
Zinarê Xamo Mem Dogala, te jin baş kirine, bi karê
meriv kêfxweş dibin, wê rojê xwarineke xweş didin meriv, lê roja din ji bîr
dikin û qala karekî nuh dikin. Ev yek gelek cara hatiye serê min...
Lê alternatîf xerabtir e, şer û teşxele ye û ji wê ra jî qulqê min tuneye..
Sabahattin
Korkmaz Ya rebî! xebatkarek hostayek hewqas sempatîk û xwînşêrîn
dibe :) Bîla sebeb pêşiya negotine
"Karkerê xwe şêrînê xelkê!" Hezkirina xebatê û xebatkaran felsefeyeke
qedîm e li welatê min. Di heman wextê de ev felsefe, çîroka mirovatiyê ye. Mala
te ava keko, te bi wî dîmenê xwe yê wekî Robîn Hoodwarî vê sibê em
vebişirandin.
Zinarê Xamo Gelek spas ji bo van pesin û gotinên te yên
dostane kekê Sabahatîn !
Birayê ezîz, li Swêd felsefa karkirê xwe be, şîrîn xelkê be pir xurt e û pir
kûr e. Swêdî bi piranî karkir û hosteyên mala xwe ne. Di mala wan da her hacet
heye.
Swêdî di karkiriya hundur malê da pir jêhatî ne. Ji ber ku piraniyên wan xwedî
havîngeh in û havîngeh, vîla û piraniya xaniyên wan jî textîn in, lema jî her
sal jê ra gelek lênerîn lazim e.
Di dibistanên Swêd da derseke bi navê "hemslöjd” yanî karê nava malê, karê
destan heye. Ji nanpêjiyê bigre heta bi necariyê, boyaxkirinê, terzîtiyê zarok
gelek tiştan fêr dbin.
Di her mala swêdîyekî da hacet, alet û edawatên her karî heye. Boyaxa mala xwe,
kaxetkirina dîwaran, welhasilî kelam hema hema hemû karên xwe ew dikin.
Piştî hewqas sal min jî ji vê kulturê hinekî para xwe girt.
Lê ji be ku ez qonderîcî bûm û min gelek karên din jî kiriye, berê jî kar ji
destê min dihat.
Xaniyê xwe ez boyax dikim…
Nuha hinekî zortir bûye lê dîsa jî xwe tevê dikim…
Ez ji xebatê hez dikim. Hesinê xebitî zengê nagire, destê xebitî li ser zikê
têr e.
Sabahattin
Korkmaz Kek Zinar, di navbera xebitandina dest-tilîkan û jîrbûnê
(zanîn, aqil fêrbûn) de têkiliyekî rast e rast heye. Însan çiqas dest û tilîkên
xwe dixebitîne, jîrbûn û aqilê wî hewqas pêşde diçe. Sokrates hostayê dîwara
bû. Fahm-feraseta xwe ya mezin ji karê xwe distand. Seydatiya terziyên
Kurdistanê yên hewqas navdar (Niyazî ûsta, Mehdî Zana, Şemsî ûsta û gelekê
din-her yek li herêma xwe weke aqilmendekî dihat qebûl kirin-), ji vê derê tê.
Têza Darwîn a li ser teqabuliyetê jî, ji vir destpê dike. Yanî pêşiyê însanan
(homo sapiens), kengê ku lingên xwe yên pêşî wekî dest û mil bi karanîn, wê
çaxê bi aqil û fizîka xwe guherîn û gihaştin roja îro. Îlmê pedagojiyê
xebitandina dest û pêçîkan teşwîq dike, lê min nizani bû ku li Swêdê wekî ders
şagirt têne perwerde kirin. Ev gelekî baş bû ji bo min. Van têbinîyan min li
ser vê agahiyê parvekir, ji ber ku aliyekî min jî perwerdehi ye.
Yusuf Arslan Apê min ê hêja! Gelo apê min mîtanî
pehlîvanekî bû, yan tirsa amojna mibû...
Zinarê Xamo Na ne ji tirsa kesî ye, carnan ez ji xwe ra
henaka dikim. Ez ji xebatê, ji dûzanê, ji berhemdanê hez dikim. Jiyana min,
bloga min şahidê vê ye. Ez ji tembeliyê û ji kesên bêxîret nefret dikim..
Zinarê Xamo Kekê Sabahatîn, birayê ezîz, gotinên te yên
li ser têkiliya di nabêna pêşketinê, jîrbûnê, biaqilbûnê û xebatê da rast in.
Însaniyet ne bi tembeliyê, bi xebatê bi pêş ketiye, însan xebitîye û di nava
xebatê da hin gelş derketine pêşiyê û li çaresiriyê geriya ye, fikrê nuh
pê ra çê bûye, li rêyên nuh geriya ye, tiştên nuh ceribandiye û bi vî hawî tim
bi pêş ketiye.
Xebat, berî her tiştî di warê nefsî da meriv rehet dike, aramiyekê,
bextewariyekê dide meriv. Ya din ji ber ku xebat aktîvîteyeke fizîkî ye bedena
meriv zindî digre. Çawa hesinê nexebite zeng digre, însanê nexebite jî ne di
warê psîkolojîk da ne rehet nake û fizîkî jî dibe xwedî derd û bela.
Belê di dibistanên Swêd da derseke ” hemslöjd”/karê nava malê. Ev ders çend beş
in ji wan yek jî ”träslöjd” yanî karê necariyê ye. Di vî beşî da zarok fêrî
xebitandina hacetên necariyê dibin û ji bo xwe tiştan çê dikin. Gelek zarok di
vê dersê da qabîlîyetên xwe keşf dikin û dû ra dibin hoste û sinetkarên pir baş
e. Û her wisa fêrî gelek tiştên jiyana wan rehettir dike fêr dibin.
Gelek tiştên zarokên me ji xwe ra çêkirine li mala me hene û em wan wek bîranîn
radikin. Ez dixwazim bi risim numûneyekê ji berhemên vê dersê bidim. Ev tiştekî
wek qutiyekê ye, meriv kane şekir, çerez têxê. Ya din jî ciyê kilîta ye. Lawikê
me yê biçûk Rojen di sinifa 9a da çêkiriye. Ez bawer dikim ev ders di sinifa 4a
da dest pê dike. Zarok li gorî întrese û qabîlîyeta xwe kane her tiştî çêke…