30 juli 2018

Gerek meriv kerê xwe li singekî saxlem girê bide




Vêsê piştî min xurînîya xwe kir û qahwa xwe ya sibê vexwar, min li ser merivên baş û xerab, li ser pîs û rindan, li ser xulamên dewletê, xayin û canfîdayan nivîsek nivîsî. 

Piştî min nivîsa xwe qedand, min jê kir ji bo ku di Face xwe da biweşînim. 


Lê gava min Face xwe vekir, nizanim çi derket hemberî min, ew xwend, li tiştekî din nêrî, nizanim çi kopî kir, di dawiyê da min hew dît nivîsa min çûye. Şansê pîsan û zilamên dewletê nehîşt ez nivîsa li ser wan belav bikim. Keda min a nîv saetê bi avê da çû.

Min çend gotinên ji lîtirê ji wan ra gotibû, lê hemû çûn…

Ev ne cara pêşî ye ev tê serê min, berê jî çend caran hatiye serê mn lê ez biaqil nabim, her car eynî şaşiyê dikim. Ê gava meriv kerê xwe li singekî saxlem girê nede helber kerê bireve. Yê min jî eynî mesele ye.

Heger nivîsek min wenda bibe careke din ez nikanim eynî nivîsê binivîsim. Çimkî eynî tişt nayên bîra min. Tiştê di bîstika, di kêliya ez nivîsekê dinivîsim da tên bîra min, di ya nivîseke din da bi piranî nayê bîra min. Îro jî wer bû. Pîsa 

Metîn Eser Apo berê li derekî din binivîse, dû re jî nivîsa xwe kopî bike û di rûpela xwe de biweşîne. Çend caran nivîsên min jî jê çûn û min nekarî dîsa eynî nivîsê binivîsînim....

Zinarê Xamo Ez zanim, dibê meriv wer bike, heta nuha çend nivîsên min çûne. Carnan tembeliyê dikim.

Yusuf Arslan Bila keda Apê min neçe vala? Ehrîmana zora Ahûramazda birin...
Silav û rêz Apê minî delal.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar