31 juli 2018

Vîctor Hugo: Ji wir tirk derbas bûn, her der wêran û şîn e !



Îro li Ewrûpayê ji miletên qet nayên hezkirin, miletê herî bêtir jê tê nefretkirin yek jî tirk in. Lê ev nefret ne nuh e 400, 500 sal kevn e. Tirk îro çi ne û çi dikin, çiqasî neyarê ewrûpiyan  û dînê wan in, do jî wisa bûn. 

Tirkan do jî dixwestin hemû Ewrûpayê dagir bikin, bikin tirk û musilman, îro jî hedefa wan ew e.

Û ewrûpî jî îro çiqasî ji tirkan aciz in, çiqasî ji wan hez nakin, çiqasî nefret dikin, 300, 400, 500 sal berê jî wer difikirîn, dixwestin ji tirkan xelas bibin.
 Ji ber ku di tirkan da guherîneke baş nebûye, dev ji irqçîtî, gurîtî û kultura dagirkeriyê, daqultandinê, teşxelê, nerindiyê, şer û pevçûnê bernedane, dîtina ewrûpiyan ya di heqê wan da jî kêm zêde hîn wek xwe maye.

Min hin dîtinên çend nivîskar, alim û fîlozozofên ewrûpî yên li ser tirkan wergerand kurdî. Ji bo kesên ev yek nizanîbûn jî bizanibin.

Vîctor Hugo (1802-1885) di şiîreke xwe da dibêje: 

”Ji wir tirk derbas bûn, her der wêran û şîn e…
”Dibê em pêxîla xwe ji ji vê împaratoriya qatil, ji Osmanî xelas bikin. Dibê em pêsîra xwe ji vê teasubê û zorbatiyê xelas bikin.”
///Victor Hugo

Di Ferhenga Akedemîya Fransî ya di 1694a da çap bûye tirk wiha tên tarîfkirin:
”Qebe, sert, bêmerhemet û bêînsaf…”


Dîsa di wê ferhengê da pirseke Molliere tê neqilkirin. Molliere di pirsa xwe da gotiye ”Ma bi tirk ra ûjdan heye?”


Keşê alman Martin Luther (1483-1576) 
”Tirk, li hemberî şaşî û bêrêtiyên Dêra Katolîk cezayekî Xwedê şandiye.”



Fîlozofê fransî yê bi nav û deng Voltaire(1694-1778), dema Rûs û Osmanê di şer da bûn ji Şahbanûya Rûsyayê Katarineya II. ra wiha nivîsîye:

”Ji majesteya mezin ra, bi kuştina tirkan hûn ji nuh ve jiyanê didin min. We hêza Ewrûpayê girt. Dibê zimanê tirkî û yên bi wî zimanî dipeyivin ji Ewrûpayê werin qewitandin. Du belayên serê însaniyetê yên mezin hene: Ya yekê weba ye, ya duduya tirk in. Heger ne prensîba min ya humanîzmê bûya, minê bixwesta koka hemû tirkan were qelandin. Herî hindik ji bo kuştina çend tirkan minê bixwesta bibim alîkar. Her çî ev yek ne li gorî prensîba min ya xweşbîniyê be jî, feqet însan bi dijayetiyan hatine stran.”


Di nameya xwe ya ji Qiralê Prusyayayê ra şandiye da jî gotiye: 

”Ezê her tim ji tirkên zulmê li yûnanan dikin nefret bikim. Çiqasî barbar in! Ev 60 sal in em saetên Cenewreyê difroşin wan, lê hîn jî nizanin ewê çi bi wan bikin. Hîn nizanin saetan bi kar bînin.

Çavkanî: Güneri Cıvaoğlu. Türk düşmanlığı gen haritası(Xerîteya dijminatiya tirkan ya irsî)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar