22 juli 2018

Li ser kurdan û Betlîsê raporeke pir muhîm

Vital Cuinet
Baran Zeydanlioglu di malpera(sîteya)Bîtlîsnameyê da li ser tarîxa Betlîsê û tarîxa kurdan ji îngilîzê, fransî wergerên pir muhîm û hêja dike. Wergerên wî bi giranî li ser tarîx û demografiya Betlîsê ne. Ji bo kurdan hemû jî belgeyên pir muhîm in. 

Berê jî du sê caran min qala van wergerên wî kir.
Wergera wî ya dawî rapora lêkolîner û nivîskarê fransî Vîtal Cuinet ya li ser wîlayeta Betlîsê ye. 


Rapora Vîtal Cuinet gelkî bi teferûat e, li ser Betlîsê, Sêrtê, Mûşê, Gêncê, Mûtkîyê û Hîzanê di warê sosyo-kulturî û sosyo-ekonomîk da lêkolîneke gelkî berfireh e.

Di raporê da xuya dibe nufûsa başûrê Betlîsê bi tevayî kurd in û li bakurê wê jî êrmenî û kurd tevlihev in.


Ev rapora Cuinet di her warî da li ser hemû wîlayetên Dewleta Osmanî ye û di sala 1894a da di kitêba bi navê ”La Turquie D’Asie Geographie Administrative, Statistique, Descriptive Et Raisonnee de Chaque Province de L’Assie-Mineure ” hatiye weşandin.
Beşê li ser Betlîsê di rûpelên  ”523 – 570” ye.

Cuinet keşeyekî fransiz û orîentalîst  bû û osmanî baş nas dikirin. Duyûnu Umûmîya wê demê(wek Banka Dinyayê, wek IMFa nuha) ew şand Dewleta Osmanî, Edenê. 

Osmanî wê demê ketibûn bin deynan, dewletê top avêtibû û nikanîbû deynê xwe bide. Yên deyn didan osmaniyan ji bo bizanibin osmanî kanin deynê xwe bidin ya na û çiyê wan heye, çi yê wan tuneye, bi Cuinet ev lêkolîn dan çêkirin. 

Ev rapora Cuinet ya li ser hemû wîlayetên Dewleta Osmanî ji bo wê ye û raporeke pir detaykirî ye.

Cuinet pisporê sosyo-ekonomîya Împaratoriya Osmanî ye û di 6ê 1896a da li Stenbolê wefat kiriye.

Werger bi tirkî ye, xwezî bi kurdî bûya. Lê belê Baran Zeydanlioglu nikane wergerîne kurdî, ji dêlî wê ve, van belgeyên ji bo tarîxa kurdan, ji bo demografiya hin bajarên Kurdistanê, li Kurdistanê nufûsa kurdan û êrmeniyan gelkî muhîm in ji îngilîzî û fransizî werdigerîne tirkî. 

Ev yek jî ji bo wergera kurdî rehettir dibe, belgeyan bêtir nêzî me dike.  Gelek kes kanin ji îngilîzî û fransizî bêtir jê sûdê bigrin. 

Çimkî di nava kurdan da kesên bikanibin tirkî bixwînin, ji tirkî wergerê bikin, feydeyê bibînin ji yên bi îngilîzî zanin pirtir in.

Ji bo wê jî him malpera Betlîsnamê û him jî Baran Zeydanlioglu bi werger û belavkirina van belgeyan karekî pir baş dikin, belgeyên di zimanên da li ser kurdan hene nêzî piraniya kurdan dikin. 

Bi vî hawî gelek kes kanin van belgeyên ji bo kurdan û tarîxa kurdan gelkî muhîm ni bixwînin û bikin kurdî. 

Lema jî hêvî dikim rojekê jî yek van belgeyên Baran Zeydanlioglu ji îngilîzî û fransî kirine tirkî wergerîne kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar