Gava meriv ji bo xwe bibe dost ya jî dijminê hinekan, hin
dewletan rast e, şêleke tabiî ye, normal e.
Lê gava meriv ne ji bo xwe, ji bo xelkê bibe dijminê hinekan, hin welatan, hin miletan ev ne normal e, bêaqilî ye û dînîtî ye. Heta ehmeqî ye.
Kurd ne ji bo xwe, ji bo ereban, ji bo filistîniyan dijminatiya cihûyan û Îsraîl dikin.
Ev ne karê merivên biaqil e.
Meriv ji bo xelkê bi hinekên din ra dijminatiyê nake. Heger bike kêmaqilî ye, dînîtî ye.
Tu tiştekî kurdan û Îsraîl bi hev tuneye.
Îsraîl welatê me dagir nekiriye.
Em ne di bin destê Îsraîl da ne.
Îsraîl zulmê li me nake, zimanê me yasax nekiriye.
Hfs û zindanên Îsraîl ne tije kurd in.
Îsraîl bi şev û roj welatê me, çiyayên me, gundên me bombebaran nake.
Îsraîl neyartiya me nake, dostiya me dike.
Heger li dinyayê du dewletên piştgiriya çêbûna dewleteke kurd, Kurdistaneke serbixwe dikin hebin, yek jê Îsraîl e.
Yanî ji bo ku em kurd dijminatiya Îsraîl bikin tu sebebekî me yê konkret û beraqil tuneye.
Lê em kurd dîsa jî ji Tikriyê bêtir li dijî Îsraîl in, ji Tirkiyê bêtir dijminatiya Îsral dikin.
Ev yek ne karê merivên biaqil e, zilamtiya xelkê ye.
Wek em kurd peyayên, leşkerên ereban bin. Ji ber ku di nabêna Îsraîl û ereban da problem heye, ji ber ku ereb li dijî Îsraîl in, em jî bo xatirê ereban neyartiya Îsraîl dikin.
Û di ser da ereb û filstînî jî ne dostên me ne, du welatên ereb welatê me dagir kirine, ereb û filistînî dijminatiya me dikin, tu carî xêra me, azadbûna me naxwazin.
Lê dîsa jî em ji bo xatirê ereb û filistîniyan neyartiya Îsraîl dikin.
Ev ji kêmaqiliyê wêdatir e, ehmeqî ye.
Meriv ji bo dijminê xwe nabe dijminê hinekên din. Yê bibe dîn e, ehmeq e, xêv e, totikvala ye, beradayî ye…
Bi dijminatiya Îsraîl tiştê kurd dikin ev hemû ne…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar