Kurd bi kêfa dilê xwe asîmîle nebûn. Dewletê hinek bi zor,
hinek bi xapandin, hinek bi dek û dolab ji kurdî dûr xistin.
Hinek jî ji ber şertên jiyanê û terora civata tirk teslîmî asîmîlasyonê bûn.
Bi ax waxê, bi qehrê/hêrsê, bi heqaretan em nikanin van kesan ji nav çerxa asîmîlasyonê xelas bikin.
Ji bo wê dibê em bixebitin, xwedî program û plan bin û însanan bi zimanekî maqûl îqna bikin. Di axaftin û nivîsîna kurdî da israr bikin.
Însanan, nivîskarên xort, keçan, jinan teşwîqî nivîsîna kurdî bikin, bi wan ra bibin alîkar û bi rexneyên xwe wan rencîde nekin, netirsînin, ji kurdî sar nekin.
Dewletê çawa ew ji kurdî dûr xistin, dibê em jî bikanibin van wendayên xwe paş da bînin.
Helbet hemû nayên, ev ne mimkûn e, bi milyonan kurd asîmîle bûne û êdî malê kultur, ziman û edebiyata tirkî ne. Lê ji wan em kanibin çiqasî xelas bikin jî baş e.
Gava dibînim keçeke kurd, jineke kurd di twîtterê û di facê
da min dişopîne pir kêfxweş dibim.
Bi ya min yên kurdî heta nuha parastine jin in û yên kurdî kirine komayê jî jin in. Û yên kanibin ji komayê derxin jî dîsa ew in.
Zarok ne ji bavê xwe, ji diya xwe zimên fêr dibe; herî bêtir dê zimanekî dixe devê zarok û wî perwerde dike.
Çimkî zarok ji bavê bêtir bi dêya xwe ra ye, ji bavê bêtir ji diya xwe hez dike.
Bi piranî wiha ye.
Dijmin ev xeleka zeîf ya kurdan fêm kiriye û lema jî giraniyê dide şikandina vê xelkê, dixwaze keç û jinên kurd, dayikên kurd asîmîle bike.
Û di van 40 salên dawî da pir jî bi ser ketine.
Lema jî li ba dilê min dûrketina yek jinê ji tirkî, bergendî dûrketina 100 mêrî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar