15 juli 2018

Ez serketina Fransayê pîroz dikim...



Wek min dixwest fransizan bi ferqeke mezin zora ”merivên” me yên Xirwat birin. Haya xirwatan ji mervantiya me tuneye û ji me bêtir dostên tirkan e, lê me ew kirin merivên xwe…

Lê axir merivên me bin jî, ne merivên me bin jî, Fransayê zora wan bir û ev yek jî bi dilê min e. Mimkûn e hin kes ji vê kêfxweşiya min aciz bibin lê wek ferdê miletekî bêdewlet ev qedera me ye, heta em bêdewlet bin emê tim hinek ji vî ya ra û hinek ji wî ya ra li çepikan xin.
 

Lê belê dibê ez vê jî bibêjim fransiz ji xirwatan ne baştir bûn, Fransayê ji Xirwatîstanê baştir nelîst, heta meriv kane bibêje Xirwatîstanê ji Fransayê pir baştir lîst.

Lê belê dîsa jî têrê nekir, feqîra dîsa jî 4-2, heta meriv kane bibêje 4-1 wenda kirin. Çgimkî olê duduyan skandal û rûreşiya qeleparêz bû. Ne şaşiyeke were efûkirin.


Di topê(futbolê) da carnan yê xweş dilîze qezenc nake, yê serketin heq kiriye bi ser nakeve.

Di siyasetê da jî hin caran wiha ye.
Kurdan ji gelek miletên bûne xwedî dewlet bêtir micadele kirine, him jî micadeleyeke bêhempa kirine, lê dîsa jî nebûne xwedî dewlet.

Lê gelek miletên ji sedî yekê kurdan jî micadele nekirine, xwîn nerijandine û dewletbûn heq nekirine bûne xwedî dewlet, lê kurd nebûne xwedî dewlet.

Yanî yê heqkirî û layiq her tim bi ser nakeve.

Maça Fransa û Xirwatîstanê jî belkî wiha bû, xirwatan pir xweş lîstin lê têrê nekir, yê qezenc kir fransiz bûn. Di vir da aqûbeta me bû aqûbeta merivên me bû yek, wan jî wek me wenda kir…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar