30 april 2023

Bindestiyê hinekên me kedî kirine

Hin kurd carê elimîne xulamtiya tirkan. Bindestiyê, xulamtiya hêzên dagirker bi wan qet zor nayê, bi serdestiya tirkan û bindestiya xwe kêfxweş û serbilind in.

Wek koleyê bi koletiya xwe serbilind û bextewar be. Yê elimî ji yê cehnimî xerabtir e.
Bindestiyê ew kedî kirine. Qet nabêjin çima em bindest in, çi îşê tirkan li welatê me heye?

Kûçikê bielime hestiyan ber deriyê qesaban jê ra cinet e, naxwaze ji wir rabe.

Li ser daxwazên hevaltiyê

Van rojan hin xort di Facebookê da daxwaza hevaltiyê ji min ra dişînin. Ev demeke daxwazên hevaltiyê zêde bûne. Li ser hev tên.

Keçik, jin pir hindik in, belkî ji sedî 99ê daxwazan mêr in, ciwanên law in.

Ev jî normal e, keçik bêtir xortan taqîb dikin, çima ewê kalekî umrê wî bi ser 70î ketiye taqîb bikin?

29 april 2023

Dîndarên me ji rêberiya miletê xwe bûne rêberên dijmin

Berê, hetanî Serîhildana Şêx Seîd jî dînadarên me li dijî dagirkeriya welatê xwe bûn, rêber û pêşengên gelê xwe bûn, ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe şerê dewleta dagirker dikirin.
Lema jî di vê riyê da canên xwe feda kirin.

Dîndarên nuha, piraniya wan bûne heval û rêberên dijmin û dewleta dagirker. Êdî ne ala Kurdistanê, ala dagirkeriyê bilind dikin, wê alê di nav kurdan da li ba dikin.

Gerek HDP vê zirzopiyê ji vî şîrheramaî ra nehêle

Ahmet Şik tirkekî nankor e, bêwefa ye û neyarekî kurdperwerên kurd e.

HDPê di sala 2018a da Ahmet Şik, ev şîrherama bi rayên kurdan kir parlamenter.

Ji dêlî ji kurdan ra bibêje mala we ava be, ez vê çêyiya we tu carî ji bîr nakim, îro henekê xwe bi HDPê kiriye û kurdên kurdperwer bi faşîstiyê îtham kiriye, gotiye:

28 april 2023

Li ser fotografên zaroktiyê

Gava hin nas û dostên min di medyaya sosyal da rismên xwe yên zaroktiyê yên pir xweşiki, saf, bêxem belav dikin dilê min dibije wan, kesereke kûr dikşînim, dibêjim ax ax, xwezî nuha çend rismên zaroktiya min jî hebûna.

Lê çi heyf rismekî minê zaroktiyê tune ye. Heger hebûn jî wenda bûn, negihîştin îro.
Çend rismên min ên xortaniyê, belkî 14-16 salî bûm hebûn, ew jî wenda bûn.

Dinya ji bo me kurdan bûye xana kul û derdan

Pêşiyên me, bav û kalên me pir zulm û neheqî dîtine, lema jî gotine "dinya xana kul û derda ye."

Rast e, "dinya xana kul û derda ye", lê ne ji bo her kesî û her miletî. Ji bo me kurdan bi rastî jî "dinya xana kul û derda ye."
Ez dibêjim ji xana kul û derdan hinekî xerabtir e jî. Xana bindestiyê û êsîrhaliyê ye.
Tu dibêjî belkî em kurd ji bo kul û derdan, ji bo zulmê bikşînin, ji bo bi sedsalan bindest bimînin xuliqî ne.

27 april 2023

Erdogan Swêd li kurdan kir Tirkiya duduya

Sitara kurdan li Swêd jî nema. Erdogan hukûmeta Swêd jî bi qasî hukûmeta AKPê, pûlis û îstîxbarata Swêd jî bi qasî pûlis û îstîxbarata Tirkiyê kirine antî-kurd.

Dibê şika meriv ji vê yekê tunebe. Şika min bi xwe tune ye. Bi baweriya Erdogan û Mevlut Çavuşoglu çiqasî antî-kurd bin, serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson û wezîrê karên derve yê Swêd Tobîas Bîllstrom jî hewqasî bûne antî-kurd û bi zora Erdogan siyaseteke antî kurd qebûl kirine.

Kerengên Qerejdaxê xwe gîhandin taxa me

Îro rojeke pir ecêb e, ge dibe ewr, ge dibe sayî. Baranê li me kir, me gerra xwe temam nekir, me revîrevî berê xwe da malê. Lê dîsa jî em 7 km meşiyan.

Di vegerê da me riya xwe bi mêwefiroşê me yê bazarê xist. Min bala xwe dayê camêr kerengê anîye. Kîlo bi 80 kronî bû. Teqrîben 8 dolar.

Ji min ra navê hevalê xwe bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî!

Şexsîyeteke pak, şeref ji umrekî dirêj, ji mal û milkê dinyayê, ji kursî meqaman gelekî muhîmtir e.

Ya muhîm ne ku meriv çend sal umir dike, çiqasî dijî. Ya muhîm meriv çawa dijî û çi dike?

Meriv çawa dijî, çi dike, bi kê ra dost û heval e, bi kê ra dijmin e û yar e ji umrekî dirêj û ji serweteke pir, ji kursî û meqamekî bilind gelkî muhîmtir e.

Ya muhîm însan nebe dostê dijmin

Ji ber ku ez jî weke wan ne merivekî şelaf im, ne zilam û mirîdê partiyekê, serokekî me dijminên min pir in, gava fersendê dibînin wek dûpişk û mar bi min vedidin.

Xwedê kir ew kes ji min hez nakin, dijminatiya min dikin. Heger wan pesnê min bida, minê ji pakiya xwe şik bikira.

26 april 2023

Rismekî tarîxî û rastkirina şaşiyeke mezin

Rismekî tarîxî û rastkirina şaşiyeke mezin.
Ev rismê(fotografê) hûn dibînin, rismekî tarîxî û pir meşhûr e. Rismê çend kesên ji malbata Bedirxaniyan e.

Kurdan gelek caran ev risim di rojname û kovarên xwe da, di kitêban da, di medyaya sosyal da belav kirine. Yanî rismekî her kurdî dîtiye.

Lê çi heyf di navê hin şexsan da şaşiyeke mezin hatiye kirin. Navên hin kesan şaş hatiye gotin. Osman Bedirxan wek Mîqdat Mîthet Bedirxan hatiye naskirin.

Pilana û haziriya Erdogan roja 14ê gulanê bibêje min qezenc kir !

Erdogan dixwaze hetanî roja hilbijartinê bi operasyonên siyasî, bi tewqîfatên mezin îradeya kurdan bişkîne, kurdan ji ber xwe da bixîne û di tûra pêşî da bibêje min qezenc kir.

Bi axaftinên xwe, do bi êsîrgirtina 216 siyasetmedarên kurd îşareta vê pilana xwe dide.
Erdogan li Manîsayê silogana, şîara ”qeza nimêjê heye, qeza vê hilbijartinê tune ye” pir ecibandiye, gotiye, ”rast e, emê vê hilbihartinê ji qezayê ra nehêlin.”

Yanî ewê têkçûnê qebûl neke.

25 april 2023

Dewleta ketiye destê çeteyan

Ev çendake di medyaya sosyal da vîdeoyên yekî diyarbekrî bi navê Muhammed Yakut belav dibin.

Min li vîdeoyên wî temaşe nekiribû. Dawiya dawî min jî meraq kir û çend deqîqeyan li vîdeoyeke wî û li vîdeoyek rojnamevanekî qala naverokên vîdeoyên Muhammed Yakut dike temaşe kir.

Muhammed Yakut yekî ji cîhana mafyayê ye,  wek Sedat Peker ew jî hin têkiliyên merivên AKPê, hukûmetê û mafyayê îfşa dike.

24 april 2023

Dibê kurd serpêhatiya vî xweşmêrî baştir fêr bibin

Kêla gorra Kamil Bedirxan

Li ser kêla(kevirê gorra) Kamil Bedirxan beg. Kevirê gorra wî heye, lê rismekî wî di destê me da tune ye. Li ser xebatên wî yên li Gurcistanê, li Sovyeyê jî tiştekî zêde nayê zanîn.

Di arşîvên rûsan da miheqeq ewê him li ser wî, him jî rismê wî hebe.

Belkî di hin rojnameyên wê demê da jî rismên wî hebin.

Ev dinya xan e

Di wext û zemanekî berê da aqilmendekî pir bi nav û deng hebûye. Rojekê çûye ber deriyê mîrê wî welatî, xwestiye here huzûra mîr.

Ji ber ku yekî bi nav û deng bûye, nobetdarên ber deriyê mîr ew nas kirine, ew nesikinandine.
Kalê aqilmend çûye oda mîr. Mîr çer ew dîtiye tavilê ew nas kiriye, bi hurmet ji ber rabûye, gotiye:
-Fermo, bibêje tu ji min çi dixwazî?

23 april 2023

Bi sebrê em bûn kevirê sebrê

Pêşiyên me gotine xwedêgiravî dinya bi dor e, dawiya sebrê selametî ye. Xwediyê sebrê Mîrê Misrê.

Me ev tirş giş dubare û sêbare kirin, lê dîsa jî ne xêr bi serê me ket, ne jî dor hat me.

Hetanî nuha qet dor nehatiye me kurdan. Dusedsal in em sebir dikin, bi sebrê em bûn kevirê sebrê, lê ne dor hat me, ne jî me tu xêr û selametî dît.
Em dikin nakin, nikanin benê bindestiyê ji hustuyê xwe, qeyd û merbendên wê ji nigên xwe derxin.

Tu çi bikî jî tu nikanî dêla kûçik rast bikî

Bîstek berê li taxa me min ji ser mêwefiroşê me pakêtek mişmişên(eşbabiyên) Meletyê, marka Midyadê kirî. 
Qatê ser pakêtê mişmişên mezin, mohr û xweşik bûn, çer çavê min pê ket dilê min bijiyayê, min kirî.
400 xiram bi 50 kronî bû. Ne buha bû. Ez ji mişmişên/eşbabiyên Meletyê hez dikim. Li welêt me eşbabî û mewîjên bêdendik dikir xoşab. 
Her eydiyê xoşab miheqeq çêdibû.

22 april 2023

125 saliya rojnameya Kurdistanê li miletê kurd pîroz be


125 sal berê, Miqdat Midhet Bedirxan di 22ê nîsanê da rojnameya kurdî a pêşî Kurdistan li Qahîreyê diyarî miletê xwe kir.

Mala wî hezar carî ava be, gorra wî bihuûşt be. Xwedê kir kurdperwer û munewerekî wek Miqdat Midhet Bedirxan hebû û ev weşana hêja, rojnameya Kurdistanê derxist û bû pêşengê rojnamegeriya kurdî.

Ma her misilman zane Fatîheyê bixwîne?

Yekî cilq li Semsûrê, li gorristanê bi qîrîn ji serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ra gotiye:

”Ev mêrik nizane Fatîhê bixwîne, çima hûn bi wî Fatîhê didin xwedin?”

Hin însan cilq in, bêmedenîyet û cahil in, ji edeb û terbiyê bêpar in.
Lê ev ciliqiya wî zirzopî li ser gorrê(mezelan) kiriye di eynî wextê da fikrê gelek kesan e jî, neynika civata me ye jî.

21 april 2023

Şikir bike

Rojeke meha Remezanê kalekî elewî bala xwe dayê li ser dikaneka mêwefiroş yek zebeş dixwe. Jê ra gotiye:

-Bira, meha Remezanê ye, eşkere nexwe, yek kane were bela xwe di te bide.
Mêrik gotiye:
-Ez ne misilman im.
Kalê elewî gotiye:
-Wê demê têr bixwe û ji Xwedayê xwe ra û ji dînê xwe ra şikir bike..

Dengê ”Allahu û Ekber, Allahu û Ekber” li Stockholmê olan dide !

Stockholm bûye wek bajarekî misilmanan, bajarekî îslamî. Dengê selayê û ”Allahu û Ekber, Allahu û Ekber” di hundur da ez ji guha kirim.

Lokala lê nimêja eydiyê dikin herî kêm 2 km ji mala me dûr e, lê dengê ”Allahu Ekber, Allahu Ekber” ji hoparlorê qiyamet rakiriye, li taxa me olan dide.

Nuha jî dengê Quranê tê. Mele bi dengekî bilind Quranê dixwîne û ji 2-3 km dûrî min ez jî lê gudarî dikim!

20 april 2023

Cejna we ya Remezanê û şekir pîroz be!

Meriv çaxa li xerîbiyê be, ne li welatê xwe be, ne di nav miletê xwe da be tarîxa cejnan, eydiyan jî nizane.

Min nizanîbû îro Erefat e, sibe Eydiya Remezanê ye. Bi xêra medyaya sosyal ez nuha fêr bûm sibe eydî ye.

Me ji vê eydiyê ra digot Eydiya Remezanê û Eydiya Şekir.

De bira Eydiya we ya Şekir û Remezanê pîroz be.

Mirîşk ji bo kêkê bike ne motajî dîk e

Li welêt xelkê wer bawer dikir mirîşk xêra dîk hêkan dikin. Dema mirîşk ji hêkan dihat birrîn digotin ji bêkêrîya dîk e, qey dîk karê xwe baş nekiriye.
Lê helbet ji bo hêka bike mirîşk ne motajî dîk e, tenê ji bo hêkên binê qurpê alîkariya dîk lazim e.

Mirîşkên ewrûpiyan bêyî dîk hêkan dikin, mirîşkên ewrûpiyan fêm kirine ji bo hêkan ew ne motajî fisa dîk in.

19 april 2023

Facebook min rehet nahêle

Facebook min pir diwestîne, pir nerehet dike. Vê sibê zû dîsa ji min ra got ji ber nivîsa te ya ”çar keriyên guran” me hesabê te 6 rojan girtiye. Çimkî te di nivîsa xwe da kîn û nefret belav kiriye.

Min îtîraz kir, min got ne rast e, min di nivîsa xwe da li hember kesî nefret belav nekiriye. We nivîsa min şaş fêm kiriye.

Piştî nîv saetê hesabê min aktîf bû. 

Belkî binî ji ser çêtir be

Mêrik bi xemgînî derdê xwe ji hevalê xwe ra digot, jê ra qala zor û zahmetiyên jiyanê û dinyayê dikir. Ji jiyanê, ji rewşa dinê ya xerab pir bêhêvî bûbû, got:

-Heger wiha here qiyametê rabe, dinya ewê serobinî hev bibe.

Hevalê wî got:

-Bira serobinî bibe, belkî binê wê ji ser wê çêtir be.

18 april 2023

Fêsadî maka xerabiyê ye

Merivê ji paşgotiniyan hez dike tim behsa yekî din dike. Merivê egoîst tim qala xwe dike, pesnê xwe dide.

Merivê baqil pesnê xwe nade, paşgotina kesî nake, karê xwe dike.

Merivê wêrek, cesûr paşgotiniya xelkê nake, fikrê xwe li ruyê însanan dibêje. Yê li ba te paşgotiniya yekî bike, bizanibe li dereke din jî ewê paşgotiniya te bike.

Meriv matmayî nemîne jê hez nake

Heta meriv heyret(matmayî) nemîne jê hez nake, nabe hayranê tiştekî. Berê dibê meriv bibêje ”waw!”, çi xweş e, çi muhteşem e, çi ecêb e, çi harîqe ye?

Dûra meriv meraq dike, bi pê dikeve. Bi vî hawî meriv digihîje rastiyê û armanca xwe.

Yanî heyret, meraq û hezkirin cêwî ne, bi hev ra dixuliqin.
Jixwe lema Platon heyretê, matmayinê, pirsê wek destpêka felsefê qebûl dike.

17 april 2023

Dibê meriv hewqasî jî nebe heyranê xelkê !

Asîmîlasyonê, hevaltiya bi dagirkeran ra mejiyê hin kurdan çelqandiye, bûne heyranê edebîyata tirkî û edîbên tirk.

Muhsîn Kizilkaya di malpera Haberturkê da bi heyraniyeke mezin du şairên tirk, Cahîd Sitki Tarancî û Zîya Osman Saba dane nasîn, dûr û dirêj qala hevaltî û serpêhatiya herdu şairan kiriye.
Ez di malpera Abdullah Kiran da rastî vê nivîsa Muhsîn Kizilkaya hatim.

Kî ji me ra çê ye ew bav û dê ye

Çar keriyên gurên har çarhawêlî me girtine, gava fersendê dibînin êrîşî me dikin. 

Armanca wan me tarûmar bikin, koka me biqelînin. Dixwazin me li Kurdistanê, li vê coxrafiyayê nehêlin. 

Di vî warî da herçar keriyên guran jî mitefiq in, hemfikir in.

Îro li dinyayê tenê Amerîka, Fransa xêrxwaz û çend welatên Xerbî dilxwazên me ne, me ji keriyên guran biparêzin. 

16 april 2023

Gelo Tirkiyê Facebook kiriye?

Tirkiyê do li Silêmaniyê bi dronerekê li texiyekê da û çend kes kuştin û birîndar kirin. Li ser vê min jî çend rêz li ser êrîşê nivîsîn.

Ji ber van çend rêzên min ên  li ser Tirkiyê*, Facebookê ji min ra got me 6 rojan hesabê te girt.

Piştî her nivîsa min a li ser Tirkiyê kontoya min digrin. Vê carê jî wer bû.

Hin ewlad xwelîser in

Pêşiyên me li ser ewladê pîs, ewladê bêkir teşbîhek pir xweş kirine, gotine:

-Ewlad heye serbiser e, ewlad heye gula li ser e, ewlad jî heye xwelîser e.

Gelek kurdên xwelîser ji dêlî ku bavên xwe derbas kin, ji miletê xwe ra karekî baş bikin, bûne heval û rêberên dijmin.

Ma tu kurd Î?

Bihar bû, rojeke xweş bû. Kalekî kurd li Stenbolê li parqê xwe dabû ber tava biharê. Carê destê xwe bir serê xwe, serê xwe xurand. Tirkekî li nêzî wî rûniştibû jê ra got.

-Apo, li qusûrê nenêre, ma tu kurd î?

Kalo got:

-Belê. Te ji bo çi pirsî?

Yê tirk got:

15 april 2023

Tirkiyê bi hingivê xwe yê sexte di medya swêd da olan da

Tirkiye welatê sextekaran e. Di van rojên dawî da Tirkiyê bi hingivê xwe yê sexte di medya swêd da olan da

Li gorî rapora Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê ji sedî 74ê hingivê Çînê û ji sedî 93ê hingivê Tirkiyê sexte bûye. Him jî ji nîvî zêdetir ne hingiv bûye, şekir û av bûye.

Hewqas kurd çima bûne şûrkêşên tirkan?

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan do li Amedê heqaretên mezin li hêzên kurdan kir, dîsa got ew terorîst in û emê koka wan biqelînin.

Bi hezaran kurdên bêxîret, kurdên bûne zilamên dijmin jê ra li çepikan xistin, ji gefên wî ra, ji heqaretên wî ra, çavsoriya wî ra lîrandin.
Îro jî  berdevkê Erdogan, Îbrahîm Kalin gef li kurdên rojava û başûr xwariye, gotiye:

14 april 2023

Kî Kurdistanê çêke ez pê ra me

Min tim gotiye ji kurdan ra dewleta herî xerab, dewleteke wek Tirkiyê, wek Rûsyayê, heta wek ya Îranê jî ji bêdewletbûnê, ji bindestiya me ya nuha hezar qatî çêtir e.

Helbet ez dixwazim dewlweta çê bibe sekuler be, demokratîk be, sosyal be, filan û bîvan…

Lê ez van tiştan nakim şertê piştgiriya serxwebûnê, dewletbûnê.

Xêra rojiyê

Silo rojî digirt, lê hetanî fitarê ji nav nivîna ranedibû, wer raketîbû. Xanima wî jê ra got:

-Bi navê Xwedê rojiya te qebûl nabe, tu hetanî fitarê werî raketîye. Hela here ji mele bipirse, bê ew çi dibêje ?

Silo çû ba mele, mesela xwe jê ra got. Mele hinekî fikirî, got:

13 april 2023

Şelaf jî carnan karê baş dikin

Merivên ne hêja, ne tu tişt, serîyek pîvaz nakin jî carnan kanin karê baş, karên hêjayî teqdîrê bikin. 

Di nav kurdan da jî wek însan merivên pênc pereyî nakin ne hindik in, pir in.
Wek şexs ne tu meriv in, dikevin her boyaxê, li ser her têlê dilîzin, merivên demê ne, ji şexsîyeteke saxlem bêpar in, lê carnan karên baş dikin. 

Pîvana miletperweriyê

Miletperwerî ne ku meriv miletê xwe di ser her miletî ra bigire, ya jî ji miletê xwe pir hez bike. Miletperwerî xebata fêdê digihîne welat û miletê meriv.

Meriv bi kar û xebata xwe, bi berhemên xwe jixweber fêdê dide miletê xwe, alîkariyê bi miletê xwe ra dike.

12 april 2023

Rexnekirina siyasetmedaran mafê her kesî ye

Li her dera dinyayê siyaseta partî dimeşînin, karê dikin ya tên rexnekirin ya jî teqdîrkirin.
Yanî partî jî, siyasetmedar jî tên rexnekirin. Rexnekirina partiyan, siyasetmedaran ne neheqî ye, ne jî sûc e.

Lê hin kurd rexnekirina partiya xwe qebûl nakin, yek gazinekê ji berpirsiyarên partiyê dike, rexneyekê li partiya wî digre, hêrs dibin, dibêjin:

11 april 2023

Me Hindik-Rindik ji we ra makyaj û nuh kir

Ji vêsê da ye ez qet venehesiya me, ji ber karê blogê min fersend nedîtiye serê xwe bixrînim.

Serê sibê berê lawikê me yê biçûk, ifara me ya dawî, Rojen hat serdana me. Me bi hev ra xurîniya xwe kir û dûra jî em çûn du saetan gerîyan û hatin mal.

Me qahwa xwe çêkir û êmîşên me jê ra kirîbû da ber. Camêr li xaniyan digere, dixwaze ji xwe ra xaniyekî bikire, lê li hev nayê. Ji me ra qala xaniyên dîtine kir.

10 april 2023

Ferqa sihor û paşîvê

Hin kes dibêjin ”paşîv, paşşîv” sihor e. Li Wêranşarê paşîv û sihor du xwarinên cihê ne û di du wextên cihê da tên xwarin. Yanî paşîv ne sihor e, sihor jî ne paşîv e.

Paşîv, xwarina piştî şîvê ye, hinekî derengê şevê, berî raketinê tê xwarin.
Heger meriv birçî be, tiştekî sivik dixe ber dilê xwe û pal dide. Paşşîvê meriv kane her şev bixwe.

Nimêja zû

Kalê kakayî rojeke Remezanê çûye mizgeftê nimêja xwe kiriye. Lê nimêjke bêserûber kiriye, hema rabûye û rûniştiye û çûye secdê.

Yê li kêlekê jê ra gotiye:

-Ma ev çawa nimêj lo? Tu bi lez radibî û rûdinî. Hîn serê te negihîştiye erdê, tu radibî qametê…

Kalê kakayî gotiye:

09 april 2023

22 sal zû bihurîn

Salek din jî derbas bû, 9ê nîsanî dîsa zû hat. Îro min û xanimê wek her sal, me dîsa berê xwe da gorristana Strandkyrkogarden, ser gorra hevalê xwe yê hêja, Aslan(Mehmet)Kaya.

Zalimên salan zû derbas dibin, 22 berê, di 9ê nîsana 2001ê da te xatir ji me, ji hezkiriyên xwe û ji dinya ronak xwest, te koçî gerdûneke ebedî kir.

Kurdekî din, bi hezar kîlometreyan ji welatê xwe dûr, li sirgûnê bû mîvanekî ebedî yê axa sar.
Sirgûn, mirina li surgûnê tim bûye para me kurdan, ev yek bû para te jî.

Dibê meriv serê xwe bi tiştên vala mijûl neke

Nuha yek rabe bi navê lêkolînê bibêje Zinarê Xamo ne kurd e, bi esl û feslê xwe tirk e, çi qîmeta îdîayek wiha heye?

Efendim eşîra Zinarê Xamo, eşîra çûva çendsedsal berê eşîreke tirk bû, lê di nav kurdan da heliya, bûye kurd.
Tu qîmeteke vê îdîayê tune ye, ezê pê bikenim.

Yanî îdîayeke wiha bêyî pêkenînê tu tesîr û cidîyeteke wê tune ye. Gotineke, îdîayeke belaheq e.

08 april 2023

Îro rojeke pir îstîsna bû

Îro dinya pir xweş bû, rojeke wek ya biharê hebû, hilm û gilama biharê ji erdê, ji hawirdor difûriya.
Ez û xanimê hinekî zû ji mal derketin, em saet û nîvekê gerîyan.
Dûra em çûn ber golê, me nîv saetekê xwe da ber tîrêjên rojê yên bi tîn, bedena me hinekî germ bû.
Tîrêjên rojê dabû golê, av dibriqî, wek neynikê şûle dide, çavên meriv qarixî dibû. Stockholm 10 derece germ bû. Kêfa însên jî ya teyran jî bi vê roja biharê ya xweş ra li cî bû.
Li ser golê şerê teyran bû, vîçevîç û qîjewîja ordegan, etetokan û çûka masîgir em ji guha kirin.

Gerek pozê Erdogan were firikandin

Texmîna min a li ser êrîşa ser balafirxaneya Silêmaniyê ya do rast derket, êrîş ji alî Tirkiyê ve hatiye kirin. Min çer xeber xwend, min got sedîsed Tirkîye ye.

Heger Amerîka, Hêzên Hevpeyman pozê Erdogan nefirikînin, wî basko nekin Tirkiye nasekine, rehetiyê nade tu kesî.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14ê gulanê ra Tirkiye ewê êrîşên xwe yên ser başûr û rojavayê Kurdistanê zêde bike, rojê ewê êrîşê derekê bikin.

07 april 2023

Piştî 16 salan jimara nivîsan bû 8900

Min nuha bala xwe da stastîkên bloga xwe, ji îlona 2007a hetanî îro min 8900 nivîs nivîsîne. Bi vê nivîsê ra jimar bû 8901.

Tesadufeke pir baş bû min îro lê nêrî, jimarek girover e, xweş e. Ji 9000 ra zêde nemaye, piştî 100 nivîsên din ewê bibe 9 hezar.

Roja 30ê îlonê dema min nivîsa xwe ya pêşî nivîsî û mizgînî da xwendevanê xwe, min got:

Îslamîyên me çima bûne fedaîyên filistîniyan?

Li dinyayê kurd tenê ne misilman in. Li Tirkiyê, li Azerbêcanê, li Ozbekîstanê, li Tacîkîstanê, li Qirgizîstanê, li Tirkmenîstanê, li Afrîkayê, li welatên ereban bi hezaran însan wek kurdan ji bo her teşxela filistîniyan danakevin kolanan, xwe nadirînin.ş Îsraîl protesto nakin.
Di her teşxele Îsraîl û filisîtniyan da bi hezaran dîndarên me ji bo piştgiriya filistîniyan dadikevin kuçe û kolanan û Îsraîl protesto dikin.

Lê ji bo kurdan, ji bo miletê xwe tu carî meş protesyoyan nakin,
bûne fedaîyên filistîniyan û îslamê.

06 april 2023

Ne ji fesadan be gur û mîhiyê tev biçêre

Bigere li gundan, bibîne xerab û rindan. Bi xêra medyaya sosyal em her roj gelek xerab û rindan dibînin, fesadî û gelaciyên wan dixwînin. 
Hin kes dilê wan jî, ruhê wan jî fêsad e, bayê rindê bi serê wan neketiye.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê ra mijarek xweş ji fesad û nerindan ra çêbûye, heta ji wan tê fesadiyê dikin.

Hûn gotina dawî ji hev ra nebêjin baştir e

Ji bo ku PSK ewê bi HDPê(Partiya Kesk a Çep)ra têkeve hilbijartinên Tirkiyê yên 14ê gulanê û serokê wê Bayram Bozyel jî ji Partiya Kesk a Çep bûye namezedê parlamentoyê, hevalên Hak-Parê gelkî ture bûne, kevir û kuçikan li Bayram Bozyel dibarînin, gotinên giran ji wî ra, ji hevalên wî ra dibêjin.

Helbet rexnekirina PSKê û Bayram Bozyel normal e, heqê her kesî heye li ser tifaqa wan bi HDPê û bi partiyên din ra fikrên xwe bibêjin.

Xêrata îsal qediya

Yekî dewletî(maldar, zengîn) her sal meha Remezanê xêrat(sedeqe) li feqîran belav dikir. 

Salekê piştî xêratên xwe giş belav kirin, tiştek nema, jinekek hat, bi hustuxwarî jê ra got:

-Mêrê min wefat kir. Perê min tuneye jê ra kefenekî bikirim.

Mêrik got:

05 april 2023

Gerek meriv xerabiyê jî, çêyiyê jî ji bîr neke

Pênikanîn ne eyb e, lê jibîrkirina xerabiyê eyb e, him jî eybeke mezin e.Car heye meriv bi yekî nikane.
Lê dibê meriv çêyiyê jî, neheqî û xerabiyê jî ji bîr neke. Gerek xerabî, zulm neyê jibîrkirin.

Her cara ez bala xwe didim medyaya sosyal, weşanên kurdî rastî gelek xeberên(nûçeyên)xerabiyên, zulm û terora dewleta tirk têm.

Seranserê bakurê Kurdistanê li kurdan kirine zindaneke rastîn. Bi esker û pûlisên xwe, bi medyaya xwe kurd perîşan kirine.

Gere kem vê zulma wan tu carî ji bîr nekin, ew xwe di ava Kewserê da kin jî ew pak nabin, dibê em vê zulmê ji wan ra nehêlin.

XXX

Van rojan hin kes li ser hilbijartinên tirkan û bernamzediya hin kesan zêde davêjin hev da, zêde dawdişînin hev. Hetanî roja hilbijartinan ev teşxeleya siyasî ewê gurrtir bibe.

Yên aqil belav dikin, yên şîretan li raqibên xwe dikin pir bûne.

Gotin ne xerab e, lê şîretên pir ezab e.

Rewş pir nazik e, însan bînteng û pir hesas in.

Lema jî xwe zêde tevî minaqaşeyên siyasî nakim. Ya rast ez newêrim.

Çi bibêjim ezê li zirarê derkevim.

Hevalên minaqşe dikin pir in, kes ne motajî fikir û pêşniarên min e.

Dema fikrekî min hebe bi şiklekî maqûl dibêjim.

XXX

Di siyasetê alternatîf, reqabet, hebûna partiyên cihê baş e. Însan her tim mecbûrî piştgiriya partiyekê nebin, hin alternatîfên din hebin baş e, reqabetê peyda dike, dibe sebebê hin guherînan baş.

-Şivan ji şivên neqehere pezê xwe baş naçêrîne. Raqibê siyasetmedar tunebe baş naxebite, xwe naguherîne.
Hebûna partiyên cihê bira we aciz neke. Her kes wek hev nafikire, dibê alternatîfên cihê hebin.

Bêhêvîtî malwêranî ye

Îro dîsa rojeke nuh e. Her rojeke nuh îmkan û macerayek nuh e. Wek destpêka nivîsîna çîrokek nuh e.
Dibê meriv bi fikrên pozîtîf dest bi rojê bike.
Di demên herî xerab da jî dibê meriv bêhêvî nebe, des tji ber xwe bernede.

Hêvî dikim îro ji bo me kurdan rojeke xêrê û mizgînên xweş be. Ji dêlî em dilan bihêlin, hevdu xemgîn bikin, em dilan şa bikin, moral bidin hev.

Di medyaya sosyal da min hinekî bala xwe da xeberan, baş e, xeberek ne xweş bi ber çavê min neket.

04 april 2023

Çîroka min û Twitterê

 

Vê sibê gava min twîttera xwe vekir, di dewsa logoya Twitterê çûka hişin da serê kûçikekî zerik li milê çepê hebû.

Serî dişibiya serê gur jî. Min got kane gur be jî.

Wek her tim, min dîsa got hebe, tunebe ev îşê tirka ye.

Miheqeq ajan, faşîst- maşîstekî tirk serê vî kûçikî xistiye malpera min, ji bo ku min biqeherînin.

Ji siyasetê ra jî hosteyî lazim e

Her bazirgan(têcir), her kesê bazirganiyê, ticaretê dike ne bazirganê, tacirê baş e, zîrek û zana ye.
Lema hin bazirgan di bazirganiyê, tîcaretê da zirarê dikin, topa xwe davêjin, hinek jî karê dikin, mezin dibin.
Siyaset jî wiha ye-

Her siyasetmedar jî ne siyasetmedarê zîrek û zana ye, ne erbabê karê xwe ye.
Yanî ji ber ku bûye serokê partiyekê, bûye siyasetmedar siyasetê baş zane, her tiştê dike, her biryara digre rast û di cî daye.

03 april 2023

Ji siyasetê ra erbabî lazim e

Li bakurê Kurdistanê di warê siyasî da rewşeke pir taybet, pir îstîsnaî heye. Em nikanin vê rewşê ji nedîve werin, siyaseteke li gorî vê realîteya heyî nemeşînin. Gerek em realîst bin, hin îmkanan red nekin.

Dibê em nebin temaşevanên vê rewşê, dibê em bi aktor bin, gavên fêdeyê digihînin me bavêjin, meydanê ji dijmin ra nehêlin, cî li dijmin teng bikin, dijmin û dagirkeran mecbûrî hin tawîzan bikin.

Ax û eman ji derdê van rojbûnan !

Her roj belkî bi sedan agahiyên rojbûnên hevalên min ên medyaya sosyal tên posta min a Outlookê. Ez di bin da pelixîm, bi avêtinê pî û bask ji min da ket.

Serê mehan ev jimar carnan hezarî derbas dike. Ez feqîrê Xwedê di nav hewqas kar û bar da dest pê dikim davêjim û davêjim û davêjim. Naqede.
Roja din eynî tişt e.

02 april 2023

Zarokên xwe ji xwendina van herdu kitêban bêpar nehêlin


”Serê şevê çîrokek”, ya Selîm Temo û kitêba min ”Hebû tunebû” du antolojîyên xemîşokên(fabilên)zarokan in. Herdu kitêb jî bi risim in.

Dê û bavên hêja, zarokên xwe ji çîrokên van herdu kitêban bêpar nehêlin.
Wek dê û bav wezîfe û berpirsiyariya we ye hûn zarokên bihewisînin xwendinê û wan bi van çîrokên kurdî yên lawiran mezin bikin.

Li ser gotina bolvir

Em kurd tim bi kevçî kom dikin, bi heskê li xelkê belav dikin. 

Em ked, xebat, fedekariya bi salan nadin ser hev, ji bo miletê xwe nakin qezenc û sermîyan, bi bolvirî li tirkan, li merivên ne layiq belav dikin. Ji tiştên me bi xebata salan daye ser hev li fêzê tiştek namîne.

Qezencên siyasî jî wek serwetê ye, dibê meriv destê xwe lê ragira, bolviriyê neke, rojek tê diqede, meriv destvala, bêsermîyan dimîne.

Bira fitarekê jî kerem bike mala xwe

Meha Remezanê bû, yekî bênefs, çilek wexta fitarê nediçû mala xwe, hatiba ezimandin, nehatiba ezimandin diçû li mala nas û dostekî xwe fitara xwe vedikir.

Rojekê berî fitarê yekî li deriyê mala wî xist, ji xanima wî ra got:

-Dema efendî hat mal, bira fitara xwe li malê veneke, filan begî îşev ew ezimandiye xwarina fitarê.

Jinikê got:

01 april 2023

Heneka 1ê nîsanê

Îro 1ê nîsanê ye, roja heneka 1ê nîsanê ye.

Min got ez jî henekekê bikim. Ez kûr û dûr fikirîm, min da hişê xwe tu henekek xweş nehat bîra min.

Dîsa li ser zimanê Rûdawê

Ez zanim berpirsiyarên Rûdawê guh nade rexneyên li kurmanciya wan dibe. Lê dîsa jî ezê ya xwe bibêjim. Bira ew guh nedinê, kesên guh didinê pir in.

Sernivîseke Rûdawê wiha ye:
”Erdogan gotiye, emê li navçeyên erdhejê 319 hezar yekeyên niştecîbûnê di salekê da ava bikin.”

Ji vê sernivîsê tiştek nayê fêmkirin. ”Yeke, yekeyên niştecîhbûnê” çi ye?

PARVE BIKE