08 april 2023

Îro rojeke pir îstîsna bû

Îro dinya pir xweş bû, rojeke wek ya biharê hebû, hilm û gilama biharê ji erdê, ji hawirdor difûriya.
Ez û xanimê hinekî zû ji mal derketin, em saet û nîvekê gerîyan.
Dûra em çûn ber golê, me nîv saetekê xwe da ber tîrêjên rojê yên bi tîn, bedena me hinekî germ bû.
Tîrêjên rojê dabû golê, av dibriqî, wek neynikê şûle dide, çavên meriv qarixî dibû. Stockholm 10 derece germ bû. Kêfa însên jî ya teyran jî bi vê roja biharê ya xweş ra li cî bû.
Li ser golê şerê teyran bû, vîçevîç û qîjewîja ordegan, etetokan û çûka masîgir em ji guha kirin.

Me bîstekê li şewqa golê, li dengê teyrên bi kêf vir da, wê da difiriyan, berra hev didan temaşa kir.

Ji ber ku îro li Swêd Şemiya Pîroz(Påskafton)e û hewa jî pir xweş bû, gelek însan derketibûn gerr û seyranê û ordegên golê êm dikirin.

Nan û xwarinên şevîn li kêlek golê kiribûn bênder. Lema li ser bênderên xwarinan herbeke mezin hebû, teyran nan ji devên hev direvandin, bi nikilan bi hev diketin.

Tiştê balkêş, xwarin li erdê pir bû, lê dîsa jî dixwestin ji hev bistînin, berra hev didan.

Bi rê da em rastî kûçikekî ji xwediyê xwe mabû hatin.

Bonciyekî biçûk bû. Ewte ewta wî bû, vir da, wê da baz dida, şaşo-maşo bûbû, li xwediyê xwe digeriya.

Xwediyê wî tim bi pisiklêtê digere, kûçik jî li dû wî baz dide. Qey kûçik li derekê jê mabû, wî jî ferq nekiribû, ji kûçik dûr ketibû.

Kûçik li kesî nedisekinî, bi ewtîn pêş da û paş da baz dida, ban xwediyê xwe dikir.

Min xwest rawestînim lê nesekinî, heywan ketibû panîkê, nizanîbû bi ku da here. Gunehê me pir pê hat, dilê me pê şewitî.

Em xwediyê wî tim dibînin, carnan silavê li hev dikin. Yekî latînî ye. Yekî xemsar e, bala wî ne li ser kûçik e. Ew bi kêfa xwe pisiklêta xwe dajo, li kûçik ne miqate ye.
Lema kûçikê feqîr jê mabû.

Me bîstekê çavê xwe li wan deran gerand, me got belkî paş da vegere, em pê ra bipeyivin, lê xuya nekir û kûçik jî wer vir da, wê da direviya…

Ez û xanim pir li ser peyivin, dilê me pêşewitî, me serpêhatiya kûçik meraq kir.

Rojekê em xwediyê kûçik bibînin ezê pê ra bipeyivim. Dibê li kûçikê xwe miqate be.

Nêzî mala me daristanek biçûk heye, girekî biçûk e, kepir e, xezal jê xalî nabin.

Îro jî çar heb lê mexel hatibûn, bêtirs xwe dabûn ber rojê, kayika xwe dikirin. Min rismê wan negirt, min got bira bêhuzûr nebin, ji ciyê xwe ranebin.

Îro roja xweş bû, me kêf kir, lê ji ber vê serpêhatiya kûçik em xemgîn vegeriyan mala xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE