Gava do Amerîkayê li Qeterê di futbolê da Îran 0-1 bir ez û xanim pir kêfxweş bûn.
Îranê beşekî welatê min dagir kiriye û zulmeke mezin li miletê min dike. Ji
roja Humeynî hate ser hukum û vir da ye vê van meleyên qatil bi hezaran kurd kuştine û bi darda
kirine.
Vê rejîma îslamî ya faşîst, xwînmêj jiyan li kurdan kiriye dojeh. Kurd nikanin
bîna xwe bigirin. Vana neviyên qatilên Simko Axayê Şikak, Qazî Mihemd, Dr.
Qasemlo û Dr. Şerefkendî û bi hezaran canfîdayên kurd in.