22 augusti 2026

Em mecbûr in di micadela xwe da cesûr bin

Di sîyasetê da, di micadelê da cesaret pir muhîm e, serê her tiştî ye, yê cesaret pê ra nemîne, li dawiyê esaret jê ra dimîne.

Lema pêşiyên me gotine, mêrê tirsonek tu carî nikane bi sînga gewr û boz şa bibe.
Di micadela xwe ya ji bo azadîyê da em mecbûr in wêrek bin, cesûr hereket bikin.
Bi tirsonekiyê em nikanin tu mafî ji tirkan bistînin. Karê me zor e, lêbêyî micadelê jî riyeke din a serketinê tune ye.

21 augusti 2026

Tirk dijminan çiqasî li xwe zêde bikin ji me ra baş e

Tirkiyê bi bultena sor ji Înterpolê xwestiye serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyhu bigirin û teslîmî tirkiyê bikin. Serokê Tirkiyê bask pêva hatiye, lema zêde bilind difire.
Nabêna Tirkiyê û Îsraîl çiqasî zêde xera bibe ji me ra baş e.
Tirk dijminan çiqasî li xwe zêde bikin li kara me ye.

Dostên dijminên me hindik bin, dijminên wan pir bin ji me ra baş e.
Bi dagirkeriya Sûriyê û Îraqê mêrik aşûnî bûye. Lê Îsraîl ne Îraq û Sûrîye ye, ewê li zirarê derkeve.

Xwe ji profîlên trol û ajanan biparêzin

Di medyaya sosyal da ji bo ku kurdan berra hev bidin  gelek profîlên sexte yên navekî kurdî li xwe kirine hene.
Bi navê sexte dibin hevalê kurdan, dû ra jî xwe ji alîyekî, ji partiyekê nîşan didin û êrîşî partiyeke din û hin şexsan dikin.
Profîleke bi navê ”nazê lê bi şev ranazê” di X´ê da bû hevala min, min jî demakê ew taqîb kir.
Gava jinek min taqîb dike kêfxweş dibim, hevaltiya wê qebûl dikim, dibêjim belkî hinekî kurdî fêr bibe.

20 augusti 2026

Weysî Aktaş:Îsraîl dixwest Kurdistanekê, Îsraîleka duyem çêbike, PKKê û Ocalan qebûl nekir


Veysî Aktaşê
li Îmraliyê endamê sekreteriya Evdila Ocalan bû do li Stenbolê di civînekê da wek pantirkîstekî li dijî azadî û serxwebûna kurdan derketiye, gotiye Îsraîl dixwest Kurdistanekê çêke, PKKê, Evdila Ocalan evplan red kir

Veysî Aktaş:
”Îro ji bo ku Îsraîl kanibe hebûna xwe bidomîne li Rojhilata Navîn hewcedariya wê bi Kurdistanekê, bi Îsraîleke duyemîn heye. PKKê ev qebûl nekir. Ocalan ev red kir. Sebebekî destpêkirina pêvajoyê jî ev bû.”

Însan heywanekî hov e


Li ser tebîeta însên gelek teorî û fikrên cihê hene, fîlozofan li ser tebîet û hovbûna însên gelek tiştên muhîm gotine. Ji van fîlozofan yek jî fîlozofê alman Arthur Schopenhauer(1780-1866)e.

Min bi kurtî çend nuxteyên fikrên Arthur Schopenhauer yên li ser tebîeta însên, yên li ser hovbûna însên top kir, wergerand kurmancî. Bi bawerîya min tiştê însan dike, tiştên tînin serê hev dîtina Arthur Schopenhauer a pesîmîst tesdîq dike. Hema di vê sed sala dawî da hovîtiyên însanan kirine wahşetên mezin in.

19 augusti 2026

Gava xerab tê diranê meriv di pelokê da dişkê

Gava ji meriv ra xerab tê, diranê meriv di pelokê da dişkê. Çend roj berê ji min ra jî xerab hat, diranekî min ê pêşiyê, got qirp û şikiya. Ji ber diranê pêşî ye, xuya dike.
Nîv seeta din ezê herim ser diransaz, tuxtora dirana, hela em binêrin xanimê çi biryarê bidin.
Ev hevîr ewê gelek av hilîne, ewê li ser min biha rûne...

Ji dîktatoran ra şelaf lazim in


Fîlozof, dîplomat û tarîxzanê navdarê Îtalî Niccolo Machiavelli (1469–1527) li ser şelavên dîktatoran çend şîretên xweş kirine. Ji ber ku di nav tirk û kurdan da di van salên dawî da şelafên Erdogan û desthilata wî zêde bûne, min dîtinên Makyavellî yên li ser şelafan kir kurmancî.
Makyavellî(Machîavellî) ji prens ra gotiye:
-Şelafan li dor xwe kom bike.
Prens gotiye çima?
Makyavellî gotiye:

18 augusti 2026

Tirkan êdî dev ji xeyala endametîya Yekîtîya Ewrûpayê berdane

Konsulê berê yê Yekîtiya Ewropayê yê Enqerê Marc Pieri, bersîv daye gotina serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li ser endametiya Yekîtiya Ewrûpayê.
Erdogan gotibû,”endametîya Yekîtiya Ewrûpayê êdî ne amaca me ya sereke ye."
Marc Pieri gotiye:
”Dibe ku Bruksel bi vê yekê kêfxweş bibe. Ev helwesta Erdogan li gorî sîstema Tirkiyê ye. Li Tirkiyê serweriya hiqûq zeîf bûye, edalet, civaka sivîl û medyaya azad nemaye.”

Li ku derê şer derkeve ji Erdogan ra kar e

Baran dibare, erd pesnê xwe dide, ji xwediyê zevî ra kar e. Li ku derê şer û teşxeleyek hebe ji serokê Tirkiyê Erdogan ra kar e

Îran û Îsraîl û Amerîka şer dikin, li kara Erdogan e, ji Erdogan ra baş e, pere bi ser da dibare, ji Îranê ra bi dizî delaliyê dike.
Rûsya û Ukranya malikê li hev wêran dikin, Erdogan li karê ye, ji Rûsyayê ra delaliyê dike, petrol û gaza erzan dikire.
Şerê Sûriyê derket, ji Erdogan ra bilêta serê salê lêxist, mêrik bi 
nîvhenekê welat dagir kir, bû hukumdarê Kudistana Rojava û Sûriyê.

17 augusti 2026

Xelkê îcadên wer kirine devê meriv ji hev dihere !


Di telewîzyona Swêd, kanala 1ê da programeka bi navê seniorsurfarna(surfçiyên teqawid, bi qidem)heye. Min bîstek berê lê temaşe kir. Çend car in dema lê rast têm temaşe dikim.Programeke pir xweş e.

Nivîskar, artîst, zana, entelektuelên Swêd ên herî bi nav û deng beşdarî programê dibin. 

Xanima mamoste wan fêrî bikaranîna telefonê dike.
Meriv kane bi telefonê çi karî bike, nîşanî kesên kal û pîr dide.

Agirê dilê min

Dibe ku ji bo hinekan serxwebûn, dewleteke netewî ne muhîm be, entegrasyona di nav tirk û ereban da baştir be.

Ji bo min bêdewletî, entegrasyona di nav tirk û ereban da helandina miletê kurd e, felaketeke mezin e.
Heta ku ez bê welatekî serbixwe bim, bê dewlet û bê pasaporteke netewî bim, ez xwediyê Xezîneya Qarûn bim jî agirê dilê min nakewe, ez xwe azad û bextewar his nakim. Gerek em kurd jî bibin xwedî dewlet, gerek hedefa me ev be.

16 augusti 2026

Aqilê zaro pel û pincaro

Camêrekî baqil gotiye, guh medin şîretên her extîyarî, ji bîr mekin ehmeq jî extîyar dibin.
Rast e, aqil ne di umir da, ne di rîya sipî û porê sipî da di serî da ye.Extîyarên totikvala jî pir in. 
Bi qasî extîyarên(kal û pîrên) baqil û kamil, extîyarên kêmaqil û ehmeqên jî hene. Gerek ciwanên me vê rastiyê ji bîr nekin.
Aqilê zaro pel û pincaro.
Aqilê nekemilî ker û kûçik pê da birrî.

Dibê em xwedî hafizayeke xurt bin

Xwedê ji bo dilê mêrikê xizan şa bike, berê cila kerê wî wenda kir, dû ra pê dide dîtin, kêfa wî anî, dilê wî pê şa kir.

Tirk jî li hemberî me eynî taktîkê dimeşînin, berê me esîr digrin, bi salan me dixin zindanên xwe, dû ra, piştî 20-30 salên girtîgehê berdidin. Em jî pê kêfxweş dibin.
Gere kem vê zulma wan ji bîr nekin.
Gerek hafiza me wek ya masîyê zêrîn ne kêm be.

15 augusti 2026

Sê tişt hene dibê meriv nede der

Hin tişt, hin sirên meriv hene dibê meriv nede der, eşkere neke. Ji van sisê gelkî muhîm nin, meriv ji xwe ra bihêle baştir e. Ew hersê tişt jî ev in:
-Sirrê li ser zimanê xwe, perê di bêrîka xwe da, birîna di dilê xwe ji kesî ra mebêje.

-Her însan wek dilopek baran e, hinek jê dikeve ser çamûrê, hinek jê dikeve ser pelên gulê

Hz. Melana.

14 augusti 2026

Însan zû kal û pîr dibe, lê dereng baqil dibe

Salên derbas dibin, serpêhatî û tecrûbeyên jiyanê kêm zêde bêtir hiş tîne serê meriv, meriv baqiltir, kamiltir dike. Hinekan pirr, hinekan zêde dikemilîne.
Lê belê îstîsna jî hane, yanî kesên sal nikanin wan biguherînin, tim wek dema xortaniya xwe dimînin jî hene.
Yanî kurmê şîrî, heta pîrî.
Siyasetmedar û nivîskarê îngilîz Benjamîn Dîsraelî (1804–1881), li ser vê meselê gotiye, ”trajediya jiyanê ya herî mezin, em pir zû extîyar(kal û pîr) dibin, lê belê pir dereng baqil dibin.”

13 augusti 2026

Rexneya pozîtîv û negatîv

Rexne nirxandinek e, ji bo pêşdabirinê, ji bo baştirkirinê wasîteyeke pir muhîm û bi feyde ye.
Bi rexneya xwe meriv him kêmasî û şaşiya kerekî, nivîsekê, eserekê nîşan dide, him jî dixwaze wî karî baştir, tekûztir bike, feydeyekê bigihîne xwediyê kar û eserê.
Du babetên rexneyê yên sereke hene: Rexneya pozîtîv (avaker) û rexneya negatîv, ya xerabkir.

12 augusti 2026

Kurd û alimên dînî li hemberî meleyê bêedeb bêdeng neman


Meleyekî bi navê Ramîn Salihzade ji gundekî Baneya Kurdistana Rojhilat, wek Daîşîyekî har, bi bêedebî êrîşî birayên me yên êzdî kiriye, gotiye:
”Em we kafir dibînin, em we pîs dibînin. Weleh, heger derfeta herî biçûk têkeve destê me, emê nehêlin hûn yek sanîyê jî li ser vî erdî bijîn.Ev dînê me ye. Em ne ji kesî vedişêrin û ne jî 
xwe vedişêrin.”

Rêwîtiya bi tirêna şaş

Li ser kesên dane ser riyeke şaş ev teşbîh pir xweş û rast e.
-Heger te ferq kir tu li tirêneke şaş siwar bûyî li îstasyona herî nêzîk dakeve. Tu çiqasî dereng dakevî, bihayê vegera rêwîtiya te ewê li ser te hewqasî biha rûne.

Gelek kesên li tirêna Evdila Ocalan siyar bûne ji zû da ye ferq kirine di tirêneke şaş da ne, lê jê danakevin.

Kî însanan şiyar bike ew tim dibe hedefa neyar

Şevekê gur bi dizî xwe gîhand nêzî keriyê pez.

Dîk gur dît û bang da.
Kûçik bi dengê dîk şiyar bû û dest bi ewtînê kir.
Şivan bi xwe hesiya, rabû li der dora xwe nêrî.
Gundî bi qîjewîjê hesiyan.
Dewla gur bi avê neket, tirsiya, reviya. Kerî xelas bû.
Kûçik raket.

11 augusti 2026

Rexne û şîretên Sîdar Firat û bersîva min

Camêrekî bi navê Sîdar Firat nivîsên min rexne kiriye, hin şîret li min kirine, gotiye, ”Tu ji sibê heta êvarê mîna nûgihiştan li ser Twitterê gilî û gazinan dikî, tu enerjiya negatîf li der dora xwe belav dikî.”

Dû ra jî gotiye, baştir tu dev ji van nivîsên bêwate berdî û ji xwe ra karekî baştir, bi feyde bikî.
Ez nivîsên wî bersîvên xwe li jêr parve dikim.

10 augusti 2026

Gundê hirçê bike muxtarê xwe ancax di xewna xwe da hirmiyê bibîne

Teşbîheke xweş heye, fena ku ji bo me hatibe gotin, dibêje, "gundê hirçê bike muxtarê xwe, ancax kane di xewna xwe da hirmiyê bibîne..."

Miletê Erdogan û Bahçelî bike serokên xwe ancax di xewna xwe da rehetiyê, demokrasiyê bibîne.
Hûn çi bikin jî, hûn çiqas ray bigrin jî Erdogan ewê tim qezenc bike. Heta sax be ev îş ewê wiha be.
Lê em kurd jî ji tirkan ne baştir in, heta em ji wan korfahmtir in.
Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bala xwe bidin halê me, hûnê heq bidin min.

09 augusti 2026

Kurdistana Başûr bi destê kurdan dibe Erebîstan


Prof. Dr. Bedirxan Sindîyê
xemxur û dilşewatê welatê xwe û miletê xwe bangeke di cî da li serokên partiyên Kurdistana Başûr kiriye, li hemberî erebkirina Kurdistanê dengê xwe bilind kiriye, gotiye Kurdistan ji destê me diçe, hêdî hêdî tê firotin. Vê firotinê rawestînnin, nehêlin Kurdistan bibe erebîstan.
Banga şairê bi nav û deng, Prof. Bedirxan Sindî wiha ye:

Berhema xebat û keda me ya îro


Ez îro ji hal da ketime. Lawikê me Rojen îro ez û xanim birin daristaneka Hanîngeyê topkirina tirîreşkan. Bi swêdî jê ra dibêjin ”blåbär”. Bi îngilîzê jî dibêjin, ” blueberry”.

Li Kurdistanê heye, tune ye ez nizanim. Heger hebe bi kurmancî jê ra dibêjin çi ez wê jî nizanim.
Ez Qerejdaxî me, lê li bajêr mezin bûme. Lema nizanim li Qerejdaxê hene ya tune ne. Li daristanan çêdibin.

Pere û şexsîyet

Rojekê Wînston Churchîll ji bo hevpeyvînekê bi texsiyekê diçe radyoya BBC yê. Piştî digihîje ber avahiya BBC yê, ji şufêrê texsîyê ra dibêje:

-Meçe.Li dora 40 deqeyî li bende min bisekine, heta ez têm.
Şufêr Churchîll nas nake, bi kibarî uzrê xwe jê dixwaze, dibêje:
-Li qusûra min nenêre begê min, dibê ez herim malê, ezê di radyoyê da li axaftina Churchîll guhdarî bikim.

08 augusti 2026

Xirxal


Ez û xanim îro di dema gera xwe da rastî xortekî nigxirxalî hatin. Tam ne xirxal(xilxal) bû, lê wek tizbîyek rengîn kiribû bixawiya nigê xwe.
Xanimê got, viya jin dixin nigên xwe, lê wa ye vî xortî jî xistiye nigê xwe.
Me dest bi sohbeteke li ser xirxalê û ûrf û adeyên me yên berê kir.

Xirxal jî xişrekî jinan û zarokan yê wek moriyên hustu , wek bazin bû. Jinan wek bazin dixist nigê xwe, dixistin nigê zarokên biçûk jî.

Bi zorê fikrê însanan nayê guhertin

Baweriyê, fikir tu nikanî bi zor têxî serê însanan, hin tişt bi zor nabe, dibê wext were.
Gul, heta wexta wê neyê venake. Dar heta wexta wê neyê fêkî nagire.
-Tu kanî hespê bibî avdanê, lêbelê tu nikanî avê bi zor pê bidî vexwarin.

Tu kanî rastiyê nîşanî însanekî bidî, lêbelê tu nikanî pê bidî fikirandin.

Bêdengî zaliman cesûr û zulmê zêde dike

Ji Nemrûd pirsîne, gotine:

-Tu çawa bûyî merivekî heqasî zalim?
Nemrûd gotiye:
-Ji ber ku min çi kir kesî deng nekir, deng ji kesî derneket lema.
Ji ber ku deng ji piraniya me dernayê, lema dewlet kane vê zulmê li me bike, nehêle zarokên me jî bi zimanên xwe bixwînin.

07 augusti 2026

Îsmet Ateş jî ji me û ji dinyayê xatir xwest


Serokê DDKDa Anqerê yê ewilî Îsmet Ateş îro li Stenbolê wefat kir.

Îsmet Ateş dostekî minê destpêka salên 1970î bû. Di sala 1975a da hat mitînga Wêranşarê, çend rojan li mala me ma, dostaniya me dest pê kir.
Li Anqerê jî heta 1979a me çend caran hevdu dît. Ez bawer dikim sê sal berê bû carê bi riya birayê min Fûad em bi telefonê bi hev ra peyivîn, me li halê hev pirsî, me got înşela emê rojekê rû bi rû hevdu bibînin. Lê wer nebû qismet.
Çend roj berê ji nişka ve hat bîra min, min got ezê pê ra bipeyivim.

Aş çûye bi dû çeqçeqê nekevin

Te çi çandibe tu yê wiya biçînî. Te ceh çandibe tu nikanî birincê ya jî genim biçînî.

Psîkolog, fîlozofê alman Erch Froom gotiye:
-Însan di hilbijartinên xwe da azad in, lê belê mecbûr in tehamulî netîceyên hilbijartinên xwe jî bikin.

Yên ji Evdila Ocalan ra li çepikan xistin, piştgirî danê, kirin serokê xwe mecbûr in tehamulî netîceyên piştgiriya xwe bikin.

Çend gotinên Îmamê Xezalî


Îmamê Xezalî (1058–1111)yek ji fîlozof, zana, huqûqnas  û sûfîstekî mezin ê alema îslamê ye. Li Xoresanê, li bajarê Tusê hatiye dinê û li wir miriye. Li ser psîkolojiya însên, zanînê û siyasetê gelek tişt nivîsîne...

Hin nivîs û kitêbên wî tercumeyê kurmancî jî bûne. Weşanxaneya Nûbiharê hin eserên wî weşandine.
Gotin û aforîzmayên wî meşhûr in, piraniya wan li ser exlaq, dil, ilim, zanîn û li ser psîkolojiya însên in.

06 augusti 2026

Ez naxwazim bibim yekî li gorî dilê piraniyê

Ez ne mecbûr im bibim yekî li gorî dilê piraniyê, wek piraniyê bifikirim, tiştên li gorî dilê piraniyê binivîsînim.
Ez ne dixwazim bibim şelafê şexsan, ne jî yê piraniyê, yê civatê. 

Ez yekî li gorî xwe me. Şexsîyeta min tu carî naguhere, ji çi bawer dikim bi zimanekî maqûl wiya dibêjim. Fikrê min kane şaş be, kane rast be, mesûl ez im.
Şexsîyeta min tu carî naguhere, belê fikrê min, miamela min li gorî şexsan diguhere.

Qanûna dewletê ya ji bo PKKê eşkere bû

Pêşniyaryasaya, qanûna Tirkiyê û PKKê li ser li hev kirine do eşkere bû. Herkes li gorî xwe rexne dike, diparêze, navekî lê dike.

Qnûn 12 xal in. Navê wê kirine, ”Qnûna Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Netewî”.
Yanî xurtkirina Tirkiyê. 

Li gorî qanûna pêşniyar kirine, PKK,KCK û hemû rêxistinên girêdayî PKKê ewê dawî li hebûna xwe bînin û sîleh û cebilxaneyên xwe gişî teslîmî dewletê bikin.

05 augusti 2026

Tuncer Bakirhan tiştê ji 244 hezar abhazî ra dixwaze ji 25 milyon kurd ra naxwaze

Serokê partiya DEMê Tuncer Bakirhan gotiye,“Bira pasportên Abhazyayê li ser derîyên sînorên me werin qebûlkirin. Dibê ev şerm êdî dom neke.”

Nufûsa Abhaziyayê 244 hezar e, herêmek Gurcîstanê ye. Tuncer Bakirhan efendî dibêje gerek Tirkiye Abhazyayê wek dewlet qebûl bike û pasportên abhaziyan red neke.

Lê li dij e 25 milyon kurd ji bindestiya tirkan derkevin, wek abhaziyan bibin xwedî dewlet û pasporta netewî.

Me li warekî nuh salek li pey xwe hîşt

Li vî warê me yê nuh, li Hanîngeya şîrîn îro salek me qediya.

Salek berê îro(5/8-25)me mal bar dikir, em li Alby bûn, erebe li ber malê bû, em di hingedinga malbarkirinê da bûn. Hundur malê kaos bû. Em ketibûn sitreseke mezin.
Nuha, em li warekî din in, em li Hanîngeyê, di xaniyekî din da ne. Warê me yê berê ji me ra bû wek xewnekê, êdî em wek xewnekê qala salên xwe yên li Alby dikin.

Sun Tzu û Senetê Herbê


Sun Tzu general, stratejîst, fîlozof û nivîskarekî çînî yê kevnar e. Wer tê bawer kirin ew du hezar û pêncsedsal berê, di navbera salên 544–496 b.z. jiya ye.

Kitêbeke wî ya gelkî meşhûr a bi navê "Senetê Herbê" heye.
Gava di medyaya sosyal da ez rastî gotinên Sun Tzu hatim, min xwest wê kitêba wî bikirim û bixwînim. 

Ez çûm kitêbxana herêma me, kitêb tunebû, ji min ra temî kirin. Piştî çend rojan kitêba hat, min do qedand. Zimanê wê giran e.

04 augusti 2026

Li ser serdana Nêçîrvan Barzanî a Şamê

Nêçîrvan Barzanî do, di roja salvegera Qetlîama Şengalê da çû Şamê, bi serokê Sûriyê, yek ji emîrê daîşê yê berê Ahmed Şar-Colanî ra hevdîtin kir.

Ez ne li dijî têkiliyên bi Sûriyê ra me. Colanî berê çi be jî nuha serokê Sûriyê ye, muxatabê kurdan ew e, kurd mecbûr in pê ra bidin û bistînin. Ev temam.

Lê di roja qetlîama êzdiyên Şengalê da serdana Şamê gelo rast e?Ez bi xwe rast nabînim. çima serdan ket vê rojê?

Qederê jiyaneka rezîl kiriye para me

Jiyan carnan mafê hilbijartinê nade meriv. Meriv mecbûrî şiklekî jiyanê dike; carnan jiyaneka baş dibe par, qismet û nesîbê meriv, carnan jî jiyaneke rezîl û kambax.

Me kurdan ev jiyana bindest, rezîl bi îrada xwe ya azad hilnebijartiye, em mecbûrî vê jiyana bindestiyê ya rezîl bûne. Qederê(felekê) jiyaneka rezîl kiriye para me


Ji bo ku em vê jiyana rezîl, a di bindestîyê da, ya qederê em mecbûr kirine biguherînin 150-200 sal in em li ber xwe didin, em dixwazin bibin xwedî dewleteke netewî, lê em bi ser nakevin.

03 augusti 2026

Pirsa Haham Herbert Samuel û bersîva Einstein

Haham Herbert Samuel Goldsteinê amerîkî di sala 1929a da bi têlgirafekê ji Albert Einstein pirsîye:

”Baweriya te bi hebûna Xwedê heye ya na?"*
Bersîva Albert Einstein wek manîfestoyeke tarîxî ye, gotiye:

"Ez ji Xwedayê Spînoza bawer dikim, yê ku xwe di ahenga qanûnî ya gerdûnê da nîşan dide, ne ji Xwedayekî xwe tevlî çarenûs û kiryarên mirovan dike, bi guneh û sewabên însên yên rojane mijûl dibe.”

Paşnavê wî el Kurd e lê bûye filistînî


Nivîskar, rojnamevan Goran Rosenberg di rojnameya Expressen a swêdî da li ser du nivîskarên filistînî û du kitêbên wan sekinîye. Navê yekî Raja Shehadeh e, navê yê din jî Mohammed el Kurd e.

Navê kitêba Mohammed el Kurd, bi îngilîzî: 
”Perfect Victims and the Politics of Appeal” e.
Bi swêdî: PERFEKTA OFFER OCH VADYANDETS POLITIK E
Bi kurmancî meriv kane bibêje, ”Qurbaniyên Bêkêmasî û Siyaseta Libergerê.”

Goran Rosenbeg, bi eslê xwe yahûdî ye, çepekî maoîstê berê ye. Piştgirekî filîstîniyan yê pir aktîv e.
Navê Mohammed el Kurd bala min kişand, min xwest bizanibim ew kurd e ya ereb e?

02 augusti 2026

Fîlê zincîrkirî û bêhêvîtiya hînbûyî


Rewşa me kurda li her çar perçeyên Kurdistanê jî nebaş e. Tiştên li Rojavayê Kurdistanê bi micadeleyeke bêhempa û bi xwîna bi sedan şehîdan hatibû bidestxistin hema hema gişk ji dest çûn. Rewş wer xuya dike.

Li Başûrê Kurdistanê jî rewş pir xerab e. Emerîkayê leşkerên xwe û sîstema Patrîot ji Hewlêr rakiriye. Hukûmet tune, meclîs girtî ye.
Yanî serîhildan û qezencên li Kurdistana Başûr û rojava da hatibûn bidestxistin hemû kanin ji destê me herin.

Gelo Amerîka dike dev alîkariya Kurdistana Başûr berde?

CENCOMê(Amerîkayê, Brîtanyayê, Fransayê, Almanyayê bi sedan leşkerên xwe û sîstema parastina asmanî ya li dijî dronan ji Hewlêrê vekişandiye.
Berpirsiyarên Amerîkayê nabêjin leşker û sîstema parastinê birine ku derê. Lê îhtîmal heye biribin Urdunê. 
Hêvî dikim ev vekişandina ji Kurdistanê ne bi temamî be, ne terikandina kurdan be.
Heger Amerîka û fransa dev ji parastin û piştgiriya kurdan berdin pir xerab e.

01 augusti 2026

Her însan tiştê layiqî xwe dike

Her pirs, her gotin ne hêjayî bersîvê ye. Hin însan ne hêjayî meriv bersîvê bide wan.

Yekî gotineke gelkî ne xweş ji min ra gotiye. Min bersîv nedayê, ew asteng, biloqe kir.
Yê qîmeta diya xwe bizanibe ji dîya xelkê ra xeber nade. Lê wiha ye, her însan tiştê pê dikeve, tiştê layiqî xwe dike, çimkî qelîte, şexsîyet ne tiştekî tesadufî ye.

Ji bona em kanibin azad bibin dibê em çi bikin?

Mîsyonerî amerîkî Oseph Plumb Cochran
bi Şêx Ubeydullah ra, li dora 1880

Ji serîhildana bavê neteweperweriya kurdî Şêx Ubeydulahê Nehrî vir da ye, 150 sal e kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li hemberî dagirkeran serî hil didin, dixwazin welatê xwe rizgar bikin, bibin xwedî dewleteke netewî.
Lê bi ser nakevin, tim bi zirareka pir mezin têk diçin; 3-40 salî nikanin werin ser xwe, pişta xwe rast bikin.

Şêx Ubeydulahê Nehrî pir xurt bû, xwedî hêzeke mezin bû, di sala 1880î da heta Mahabadê û Urmiyê girt.