Di sîyasetê da, di micadelê da cesaret pir muhîm e, serê her tiştî ye, yê cesaret pê ra nemîne, li dawiyê esaret jê ra dimîne.
Lema pêşiyên me gotine, mêrê tirsonek tu carî nikane bi sînga gewr û boz şa
bibe.
Di micadela xwe ya ji bo azadîyê da em mecbûr in wêrek bin, cesûr hereket
bikin.
Bi tirsonekiyê em nikanin tu mafî ji tirkan bistînin. Karê me zor e, lêbêyî micadelê jî riyeke din a serketinê tune ye.
XXX
Ker ket heriyê ji xwedî pê va kes ranahîje teriyê.
Hêzên do alîkariya me dikirin hema hema terka me kirine, êdî wek berê ne pesnê
mêraniya me didin, ne jî alîkariya me dikin. Dibê em di rûnê xwe da biqijilin.
XXX
-Di jiyanê da tenê tiştek heye telafîya wî ne mimkûn e, ew
jî wext e, zeman e.Tu nikanî bibêjî derbas mebe, tu nikanî bi paş da herî, tiştê
bihurî tu nikanî bînî roja îro. Tu nikanî tiştê tu jiyayî jê bibî.
Ji ber wê jî dibê meriv qîmeta wextê baş bizane,bi tiştê
vala heder neke.
XXX
-Însan çi bixwe ewê bîna wiya ji devê wî were, çi bixwîne
devê wî ewê wiya bibêje. Tu qîyafet nikane ruhekî zengîn nede xuyakirin, tu
zengînî jî nikane cahiliyetê veşêre.
-Tu çi karî dikî bike, dilê xwe têxe hundur; wê demê her
tişt dibe esereke hunerî.
-Av, heger bihata zimên, ewê ji hin kesan ra bigota, ji dêlî
destê xwe, dilê xwe bişo.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar