22 augusti 2026

Em mecbûr in di micadela xwe da cesûr bin

Di sîyasetê da, di micadelê da cesaret pir muhîm e, serê her tiştî ye, yê cesaret pê ra nemîne, li dawiyê esaret jê ra dimîne.

Lema pêşiyên me gotine, mêrê tirsonek tu carî nikane bi sînga gewr û boz şa bibe.
Di micadela xwe ya ji bo azadîyê da em mecbûr in wêrek bin, cesûr hereket bikin.
Bi tirsonekiyê em nikanin tu mafî ji tirkan bistînin. Karê me zor e, lêbêyî micadelê jî riyeke din a serketinê tune ye.

Tirk gelek taktîkên xapandinê, serîlêgerandinê diceribînin lê ev taktîk jî ewê pûç bibin. Ne bi zorê, ne jî bi xapandinê, bi fêlbaziyê, bi kirîna hin siyasetmedaran nikanin micadela me me ya ji bo azadîyê rawestînin. Em bi heq in, lema jî emê qezenc bikin.

XXX

Ker ket heriyê ji xwedî pê va kes ranahîje teriyê.
Hêzên do alîkariya me dikirin hema hema terka me kirine, êdî wek berê ne pesnê mêraniya me didin, ne jî alîkariya me dikin. Dibê em di rûnê xwe da biqijilin.

XXX

-Di jiyanê da tenê tiştek heye telafîya wî ne mimkûn e, ew jî wext e, zeman e.Tu nikanî bibêjî derbas mebe, tu nikanî bi paş da herî, tiştê bihurî tu nikanî bînî roja îro. Tu nikanî tiştê tu jiyayî jê bibî.

Ji ber wê jî dibê meriv qîmeta wextê baş bizane,bi tiştê vala heder neke.

XXX

-Însan çi bixwe ewê bîna wiya ji devê wî were, çi bixwîne devê wî ewê wiya bibêje. Tu qîyafet nikane ruhekî zengîn nede xuyakirin, tu zengînî jî nikane cahiliyetê veşêre.

-Tu çi karî dikî bike, dilê xwe têxe hundur; wê demê her tişt dibe esereke hunerî.

-Av, heger bihata zimên, ewê ji hin kesan ra bigota, ji dêlî destê xwe, dilê xwe bişo.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar