21 augusti 2026

Tirk dijminan çiqasî li xwe zêde bikin ji me ra baş e

Tirkiyê bi bultena sor ji Înterpolê xwestiye serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyhu bigirin û teslîmî tirkiyê bikin. Serokê Tirkiyê bask pêva hatiye, lema zêde bilind difire.
Nabêna Tirkiyê û Îsraîl çiqasî zêde xera bibe ji me ra baş e.
Tirk dijminan çiqasî li xwe zêde bikin li kara me ye.

Dostên dijminên me hindik bin, dijminên wan pir bin ji me ra baş e.
Bi dagirkeriya Sûriyê û Îraqê mêrik aşûnî bûye. Lê Îsraîl ne Îraq û Sûrîye ye, ewê li zirarê derkeve.

Nabêna Tirkiyê û Îsraîl her ku diçe bêtir xera dibe. Tirkiyê li çend derên Sûriyê leşkerên xwe bi cî kirine û dixwaze hin şargehên bêtir nêzî Îsraîl çêbike.
Îsraîl jî dibêje emê destûrê nedin Tirkiye li Sûriyê baregehên leşkerî çêkin, ev ji bo ewlekariya welatê me talûke ye. Çimkî Tirkiye welatekî dijmin e. Ji ber wê yekê roja sêşemiyê Îsraîl baregeheke leşkerî ya Sûriyê ya li ser sînorê Tirkiyê bomberan kir. Gelek mirî û birîndar hene, lê tirk nabêjin. Tikriyê protesto kir, lê bersîv neda Îsraîl. Li wir leşkerên tirk jî hebûn, belkî mirî jî hebin.
Aciziya tirkan ev êrîşên Îsraîl e, leme bela xwe di Netanyahu dane. Lê boş e, Îsraîl gavê paş da navêje.

XXX

Xortekî 18 salî îro seet di 14.00a da li bajarê Fagersta yê Swêd, li lîsyeka bi navê Brinellskolan bi şûr êrîşî xwendekaran kir. Sê zarokên di nabêna 12-17 salî da bi şûr birîndar in. Du jê birînên wan giran e. Pûlis dibêje rewşa wan ne giran e.

Êrîşkar yekî 18 salî ye, berê li wê dibistanê xwendekar bûye. Yekî krîmînel e. Berê jî li xelkê xistiye, hatiye girtin.

Medyaya dijîtal dinya biçûk kiriye, însan pir rehet tesîrê li hev dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar