31 december 2023

Sala we ya nû pîroz û bimbarek be


Gelî dost û hevalên hêja, sala we ya nû bi dil û can pîroz dikim. Sala 2023´a ji bo me kurdan saleka bêyom bû, mişt derd û êş bû. Li her çar perçên Kurdistanê bênabên êrîşî me kirin, em pir êşandin.

Îranê û Tirkiyê rika xwe li başûr û rojavayê Kurdistanê girê dane, nabênê nadin êrîşên xwe. 

Ji bo ku Amerîkayê ji herêmê derxînin û me ji xwe ra bikin nêçîr êrîşê Amerîkayê jî dikin.

Kurdên tu beşekî Kurdistanê bi qasî me nehelîyan e

Belkî hin kes xwe aciz bikin lê ezê fikrê xwe bibêjim. Kurdên tu beşekî Kurdistanê bi qasî me kurdê Kurdistana Bakur nehelîyan e, asîmîle nebûne, di warê kulturî da ji kurdayetiyê dûr neketine, bi qasî me kurdên bakur nebûne heyranê zimanê dewleta dagirker.

Em bûne wek soleke jihevdaketî, wek qerpalekî 77 pîne.

Tirkan tiştek di me nehîştine, heta bigihîje zimanê merivên analfabet, yên xwendin û nivîsandina wan tune jî kirine tirkî. Tirkî li hin gundan jî belav bûye.

30 december 2023

Îro ez rêberê xwarziyê xwe bûm


Îro mîvanekî min ê ezîz heye, xwarziyê min
Siyamed Sancar hatiya zîyareta xalê xwe. Nuha li Polonyayê kursekê dixwîne, hatiye serê sala nuh bi me ra pîroz bike.

Bi hatina wî ez pir kêfxweş bûm. Ji şansê wî ra hewa ne xweş e, lê dîsa jî min bîstekê li nava bajêr, bîstekê jî li dora mala gerand. 

Kêfa wî him ji Stockholmê ra, him jî ji taxa me ra hat.
Min 10 sal berê dîtibû. 

29 december 2023

Dixwazim qala xortekê wek zêr bikim

Cîranekî me yê kurdê ji Konyayê heye. Navê mêrik Salih e. Wek gelek kurdên Konyayê, ew jî pîzacî ye.

Berê jî du caran min qala vê malbatê kiriye. Merivên pir mervan û hurmetkar in. Pir qedrê me digrin.

Keç û lawekî wan heye. Lawik 22 salî ye. Navê wî Emîr Erdogan e.
Xortekî wek zêr e. kurmancîya wî super e, tu dibêjî hîn nuh ji gund hatiye.

Îro ez û xatûn ji marketê dihatin, barê me heduyan jî giran bû.

28 december 2023

Ev jinik bi qetlîama Roboskîyê kêfxweş e

Ji zanîngeha Agiriyê akademîsyeneka îslamî ya bi navê Tuba Işik di platforma X´ê da di binê vî rismê merasima cenazeyê qetlîama Roboskîyê da gotiye:

“Dîmen/risim pir xweş e, bira daimî be.”

Ji bo ku însan bi kuştina 34 zarokên 14-15, 16 salî kêfxweş bibe dibê sadîst be, dibê ji însanîyetê derketibe.

Çima haya kurdên başûr ji edebîyata kurdên bakur tune ye?

Nivîskarê romana ”Orgazmên Ejdehayekî” Vehêl Mihsîn nivîskarekî ji başûrê Kurdistanê ye. Nivîskarekî ciwan e.

Beşdarî Fûara Kitêban a Amedî bûye. Di panelê da li ser têkiliya kurdên başûr bi edebîyata kurdên bakur ra gotiye:

"Haya başûrîyan ji romana kurdî ya bakur nîne û zêdetir jî berhemên nivîskarên tirk li başûr têne xwendin."

27 december 2023

Kurdan eşkere bi kuştinê tehdît dikin

Li Anqerê hin kes li ber avahiya DEM partiyê kom bûne, xwedêgiravî DEM partiyê protesto dikin. 

Lê ji protestoyeke normal wêdetir gefa kuştinê li kurdan dixun. Torbeyên zer danîne ber avahiya DEMP partiyê.

Torbeyê zer sembola kuştinê û qetlîamê ye, bi torbeyên zer dibêjin emê we bikujin, têxin van torbeyan.

Û hêzên ewlekariyê jî li vê gefa mezin temaşe dikin.

Hêvî dikim sala nuh ji ya nuha baştir be

Sala nuh nêzik dibe. Tiştek neguherî. Rewşa me, hal û ehwalê me xerabtir bû, baştir nebû. 

Dinya eynî dinya ye, dijminên me eynî dijmin in, serokên me jî eynî serok in.

Yanî tas jî hîn eynî tas e, himam jî hîn eynî himam e.
Hêvî dikim sala nuh derîyekê xêrê li me veke, halê me baştir bike, ken bike nesîbê me.

26 december 2023

Celadekî me wek qehremanê xwe îlan kirine

Li Tirkiyê li navçeya Îzmirê Bûcayê navê yuzbaşî Esat Oktay Yildiranê celadê îşkencexana Amadê, qatilê 50 kurdên êsîr girtibûn dane dibistaneka destpêkê ya gundê Belenbaşî.

Yuzbaşî Esat Oktay Yildiran, piştî darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î berpirsiyarê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû û bi îşkence û wahşeta xwe meşûr bû.

Di dema wî da bi hezaran kes hatin îşkencekirin, bi sedan seqet man, 50 kes jî di îşkenceyên hovane da hatin kuştin.

25 december 2023

Di berfê da meşa li daristanê xweş e


Gava berf hawirdor, daristanê sipîboz dike xweza pir xweş dibe, meriv ji temaşekirinê têr nabe.

Di meşa me ya do da min risim negirt, Songul xanimê gazin ji min kir, got çima te çend risim negirtin?

Ji bo xatirê wê îro min çend risim girtin. Lê him telefona min pir kevn e, him jî ez î ne hoste me, lema jî rismên ez digrim ne xweşik in.

Lê ez bawer dikim ji tunebûnê çêtir e. Di vê tozanê da em 7,78 km meşiyan.

Weşanxane ji Fûara Kitêban a Amedê memnûn in

Fûara Kitêban a Amedê do qediya. Fûarê 9 rojan dom kir. 30weşanxaneyên kurdî beşdarî Fûarê bûn û stand vekirin.

Kitêba min,"Antolojiya çîrokên zarokan Hebû Tunebû" çapa Weşanxana Rûpelê di nanv kitêbên herî zêde hatine firotin da bûye. 

Pir kêfxweş bûm.
Haya min ji rewşa Weşanxana Darayê tuneye, hêvî dikim wê jî baş firotibe.

Li gorî xeberên medyaya kurdî îsal Fûar baş çûye, milet eleqeyeke baş nîşan daye. Li gorî îstatîstîkên Odeya Senayî û Bazirganîyê (DTSO) 510 hezar û 756 kes çûne Fûarê.

Tirk piştgiriya zulm û terora dewleta xwe dikin

Li Tirkiyê dewlet zulmê, îşkencê li me dike, tirk jî jê ra li çepika dixin, halanan di zalim û sadîstan hildidin, ji wahşeta hovan ra dibêjin her bijî, ev hindik e, hinekî din bikin, hinekî din bikujin.

Vîdeoyeke wahşetê ya leşkerên tirk di medyaya sosyal da digere, bi hezaran tirk pê kêfxweş dibin, dibêjin ev hindik e.

Yê li hemberî zulmê ranebe, piştgiriyê bide zulimkaran, qatilan jî zalim e.

Milet ne li pişta terora dewleta xwe bûya, dewletê nikanîbû van hovîtiyan bike.

24 december 2023

Tirkiye dev ji wêrankirina bajarên kurdan bernade

Balafirên Tirkiyê şeva çûnî bi barbariyeke mezin bombe bi ser Tirbesipîyê û Dêrikê da barandin. 

Li gorî beyana wezareta parastinê ya Tirkiyê 29 cî bombebaran kirine. Di nava wan cîyan da îstasyonên petrolê û gelek ciyên muhîm hene.

Ev terorîzmeke pir hovane ye, li ciyê rehetiyê bombebarankirina bajaran, xerakirina avahiyên bingehîn  wahşet e, sûcekî li dijî însanîyetê ye.

23 december 2023

Xwediyê kedê tu carî poşman nabe

Di riya azadiyê da dibê em newestin, bêhêvî nebin. Xwedî baweriyeke qewî û di micadela xwe da bi îstîqrar bin. Xwediyê kedê tu carî ne î poşman e.

Gerek em bi şev û roj bixebitin, xwe biwestînin. Zarokên xwe, ciwanên baş perwerde bikin, ruhê kurdayetiyê bi wan ra xurt bikin.

Ancax merivên zana, yên ji xwe û ji doza xwe bawer kanin zora dijminê me yê har bibin.

Berfê em îhya kirin


Wele berfa Stockholmê îsal dihere û tê. Baş cî li xwe xweş kiriye. Ji vêsê da ye geh dibare, geh vedike; lê şilope ye. Ji bo ku şilopeye avêtina wê jî pir zor e, pî û bask ji min da ketin.

Lê kêf kêfa swêdiyan e, heger di Julê/Noelê da(24-25 vê mehê)berf çongekê ne li erdê be pir xemgîn dibin. 

Li Swêd di Julê/Noelê da dibê berf bibare, nebare swîdî pir xemgîn dibin. Gerek Tomte di şeveke pûk, berf û seqemê da were, diyariyên zarokan belav bike.

Kurdan bi destê xwe piraniya kursiyên encumena Kerkûkê dan ereb û tirkmenan

Li Kerkûkê ray giş hatin jimartin, netîceya hilbijartinê diyar bû.

Kurdan piraniya kursiyên encûmena Kerkûkê ji dest dan. Piranî ket destê erb û tirkmenan. Sebebê wê jî kurd bi xwe ne, bêtifaqî ye. 

Heger kurd bi lîsteyekê têketana hilbijartinê, ji dêlî 7 kursiyan ewê 9 kursî bi dest xistina.

Ji ber ku PDK, YNK, partiyên îslamî cihê, cihê ketin hilbijartinê, bi dehhezaran rayên wan şewitî û du kursî wenda kirin.
Dibêjin "Kerkûk dilê Kurdistanê ye", lê ji bo dilê Kurdistanê hêzên xwe nekirin yek.

Nuha li Kerkûkê bi 9 kursiyan piranî di destê ereb û tirkmenan da ye.

22 december 2023

Pûlisên tirk Fûara Kitêban a Amedê kirin qereqol

Polîsên tirk îro li Fûara Kitêban aAmedê xaleke kontrolê danîne, kesên diherin Fûarê yek bi yek saxî dikin.

Berpirsiyarên Fûarê gotine pûlis vê yekê bi zor dike, di destê wan da emrekî saxîkirineke wiha tuneye.
Yanî ji bo ku dewlet ya wan e pê li serê me dikin, me terorîze dikin.

21 december 2023

Kongra PAKURD´ê ya duduya pîroz be !

Ez îşev mîvanê kongreya PAKURD´ê bûm. Di nîvê kongreyê da têkiliya min qut bû, deng hat birrîn. Ez çend caran ketimê, derketim pere nekir, risim çêbû lê deng çênebû.

Lawikê min Serhat jî pê da ket gelşa deng çareser nebû. Ev jî bêşansiya min e.
Kompîtorê bi min ra bêbextî kir. Ez pir xemgîn im.

Ji hevalên PAKURD´ê, delegeyên kongrê û herdu namzetên serokatiyê ra serketinê dixwazim.

Fûara Kitêban a Amedê bû qada kêf û şahiyê

Weşanxane û nivîskarên me ji Fûara Kitêban a Amedê memnûn û kêfxweş xuya dikin. Ji parvekirinên û rismên di medya sosyal da tên belavkirin ez wer fêm dikim.
Hêvî dikim kitêb pir hatibin firotin, alvêra wan baş çûbe.

Li Amedê hewcedariya me bi mîhrîcaneke wiha hebû. Ev çend sal bû fûar çênedibû. Baş bû îsal çêkirin. Hin kêmasî çêbûbin jî çêbûna fûarê pir baş bû.
Însanan gelek nivîskarên xwe dîtin, li wan gudarî kirin, bi hev ra sohbet kirin.

20 december 2023

Hesreta te ez helandim

Sirgûnî, dûriya ji welatê xwe kerasekî ji êgir e. Hin caran meriv bi xwe vî kerasê ji êgir li xwe dike, hin caran jî dijmin, dewleta dagirker li meriv dike.

Di herdu haletan da jî keras teng e, bedena meriv, ruhê meriv digvêşe, dişewitîne. Bi salan ra ruhê meriv diqemire, jan dide.
Mahcirî bîrîkirin e, hesret û keser e, di dil da birîneke bêderman e. Ji hesreta te dilê min bûye kela derd û xeman.

Tenê yekîtiyeke netewî kane me ji bindestiyê xelas bike

Di hevkarî û tifaqa li hemberî dewletên dagirker da tu zirareka partiyên kurdan tune ye, tenê kara wan û miletê kurd heye.

Heger hêzên kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê bi tifaq bûna, neyartiya hev nekirana nuha rewşa miletê kurd pir baştir bû, alîkarî û baweriya dostên me jî zêdetir û saxlemtir bû.

Rikberî û bêtifaqiya salan a di nabêna PDKê û YNKê da mala kurdan şewitand, bû sebebê nîvê axa Kurdistanê ji dest xwe bidin.

19 december 2023

Ricayeke min ji ciwanên me heye

Ji we keç û xortên hêja, miletperwer ra pêşniyareke min heye. Ez naxwazim bibêjim şîret, wek pêşniyarekê, wek temî û ricayekê qebûl bikin.

1-Heger hûn dixwazin zarokên we durre û asîmîle nebin bi tirkan ra nezewicin.

2-Bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin, bi destên xwe zarokên xwe asîmîle nekin. Dema zarok mezin dibin, bi kurdî nizanin şerm dikin. 

Herin Fûara Kitêban a Amedê çend kitêban bikirin

Li amedê Fûara Kitêban heye. Bi qasî ez di medyaya sosyal da taqîb dikim Fûar qelabalix xuya dike.
Hêvî dikim milet kêfî, ji bo gerê û girtina çend risman tenê naçin wir, çend kitêban jî dikirin.
Kesên li Amedê dijîn dibê herin fûarê li gorî qewetên xwe çend kitêban bikirin.
Ne hewceye ez navên weşanxaneyên kurdî yek bi yek li dû hevdu rêz kim, neçin standên tirkan, kitêbên tirkan nekirin, hûn diherin ser kîjan standa weşanxanê hûn bi kêfa xwe ne. 

18 december 2023

Bêyî serxwebûnê tu riyeke din li ber me nemaye

Serok û siyasetmedarên me dibê êdî baş bizanibin bêyî serxwebûnê, avakirina dewleteke kurd tu riyeke din li ber me nemaye.

Tirk, serokên wan tiştekî me qebûl nakin, her ku em hustuyê xwe xwar dikin, ew bêtir pê li serê me dikin.

Her roj bi kîn û nefretke mezin heqaretê li mezinên me, li şehîdên me dikin. Me dikujin, zulmê li me dikin.

Desthilanîn fereca xêrê ye, bêyî serxebûnê riyeke din li ber me nehîştine.

17 december 2023

Kurmancî kirine şor be

Hin rojnamevanên bi tirkî û erebî difikirin, bi kurmancî dinivîsin kurmancî perîşan kirine, kirine gêrmiya gavanan û şorba heftnîskê.

Ji tesîra farisî baş haya min tune, çimkî ez medyaya kurmancên Kurdistana Rojhilat taqîb nakim.

Rûdaw ji bo kesê mirîye, wefat kiriye dibêjin ”koça dawî kir”. Belkî behdînî jî dibêjin, ez wiya nizanim. Rûdaw vê gotinê tim bi kar tîne.

Bimre koledarî !


Li Fûara Kitêban a Amedê ji ber bernameya Bulent Arinç dirêj ajotiye bernameya Berken Bereh hatiye betalkirin. 
Li ser vê bêhurmetiyê Berken reaksîyonek baş nîşan da, kesên berpirsiyar rexnem kir, got "bimre koledarî, emê bi ser kevin"!

Min roja berî fûarê nivîsî, min got dibê kurd kitêbên nivîskarên tirk nekirin û neçin li tirkan gudarî nekin.

Wa ye Bulent Arinçê neyarê kurdan di ser şairekî wek Berken Bereh ra girtine.

16 december 2023

Zarokên xwe ji xemîşokên kurdî bêpar nehêlin

Fuara Kitêban a Amedê îro dest pê kir. Min hêvî dikir kitêba min antolojiya çîrokên zarokan ”Hebû Tunebû” çapa duduya bi gelek çîrokên nuh ewê bigihîje fûarê.

Lê mixabin negihîştê. Ji çapa 1ê hîn çend hev mane. Yên bixwazin zarokên wan ji xemîşokên kurmancî bêpar nemînin. Hûn kanin herin fûarê ji zarokên xwe ra bikirin. 

Bira zarokên we çîrokên kurdî fêr bibin, bi zimanê kurdî mezin bibin.

Fatîh Altaylî Hîtler ji Şêx Seîd baştir dîtiye

Fatîh Altaylî vê carê jî Hîtler û Şêx Seîd mûqayese kiriye, Hîtler ji Şêx Seîd baştir dîtiye, gotiye:

”Hîtler îxanet li Almanyayê nekir. Serokwezîrekî bi hilbijartinê hatiye hilbijartin. Meriv kane navê wî bide cadeyekê. Lê belê navê Şêx Seîd nabe meriv li Diyarbekrê bide cadeyekê.”

Neyartiya kurdan Fatîh Altayli, f
aşîstê har, kûçikê bi dêl ji însantiyê derxistiye, kiriye nazîyekî ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar; kane navê Hîtlerê qatilê 6-7 milyon cihû li cadeyekê, li kuçeyekê ke, kane viya qebûl bike, lê cadeyeke, kolaneke bi navê Şêx Seîd nikane qebûl bike.

15 december 2023

Hin însan wek dêla kûçik tu carî rast nabin

Di medyaya sosyal da hewqas pir tişt belav dibin meriv pê ra nagihîne nivîsên kêfa meriv jê ra tê gişan bixwîne.

Hin caran ez biryarê didim li ser tiştekî binivîsînim, not digrim lê dûra ji bîr dikim binivîsînim.
Çar roj berê minê qala serpêhatiyeke xwe bikira lê min bîr kir.
Sextekarekî li ser navê Eşref Okumuş daxwaza hevaltiya Facebookê ji min ra şand.
Ez û Eşref berê heval bûn. Ez hinekî ketim şikê, lê min got belkî bi şaşî ji hevaltiya min derketibe ya jî malpereke din vekiribe.Lema ez bi dû neketim, min daxwaza wî qebûl kir.
Lê şika min derbas nebû, min ev pirs ji xwediyê daxwazê kir:

Erdogan dîsa bi serokê Amerîkayê Joe Bîden ra bazariyek kiriye

Serokê Tirkiyê Erdogan do bi serokê Amerîkayê Joe Bîden ra peyivîye; endametiya Swêd a NATOyê jî di rojeva wan da bûye.

Erdogan ji Bîden dîsa çi bertîl xwestiye medya Swêd bahs nekiriye.
Qala daxwaza Tirkiyê balafirên şer û teslîmkirina hin hemwelatiyên Tirkiyê tê kirin.
Bi texmîna min daxwaza Erdogan a herî sereke qutkirina alîkariya ji ser PYDê ye.
Tirkiye dixwaze Amerîka dev ji alîkariya PYDê û kurdên Kurdistana rojava berde.

14 december 2023

Pirbûna rêberên rastnivîsê serê meriv tevlihev dikin

Fûara Kitêban a Diyarbekrê sibe ne dusibe, di 16´ê vê mehê da dest pê dike. Weşanxane reqlama kitêbên xwe dikin.

Kitêbên li ser zimên, giramerê, rêberên rastnivîsînê hewqasî pir bûne meriv gêj dibe. Berê şair pir bûn, lê zimanzan wa ye ji şairan pirtir bûne.
Kî îmlayeke, rêbereke ne li gorî devoka xwe dibîne, wê rexne dike, rêbereke li gorî devoka xwe dinivîsîne.

Ji bo ku zimanzan pir bûne meriv nizane gurra kîjanî bike, gurra kîjanî neke, bi ya kîjanî bike, bi ya kîjanî neke. Giş jî peya(mêr) in,di nav zimanzanan da belkî ji sedî yek jî ne jin bin. Jin ji zimannasiyê bêtir ji edebîyatê hez dikin.

Vî şairê mezin ji qelema Mihemed Şarman nas bikin


Armîn Temerzade

Mihemed Şarman
li ser kitêba şairê ciwan Armîn Temerzade (Pirtûka baranê) analîzeke muhteşm kiriye. Min bi heyraniyeke mezin xwend.

Nivîs di malpera Botan Timesê da him wek nivîs heye, him jî di Botan Podcastê da meriv kane lê gudarî bike.

Min bi zewq û heyranîyeke mezin xwend, lê gudarî kir.
Mihemed Şarman nivîskarekî ez nivîsên wî bi kêfxweşî dixwînim û tim jî zewqeke mezin jê digrim.

13 december 2023

Piştgiriya Îngilistanê ne qebhet e !

Tirk ji bo ku serîhildanên kurdan wek serîhildanên netewî nîşan nedin, tim tilî û destekî ”hêzên dereve”, yanî ”dijminekî” tirkan dixin nav. Dibêjin hin dewletên dijminên tirkan kurd tahrîk dikin.

Yanî tu gelşeke wan bi kurdan ra tuneye, hin dewletên dijminên wan, kurdan dixapînin, ji xwe ra wek piyon bi kar tînin.
Vê bêbextiyê, vê derewa bi boçik ji bo serîhildana Şêx Seîd jî, ji bo ya PKKê jî dikin.

Ji cepheya "dostên" me yên tirk qet deng dernakeve

Ji ”dostên” me yên tirk hîn kes li dijî heqaretên Fatîh Altayli li Şêx Seîd kir derneketiye.

Dostekî me yê tirk, partiyeke çep hîn ev bêedebî û heqaretên Fatîh Altayli li Şêx Seîd kirin rexne nekiriye.

Dost û dijmin di rojên teng da, di şîn û şahiyan da xuya dibin.

Dostên me yên tirk bi dev dost in, bi dil dijmin in. Dostên xwarinê ne. Dostên parlamenteriyê ne. Piştî bi rayên kurdan dibin parlamenter dostiyan diqede. Bi dev xweş dikin, lê dilê wan ne pak e, reş e.

12 december 2023

Rismekî 37 sal berê

Heyder Diljen xoce îro surprîzeke pir xweş kir, bi şandina rismekî 37 sal berê ez pir dilşa kirirm.

Risim di adara 1986´a da li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê hatiye girtin.

Ji milê çepê: Heyder, Malmîsanij û ez, Zinarê Xamo.

Hûn dibînin di xortaniya xwe da em hersê jî çiqasî çeleng bûne.
Lê yê herî xweşik û wek artîstekî derketiye Heyder xoce ye.

Kûçikekî har dev avêtiye ji Şêx Seîd da

Fatîh Altayli bênamûsekî bi dîplom e, kûçikekî pir har e, neyarê miletê kurd e.

Vî bênamûsî ji ber ku belediya Amedê dixwaze navê Şêx Seîd bide kuçeyeke, herêmeke Amedê heqaretên pir mezin li Şêx Seîdê gorbihuşt kiriye, gelek heqaret û gotinên kûçik pê pûrta xwe diweşînin li dû hev rêz kirine.

Tiştê Fatîh Altaylî kiriye ne rexne ye, ji bêdebiyê, ji heqaretê jî wêdatir e, tahrîkeke pir mezin. Gerek heqaretên wiha sûc be.
Meriv ne provakator û hurbênamûs be wan gotinan ji kalekî 80 salî ra nake.

11 december 2023

Rûdaw çima wek medyayeke Tirkiyê weşanê dike?


Ez fêm nakim Rûdaw çima xeberên(nûçeyên)tirkan yên mehelî, yên şer û kuştinan dide?

Rûdaw ne malpereke tirkî ya mehelî ye, ne ajanseke Tirkiyê ye, ji bo çi ewê xebera li Anqerê tirkekî jina xwe kuştiye bide?
Di xeberê da gotiye:
”Li navçeya Çankayayê ya Enqereyê mêrê bi navê M.A. di taksiyê de qirika hevjîna xwe ya berê birî û ew kuşt.”

Çi girîngiya vê xeberê ji bo me kurdan, ji bo xwendevanên Rûdawê heye?

Bi halana vedigerîne talana

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa fortek daye xwe, wek tedbîr, ji bo ku Îsraîl li Tirkiyê serokekî Hamasê nekuje, tirsek di Îsraîl firandiye, gotiye:

”Heger biwêribin li Tirkiyê operasyonekê bikin ewê bedelê wê pir û pir biha bidin. Me nas nakin. Li dinyayê kesê ji pêşketina îstîxbarata Tirkiyê bêhay  be tuneye. Em ne dewleteke do ava bûne.”

Berde binê te erd e. Bi halana vedigerîne talana. Bi gef û gurra dixwaze Îsraîl bitirsîne.

Rojek tê mirin dibe mîvanê her kesî

Dixwaze bira kal û pîr be, dixwaze bira xort be, her mirin mirineke zû ye.
Mirin bi xwe ra hesresta dilê meriv, bîrîkirina meriv a salan mezintir, kûrtir dike, gelek tiştên berê nedihatin bîra meriv, tîne bîra meriv; hafiza meriv teze, nuh dike.

Mirin çeka zindiyan e, zû, dereng  her kesê wê li xwe ke, jê xelasî tune ye.
Hetanî mirin nebe mîvanê meriv, meriv mirinê nayne bîra xwe, meriv nizane mirin heye.

10 december 2023

Ferqa xortên dema me û xortên nuha

Di xortaniya me da em zû diketin nav xebatên siyasî. Xeyala me ya herî mezin ew bû em bibin ”şoreşger” yanî ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe bixebitin.

Ji 1960î hetanî 1980î, xwendekar, ne xwendekar ciwanên bi kurdayetiya xwe, bi bindestiya miletê xwe, bi dagirkeriya welatê xwe dihesiyan berên xwe didan xebeta siyasî, micadela li dijî dagirkeriya welatê xwe.

Li gorî çavdêriyên min meyla ciwanên me yên îro zêde ne li ser siyasetê û micadela li dijî dagirkeriyê ye.

09 december 2023

Xwişka min Cemîleya cefakêş jî îro xatir ji min xwest

Xwişka min a cafakêş, dayika 11 zarokan, hempişta min, şîrîna ber dilê min Cemîla delal îro li Amedê li nexweşxanê xatir ji me xwest, berê xwe da axa sar, çû gerdûna xwe ya ebedî.

Ji ber ku ez ne li ber serê wê bûm, berî mirinê me hevdu himêz nekir, me xatir ji hev nexwest, wek birayê wê yê mezin min li temî û wesîyên wê gudarî nekir ez dilkovan û xemgîn im.

Û ji bo ku sibe ezê nikanibim têkevim bi darbesta wê, nikanibim di şîna wê da rûnim pir fedîkar û dilbikul im. Xwezî qederê ev êş nekira para min. 

Gelek sipas Necat Zivingî !



Surprîzên jiyanê pir in, tu hew dibînî tiştekî tu qet ne li bende bû dîyarî te kir, di nav barek derd û kul, qahr û qotik da dilê te şad kir.

Nivîskar, lêkolîner, şair, abûqat Necat Zivingî kesekî li ber dilê min pir ezîz û hêja ye. Ez pir jê hez dikim. Diyar e rê ji dila diçe dila.
Camêr li ser min û bloga min Hindik-Rindik nivîseke hetanî nuha kesî li ser min nenvîsîye û min bawer nedikir kes binivîse jî, nivîsye.

Merivên tirsonek nekin berpirsiyarên xwe

Însanek çiqasî zana be jî heger ne cesûr be dibê meriv neke serok û berpirsiyarê xwe.

Ji me kurdan ra serokên, siyasetmedarên, ronakbîrên, rojnamevanên wêrek, cesûr lazim in. Merivên tirsonek pir xerab in, pir pîs in, ji berpirsiyariyên muhîm dûr xin.

Çimkî tirsonekiya wî/wê kane nehêle rastiyê bêyî sansor li her derê bibêje.

Tirsonekî kane zora zanîna wî bibe. Newêrekî însên dudil dike, nahêle gaveke bi cesaret bavêje, tenê temaşe dike.

08 december 2023

Min bi teqawidiyê kêf kiriye

Xwedê kir nuha ez teqawid(xaneşîn)im, li malika xwe, li hêlîna xwe ya germ im.

Carnan ji extîyariyê gazinan dikim lê aliyên wê yên baş jî hene.
Heger xort bûma, di vê berfê, şilî û şepeliyê da nuha di riyan da mûm, li bende otobozan li rawestgehan dizikzikîm.

Teqawidî xêra Xwedê ye, meriv naxebite, destê xwe di av asar û germ da nake, lê dewlet dîsa jî her meh pêşek pere dixe hesabê meriv.
Heger ez xort bûma, nuha li kar bûm, min nikanîbû ev nivîs binivîsîya. Xort perîşan in, bi şev û roj ji me ra dixebitin.

07 december 2023

Extîyarî bendera derd û kula ye

Heyder Diljen wê rojê ev rismê min ji min ra şand.

Min bala xwe da yê, kêfa min jê ra hat. Bi baweriya min rismekî şîrîn e.
Rismê kalekî porsipî, rûliken û sempatîk e.
Havîna par em çûn mîvaniya wan, ez bawer dikim rismê wê rojê ye.
De bira ew jî têkeve arşîva min. Gava meriv rismê xwe yê extîyariyê dibîne, ji xwe ra diblje hela hela, ev ez im?
Law xortaniyê çi zû terka min kir?
Extîyara bendera(lîmana)nexweşiya ye, nexweşiyek dihere yek tê.

06 december 2023

Min îro derziya Covîdê ya 6a jî li xwe xist

Min û xanimê îro dîsa derziya Covîd-19 li xwe xist. Ya min bû derziya 6´a, ya xanimê bû derzîya 5a.

Ez tedbîra xwe baştir digrim. Çi dibe, çi nabe, bira bêxwediya Covîdê ji me dûr be.

Lê du derziyên din jî, yên li hemberî bapêşê, zekemê, bronşîtê, nizanim çi û çi jî li me xistin.

Yanî li ser hev sê derzî li me xistin, gotin kal û pîrên bi ser 65´a ketine gerek van aşiyan jî bibin. Loma em tewsîyeyî we jî dikin...

Hûn li ser Mem Ararat neheq in

Mem Araratê sitranbêj di platformada gotiye, "Kurdbûn, bêyî sosyalîzm, komunîzm, îslamîzm, kapitalîzm û hemû îzmên din dibe, lê kurdbûn, bêyî zimanê kurdî nabe."

Yanî kurdek kane ne rast be, ne çap be, ne dîndar be, lê zimanê xwe nizanibe nabe, ewê bihele, bibe tiştekî din. Kurdbûn bêyî zimên nabe.

Gelek kesan xwe ji van gotinên wî aciz kirine, ev çend roj in kevir û kuçan lê dibarînin.

Birayên ezîz, hûn xwe aciz bikin jî, aciz nekin jî camêr qala rastiyeke muhîm kiriye. Tiştekî şaş, ji kesî ra gotineke xerab negotiye.

05 december 2023

Bîranînîn ketin ser hev

Min bîranînên  Aslîka Qadir xanimê ”Welatê Me Kurdistan e” dixwend. Hîn min ew neqedandibû, bîranînên Keya Îzol ”Ji Swêrekê Heta Stockholmê” lê zêde bû.

Nuha min dest bi xwendina bîranînên Keya Îzol kiriye. Ya ezê nabênê bidim bîranînên Aslîka xanimê, ya jî ezê herduyan bi hev ra bixwînim.

Ya xerab ez hêdî dixwînim û nikanim zêde bixwînim. Çavên min diêşe, hêsir dikin.

Zarokên me ji me zêde kirine

Hetanî 1980´î di nav partiyên me da kesê bi îngilîzî, fransî, îspanî, almanî bizanîbûya tunebû.
Li Amedê kesê me yî bi rojnamevanekî ewrûpî ra hevpeyvînekê bike tunebû.

Şirkir nuha bi hezaran xortên me her yek bi 3-4 zimanan zanin, ji arşîvên her welatî, gelek nivîs û rismên ji bo tarîxa me pir muhîm derdixin, pêşkêşî miletê xwe dikin.
Zarokên me ji me gelkî zêde kirine, ji me zanatir in. Karên pir hêja jî dikin.

04 december 2023

Xwezî rojnamevanên me yên wek Beşîr Kavak pir bûna

Beşîr Kavak rojnamevanekî pir jîr, pir jêhatî ye, meriv ji gudarîkirina programên wî têr nabe. Zimanê wî wek şekir e, dîksîyona wî bêqusûr e.

Bi rojnamevan û nivîskarê swêdî Joakîm Medîn ra di Radyoya Swêd beşê kurdî da hevpeyvîneke pir xweş kiriye.

Joakîm Medîn û Beşîr Kavak di hevpeyvînê da li ser taqîbat û dijayetiya îstîxbarata Swêd a li dijî kurdan, a antî-kurd hin agahiyên muhîm didin. Cî li berpirsiyarên Dahîreya Koçê teng dikin.

Dahîreya Koçê ya Swêd
îltîca û hemwelatîbûna kurdan hema hema qebûl nake, vê yekê jî dispêre raporên SAPO´yê, yanî raporên îstîxbarata Swêd.

Pîvana min a hezkirinê û nehezkirinê

Hin însan pir bi girr in, pir dilreş in, tu merivekî çiqasî baş bî, tu ji bo gelê xwe çiqas karên baş bikî jî li ba wan pênc pera nake, tim li dijî te ne.

Gava meriv ne kamil, ne maqûl be, doz û berjewendiyên miletê xwe, welatê xwe di ser gelşên xwe yên şexsî ra negire wiha dibe, wek merivê cahil difikire.

Ez merivekî nasyonalîst im, ji bo min tu tişt, tu gelş, tu berjewendî ji kurdayetiyê, ji doza Kurdistanê ne muhîmtir e.

Ez gelşên şexsî, fikrî, îdeolojîk tu carî di ser mesela netewî, kurd û Kurdistanê ra nagirim.

03 december 2023

Li ser mitpaxa kurdî kitêbeke hêja


Lawikê me Serhat îro diyarîyeke pir xweşik da me; kitêba Lawên Mokrî, ”I mitt kurdiska kök”, yanî ”Mitpaxa min a kurdî”.

Kitêb îsal(2023) ji alî weşanxaneya Ordfrontê va hatiye çapkirin.

Kitêb 155 rûpel e, tarîfên 70 xwarin, şîranî û keksan bi fotoyên xweşik tê da ne.

Kitêb bi cild e, rengîn e û pir xweşik çap bûye. Ev jî lînka Îstagrama wê ye.

Dibê kurd vê kitêbê ji xwe ra bikirin û diyarî bidin hevalên xwe yên swêdî.

Li ser bîranînên Keya Îzol çend gotin

Do me li Stockholmê cimateke pir xweş gerand, sohbeteke xweş kir.
Hevalê minê salan Keya Îzol do li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî, kitêba xwe ”Ji Siwêrekê heta Stockholmê, bîranînên mîsyonerekî kurd” da naskirin.

Gelek nas, dost û hevalên Keya hatibûn, lê gudarî kirin, hin pirs jê kirin.

Camêr kitêb ji min ra berê îmze kiribû, da min. Mala wî ava be.

Newzad Hirûrî, Alî Çîftçî, Mehmûd Lewendî kitêb berê xwendibûn. Hersê hevalan naveroka kitêbê bi kinî dan nasîn, şirove kirin, dûra jî hin pirs jê kirin.

02 december 2023

Zivistana me me dirêj kir

Berf, sir û seqema Stockholmê nabênê nadê, bîna xwe nagire, dom dike. Ev meh, meha zivistanê ya herî no ye, meriv zane bi rastî jî zivistan e.

Lê zivistan çiqasî dirêj û no be jî, dawiya her zivistanê bihar e, qey bihara me kurdan jî ewê were.
Me pir pa, ji zûda em li bende bihara xwe ne. Zivistana me pir dirêj kir...

Bîsteke din dîsa berf e, hinek berfa din jî ewê li berfa erdê zêde bibe; ez jî rêwîyê riyeke kin im.

01 december 2023

Îro min kar kir

Îro min û dostê xwe yê hêja Xelîlê Duhokî, di vê sar û sermayê, berf û tozanê da li Stockholma xopan xwe gîhand hev.

Me li pastexaneyeke sakîn bi hev ra fîncanek qahwe vexwar û pê ra jî sohbeteke germ, mişt kovan û xem kir.

Ji zûda bû me soz dabû hev, em rojekê hevdu bibînin û bîstekê sohbet bikin, derdên xwe yên ketine ser hev ji hev ra bibêjin. Bi xêra însîyatîfa wî îro me ev soza xwe anî cî.

Hamas rehet nasekine


Hamasê bi xêra agirbestê çend rojan bîna xwe girt û dîsa dest bi pîşikê xwe yê pîs kir. Kurmê şîrî heta pîrî, çi felaket were serî jî naguhere, wer dimîne.

Du çeteyên Hamasê do li Tel Awîwê sê kes kuştin, neh kes jî birîndar kirin. Ew jî hatin kuştin.

Ar nakin, fedî makin. Miletê xwe perîşan kirin, bi parsê dijîn. Lê dîsa jî li ber xwe nakevin, baqil nabin.

PARVE BIKE