23 december 2023

Berfê em îhya kirin


Wele berfa Stockholmê îsal dihere û tê. Baş cî li xwe xweş kiriye. Ji vêsê da ye geh dibare, geh vedike; lê şilope ye. Ji bo ku şilopeye avêtina wê jî pir zor e, pî û bask ji min da ketin.

Lê kêf kêfa swêdiyan e, heger di Julê/Noelê da(24-25 vê mehê)berf çongekê ne li erdê be pir xemgîn dibin. 

Li Swêd di Julê/Noelê da dibê berf bibare, nebare swîdî pir xemgîn dibin. Gerek Tomte di şeveke pûk, berf û seqemê da were, diyariyên zarokan belav bike.

Wele derdê berfê êdî nayê kişandin. Ji do da ye venekiriye. Ji vêsê da ye ev cara duduya ye ez berfa hewşê davêjim, rê vedidim. Riyên kuçan jî hîn venedane. Meş pir zor e.

Hîn dibare, lê ez û xanim li ser rê ne, em guh nadin berfê, sar û seqemê. Emê herin çend km. bimeşin û werin. Emê hinek hewa paqij tenefus bikin.


Em seet û çarîkekê meşiyan, lê pir zor bû, rê venedabûn, meş pir zahmet bû. Taxa me taxa feqîra ye, baş lê nanêrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE